ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ

ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema pêncan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê hemû şaxên sitiranên Evdalê Zeynikê yên di vê pirtûkê da çapbûyî raberî we bikin. Berevkar û amadekarên wê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ

(Berev kir û bernivîsî H. Cindî)

KILAMA GULÊ Û EVDAL

Evdal got: -Ez ji teyra, teyrê mijim,

Kerba Gulê, Xamûrê kerrî, gêjim,

Cîyê Gul rûnê, ezê tobekim,

Ez rûnanîm, ez nabêjim.

Gulê got: -Evdal, çevê mine reşe belane,

Min rojê heft cara kilê Sibhanê kildane,

Lê heft dengbêjê mîna te,

Bona min jinê xwe berdane.

Evdal got: -Gulê, merûmê, minê bostanekî çandîye, kundirê bezî,

Benda wî girêda ber hêsira çevê xwe û tejî,

Xwedê huba dilê min bavê dilê te jî.

Got: Kamilê Qaso, ji gundê Tilik, li ser nehya Talînê.

EVDAL Û GULÊ

Gulê, ji Xamûrê heya vira,

Min û Gulê bi hevra sitira.

Gulê can, tu dilê xwe nestîne,

Ezê tera bêjim xûşkê,

Tu bêje Evdal bira.

Gulê, tu were em herin mala meye,

Ji tera daynim orxan-doşekê çi dareye,

Herkê xelqê go: -Îkrama Gulê ji tera çîye?

Ezê bêjim îkrama Gulê

Serê heft bavê min zêdeye.

EVDALÊ ZEYNÊ Û SILO

Evdal diçe bal Taharxan Elî,

Dengbêjê wî hebûye, li Qelenîyê,

Evdal diçe wêderê, bi dengbêjê wanra distirê,

Bi Silora, Evdal dibêje:

-Lê, lê, lê. Şamî, Helebî, Dîarbekir

Goveka dinê,

Belekîyê berfê xal nîşanê xwedê,

Li çyayê Elegana kavil,

Deşta Qelenîa xopan,

Xal û nîşanê xwedê ketinê.

Ez Evdalim, Evdalim!

Lawê Zeynê me,

Dengbêjê Memed paşayê

Dewrî undabûm,

Îro çi bû, çi qewimî,

Risqê min daketye

Deşta Qelenîa şewitî,

Cem torinê, ji torina

Mala Şero.

Îro nizam, çi bû, çi qewimî,

Gedekî bê dev û bê diran

Anîye berî pêsîra min dane,

Nizam çira?

Silo got: -Weylo Evdal, weylo kotî,

Pîsî, pintî, qolo,

Ez Silême, Silême,

Ne kinim, ne dirêjim,

Mîna ta rihana dev gelîya,

Li dîwana Tahar axada şax davêjim.

Bê qeme, qirarê mêrê di berê be,

Sibêda min tera gotye,

Ezê rûnîm danzdeh roja,

Danzdeh şeva,

Tera teze ezê bibêjim.

Evdal go: -Heylo Silo,

Li Şamê, li Helebê, li Dîarbekir,

Herçar qirnayê dinyayê

Ez geryame,

Ez Evdalim, Evdalim,

Lawî Zeynême,

Dengbêjê Memed Paşayê

Dewrî unda bûm,

Heya îro min tu kesîra belê nekirye,

Tu donzdeh seheta nebêjî,

Sê roj, sê şev bi hevra bêjî,

Axirîyêda ber torina mala Şero

Tuê ji minra werî raê.

Silo go: -Heylo Evdal, weylo kotî,

Pîsî, pintî, qolî, bêdevo,

Bê dirano,

Te bi xebera han got:

Ziman di devê minda lal bû,

Qudûmê çokê min şikest,

Xweydan kirasê minra avît,

Hingî, nav dengê Evdalê

Lawî Zeynê welatê Qelenîa şewitî be,

Bi qem-qirarê mêrê jê di berê be,

Ezê pêşya dîwana mala Şero

Li dinyayê tu cara nebêjim ez dengbêjim.

Evdal go: -Weylo Silo, weylo kotî,

Pîso, kotî, bê devo, bê dirano,

Qelenîa şewitî ber bi baye,

Vî xezalî ji êvarda erd vedaye,

Ezê Evdalim, Evdalim,

Lawê Zeynême!

Sîngê min deftere,

Zimanê min qelemê dengbêjane,

Hey Silê, agirê kulê li mala te keve,

Minê texmîna te sê roja, sê şeva dikir,

Min te xeberekê te pêşya

Dîwaneke, dîwana torina mala Şero,

Minê te bi xeberek deranîye rayê.

Got: Kotoyê 80 salî, ji gundê Axsê, li ser nehya Aştarakê.

EVDALÊ ZEYNÊ Û ŞÊX SILÊ

-Bejina Evdalê min ne kine, ne dirêje,

Terezanî dev çîçekê devê kanîyê xwe davêje,

Gelî ometno! boy xwedê be,

Hela werin bi vê yekê,

Qe kê dîye, kê bînaye,

Şêx Silê çoka xwe bikute çoka Evdalê Zeynê,

Sê roj û sê şeva pêra bêje.

-Bejina şêx Silê min ne kine, ne dirêje,

Terezanî dev çîçekê devê kanîya xwe davêje,

Ew sonda ku min xarîye,

Ezê yekê bînim serê te,

Heta kurrê kurra rave bêje•.

(•Eva yeka, bi gotina dengbêj, li welatê Tîmarê qewimîye).

Got: Memedê Memed.

XOZAN

Êlê dayê Xozane, xweş Xozane,

De bira xwedê xirav bike deşta Mûşê,

Walîk berfe, alîk zozane,

Wey Xozanê, wey Xozanê,

Xwedê xiravke warê te zozanê,

Ax dilê min yo, yo, yo.

Ezê ketime qalê û selefê siyara,

Qeymesê siyarê Senemê

Ne navdane.

Ax, dilê min yo, yo, yo,

Dilê min yo, yo.

Êlê dayê delîlê,

Xozandaxê van firîka,

Ezê çi bikim qolê zêrra,

Gurzê ber cênîka,

Şevê nahewim, germa rojê,

Êvarê nahewim derd û kulê van wawîka.

Xozandaxê wê palêye,

Hela min serkurrê wê palêye,

Eza bala xwe didimê,

Cinyazê Qeymesê delal,

Siyarê Senemê danîne

Ser barê barxanêye,

Dilê min yo, yo,

Dilê min yo, yo, yo.

Got: Ûsivê Simo.

XOZANDAX

Êlê dayê! Li Xozanê, lo li Xozanê,

Êlê dayê! Xwedê xirav bike lo deşta vê zozanê,

De dilê min yo, yo, yo,

Ax dilê min yo, yo, yo.

Êlê dayê! Heft cahilê tûnsiz cinyazê xwe dane li ser barxanê,

Ax dilê min yo, yo, yo,

De dilê min yo, yo, yo.

Êlê dayê! Xozandaxê lo li berîka,

Emê rojê ranazên derdê germ-germistanê,

Şevê xewa me nayê destê van wawîka.

De dilê min yo, yo, yo,

Ax dilê min yo, yo, yo.

Got: Hesenê Ezîz.

EVDALÊ ZEYNIKÊ

Evdalê Zeynê kor bû ji xwe û halara, kilam ser xwe derxistin.

Evdal gazî merîyê mala xwe kir, go:

-Ezê korim, rê nabînim,

Destê xwe dîwara digerînim,

Kesekî xudan xêr tunene,

Destê Evdalê Zeynikê bigirin,

Ji Anedolîyê bigerînin.

Evdal bala xwe dayê refê qulinga hat buhurî,

Perê quling şikestî bûn, go:

-Qulingo, malxiravo!

Perê te şikestîne,

Tu were destê min bigre,

Ji Anedolîyê bigerîne.

Qulingo, malxiravo,

Çevê mine korin,

Perê mine şikestîne,

Emê destê hev bigirin,

Xwe bavên ber derê bi hekîme.

Belkî çevê min sax bike,

Baskê te bicebirîne.

Got: Eyoyê Şemo, 65 salî, nexwendî, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê.

  • ••

Jinikekê go:

-Evdal, bese bêje û bilûbîne.

Evdal go:

-Erê, go, jinikê,

Bejina te ta rihana tere,

Feleka Evdalê Zeynikê li te vegere,

Çira Evdalê Zeynikêra divêjî:

“Bese bêje û bilûbîne”,

Ne ezî korim, çevê min navînin,

Ezê xemê dilê xwe çawa birevînim.

DE LI MINÊ LO

De li minê, lo, lo, de li min,

De li min wayê, de li min wayê,

Mala bar kir, berê xwe dane zozana,

Evdalê Zeynê kore, hûnê nehêlin ser firara,

Kesekê xêrxas tune, destê Evdalê Zeynê bigre,

Bive ser hekîmê bi hekîme.

De li minê lo, lo, de li min,

De li min wayê, de li min wayê,

Felek xayîne, minra nayê.

Qulingê berrîyê tê diqîrîne,

Cêr cegerê min jêla jorda dibarîne,

Kesekê xêrxas tune destê Evdalê Zeynê bigire,

Zozan, zozan bigerîne.

De li minê lo, lo, de li min,

De li min wayê, de li min wayê,

Felek xayîne, minra nayê.

Quling berrîyê hatin ketin rêzê,

Kesekê xêrxas tune, çevê min korin,

Destê min bigire bive ser hekîmê vê Tewrêzê,

De li minê lo, lo, de li min,

De li min wayê, de li min wayê,

Felek xayîne, minra nayê.

Evdalê Zeynê kore, ezê gula govendame,

Aşiqê devê qîzan û bûkame,

Gede-gûdêd van sala, qîz û bûkêd van sala

Evdalê Zeynê dikin qerfane, qûçkane, tinazane.

De li minê lo, lo, de li min,

De li min wayê, de li min wayê,

Felek xayîne, minra nayê.

Qulingê berrîyê tê diqîrîne,

Dudu ji refda qetyaîne,

Baskê wan şikestîne,

Çevê mine kore maîfîne,

Kesekê xêrxas tunîne,

Destê min û teva bigire,

Bive ser hekîma:

Çevê min sax bike,

Baskê te bicebirîne.

De li minê lo, lo, de li min,

De li min wayê, de li min wayê,

Felek xayîne, minra nayê.

Got: Esoyê Cewo, 46 salî, ji gundê Qulîbegê, li ser nehya Oktyabrê.

EVDALÊ ZEYNÊ

Ezê Evdalim, Evdalê Zeynê, kor bûm,

Gula zor Memed paşa bûm,

Berdevkê qîza, di bûka bûm,

Êrîşa van hakima bûm.

Niha qîz û bûkê vê heyna kotîye,

Pîse, meziqe, mecîneqo,

Rabûne pozê sola min xor dikin.

Evdalê Zeynê kore, rê navîne,

Destê xwe li dîwara digerîne,

Divê: -Çawa kesekî xudanî xêrê tunîne,

Destê Evdalê Zeynê kor bigire,

Zozan, zozan bigerîne,

Bive ser hekîmê bi hekîme.

Qulingo, ha qulingo!

Te malî xweyî xiravbûyo,

Dengê teva kifşe baskê te şikestîne,

Çevê mine korin,

Were ez û tuyê destê hev bigirin,

Herin xwe bavêjin mala bi hekîme,

Belkî çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.

Hey qulingo! malxiravo,

Te çi ser minra qîre-qîre,

Perr û baskê te şikestîne,

Çevê min tunîne,

Emê duakê bikin ji xwedêye,

Çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.

Hey qulingo, ha qulingo!

Te vê sibê ser minda çi zare-zare,

Ezê nizanim derdê te çîye?

Situyê te ser minda xare,

Îro di sê roje, di sê şeve,

Evdalê Zeynê çola maye, bê sitare, bê xudane.

Got: Memedê Memed, 22 salî, dersdarê gundê Zimîyê, ji nehya Vêdîyê.

EVDALÊ ZEYNÊ

Wayê, wayê, li min wayê!

Evdalê Zeynê kor maye li dinyayê,

Destê Evdalê Zeynê girtine,

Îşev ji pêra dane ser firarê.

Wayê, wayê, li min wayê,

Evdalê Zeynê kore, rê nabîne,

Malê mîra, hakîma sekinîye,

Destê xwe dîwar-dîwar lo digerîne.

Go: Emo, lawo, ez hebûm,

Bavê te bûm,

Dengbêjê mala zor Memed paşa bûm,

Berdevkê ber devê mîran û hakiman bûm.

Çerxa felekê îsal çevê min korkirine,

Destê bavê xwe bigire,

Bavê malek, mala bi hekîme.

De li min wayê,

Emo, lawo, bavê te kor maye li dinyayê.

Emo qulingê danê vê biharê,

Tê û dike qîrîn.

Teleso, çevê mine korin,

Baskê te şikestîne,

Ezê bişînim bira Loqman bêyo,

Çevê min silametke,

Baskê qulingê min bicebirîne.

Got: Hesenê Hesen.

EVDALÊ ZEYNÊ

Li min dabû bakî vê felekê,

Çevê min kor kir, destê min şil kir,

Dilê min ji dinyayê sar kir.

Weylê rebenê,

Vê sibê çi bûye, çi qewimîye?

Çevê Evdalê Zeynê min kor bûye.

Weylê rebenê,

Ava Mûrada şewitî wey bi xîze,

Kesekê xudanê xêrê tunîne,

Destê Evdalê Zeynê bigire,

Bibite ba hekîmê bi înglîze.

Ava Mûrada şewitî

Ser minda tê leme-leme,

Me ne gave, ne qedeme,

Herme ceme.

Kesekê xudanê xêr tunîne,

Destê Evdalê Zeynê bigirin,

Bate be hekîmê wî eceme.

Hatî bakî wan newalan,

Evdalê Zeynê kor bûye, ketye ber dîwaran.

Ez Evdalê di Zeynême,

Siwarê di kêfême,

Qaçaxê di dinême,

Kulîlka vê ortê me.

Got: Harûtyûnyan Manûk.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev