SERHILDANA ŞÊX MEHMÛD BARZINCÎ YA PÊŞIN (1)

SERHILDANA ŞÊX MEHMÛD BARZINCÎ YA PÊŞIN (1)

M. S. Lazarev, profêsor

Berî gişka nav û dengê kurdan ji Kurdistana Başûr (Îraqê) derket, û ew yek femdarî ye. Ev der timê jî bûbû “cîyê Kurdistanê yê sincirî”, ocaxa tevrabûnên eşîretên kurdan. Kurdên Îraqê berî gişka bi dagîrkarên welatên Roavayê ra rû bi rû sekinîn, berî gişka zordestîyên zevtkarên Îngilîs ser xwe texmîn kirin. Û hema xût ewana berî gişkan rabûne şerê ji bo azadarîyê.

Di dema testîqbûna “Sîstema Versalîyê da” (salên 1919-1920) rewş li Kurdistana Başûr hîn hate sertkirinê. Bahara sala 1919a dîyar bû, ku daxaza dewleta Îngilîs, ku derebeg-serekeşîrên kurda li Îraqê bikine casûsên xwe bona dagîrkirina Kurdistana Başûr, bi ser ne ket û tam herifî. Îngilîs cara pêşin rastî nasyonalîzma derebegîya kurda hatin, ya ku gorî pêşketina civaka kurdî ya dîrokî û kulturî, diha jîr û jêhatî bû, ne ku yên welatên mayîn, ku Îngilîs ew jî dagîr kiribûn(2). Sebebê vê bûyer-qewmandina taybetî, ku ne tenê ya dîrokî bû, lê herwiha ya civakî-aborî bû jî, ev bû: serokatîya derebegîyê-eşîrîyê di wê dema nû da jî xwedî-xudanê tek-tenê yê daxazên gelê kurd bû. Bûrjûwazîya nûsazbûyî bi kar û emelê xwe va ser dereca bazirganîya sedsalên navîn mabû û hema bêje tu roleke sîyasî ne dilîst. Li Kurdistana Başûr (li Kurdistana Rohilatê jî) ronakbîrîya kurda, ku bikaribûya bi profesyonalî karê sîaysî bimeşanda, hema bêje tunebû(3).

Bi vî awahî, him dema hukumdarîya Tirkîyê, him jî piştî hatina îngilîsa serekeşîr û pêşîvanên ruhanîyê û ayîna dîn-şêx wek berê ruhdarkir, teşkîldar û serkarên tevgerên kurdên Îraqê yên azadarîyê bûn û milet bawerîya xwe bi wan dianî û pey wan diçû. Piştî derdayîna Tirkîyê aktîvîya wan ya sîyasî hîn bilindtir bû, ji ber ku di nava demeke kurt da li Kurdistana Îraqê valahîya zordestîyê hat texmînkirin, gava xwedîyên berê çûbûn û yên nû jî pêra ne gîhandibûn destbi serkarîkirinê bikin. Serekên kurda xwe wek serbixwe didîtin, ji ber wê jî karê wan hey diçû pêş diket.

Ku kurd bi serokatîya derebega radibûne şerê ji bo rizgarîyê, ew nayê wê manê, ku tevgera wan ya dijî dagîrkara ya reaksyon e. Ew şerê dijîîmpêrîyalîstîyê li Îraqê (paşdemê-li Sûrîyê jî) xwedî kemaleke pêşverû bû. Lê şerkarîya kurda ya hundurê welatê xwe da ya dijî dagîrkarên îngilîs (lê li Sûrî-dijî fransiza) derebeg û serekeşîrên wê jî digîhandine hev û bi tevayî kar dikirin. Hişyarbûna têkoşîna kurda ya piştî şêr di dewraneke tevlihev û jihevçûna sazûmana împêrîyalîzmê da destpê bû, gava bin tesîra îdeayên Oktobir, serketina dîwana Sovyetî ya hindava hêzên împerîyalîzmê û neyarên hundurîn û açixîyên (serketin) wê di hêla safîkirina pirsên miletîyê li “zîndana gela” ya Rûsîyayê da, gelên Rohilatê yên bindestkirî, nav wan da kurd jî, rakirin bona destxistina mafên xwe, bona bi xwe biryara qedera xwe bidin. Ew şerkarî zûtirekê berê xwe yê baş da.

Berî wê V. Î. Lenîn nivîsî bû, ku bi azakirina gelên Balkana di şerê dijî hukumdarîya Tirkîyê da, “gaveke mezin hate kirinê berbi hilweşandina paşmayînên sedsalên navîn yên li temamîya Awropa Rohilatê”(4), û wana “ew pirsdanîna dîrokî” bi felişandina “dîlîtîya derebegên cî va” da girêdanê(5). Kurdistan di hêla civakî-aborî da gelekî ji Makêdonîyayê û axên slavî û balkana yên mayîn şûnda ketibû, lê ew serketina li Balkana dikaribû ji wan ra bûbûya derseke baş bona pêşerojê.

Hema tenê azabûna Kurdistana Başûr û Başûr-Roavayê ji bin nîrê Osmanîyê, reh û bingehên “sedsalên navîn” li ser axa kurda ji cî leqandin û hejandin. Hatina dagîrkarên îngilîs û fransiz jî alî wê yekê kir, ji ber ku ewana di hêlekê da wek talankar û zordest kar dikirin, di alîkî va jî pêşketina kapîtalîzmê ya di hêla tucarîyê, çêkirina karxana, meşandina karê malhebûna gund û yên mayîn derbazî Kurdistanê kirin û wira dane rikinkirinê. Huceta (konflîkt) kurda ya sîyasî tevî dagîrkarên îngilîs û fransiz di şertên civakî-aborî ya nû da pêşda diçû, ya ku îdî pêşî li zulm û zorê digirt. Lê tiştê ecêb jî ew e, ku tevrabûna kurda, xwesma li Îraqê û Îranê, alî hilweşandina civaka kurda ya derebegî kir û ew yek dijîtîya kurda himberî neyarên xwe da qewînkirinê, him di alîyê civakî-aborî, him jî sîyasî û îdêologî da.

Ji fikrên jorgotî em dikarin bêne ser wê bawerîyê, ku şerkarîya kurda ya piştî dewrana Oktobir şerkarîke sext û bi dijberîya va tije bû, ji ber wê jî em nikarin qîmetê ji sedî sed rast bidne wê. Kemala wê ya pêşverû ne tenê ew bû, ku ew dijî împêrîyalîzmê, dagîrkarîyê û serokatîya bûrjûwazî-şovînîstîyê ya wan welata bû, ku Kurdistan nav xwe da perçe kiribûn, lê herwiha ew bû jî, ku dema wê şerkarîyê “text û tacên” derebegîyê-eşîrtîyê û şêxanîyê di derecên civakî-aborî, sîyasî û ruhanî da li hemû mentîqa da ji binî va dihejîya. Bi vê yekê ra tevayî paşdamayîntîya civakî ya serokatîya tevgera kurda firsend dida împêrîyalîsta, ku çawa dilê wan bixweze usa bînine serê tevgera kurda, wêya sisttir bikin û pêşî li şerê gelê kurda yê dijî zordestên kevin û nû bigrin.

Bi vî awahî ye reng û rûyê nasyonalîzma kurda, têkoşîna kurda ya azadarîyê di çarçova dîrokî, sîyasî û civakî da. Piştî şerê hemcihanê yê yekê ew pirs bû faktoreke giranbuha ya herdemî û ew yek him hukumî li ser rewşa hundursîyasî ya wan welatan dikir, ku kurd lê diman, him jî li ser rewşa navnetewî li temamîya navça Rohilata Nêzîk dikir. Lê em nikarin şerkarîya kurda di çarçova şerê tevayî ya li hemû perça da lê binihêrin, ji ber ku li her welatekî da ew xwedî taybetîyên cihê-cihê bûn, di her perçekî da dijminên wê jî cihê bûn. Li Îraqê û Sûrîyê tevgera kurda dijî dagîrkarên ji der va bû, lê li Tirkîyê û Îranê dijî serokatîya wan dewleta bû, yên ku hindava kurda da sîyaseta şovînîstîyê derbaz dikirin.

Serhildana kurda ya here mezin di vê dema nû da bahara sala 1919a li Îraqê tevrabû. Meha nîsanê da eşîra goran li der-dorê Zaxo serî hilda, paşê jî li Barzan bi serokatîya Ahmed Barzanî serhildan çê bû. Wê demê çend zapitên Îngilîs yên sîyasî şehîd ketin. Ev tevrabûn dawîya havîna sala 1919a ji alîyê eskerên Îngilîs yên cezakar da bi zordestî hatine hincirandinê.

Lê şerê mezin li Suleymanîyê bû, ya ku di vê dema em li ser disekinin da bû navbenda serhildanên azadarîyê li Kurdistana Başûr. Serokatî li wê serhildanê dikir Mehmûd Barzincî, ku pêşîkêşê (lîder) şerkarîya azadarîyê ya kurdên Îraqê bû di temamîya dewrana, ku Brîtanîya serokatî li Îraqê dikir(6).

Serkanîyên Îngilîs yên dijî Şêx Mehmûd ev menî destnîşan dikirin, ku xudêgiravî bûne sebebê serî hildana wî û destpêkirina şerê çekdarîyê yê eşkere dijî îngilîsa: hizkirê text û taca, mêla berbi serkarîkirina dewletê, agresorî û yên mayîn: “Hukumdarîya Şêx Mehmûd ji bo aşîtîya paşdemê li welêt, telûke ye”, ji ber ku ew, ku bi wan mafa va razî ne bû, ku li Suleymanîyê dane wî, dixwest hukumê xwe hetanî Erbîlê û wilayetên Mûsilê yên mayîn, ku piranîya binecîyên wan kurd bûn, belav bike. Bi gotina gotîya, deng bela bûbû, ku ew “bi navbendeke dijî welatên dereke” li Şirnaxê peywandî danîne(7). Bi testîqkirina xût wan serkanîyan, eşîr bere-bere ji Şêx Mehmûd dûr diketin, hukumê wî heya li Suleymanîyê jî sist dibû, xwesma dû wê yekê ra, gava ew ber çavên dîwana îngilîsa jî ket û îdî wana hew piştgirîya wî dikirin. Xudêgiravî eşîra wî-caf jî berê xwe jê guhastibû. Ev hemû bûn sebeb, ku Şêx Mehmûd rabe şerê man-nemanê, da ku nav û dengê xwe, herwiha hukumê xwe jî li Kurdistana Îraqê wek berê bilind bike(8).

Bi van sebebên “obyêktîv” ra tevayî, ku hêrsa Şêx Mehmûd yekser rakirin, înglîsa sebebên sûbyêktîv jî dianîn. Serekê kurda bi nav dikirin wek yekî “dem-demî, ne ciddî, durû” û h. w. d.(9).

Menîya şirovekirinên wa şaş ber çava ne. Bilî wê, zêdebûn û belabûna dijîtîya kurdên Îraqê hindava Îngilîsa da, ku ne bi dilê wan bû (ji ber ku bona dasekinandina nav û dengê xwe û hukumê xwe ji serekê kurda ra lazim bû milet rake dijî îngilîsa, ango dijî xwedîyên nû yên Îraqê). Îdî piştî nîv salî dû xilasbûna dagîrkirina Îraqê li welêt dijîtîya hindava împêrîyalîstîyê da gelekî zêde bû (him nav kurda, him jî di nav ereba da) û nerazîbûna gel her deqa dikaribû derketa ser rûyê avê. Hema wê demê Şêx Mehmûd hate hilbijartinê wek serokê dijî împerîyalîstîyê, dijî dagîrkarîyê li Kurdistana Başûr û hinekî jî Kurdistana Başûr-Rohilatê. Hema xût di nav vê yekê da ne kemala şexsîyeta wî ya rasteqîn, kar û barê wî. Di hêlekê da jî di nav xeysetê wî da derecên usa hebûn, ku di nav her derebegî da jî dihatine texmînkirinê. Dîtindarên Îngilîs û yên mayîn hewl didan serokê kurda nîşan bidin wek derebegekî xwînmij, da ku milet ji wî dûr bixin û dixwestin têkoşîna wî ya bo rizgarkirina welatê xwe çewt nîşan bidin.

Serhildana Şêx Mehmûd di 20ê gulanê sala 1919a destpê bû û desteyên wî bi kurdên ser sînor va Suleymanî hildane destê xwe. Êrîşkirin nişkêva bû, ji ber wê jî kurd pêşî li ser ketin. Hêzên îngilîs yên hindik hatine hincirandinê, zapitên îngilîs, nav wan da yên sîyasî jî, xwe dûr girtin; hinek ji wan hatine kuştinê. Zûtirekê Şêx Mehmûd tam bû xudanê Suleymanîyê.

Bi rastî, mezîla erdê bin destê wî da zêde nîbû. Ew her tenê perçekî Kurdistana Başûr bû, ew jî ne para here mezin. Lê Şêx Mehmûd bi xwe qîmetekî mezin dida serketina xwe ya pêşin hindava îngilîsa da. Ew gelek dûr difikirî û Suleymanî hesab dikir wek kakilê serketinê, wek paytextê dewleta kurda ya yekgirtî. Ji ber wê jî Şêx Mehmûd Kurdistana serbixwe îlan kir, lê bi xwe jî bû hukumdar (bi gotinên Arnold Wîlson-“hukumdarê sereke”)(10). Çend nimûşên dewleta serbest hatine rikinkirinê: al, dirav û pûlên postê yên bi wêneyê Şêx Mehmûd. Destpê kir rojnama “Rojî Kurdistan” (“Tava Kurdistan”) ronahî dît. Şêx Mehmûd hukumeta xwe jî saz kir bi serokatîya birayê xwe-Şêx Qadir Barzincî, ku wê demê dihate binavkirinê wek qaymeqam. Wezîrê fînansîyê Ebdul Kerîm Alakîyê xaçparêz hate kivşkirin, wezîrê perwerdekarîyê-Hec Mustefa-paşa, serekqumandar-Salix Zekî beg(11).

Demekê karên Şêx Mehmûd baş meşîyan. Ew çend cara ser ket (li Tasûlûcê û Bazîyanê) û hukumê xwe hetanî Kêrkûkê bela kir. Eşîretên ser sînorên Îranê-Îraqê û yên Kurdistana Îranê (hemewand, hewremanî û yên mayîn) derbazî alîyê wî bûn. Ewî peywandî bi serekeşîrên kurda-hukumdarê Şemdînanê, torinê Ubeydulleyê navdar seîd Taha û hukumdarekî Kurdistana Îraqê yê bi nav û deng-Îsmayîl axayê Evdoyê Simko (Simîtko) danîn, ku eşîra wî-Şikakî rex sînorên Tirkîyê-Îranê diman. Dengê serhildana Suleymanîyê ya Şêx Mehmûd li temamîya Mesopotamîyayê bela bû, ew jî ne tenê di navçeyên kurd lê diman da(12).

Li ser hukumê îngilîs li Îraqê, ku hela pê ra ne gîhandibû cîyê lingê xwe bike, qezîya darda bû. Û serokatîya Brîtanî ya eskerî-sîyasî bi lez li çara geryan û mecal qebûl kirin. Eskerên îngilîs-hindîyê yên bi serokatîya gênêral T. Frezer derxistine dijî şoreşgera. Hêz qet ne weke hev bûn, ji ber ku li Şêx Mehmûd ra li hev hatibû qebîlên caf û pîşdera careke mayîn bîne alîyê xwe. 17ê hezîranê desteyên Şêx Mehmûd li rex Bazîyanê hatine rayê, ew bi xwe birîndar bû û hate dîlgirtin, lê pey çend roja jî Suleymanî teslîm bû.

Lê kurda serê xwe danenî, serhildan her berdewam bû. Eskerên îngilîs yên cezakar meh û nîvekê jî dijî şoreşgerên Suleymanîyê şer kirin. Tenê 3ê tebaxê sala 1919a bi resmî hate îlankirinê, ku şoreşger çekên xwe danîne. Bi fermana dadgeha eskerîyê ji Şêx Mehmûd ra biryara serîlêxistinê derket, lê ji bo nav û dengê wî yê bilind di nav kurdên Îraqê da hebû, ew biryar hate guhastinê û serekê kurda ser deh sala sirgûnî Hindistanê kirin(13).

Dagîrkarên Brîtanîyayê îdî dikaribûn serketina xwe ya pêşin hindava kurda da bidne kivşê. Lê şabûna wana dirêj ne kişand. Di malûmatîya wezîrê di alîyê karên Hindistanê da A. Wîlson, ku ewî dawîya meha tebaxê sala 1919a amade kiribû, dihate gotinê, ku di navçeyên kurda da qeyde-qanûn hatîye dasekinandinê û dîwan bi awakî normal dixebite. “Em ne ku bi destî zorê, lê bi qayîlî û razîbûna gel serokatîyê li Kurdistana Başûr dikin”,- Wîlson nivîsîye, û eynî wextê da xwe mukur hatîye, ku dîsa jî hukumet hêza xwe bi kar anîye. Dû ra ewî serketinên li Suleymanîyê piştî “xiringêla (anarşî) milet” destnîşan dikir, ku bi kontrolîya Brîtanîyayê û bi serwêrîya karmendên kurd dihatine pêkanînê. Aborîya wilayetê zêde dibe, A. Wîllson digot, rewş rehet e û ji bin kontrolê dernayê.

Bi vê yekê ra tevayî di malûmatîya Wîlson da tirseke bi hewarze hebû, ku ew jî bi halê li ser sînorê Îraqê-Îranê va girêdayî bû. Ew gelekî ber xwe diket, ku dibe sîyaseta Îngilîs li wan dera ne bi dilê piranîya kurda be, ango gerekê kontrolê nedine kêmkirinê û texmîn dikir, ku hela salekê-duda li Kurdistana Başûr wê zehmetî hebin. Ew ji agîtasyona Tirkîyê di nav kurda da (bi gotinên wî, ji karkirina komîteya “Yekîtîyê û Pêşketinê”) û basên derheqa sazkirina dewleta ermenîya ditirsîya û ew yek tirs û xof kiribû dilê kurda jî. Ji bo pêşîlêgirtina van yeka A. Wîlson plana çêkirina rêyên hesin û rêyên fire li Kurdistana Başûr pêşnîyar kir û ewî kemeleke stratêgî ya giring jî dida wê(14).

Ev fikir û pêşnîyarên Arnold Wîlson bona karmendên dagîrkar yên Îngilîs jî derbaz dibû; ewî reng û rewşa rêal ya li kolonîyayê, ango li Kurdistana Başûr, dianî ber çava, lê bi vê yekêra tevayî jî rewşa obyêktîv “binperde” dikir. A. Wîlson û yên wek wî nikaribûn qîmetê rast bidine kemala dîrokî ya têkoşîna miletîyê-azadarîyê di dewrana nû da, ku piştî şorişa Oktobir li Rûsîyayê û şerê hemcihanê yê yekê destpê bû. Wana her tişt bi menîya, hukumê ji der va, daxazîya şexsên xwehiz û tiştên mayîn va girê didan û ne dixwestin (an jî nikaribûn) xwe mukur bên, ku zû an dereng kolonîyalîzmê bide der. Ew di sîyaseta Îngilîs ya li Kurdistanê va eşkere xuya dibû.

Zapitê Îngilîs yê sîyasî W. Hey xwe mukur dihat, ku “serhildana Şêx Mehmûd derbeke xedar gîhande hurmeta Îngilîs li Kurdistanê”(15). Ew yek di dema piştî derdayîna serhildanê jî rast e. Lê berî wê jî text û tacê îngilîsa di temamîya Îraqê û di navçeyên kurda da dihejîya û ji hev diçû.

Jêrenot:

  1.  Di vê para pirtûkê û yên din da tevgerên kurda piranî girêdayî sîyaseta Îngilîs, Tirkîyê û welatên mayîn ra têne lênihêrandinê. Derheqa tevgerên kurda da pirtûkeke taybetî derketîye “Tevgera kurda di dema nû û here nû da”. Moskva, 1987. Binhêre, ji bo nimûne, para IVa “Pirsa kurda piştî şerê hemcihanê yê yekemîn (1918-1923)”, rûpel 85-119.
  2.  Di vê derecê da nasîyonalîzma kurda ya derebegîyê weke ya afxanîya ne (pûştûna), ferq tenê ew e, ku ya afxanîya da dîndarîya îslamîyetê pirtir e.
  3.  Derheqa analîza rewşa gelê kurd ya civakî-aborî da di wê dewrana em li ser disekinin da, li vê pirtûkê da bi hûrgilî hatîye nivîsar: Mêntêşaşvîlî A. M. “Kurd”. Qiseyên derheqa danûsitendinên civakî-aborî, kulturî û debê da. Moskva, 1984.
  4. Lênîn V. Î. Dewrana nû ya dîroka cihanê.- Berevoka efrandina ya tam. Cild 22, rûpel 156.
  5. Lênîn V. Î. Şerê Balkana û şovînîzma bûrjûwazî.- Cild 23, rûpel 38.
  6.  Binhêre: Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê, rûpel 76; Mêntêşaşvîlî A. M. Îraq di salên mandata Îngilîs da. Moskva, 1969, rûpel 192-193; ASDR, f. AMH, dokûmênt 147, belge 14-15.

Rastîya bûyerên hundurîn, ku bi vê serhildana kurda û yên mayîn va girêdayî ne, îdî bi nivîsên Sovyetî û yên welatên dereke va eyan in, ji ber wê jî li vira û vir şûnda, dema şirovekirina serhildanên kurda û qîmetkirina wan, guhdarîya sereke wê bê danînê li ser pirsên giring, ku ji destê pêşin û ji pressayê hatine wergirtinê û cara pêşin têne karanînê (piranî ji “Arşîva miletîyê ya Hindistanê”).

  1.  Wek xuya ye, ew Şirnaka ku li Îranê ye û nêzîkî sînorê Îraqê ye.
  2.  ASDR, f. AMH, dokûmênt 147, belge 15.
  3.  Ji bo nimûnê, binhêre: Longrîgg St. H. Îraq. 1900 to 1950. A Polîtîcal. Sosîal and Economîc Hîstory. L., 1953, rûpel 104.
  4.  Di çavkanîya û nivîsa da îzbatîyên dokûmêntal tunene, ku Şêx Mehmûd Kurdistana serbixwe îlan kirîye; xuya ye, ku tiştekî nêzîkî wê bûye. Navê “hukumdar”, ku îngilîsa piştî ku tirka ji Suleymanîyê raqetînin, li Mehmûd Barzincî kirine, û ew nav di dema serhildanê jî li ser wî bû, ne bê mane bû. Di ferhenga Erebî-Rûsî ya X. K. Baranov (çapa 5a, Moskva, sal 1976) da şirovekirinên wê gotinê şaş in: “cendirme”, “qumandar” (rûpel 188); li ferhenga Farisî-Rûsî da ya B. V. Mîller da (çapa 2a, Moskva, 1953)-werger baştir in: “serek”, “mîr”, “maqûl” (rûpel 179).
  5.  ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147, belge 15-16. Telegrama rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîyayê li Devtenga Farizistanê ya 25ê gulanê sala 1919a; Wîlson A. T. Mesopotamîa, rûpel 136-137; Rambout L. Les kurdes et le droît. Des textes, des faîts, P., 1947, rûpel 57.
  6.  ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 87.
  7.  Wîlson paşê nivîsî, ku ew dij bû, ku dardakirina Mehmûd ji ser bê rakirinê, ji ber ku eger ew ji ortê bihata hilanînê, ewê bibûya faktora sereke bona careke mayîn hal li Kurdistanê seqirî û aşt be (Wîlson A. T.Mesopotamîa, rûpel 139).

Şirovekirina serhildana Şêx Mehmûd ya sala 1919a binhêre: “Kemal M. A. Tevgera miletîyê-azadîyê li Kurdistana Îraqê”, rûpel 76-81; Mêntêşaşvîlî A. M. Îraq di salên mandata Îngilîs da, rûpel 193-196.

  1.  ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 154, belge 18-20. Telegrama 28ê tebaxê sala 1919a. Fikrên wê yên bingehîn di vê pirtûka me da gelek cara hatine karanînê.

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev