Kurd nema dibin mankurt

Kurd nema dibin mankurt

Bavê Nazê

Her dem dewleta tirk, ji osmaniya xwe heta bighê kemalîzm û ordiganiya xwe, beramberî kurdan, tenê armancek wan hebû, bi çi şêweyî wan bikin mankurt. Mankurt jî, ji bo xwediyên xwe çêtirîn cûrên kolan bûn. Lê mankurt jibo xwe û netewa xwe pîstirîn cûrên kolan bûn, ew jî ji ber encama îskencê xwe winda dikirin. Weku dab, dema şervan esîr dibû, dujminê wî, weha îskence bi serî wî dikir ku dihişt nema xwe biniyase. Çîngîz Aytmatov di romana xwe de «Û rojek ji sedsalekê dirêjtir e», dibêje dema merov dibe mankurt ew nema xwe diniyase, ne jî dizane ew ji çi binemalê ye. Nema zaroktî û ne jî bav û diya wî têne bîra wî, bi gotineke din mankurt xwe nema merov dibîne.

Dewleta tirk, bi hemû sîstêmên xwe ve siyasetek weha meşand ku kurd bibêjin: “Em bextiyar in ji ber ku em tirk in!”. Lê ku perçak ji miletê me bigota; na ez kurd im û hemberî stemkariyê serê xwe rakira, dewleta tirk radibû ser tapanan û bi her awayî şerê kurdên serhildayî dikir û li gora qunaxan nav bi wan ve dikir.

Di sedsala 19-an de, çi serhildana ku gelê me pê radibû, dewleta osmanî di propaganda xwe de, bi çetayetiyê dida niyasîn. Di wê demê de bi hemû urfan gerek bihatina cezekirin, ji ber ku kirinên wan ji derveyî qanûnan bûn. Di bin navê şerê bi çetan re dewleta osmanî, xwe li ser miletê me disepand û gelê kurd ji mafên xwe merûm dibû.

Di sedsala 20-an de, bi hatina kemalîzmê, dewleta tirk navnîşanek din bi me vekir û navê kevneperestiyê bi me ve vebû. Bi taybet navê kevneperestiyê û îslamiyetê, bi serhildana Şêx Seîd vekirin. Ji bo çi ev nav? Ji ber ku dewleta nuh ya kemalîstan, pêdiviya xwe bi pişgiriya dewletên cîhanê hebû û bi taybet dewleta Sovyetê ya cîran. Ji ber vê çendê, kemalîzman propagandek weha kirin ku ev tevger, layedarên seltenetê ne û careke din vê sîstêmê vegerînin. Di bin bandora vê propagandê de, heta qunaxek dirêj, rojhilatnasên Sovyetî di vekulînên xwe de, serhildana Şêx Seîd, bi kevneperestiyê didan niyasîn. Lê professor Hesretyan, di vekolîna xwe ya li ser serhildana Şêx Seîd da xwiya kirin, ku armanca vê tevgerê, bi destxistina mafên gelê kurd bû, ne ku ji bo vegera seltenetê bû.

Piştî Şerê Cîhanê yê duyem, kengî şerê sar dest pê kir, ji bo ku kemalîst Emerîka û Ewrûpa Rojhilat ji wan re bibin alîkar navnîşana marksîzmê bi Tevgera kurdî ya azadîxwaz vekirin. Bi gunehbariya vê îdêolojiyê bi hezaran têkoşerên kurd dihatin girtin û bi dehan salan di zindanan de diman, lê rojekê ji rojan ne Emerîka û ne jî dewletên ewrûpî, dewleta kemalîst şermezar ne kirin. Ma wê çawa dewleta tirk gunehbar bibûya, heger ew di NATO de endam bû?

Bi dawîbûna şerê sar û têkçûna Yekitiya Sovyetê, êdî kemalîstan navnîşanek din bi şervanên kurdan ve vekirin, îca bi têrorîstan dane niyasîn. Li vir xweş xwiya dibe ku dewleta tirk, ji bo sepandina desthilata xwe, li gora qonax û rewşê, nav li têkoşerên kurd dikirin. Bi vê helwesta dewleta tirk, hemberî gelê kurd tiştekî seyr nayê dîtin, ji ber ku tirk tenê xwe dibînin û ji bo gelê di bin destên xwe de tu mafan ne dibînin û ne jî pesend dikin. Lê tiştê seyr ew e ew dewletên ku xwe bavê dêmokrasiyê û merovayetiyê dibînin, vê stemkariya dewleta tirk nabînin û heta piştgiriya wê dikin. Û em vê yekê xweş di daxwiniya serleşkerê NATO li Ewrûpa general Filîp Pirdîlov de dibînin. Ew dibêje: -Ez di wê nêrînê de me ku mafên me hemûyan heye em xwe ji têrorîstan biparêzin û ji ber vê yekê hevpeyvana me, li gel birayên xwe yên tirk in, hemberî têrorîstan.

General efendî, ev kurdên ku di hemû dîroka tirkan de ji mafên xwe mehrûm bûn, têrorîst in? Li «birayên» te yên tirk ku bi sed salan stemkarî dikirin, wan maf heye. Ew gelê ku tirkan maf nedidayê, heta navê welatê xwe Kurdistan bîne ser ziman û axavtina bi zimanê xwe, ji bo wî qedexe bû, nuha jî ku doza vî mafî dike, tu wî weku têrorîst dibînî, ma ne seyr e? Ma ne ya rast, dewleta tirk, dewletek têrorîst e, ne ku têkoşerên kurd. Ji xwe ne lêhatin bû ku di dema xwe de, akadêmîk Saxarov gotibû: “Pirsa kurdî xalek reş li ser eniya merovatiyê ye.” Û hevjîna wî Yêlêna, li ser axavtina wî zêde dike û dibêje: Gelê kurd, ji bo bidestxistina mafên xwe, wî maf heye hemû rêgehên xebatê bi kar bîne.

Ji xwe, di vê serdemê de, kurd hemû wesîlên yasayî ji bo bidesxistina mafên xwe bi kar tînin û dewleta tirk nema bikaribe wan ji xwe re bikin mankurt. Û dewleta tirk jî, baş vê rastiyê dibîne. Ji ber vê çendê li rêyek din digere ku ew jî rêya şer e. Û ji bo piştgiriya gelê xwe, êdî pêdiviye cemawerê xwe bike mankurtê serdemî. Mankurtê serdemî jî, ew hofka (telpa) ku mejiyê wê bi nejadperestiyê dagirtiye, tenê xwe dibîne û tu mafan ji bo netewê din nabîne. Heger hat û dewleta tirk vê hofkê di şerê xwe de bi kar bîne, bixwaze nexwaze, ewê ber bi şerê navxewî ve here û ev jî mirin bi xwe ye.

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev