Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdzan Vîlçêvskîyê mezin kurdan mezin dibîne

Kurdzan Vîlçêvskîyê mezin kurdan mezin dibîne

…kurdzanê bi nav û deng O.Vîlçêvskî derheqa jina kurd da nivîsîye: “Rast e, ji hezaran salan bigire heta rojên me bi demê ra hukumê mêran di civaka Kurdistanê da bela bû û bi kûrayî bingehê xwe girt, lê dîsa jî rola jinê heta roja îro jî di nav civaka kurdan da pir e û qedirê jinan bilind tê girtinê. Serxwebûna jina kurd, qedirgirtina hindava wê da, hurmeta wê ya pir di nav civakê da me tînine ser wê bawerîyê, ku di navbera jinên kurd û jinên gelên cînar yên Asîya Biçûk û Îranê da ferqeke mezin heye. Jina kurd, ku ne tenê li zozanan, an jî li gundan, lê herwiha di bajaran da jî hîç caran rûbendê (serrûk) nade ber çavên xwe û rûyê xwe venaşêre, ji alîyê îslamê da tê gunehkarkirinê. Jina kurd ya jîr û jêhatî, zîrek û aqilmend, ku namûsa xwe wek ronaya çavên xwe diparêze û temamîya êl û eşîra wê li pişta wê sekinîye, gorî normên binecîyên Asîya Pêş jinên ji riya xwe derketî ne. Ji bo nimûnê, gotina kurdî – cindî, ku tê maneya “ciwan”, ketîye di nava zar-zimanê farizên riat û fikra xwe guhêrîye, bûye “jina ji riya xwe derketî”, “qehbe”.

…wek ku zanyarê problêma kurdan yê bi nav û deng profêsor O.Vîlçêvskî di pirtûka xwe ya bi sernavê “Kurd” da nivîsîye: “Niha, gava di jîyana malhebûnî ya binecîyên Asîya Pêş da hesp li her deran tê bikaranînê, lê ew ber dilê kurdan diha ezîz e, ji ber ku dema Îraq sala 1925a bû “Qiralîyeta Heşîmîyan ya ereban û kurdan”, li ser gêrba xwe ya dewletê wêneyên deveya Ereban û hespê Kurdan danî. Û ev tiştekî text-bext (tesedûf) nîne, ji ber ku cisinekî hespên ereban yê “senglaw”, wek ku ji navê wî jî xuya dibe, bi eşîretên Îranîaxêv – Lûran û Kurdan va girêdayî ye, û ya duda jî – ew piranî ne li berrîyan û qûmistanan têne bikaranînê, wek hespên ereban yên mayîn, lê li çiya û banîyan têne bikaranînê. Em nikarin wê rola mezin jî nedine kivşê, ku desteyên siyarîyên kurdan bi desteyên siyarîyên ereban, îranîyan û xwesma jî koçerên turk-monxolan ra tevayî di sedsalên navîn da di jîyana Asîya Biçûk û Îranê da lîstine. Heta hukumeta Tirkîya Sultanîyê jî, ku di dawîya sedsala buhurî da bi cûrê pareskerên kazakên Rûsîyayê taxbûr û bêlûkên siyarîyan amade dikir, piranî hêvîya xwe danîbûn ne ku li ser eşîretên ereban an jî yên turk-monxolan, lê li ser kurdan. Berî Şerê hemcihanê yê duduyan piranîya siyarîyên ordîyên welatên Rohilata Pêş kurd bûne. Û karmendên kurdan yên bi nav û deng rast in, dema dibêjin, ku di şerê bi zevtkarên ji der va hatî ra siyarîyên kurdan serxwebûna komara Tirkîyê ya nûsazbûyî parastine. Tu rêwîyekî usa tune, ku li Kurdistanê gerîya be û bi hûrgilî behsa lîstikên kurdan yên eskerî-sportê, taybetmendîyên kurdên siyarî yên çekdar ne kiribe. Bi gotineke din, merî nikare kurdan bêy hespan bîne ber çavan, ji ber ku hesp perçekî deb û malhebûna kurdan e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev