Du henekên vê heftêyê

Du henekên vê heftêyê

SOHBETA DU “HELBESTVANAN”

-Bavê minî rehmetî digot: “Lao, tişt ji te derneket, were em te bikine helbestvan”. Ez qayîl ne dibûm. Min di dema xwe da gurra bavê xwe ne kir, niha jî poşman bûme. Ez dixwezim daxaza bavê xwe bi cîh bînim.

-Heyran, were vê yekê neke, tê di nava xelqê da bibî sosret. Hetanî niha te ne dinivîsî, xelqê ne ji xirabîya te, ne jî pakîya te xeber ne dida. Îcar tê xirab binivîsî, wê henekên xwe bi te bikin. Wek dibêjin, tê bibî benûştê nav diranan.

-Çima ez ji kê kêmtir im? Hinek wê reng û rû bi wan va tune, lê dinivîsin. Hela kurê Mindo, xudêkirî bejin jî pêva tune, yekî nîvçe ye, lê êdî çend pirtûk weşandine.

-Eva çiqas wext e, ku te destbi nivîsarê kirîye?

-Welle, eva serê çend rojan e min destpê kirîye, wê min yek nivîsîye jî. Hê ser dixebitim, şimşat dikim, nizanim wê çi jê derkeve.

-Ê… ku usa here tuyê çawa bibî helbestvan? Roj heye ez du poêman dinivîsim, lê nikarim bidme çapkirinê.

-Pî-pî, xudê bi te ra bîyo, ku tu haqasî dinivîsî, çend liba jî deynî bide min, ezê wana jî, yên xwe jî bidme çapkirinê. Yê çap dike jî kurê xûşka bûka kurmetê hevalê min e. Tu hela fireya xwe çarxeteke helbesta xwe bixûne.

Mişk ji qulê derket mina bû,

Min gêzî hilda û da dû,

Lê ew îdî unda bûbû,

Ax, Kurdistana min ku da çû?…

-Welle, helbesta te ne xirab e, lê xuyanî ye, ku te ji yekî pekandîye. Ku helbesta te ye, da ka bêje, gotina mina bû çiye?

Ê… ku tu gotina “mina bû” nizanî (ji xwe ew jî nizane), îdî ez ji te ra çi bêjim.

-Hela fermo, armanca helbesta te çiye?

-Ez ku dibêjim mişk ji qulê derket, ango pêşketin heye, ew pêş da diçe, di cîyê xwe da nasekine. Ku dibêjim min da dû,xwînkelî, daxaz, armanc heye. Gotina Kurdistan jî, de pêwîst e, bûye wek moda, bêy wê nabe.

-Welle, pirtûka te wê mînanî pirtûka Unisê Ebûzêt be!

-Çawa, ew pirtûk kengê derketîye, li ku difiroşin, çi buha ye?

-Tu li tu deran nabînî, ne hatîye firotanê, buhayê wê jî 7 qurûş e. Pirtûk zûda hatîye çapkirinê, lê ku bihata firotanê, min qe 7 qurûş jî ne didayê.

-Xuyanî ye, ew pirtûk robetî-elîwatî ye, diha rind e ne hatîye firotanê. Gel gune ye, bira wê pirtûkê nexwîne, haj ji wê sosretîyê tunebe. Lê ku min yek peyda kira, minê 50 dolar bida, bikirîya. Tê kivşê xwedîyê pirtûkê temamîya tîrajê kirîye-ne axir ser hevdu 500 lib derketîye-ku nekeve destê gel, di nava xelqê de nebe robet. Vêderê ewî îdî aqilanî kirîye.

-Heyran, xwe tu dîn ne bûyî, çî ji te ra ne, ku tu dixwezî 50 dolarî bidî wê pirtûkê bikirî?

-Na, ezê wê pirtûkê bikirim û xwedîyê wê ra bêjim: “Ez pirtûka te bi 100 dolarî difroşime te. Eger tê bikirî, bikire, an na ezê şikyatê te bikim”. Xwedîyê pirtûkê jî, ku çend hezar dolar bona wê pirtûkê wek honorar sitendîye, wê bi her awahî bixweze wê pirtûkê bikire, ji nav destê min derxe, ku nekeve destê hîç kesî…

QISE BI GOTINÊN PÊŞÎYAN Û NIFIRAN

-Mêro, qe na rojekê di mal da rûnê, kapekê ji situkura min sist bike, tu nabînî, cîyê xebatê kar dikim, têm malê jî temamîya qaranîyê ketîye ser milên min, ji aspêjxanê (metbax) dernayêm.

-Jinik, wek kal û bavên me gotine: “Mêr dîwarê derva ye, jin dîwarê hundur e”. Hezar û yek karên min hene, ez malxwê malê me, çawa dilê min xwest, ezê usa jî bikim. Tu dixwezî bîna min bikî bîna zirneçîyan?

-Weyla ew dîwar hilşê, tu di bin da bimînî! Xudêgiravî malxwê malê ye, mêr e. Bi gotina te ez jî malxwêya aspêjxanê me, erê? Berê-berê da gotine: “Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e”.

-Ew berê gotine. Niha jî Filîtê cînarê me bi awayekî mayîn dibêje: “Şêr şêre, jin jin e, mêr jî mêr e”. Tu jî dibêjî qey gotinên me yên pêşîyan hemû rast in. Tu dixwezî ez ji te ra du gotinên pêşîyan bêjim, ku hev înkar dikin. Dibê: “Dê bibîne, dotê ber warîne”. Yeke din jî dibê: “Ji dê û bavan hezar tule dikevin”. Ew çawa bû? Te girte xwe, de îcar here! Kîderê dudê xwe dibêjî, wêderê yeke min û Filît jî bêje.

-Ê, kul di wî da bê, ew jî wekî te yekî tiştpênebûyî ye. Ewî mala te xirab kir, belkî agirê kulê beyta mala bavê wî keve, ocaxê wan kavila kulê be, mala wan bê ber mîratê, xêrê wayê nebînin! Ka kengê tu zanî mala te heye, dersên zarên te man?! Tiştekî te ser tiştan tune, kotîyo!

-Ê… jinik, tu dixwezî ez mîna pepûkan hema li kêleka te bim, gurra te da bim, erê? Ku tu usa rind wan gotinên pêşîyan zanî, ezê jî yekê bêjim: “Mêrê gurra jinê, berxê ber bizinê, mişkê terazinê, hersê jî hesêvanî mirinê”.

-Welle, tu xweşmêrî! Xuya ye tu jî meselên gel baş zanî. De baş, ez te nav heval-hogiran, der-cînaran usa bikime robet-sosret, ku tu bizanî “Dew birê mast e”, ku “Jin jî hene, jinkok jî hene”. Cî hat jî ezê xwe bi mesela gel efû bikim, ku dibêje: “Jin mêrê baş dike wezîr, lê mêrê xirab dike rezîl”.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev