Zimanê me yê dê

Tosinê Reşîd

Zimanê me, zimanê kurdî, ji kûraya hezarsalan tê. Di nav wan hezarsalên buhurî de, di rewşa tunebûna dewleta yekgirtî de, bi sedsalan bindest û perçekirî, dîsan jî ji bav û kalên me re li hev hatîye zimanê xwe biparêzin, xwey bikin û bigihînine rojên me. Îro jî, şertekî sereke ji bo hebûn, hevgirtin û yekîtîya gelê kurd, ew zimanê wî ye.

Dibe ku ji gelên cihanê gişkan pirtir, pêwîstîya kurdan bi zimanê wan heye.

Berî makkirina wê bawarîya xwe, ez dixwezim hinekî ser pirsa pêwendîyên mejûyê mirov û zimanê wî, yê dê, rawestim.

Di derheqê pêwendîyên mejûyê mirov û zimanê wî yê dê, gelek berhem hatine nivîsar. Ji wan berheman yek jî lêgerîna prof. Tagonobû Yunoda ye. Prof. Yûnoda zanîyarekî Japonî, yê bi nav û deng e û lêgerînên wî hêjayî bawarîyê ne.

Berî ku em bên ser lêkolîna Yûnoda, em ser katêgorîyayên zimanê dê û zimanê netewî rawestin.

Zimanê her mirovekî netewî, ew zimanê wê netewê ye, ku ew mirov endemê wê ye, lawê wê ye. Zimanê kurdayî netewî – kurdî ye, zimanê erebayî netewî – erebî ye, zimanê rûsayî netewî – rûsî ye… Lê zimanê dê (carana jê re zimanê zikmakî jî dibêjin) ew zimanê yekemîn e ji bo mirovan, zimanê ku mirov ji zimanên mayîn gişkan baştir zane, zimanê mirov pê difikire, pê xewna dibîne.

Kurdên ku gişkî baştir zimanê kurdî zanin, hin zimanê wan yê dê, hin jî zimanê netewî kurdî ye. Lê kurdên zimanê rûsî ji kurdî baştir zanin, êdî zimanê wan yê netewî kurdî ye, lê zimanê dê rûsî ye. Kurdên zimanê tirkî ji kurdî baştir zanin, zimanê wan yê netewî kurdî ye, lê zimanê dê tirkî ye.

Belê, zilma usan jî dibe, gava zimanê te yê dê, êdî zimanê dayka te nîne.

Prof. Yûnoda bi lêkolînên zanyarî mak dike, wekî zimanê mirovayî dê bandûra xwe ya fîzîyologîye mezin ser mejûyê mirovan û sîstêma nêrvaye navendî dihêle. Ew dinvîse, wekî mirovê japonî, ku zimanê wan yê dê japonî ye, dengên bi hêz, usan jî dengên ken û girî, bi guhê rastê dibhên û ew sîgnal ji wir derbasî nîvgoga mejûye çepê dibe. Lê mirovên zimanê wan yê dê fransî ye, wan dengan bi guhê çepê dibhên û ew sîgnal ji wir derbasî nîvgoga mejûye rastê dibe.

Hinek dikarin bêjin, wekî ew yek ji bûyîna mirovan tê, ji nijada wan. Lê Yûnoda bi tam mak dike, wekî usan nîne. Bi lêkolînên xwe ew mak dike, wekî mirovê japanî, wekî zimanê fransî hê baş zanin, yan zimanê wan yê dê fransî ye, pêwendîyên guh-mejû bal wan mîna yê fransîyan e. Usane ew pêwendî ne bi netewe, lê bi zimanê dê re grêdaye, bi wî zimanî re ku tu hê baş zanî, pê difikirî.

Berî prof. Yûnoda jî têbînî di der heqê pêwendîyên kesa û zimanê wan yê dê hebûn. Çav, rûçik, xeysetê mirov nêzîkî çav, rûçik, xeysetê wî neteweyî dibin, ew ê mirov zimanê wî ji xwe re dike zimanê dê. Pir caran bal mirovên usan xeysetê netewî unda dibe, teherê fikirandinê, dinêdîtina mirovan jî tê guhastin. Xên ji wê, pêdagog didin kivşê, wekî gava zimanê mirovayî dê û zimanê netewî yek in, çi ku gerek tiştekî normal be, zên, zîrekî, talant û hunerê mirovan hê baş dîyar dibin.

Rola ziman di dîroka gelên Başûr-Rojava Asîyayê de hê baş tê ber çavan; şûmêra zimanê xwe ji bîra kirin û çawan zimanê dê zimanê akada hildan. Ew yek bes bû, wekî ew bibin akad. Akada zimanê xwe ji bîra kirin û zimanê aramêya ji xwe re kirin zimanê dê û bûne aramêy. Usan jî êlama zimanê farsa hilda û bûne fars.

Nimûnên usan di dîroka mirovayê de pir in. Em usan jî zanin, wekî gelek kurdên Misrê, Cizayîrê, Sûrîyayê, Tirkîyê, Azerbacanê, Tûrkmênîstanê û welatên mayîn bi ji bîrakirina zimanê kurdî, kurdîtîya xwe jî unda kirine.

Ev gişk ji wê bawarîyê re dibin bingeh, wekî ji bo gelê kurd, ku heta îro jî di welatê xwe de bindest e, pirsa parastina zimanê kurdî, çawan zimanê dê, pirseke pir giring e.

Zimanê kurdî stûneke parastina kurdayetîyê ye, şikestina wê stûnê, di rewşa îroyîn de, wê gelê kurd ber bi undabûnê bibe.

Kurd îro bindest in, welatê kurda – Kurdistan di nav çar dewletan de hatîye perçe kirin û li herçar perçan jî, gor şertên çêbûyî dixwezin kurdan di nav xwe de bibişkivînin, asîmîle bikin. Li ji bo bişkavtinê şertê sereke ew e, wekî zimanê kurdî bidine jibîrakirinê.

Dijminên kurdan vê yekê baş zanin, ji ber vê jî her tiştî dikin, wekî kurdan ji zimanê wan bêpar bihêlin.

Îro li cihanê zanîyarî û têknîk gelekî bi pêş ve çûne. Dewletên cihanê, gelên cihanê wan zanebûn û destkevtinên zanîyarî û têknîkî ji bo bi pêşvebirina ziman û çanda xwe bi kar tînin. Belê, li cihana pêşketî, di dewletên dêmokratî de ev gişk ji bo bipêşvebirina ziman û çanda netewî tên bi kêr anîn. Lê dewletên Kurdistan perçe kirine, wan destkevtinên zanyarî û têknîkî; radîyo, TV, vîdêo, gişkan çawan çekên zor bi kêr tînin ji bo ziman û çanda kurdî bidine jibîrakirinê, ziman û çanda xwe bi zor stuyê gelê kurd bipêçin. Çend sal berê welîyekî herêmeka bakûra Kurdistanê gotîye: “Em ê serê her maleke gundîyên kurd têlêvîzîyonekê bidinê.” Ji bo vî karî kampanyeke mezin vedikin, gelek dewlemendên tirk beşdarî vê kampanîyê dibin.

Belê, xema welî û dewlemendên tirk nîne, wekî li Kurdistanê bi hezaran zarok tazî û birçî ne, wekî li Kurdistanê doktor û derman tunene. Lê ew têlêvîzîyonên belaş didine malên gundîyên kurd. Bi vê rê dixwezin ziman û çanda xwe bikin nav kurdan, ji bo ziman û çanda kurdî bidin jibîrakirinê.

Pêdagogê rûsî mezin K. Ûşînskî dinvîse: “Û wê zordarîyê bêtewşetir tune, gava mîrata kal û bavan ji gel distînin. Her tiştî ji gel bistîne, gelê dîsan dewsa wî tijî bike, lê zimanê gel jê bistînî, ew êdî wî zimanî çê nake. Heta niştimanê nû jî gel dikare çê bike, lê ziman – tu caran. Ziman ser zarê gel mir, usane gel jî mir.”

Lê gelo rêxistin û komalên me yên netewî, sîyasetmedarên şorişger ji bo vê pirsê çi dikin? Ji talebextan re di karê xwe yê herrojî de ew şûna hêja nadin ziman û çanda netewî. Payê wan ê pirê, bi zimanên tirkî, erebî, farsî xwendine û bi wan zimanan, bi zimanên zordestan difikirin, di nav gel de bi wan zimanan xebatê dikin. Pir caran kovar û rojnamên xwe bi wan zimanan çap dikin, kongre, civîn û şevên xwe bi wan zimanan dikin, di nav xwe de, di malên xwe de bi wan zimanan dipeyivin. Û dijminên gelê kurd vê yekê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin. Salên 90-emîne sedsalîya buhurî, di civîneke Yekîtîya Ewrupa de, li Parîsê, Tûrgût Ozal ji serokê wan dewletan re gotîye: “Me ewraqên mixabereta gerîleyan, ku dewa veqetandinê dikin, xistine destên xwe. Ji hev re bi zimanê tirkî dinvîsin. Bi kurdî zimanek heye, yanê na, ez nizanim.”

Bi rastî di nav me de roj bi roj jimara mirovên usan kêm dibe, ku zimanê kurdî ji zimanên mayîn baştir zanin.

Di vê rewşê de em gerek çi bikin?

Bersiva vê pirsê ez dixwezim bi şîreta pêşewitîyê ziman û çanda me, doktor Nûrêdîn Zaza bidim. Wî digot: “Gelî kurdan. Eger hûn naxwezin ji hev taromar bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwezin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi rûmet û serbilind bijîn; dîsan zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”

Rasî ev e. Em gerek zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Firsend û îmkanên heyî gerek gişkan bidin bi kêr anîn ji bo zarokên me, mezinên me bi kurdî bixwînîn û binivîsin. Lê şûnên ku rê didine me, em gerek di dibistanan de wî karî bi pêş ve bibin, lê şûnên ew îmkan tunene, gerek dibistanên rojên şemî, yekşeman vekin. Dibistanên usan li gelek welatên cihanê bal netewên kêmane hene. Lê eger ew jî dest me neket, em bi xwe, kî xwendina kurdî zane, gerek zarên xwe, zarên qewm û pismamên xwe, zarên dost û hevalên xwe fêrî xwendin û nivîsara zimanê me yê şîrin bike.

Belê, xwendin û nivîsara zimanê kurdî îmkanekî pir mezin e ji bo parastin û bi pêş ve birina zimanê me yê netewî. Lê dîsan jî îmkanê lapî baş, îmkanê sereke ew e, wekî di mala xwe de, bi zar û neferê xwe re bi zimanê kurdî bipeyivî. Ew zaroka di mal de, ji dê û bava, kalik û pîrika, ji xwîşk û bira zimanê kurdî bihîst û fêr bû, ew ê çawan kurd mezin bibe.

Bi bawerîya min, di pirsa fêrkirina zimanê dê de barê lapî giran dikeve ser milê dayîkên kurd. Zar di roja bûyînê de guh dide dayka xwe, ji dayka xwe fêrî peyvandinê dibe, bi serî dayka xwe fêrî gotinên xelkê dibe. Usane dê bi çi zimanî bi zara xwe re bipeyive, yan jî ber zarê bi mirovên mayîn re bi çi zimanî bipeyive, zarê fêrî wî zimanî bibe, bi wî zimanî bipeyive.

Dayka kurd, keça kurd gerekê zimanê kurdî baş bizanibe. Piranîya zarokên kurd îro nikarin bi zimanê dê bixwînin, usane ew gerek heta 7-8 salîya xwe ji dê û bavên xwe zimanê dê fêr bibin. Di vê pirsê de stiranên lûrîya, stiran û çîvanokên ji bo zarokan dikarin gelekî kêrhatî bin.

Dê gerek ji zaroka xwe re bi kurdî bistirê, ji zara xwe re çîrok û çîvanokên kurdî bêje, helbestên kurdî bixwîne. Lê ji ber ku piranîya dayîkên kurd nizanin bi kurdî bixwînin, baş dibe stiran, helbest, çîrok û çîvanoka ser kasêtan tomar bikin û nav gel de belav bikin.

Em gerek tu caran ji bîra nekin, wekî zanebûna ziman, dîrok, çande û wêjeya netewî ji bo gelê me pir pêwîst e. Gava gel ziman, dîrok, wêje û çanda xwe baş bizanibe, bi wan serbilind bibe, wê hê zû pêwîstîya azayî û serbestîya welatê xwe bixweze. Ji ber vê jî xebat û şerkarîya ji bo parastina ziman û çanda kurdî, ew xebat û şerkarîya ji bo azayî û serbestîya Kurdistanê ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev