Ehmedê Xanî , 1650– 1707

Nivîsa li ser kevirekî gora Xanî.. Tirba Ehmedê Xanî li Bazîdê..

“Ez mame di hikmeta Xwedê da,

Kurmanc di dewleta dinê da,

A ya bi çi wechî mane mehrûm

Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?”

* * *

Kurmanc ne pir di bê kemal in

Emma yetîm û bê mecal in,

Fîlcmle ne cahil û nezan in

Belkî sefîl û bê xudan in.

Ger dê hebûya me jî xudanek

Àlî-keremek, letîfedanek,

Ìlm û huner û kemal û iz´an

Şi´r û xezel û kitab û dîwan

Ev cins bibûya li ba wî me´mûl

Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl,

Min dê `elema kelamê mewzûn

`Alî bikira li banê gerdûn

Bi navê ruhê Melê Cizîrî

Pê hej bikira `Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqihê teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran…

Ahmedê Xanî…kerîk ji destana “Mem û Zîn”

Ahmedê Xanî..

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev