Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Têkilîyên ermenkî û kurdî yên zimên – 3

Têkilîyên ermenkî û kurdî yên zimên – 3

Têmûrê Xelîl

Ev gotinên jêrê ji kurdî-îranî derbazî zimanê ermenî bûne:

Hemal – Hambal

Şik heye, ku ev gotina ji erebî (hemmal) derbazî nava farisî (hemmal) bûye. Bi kurdî hemal e û ji kurdî jî derbazî nava ermenkî bûye û bûye hambal. Di hemû zmanan da ev gotin wek paleyê barbir, piştokêş tê bikaranînê.

Hêl – Hêl

Ev gotina, ku tê maneya kardamon, ji farisî (hîl) derbazî nava erebî (heyl), afxanî (hêl), ermenkî (hêl) bûye. Di hindîya kevin da ela ye. Bi kurdî hêl e.

Hîm – Hîmk (hîmn)

Êtîmologîya vê gotinê ne bêlî ye, lê bona himberîhevkirinê em bêjin, ku bi zazakî gotina hîm tê maneya bingeh. Di kurmancî da tê maneya kok, bingeh, reh. Bi ermenkî gotina hîmn tê maneya bingeh, lê hîmk tê maneya fûndamênt (bi swêdî basis, grundval).

Hol – Hol

Ev gotina di kurdî û ermenkî da tê maneya vizikê. Êtîmologîya vê gotinê ne bêlî ye, lê di kurmancî da xên ji vizikê tê maneya topê jî. Kurdên Ermenîstanê ji berê da li gundan ji lîstika topa ser bûzê ra digotin hola ser bûzê. Di sondeke êzdîyan da jî gotina hol tê bikaranînê: “Hol hola siltan Êzîdê Sor e”. Li vir gotina hol benê ku davêjine situyê êzdîyekî ye û ew ben gilover e. Ji tiştên ku gulol dibe, bi awayekî din jê ra dibêjin hol dibe.

Hezar – Hazar

Ev gotina ji îranî derbazî nava ermenkî bûye. Bi farisî hezar, bi avêstayî hezerjra, farisîya kevin hezehre, hindîya kevin sehesre, bêlûcî hezar. Di ermenkî da bûye hazar.

Comerd – Comard

Ev gotina îranî ji du beşan e: cewan+merd. Di kurdî da bûye comerd û tê maneya mêrê ciwan, ango mêrê xurt. Ji îranî derbazî nava ermenkî û tirkî bûye. Bi ermenkî comard e, bi tirkî cömert e.

Kizirandin – Kizêl

Gotina kiz di farisî û kurmancî da heye. Ji wê gotina kizirandin (kizirandina mirîşkê) çê bûye. Ji îranî jî derbazî ermenkî bûye û bi eynî maneyê bûye kizêl (kiz+êl). Ew derbazî tirkî jî bûye; kyzermek (sorbûn), kyz-mek, an jî qyz-mak (kelandî), qyzertmek (qelandin, sorkirin) kyzdyrmek (sincirandin). Di kurdî da bezê (dûv) sorkirî (qelandî) ra dibêjin kizik, tiştê ku dişewite û bîna şewatê jê tê, dibêjin “kizûrî bûye”, yek ji yekî ra dibêje: “Kizîn dilê min ketîye”, “Dilê filankesê dikizire”. Ev gotin di gotineke pêşîyan da jî xuya dibe: “Bîna kiz tê ji mala diz”.

Kîp – Kîp

Bi farisî û kurdî gotina kîp tê maneya rex hev, kêleka hev, wisa ku wek dibêjin “ba tê ra derbaz nabe”. Bi ermenkî tê maneya şidandî (qayîşa şalê xwe şidandîye), di tirkîya osmanî da tê maneya zexm, bi hêz, qayîm. Îzbata ku ev gotin ji kurdî derbazî nava ermenkî bûye ew e, ku di kurdî û farisî da ew gotin têne eynî maneyê, lê di ermenkî û tirkî da maneyên wan nêzîkî maneyên kurdî û farisî ne, lê ne eynî ne.

Kîs (kîsik) – Ksak

Bi erebî gotina kîs (pirane kiyese) tê maneya çewal, çelte, bi farisî jî tê eynî maneyê. Zanyarekî rûs Bêlkîn V.M. di pirtûka xwe ya zanyarî (“Lêksîkologîya erebî”, rûpel 100) dinivîse, ku bi fikira çend zmanzanên ereb ev gotin ji îranîya navîn derbazî nava erebî û tirkî bûye. Di tirkî da kis, kese ye. Gotina ermenkî ksak jî, ku tê eynî maneyê, ji gotina kîs a îranî çê bûye. Balkêş e, ku bi gurcî kîsa ye, bi akadî kîsu ye. Kurdzan Tsabolov R.L. ser wê bawerîyê ye, ku koka vê gotinê ji          yûnanî ye, ku tê maneyapizdang. Em destnîşan bikin, ku pizdang jî mîna kîsikê ye. Eger em hinekî dûr herin, belkî gotinên swêdî kissa (tê maneya “mîztin”), kista (tê maneya “qutî”, “sandoq” û “şirdan”, ango “cîyê xwerinê”, “mîda”) jî ji kîsê tên, ku ew jî ne gelekî nêzîkî aqilan e.

Kurîk – Kûrak

Di farisî da kurê kerê ra dibêjin kurre, bi zazakî kurrî, bi goranî kurrî, bi bêlûcî kurreg û h.w.d. Ji îranî derbazî nava ermenkî bûye û bûye kûrak. Bi kurmancî piranî dibêje canû, cenû, caş, caşik, lê kurîk jî dibêjin. Ne dûr e, ku gotina kurîk ji gotina kur çê bûye.

Mûm – Mom

Ev gotina bi eynî maneyê di farisî da mom, mûm e, bi tacîkî û çend zmanên îranî yên din da mum e, di ermenkî da mom e. Îzbateke wê yekê, ku ev gotin ji kurdî derbazî ermenkî bûye ew e, ku di folklora me da ev gotin di gelek cîyan da heye, wek di gotinên pêşîyan da: “Xema kor e, ku mûm buha ye?”, “Merî tilîya xwe bike mûm, ber filankesê vêxe, dîsa naşêkirîne”, “Mûm ronkayê nade bin xwe”.

Şapik – Şapîk

Bi ermenkî ji kirasên şevê ra dibêjin şapîk. Ermenîyên Roavayê ji kirasê rojê ra jî dibêjin şapîk (bi swêdî skjorta). Di kurdî da jî di gotina şal û şapik da şapik kiras e. Koka wê gotinê, ango şep ji farisîya navîn hatîye û tê maneya şev. Guhastina herfa p ya îranîya kevin bi herfa v di kurdî da tiştekî qebûlkirî ye. Wek di îranî da gotina ap di kurdî da av e, fşûpan di kurdî da şivan e,tapa (an jî tepe) di kurdî da tav e, şep di kurdî da şev e û h.w.d.

Bizûz – Bzêz

Ev gotin ji kurdî derbazî nava ermenkî bûye û bûye bzêz. Di hevokan da: “Şer mîna bizûzê dikeve nava merîyan”, “Kul dibine bizûz, dikevine nava canê me”. Gotina pêşîyan: “Ba bizûza berfê ye, merî bizûza çiyê ye”.

Kap – Kap

Gotina kap di ermenkî da tê maneya guloka têlan, şirît, kap+êl tê maneya girêdan. Di kurmancî da jî ji benê ku davêjine situyê golikan ra dibêjin kapê golikan. Yekî ku ji zar û zman ketîye, dibêjin “kap ketîye zmanê wî”. Merivê ku teslîm dibe, bi kurdî jê ra dibêjin, “kete kapê xwe”.

Kaşkirin – Kaşêl

Ev gotina kurdî (kaş+kirin) di ermenkî da kaşêl e (kaş+êl) û tê eynî maneyê. Di kurdî da ev gotin di gelek cîyan da tê bikaranînê. Wek di gotineke pêşîyan da tê gotinê: “Xwedê merivan şaş neke, şaş dike bira feş neke, feş dike bira ji erdê ra kaş neke, kaş dike bira berkaş neke”. Hinek caran wek kişandin (bikişîne) tê bikaranînê, wek “Meytê şêr bi erdê ra kişandin”, “Cixare kişandin” û h.w.d. Gotina kaş di ermenkî da tê maneya pîvandina giranîyê jî. Di kurdî da jî hema bêje wisan e: “Ji kerema xwe ji min ra du kîlo sêv bikişîne”.

Kotan – Gûtan

Ev gotin bi kurdî kotan e, bi ermenkî gûtan e, ku di herdu zmanan da jî tê eynî maneyê.

Legan – Lagan

Bi farisî legen e, bi zazakî lengan e, bi tirkî lixan e, bi erebî leqqan e, bi ermenkî lagan e. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.

Laçik – Laçak

Bi farisî leçek e, bi azirî liçek e, bi kurdî laçik e, bi ermenkî laçak e. Xuya ye koka wan ji lacinia latînî tê, ku tê maneya pîne, dezmal. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.

Lewaş – Lavaş

Bi farisî levaş e, bi tirkî leveş e, bi ermenkî lavaş e. Di kurdî da bi du awayî tê gotin: lewaş û nanê loş. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.

Maç (Paç) – Paç

Gelek kurd ji paçkirinê ra dibêjin maçkirin. Kurdên Sovyeta berê û Serhedê dibêjin paç. Ermenî jî dibêjin paç. Tiştekî balkêş e, ku maça cot di ermenkî da jî maç e û tê eynî maneyê. Bi farisîya bakur da jî maç e, bi farisîya navîn amac e, ku tê maneyakotan.

Merek – Marak

Bi kurmancî merek, bi zazakî merekî ye, bi ermenkî marak e. Di hemû zmanan da jî tê eynî maneyê.

Maş+yayî – Maş+vas

Ev gotin di herdu zmanan da jî tê eynî maneyê, ango maşyayî, pizinî, peritî.

Mêxik – Mêxak

Mêxika kurdî û Mêxaka ermenkî navê kulîlkekê ye (bi swêdî: nejlika). Herwiha di herdu zmanan da navê baharetekê ye jî (bi swêdî kryddlejnika). Tiştekî balkêş e, ku di kurdî (mix) û ermenkî (mêx) da herdu gotin jî têne eynî maneyê, ango bizmar. Bi rûsî ji wê kulîlkê ra dibêjin gvozdîka. Li vir jî gvozd tê maneya mix, bizmar.

Navên Xwedayan (Xwedawendan)

TÎR – TÎR

Di nava Pantêona ermenîyan ya kevnar da Xudayê nivîsarê û rastîyê tê binavkirinê Tîr. Di zmanê kurdî yê îroyîn da ji bizmarê (an jî niştirê) pê tiştekî dikolin-dinivîsin ra dibêjin tîr. Di kurdî da ev peyva di çend hevgotinan da jî xuya dibe, wek tîremar,tîrnivîsar. Ev nava li îranîya kevnar da (ne farisî) di navê çemê Tîgrîs da xuya dibe (Tîgrîs = çemê ku mîna şûran dişûlike), di navê merivan da – Tîgran, ango merivê rast; di rûsî da Tîgr (piling), ku rast difire.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev