3 pirs û 3 bersîvên vê heftêyê

3 pirs û 3 bersîvên vê heftêyê

-Ez benî, li gundê me eva çendik-çend sal e, ku yekî kurd ji yekî tirk xeyîdî ye, bi hev ra napeyîvin, lê şerê hevdu jî nakin. Tu dibêjî ji ber çi ye?

-Ji ber ku yek ji wan ne kurd e.

  • • •

-Ez benî, Girdegewrê Kodikvala gelek salan axatîya êla Rûtikan kiribû, çend salan endamê parlemena Tirkîyê da bû, nav û dengê wî belav bûbû. Tu dibêjî gava mir, ji bo çi ne tirk, ne jî kurd ne hatine hewarîya wî?

-Ji ber ku tirka bi çavekî “vî ji bo gelê xwe çi kiribû, ku ji bo me çi bikira” lê dinihêrî, lê kurdan jî bi çavê “ewî ji bo gelê xwe tiştek ne kir û di ser da jî dijminaya wî kir” lê dinihêrî.

  • • •

-Ez benî, van rojan du ronakbîrên kurd, yên bi nav û deng bi mêvanî hatibûne mala me û sehetekê bi hev ra bi tirkî peyîvîn. Ji kerema xwe, tu dikarî bêjî, ji bo çi kurdî ne peyîvîn?

-Ji ber ku bi kurdî bipeyîvîyana, xeberdana wana wê dewsa sehetekê, sê seheta bikişanda.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev