Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Min bêrîya Egîtê Xudo kirîye…

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û berhemeke Egîtê Xudo bikin. Ew bername bona xwendinê bi cûrê nivîskî jî di rûpelên malpera me da çap dibe.

 Têmûrê Xelîl

Merî di xerîbîyê da bêrîya mirovên xwe dike, heta mirîyan jî… Û ew xerîbî çiqas demdirêj be, bêrîkirin ewqas kêmtir dibe. Na, ne ji bo ku meriv dilsar dibe. Lê dibe ji wê, ku… “Ezê herim kê bibînim?!”. Di nav van salên min yê şaristanîyê da ji alîyê me – Ermenîstanê, gelekan ji vê dinê bar kirin: Elîyê Evdilrehman, Mîroyê Esed, Semend Sîabendov, Fêrîkê Ûsiv, Rizalîyê Reşîd, Simoyê Şemo, Egîtê Xudo û yên din.

Bona destpêkirina vê nivîsê ez çend cara ber komputêrê rûniştim, lê destê min nediçû binivîsim. Min digot qey eger ez destpê bikim derheqa mirina Egîtê bira da binivîsim, ezê bi xwe bawer bikim, ku ew rastîyê jî mirîye. Min digo min mirina wî nedîtîye, ser şîna wî hazir ne bûme, nivatina omid û kinêza ya ser şînê ne bihîstîye, ez çawa dikarim bawer bikim?

Lê îzina min tunebû bawer nekira, ji ber ku ew behsa nebixêrîyê, ku Egîtê Xudo sala 1999a di 72 salîya xwe da çûye ser heqîya xwe, min ji birayê wî – profêsor Şekroyê Xudo bihîstibû. Şekro can, wek dibêjin, bira Xwedê cîyê xeman tijeke.

Birakî wî yê dinê – Gêorgîyê Xudo jî profêsor bû, bizîşkê ortopêdîya zara yê sereke bû li Ermenîstanê. Xûşkeke wan – Kubara Xudo dengbêja radyoya kurdî ya Yêrêvanê ya gelekî naskirî ye. Birakî wan – Tîtalê Xudo salên dirêj serwêrîya dibistana gund kirîye. Çend xûşkên mayîn jî xwendina bilind temam kirine. Egît nuxurîyê wan bû. Û ez ji sedî sed bawer im, ku piştî mirina bavê wan – Xudoyê Miho, ku di dema xwe da mirovekî xwendî û zane bû û gelek sala serokatî li malhebûna gundê xwe kirîye, Egît dewsa bavê xwe girt û rêke usa nîşanî wan da, ku ew gihîştine hêlanên gelekî bilind. Ya sereke jî ne tenê ev e. Ji wê giringtir jî kurdîtîya wan e. Wek dibêjin, ewana heta xewnên xwe jî bi kurdî dibînin.

Gelek mirov hene, ku navê wan belav ne bûye, lê karê ku wana kirîye, pir bi adan e. Yek ji wan mirovan Egîtê Xudo bû. Eger em bidine ber hesêb, ku edebîyeta kurdên Sovyeta berê pêşketî ye û di wê yekê da rola sereke beşa edebîyetê ya rojnama “Rya teze” lîstîye, ji ber ku berhemên piranîya nivîskar û helbestvanên kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê yên pêşin di rûpelên wê da ronahî dîtine û ji sala 1961ê heta sala 1995a (34 salan) Egîtê Xudo serokatî li wê beşê kirîye, mezinayî û kardarîya wî camêrê welatparêz wê rind bê ber çeva. Ewî herwiha 6 sala jî serwêrîya dibistana gundê kurda yê herî navdar – Elegezê kirîye. Ango, bi kêmanî 40 salan karê ji bo miletê xwe kirîye, rojê 8 seheta… Gelo di nav kurda da mirovên aha gelek in?

Egîtê Xudo bi sedan miqale û bi dehan serhatîyên delal nivîsîne. Lê sertaca berhemên wî – romana “Dê û dêmarî” usa li Nacî Kutlay xweş hatibû, ku ewî ji tîpên kîrîlî wergerande ser tîpên latînî û weşanxana Nûdemê  jî sala 1995a çap kir.

Kî zane, dibe eger ne keda Egîtê Xudo bûya, edebîyeta me îro ewqas gulvedayî nîbûya. Ewî helan dida geleka, şeka tu kesî ne dişkênand, tiştê herî ne bi dilê efrandara bigota, ev bû: “Tu gerekê gelekî bixûnî…”. Hinek efrandar dixeyîdîn, ku berhemên wan çap ne dikir. Yên kê sist bûn, digot gerekê “bişidînî”, lê yên kê baş bûn, lê ji berê da zanibû, ku here ber destê berpirsyar wê neyê çapkirinê, rêyek didît, ku wî rast fêm bikin û carna digot: “Ev berhem ji bo pirtûkê baş in, di rojnamê da nabin”. Ne dixwest “surên” redaksyonê derxe û hêvîya efrandara bişkêne.

Min bêrîya Egîtê Xudo kirîye… Ne tenê ji bo karê wî yê rojnamevanîyê û nivîskarîyê, ku kete kîsê çand û edebîyeta gelê me, lê piranî ji bo ku em 13 salan di redaksyona rojnama “Rya teze” da bi hevra xebitîne, çend sala di odekê da. Gelek gilî-gazin, xwezî-daxazên xwe wek bira ji min ra digot, usa ku min (belkî wî jî) ji bîra dikir, ku ew 22 salan ji min mezintir bû. Di dawîya gotinên xwe jî digot: “Serê biratîyê”. Ew sonda wî ya sereke bû.

Tê bîra min rojekê ajansa Yekîtî Sovyet ya here mezin – TASSê wêneyê serokê têkoşîna kurda (ku em hetanî niha jî wî wek serokê hemû kurda dibînin) Mistefa Barzanî ji hemû rojnamên Sovyetistanê yên bi formata mezin ra şandibû. Ji ber ku rojnama “Rya teze” bi formata biçûk derdiket, jê ra ne hatibû şandin. Egîtê bira ew wêne û nivîseke ser şerê kurda yê ji bo azadîyê peyda kir, bi şabûna hinkûfî zarekê çû kete oda berpirsyar, ku wêne û nivîs di rojnama me da jî derkevin. Piştî çend deqa ji oda wî derket, reng lê çûyî, bi hêvîbir tenê çend xeber gotin: “Emê gazinê xwe li kê bikin?”.

Egît can! Serê biratîyê em te ji bîr nakin…

Li jêr perçeyek  ji romana wî ya ”Dê û dêmarî” bixûnin:

Zivistana sala 1942a bû… Karê teze ji xebatê vegerîya bû. Wê şevê nobedarîya wê nîbû. Hatibû ser kuçikê sikî-sar: otaxa wê sar bû. Xwexwe nizanibû çima destê wê tiştek nedigirt. Xêlekê orta odê sekinî, dor-berê xwe nihêrî, paşê lemp vêxist, çend perd, sergîn kire sobê, agir berdayê û berbi elba avê çû. Av tê da cemidî bû, xêlekê şûnda tîn kete odê. Karê elba avê danî ber sakê, wekî bihele, lê xwexwe piştostan ser kerevatê pal da. Nalîna Anahîta biçûke nexweş guha, ku ji dest germê ber pesina xeber dida, gazî diya xwe, bavê xwe dikir, destêd xweye spîye biçûk dihejand, ava sar dixwest… gilîyêd doxtirê hatine bîrê: “Guman kême, qîzik dibe ku ranebe…”. Xeberdana serwêrê mala zara – Badalyan ber xwe da wekiland…

“Na xêr, Anahîtê serma nekirîye” –Karê ji cî veciniqî û xwexwe ji xwe ra got. Ew berbi dêrî çû, xwest here teselîya Anahîtê bike, lê paşda vegerîya. Agirê sobê buhurtibû. Şûşêd penceraye qişagirtî şedetî didan, ku derva gelekî sar e.

Vegerîya, nivînêd xwe vekir, kincêd xwe êxist û kete nava cîya. Lê êpêce wext xew nekete çeva. Vê carê salêd emirê wê hatine bîrê…

Hela dergîstî bû, her tişt teribî.

-Karê,- rojekê berî çûyîna xwe eskerîyê dergîstîyê wê gotê,- ez hîvîyê nasekinim, bê gazîkirin jî ez zef rind zanim, wekî van rojêd oxirmêd giran Weten hîvîya ewledêd xweye… Lê gumanim, wekî ezê vegerim, hizkirina teyê qewatê, per û baska bide min… Ber xwe nekeve, xezala min, ezê bi altindarî vegerim!

Xwexwe jî nizanibû, çiqas wede derbaz bûbû, wextê nişkêva dengek lê tesele bû. Çirke-çirka berfê li ber pencera wê hat. Tê derxist, wekî lingê merîya hatin ber derê wê. Kî ye gelo, diqewime Anahît girane, hatine pey wê? Karê di van mitala da bû, gava nerm derî kutan. Sizî canê wêra derbaz bûn, xofê girtê, xwest bêje kî ye, xeber lê biryan. Vê carê derî qayîm kutan. Karê ji nav nivîna banzda, tiştek avîte ser xwe, berbi dêrî çû.

-Kî ye?

Dengekî kulfetayî zirav bi ûrisî hîvî jê kir, ku derî veke. Karê derî vekir, kulfeteke kurkekî kin lê xwe avîte hundur.

-Tu kî yî, evda xudê, vê şevê, vê sur û sermê ku da diçî?

-Eze rêwîme, hîvî dikim heta sibê min û zara min sepeke.

Rêwîya qefilî gune-gune li wê dinhêrî, bê sebir hîvîya cabê bû. Karê, ku metel mabû, li wê dinhêrî, pêra-pêra ew bire odê, sivik-sivik çû-hat, xizmetî mêvana bê wext kir… Kulfeta cahil ber-pêsîrêd xwe vekir, pêçeka zara xweye biçûk danî ser kerevatê, sekinî û çevêd Karê nihêrî, qey bêjî digot: “Xwe dilê xwe nakî?”.

Karê ji bengzê wê tê derxist çi dixweze bêje, pêra-pêra ber dilê wêda hat.

-Na, na, venekişe… Ezê vê sehetê odê germkim, we niha serma kirîye…

Û êgin-êgin çû-hat, agirê sobê gurr kir, elba avê û çaydang danî ser. Heta Karê sobe bê xist, mêvanê pêçeka zara xwe vekiribû, kincêd wê diguhastin.

-Kur e? -Karê ji dê pirsî û ser zarê da mêl bû.

-Kur e,- dê gotê û keser rahîşt…

-De niha bêje, tu kî yî vê şevê, vê sur-sermê destdergûş, te daye ser vê rê, kuda diçî?

-Riya min dûr e, xûşka min… Ez gerekê îşev bigihîştama stansyona cînar, ku pê maşînê (trên) biçûma, lê me ancax xwe bi vî gundî ra gîhand… Zivistana we jî mîna ya Ûrisêta me sert e. Zara min nîbûya…

Dixwest tiştek bigota, lê li çevê Karê nihêrî, lê-lê bû xwe bavêje pêsîra wê, ku ewqas dilovan dor wê û zara wê diçe-tê. Demekê wê û Karê hev nihêrîn. Herdu kulfetêd cahil kerr û lal hev fem kirin… Salêd şêre giran bûn, çetinayî bê hed û hesab pir bûn… Karê ji hatina mêvana bê wext ecêbmayî nema, rojêd usa bûn, ku hîvîya her tiştî bûn. Mêvana bê wext ji dilovanîya Karê ruhdar bûbû, dilê xwe ber wê vekiribû, derheqa xwe û zara xwe da gilî dikir…

-Karê, xûşka mine ezîz, yazîya (qedera) me gişka van rojêd giran da mîna hev e… Hîtlêrê merivxur ne hîşt em bi mirazê xwe şa bin. Ez bi xwe ji Krasnodarê me. Ew çend meh bû me dewata xwe kiribû, lê rûyê vî şerî da her tişt teribî. Mêrê min jî çû. Diya min û bavê min hatine kuştinê… Ez du hala bûm (hemle), wextê em êvakûasîya kirin… Çi bêjim, xayînga min, ew zelûlîya, ku me kişandîye, bira neyê serê gurê çiya. Vî tifalî stukura min xar kirîye.

Mêvana Karê digot û pêra jî hêsir dibarandin. Karê jî qey bêjî xûşka xweye helal dîtibû, pêra dikewgirî. Serhatîya emirê wê, mirazê wêyî nîvcî hatine bîrê, kela dil tijî bûbû, xwe zevt ne dikir…

Wê şeva zivistanêye sar herdu terecana dirêj qise kirin. Karê jî derheqa emirê xwe da şirove kir. Yazîya emirê herdu kulfetêd cahil, rastîyê jî gelek tiştî va mîna hev bû. Dayka ûrise cahil wê demê usa ruhdar bûbû, qey tirê xûşka xwe ya helal dîtîye. Şev îdî dereng bû, zara wê raza bû. Karê rabû, çi ku mala wê da peyda bû, danî ber mêvanê, cî wê ra çê kir. Berî razanê xwexwe jî nizanibû çima ser zara mêvana xwe da mêl bû, êpêce wext wî tifalê bê sûc nihêrî. Paşê dayka zarê ra got, ku razê, kesirîye û bi xwe jî serê xwe danî, ku şebeqê zû bighîje xebata xwe.

Qewmandinêd rojêye giran Karê ji hal êxistibûn, pêra-pêra xewra çû…

Teze gewrayî ketibû sibê, ew ji xewê rabû. Berê ewlin guhê xwe da derva, ku pê bihese ka ew bayê duhî mîna xezebê seqirîye, yanê na?

Bayê şimalêyî sar dîsa dihat û dikire bager. Karê berî derketina xwe eşaretî da mêvanê, ku nevî-nevî bêy wê diçe. Ewê cîyê şîr û xurekê mayîn nîşanî mêvana xwe kir û çû, ku bighîje Anahîta bedhal.

Wê rojê temamîya gund û cîyê xebatê derheqa mêvana Karê da pê hesiyan. Perîya hevala Karê ne hîşt ew wê rojê bixebite, dewsa wê ma, ku ew here bighîje mêvana xwe.

Temamîya rojê Karê mêvana xwe va gîro bû, wê qey tirê qulixî xweyînga xwe ya temê dê û bavê dike, heta nîvê şevê dîsa qise kirin.

Sibetira mayîn berbangê, wextê ew mîna her car dîsa zû rabû, çilo bû sekinî, gava dît ku cî-nivînê mêvanê valane, zaroka biçûk jî xweş-xweş razaye. Demekê tev hev bû, paşê fikirî, ku qey dê derketîye der va. Lê kaxezeke qatkirîye ser pêçeka zarê ew da sekinandinê. Êpêce wext ewê turuş ne dikir hilde. Wextê ewê kaxeza qatkirî vekir û xwend, destê wê ber da hatine xarê, hêdî ber pêçeka zarê rûnişt û kula dilê xwe ra hêsir barandin.

Mêvana wê nivîsî bû:

“Ez zanim, xûşka mine ezîz, ser derd û kulêd teye giran da min derdekî mezin jî zêde kir. Ji bextê te wê şevê riya min mala te ket? Min tirê ez hatime mala xûşka xwe ya temê dê û bavê… Îna bike. Karê, ez xêlif nabêjim, hesîna dilê min jî min şaş nake. Wextê te derî li min vekir û min tu dîtî, çirkîn ji dilê min hat, min tirê ez rastî xûşka xwe ya undabûyî hatim, wextê êvakûasîayê me hevdu unda kirîye. Wê demê min tê derxist, ku ez û Saşkayê xwe ber destê xûşkeke amin da nin. Xûşka mine undabûyî sax be, yan mirî, ezê virhada zanibim, ku xûşkeke mine helal gundekî

kurmancayî dûr da heye… Xayînga mine ezîz, tu niha difikirî, ku min çima ev yeka kir. Wextê te serhatîya emirê xwe min ra şirove kir, guhê min rind ser te bû. Hema wê demê jî, nizanim çima fikra min ra derbaz bû, ku kerîkî dilê xwe bal te bihêlim… Ez bawer im tuyê usa nefikirî, ku bi vê kirina xwe min xwestîye barê xwe sivik bikim, ku ji destî tengasîyê ez zara xwe davêjim. Na xêr! Ev du rojêd mêvanîya mine bal te dinyake teze bû bona min. Dilovanî û xemxurîya te ji ya xûşka helal çêtir bû. Wê demê, wextê te derheqa emir û xebata xwe da min ra şirove kir, min qirar kir Saşkayê xwe bal te bihêlim û wan zarêd mayîn ra tevayî, yêd ku rûyê vî şerî da bê dê û bav mane…

Xûşka ezîz, ez hîvîdar im, min rast fem bike! Min ra weke mirinê giran e, ku vê qirarê qebûl kim. Lê xemxurî, dilovanî, xebata ku tu pêva mijûlî, dilminîyê didine min, ku Saşkayê minê ber destê amin mazin be… Ew, çi ku faşîstêd devxûn anîne serê dê û bavê min û bi hezar-hezara merivêd mayîn, min bi çevê xwe dîtîye, xûn ji dilê min dikişe. Rast e, hûn dûrî pêşenîya şêr in, lê telaya nenerêd faşîzmê hûn jî tem dikin. Ez ewledê xwe bal te dihêlim bona wê yekê, ku herime pêşenîyê, sîlihê hildim tevî Navlûşê xwe û Cemalê te şer bikim, bi destî xwe heyfê ji wan xûnxura hildim!… Emê vegerin?… Gelo çevê minê dîsa Saşkayê min keve? Nizanim. Lê wextê difikirim, ku ewledê min destêd amin da nin, eva yeka gumana mezin dide ber dilê min…

Tu jî kulfetî Karê, tuyê texmînkî, ku çiqas çetin e wextê dê ji ewledê xwe diqete. Va îda gewrayî ketîye sibê, tu û Saşkayê min razane, lê min çevê xwe nedaye ser hev, kela heyfhildanê tabetîyê nade min. De ma xatirê te, bona vê kirinê min gunekar neke. Hesabke, ku Saşa ewledê te û Cemal e. Diqewime vegerim, diqewime – na. Ez ku venegerim, ewledê min li te xweş helal be (ez gazî xuda dikim, ku Cemalê te sax-silamet vegere), bira mirazê we pê be!…”.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û berhemeke Egîtê Xudo kir. Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev