Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Biratîya gelan

Ez di destpêkê de bêjim, wekî ev gotara min wê ne bi dilê gelek kesan be. Lê dîsan jî ez dixwezim ser pirsa biratîya gelan binvîsim û bawarîyên xwe bînim ziman.

Li Yekîtîya Sovyêta berê peyva biratî, bi taybetî biratîya gelan, hema bêjî ser zarê gişkan bû. Îcar çiqwas şiîr û stran avîtibûn ser biratîya gelan.

Li Yûgosilavîya jî şiîr û stranên usan ne kêm bûn.

Ew stran bi radîyo û têlêvîzîyonan ewqas didan, di konsêrtan de ewqas pêşkêş dikirin, wekî heta niha jî hinek perçên wan di bîra min de mane.

Vê carê nonerên gelên biçûk hê zêde ser biratîya gelan dinvîsîn.

Her yekî yê ji xwe mezintir ji xwe re bira didît.

Kurda wê şiîr ser biratîya kurda û ermenîya, kurda û gurca, kurda û azarîya, kurda û rûsa binvîsîya. Lê tu cara yekî ermenî ser biratîya ermenîya û kurda ne nivîsî, usan jî gurc, usan jî rûs. Hemîn ji bo azarîya ew pirs tune bû, ji bo wan kurd tune bûn, kurd jî azarî bûn.

Stranên ser biratîya ermenîya û azarîyan jî ne kêm bûn. Ji ber ku tu kesî bawarîya xwe bi wê biratîyê ne dianî, vê carê zêde dinvîsîn, wekî xelkê bidin bawar kirin.

Lê gava Yekîtîya Sovyêtê ber şêmîka hev berdanê bû, gişkan bi carekê ve ew biratî ji bîra kirin.

Azarîya tenê ji Bakû dor dused hezar ermenî bi zor, bi lêdan, bi kujtin der kirin. Ermenîyan jî ji alî xwe de dor dused hezar azarî ji Ermenistanê derxistin; dîsan bi kujtin, lêdan, talan…

Û ne ji ermenîya û ne jî ji azarîya rojekê yekî negot, ka hûn ji bo çi vê zilmê tînine serê van kesên am û tam, van kesên bê tawan. Herdu alî jî wê bawarîyê bûn, wekî kirina wan rast e, ew welatê xwe ji “dijminan” paqij dikin.

Herdu alîyan jî “berjewendîyên” gelê xwe ser rastî û ne rastîyê, ser heqî û neheqîyê, çepî û rastîyê re girtin. Biratîya gelan bû tiştekî vala û hate ji bîra kirinê.

Çiqwas jî bawarîya min tu caran bi biratîya gelan tune bûye, lê şermeke mezin bû ji bo herdu alîyan jî. Qet na ronakbirên wan bêdeng nemana. Ese nîne, wekî mirov birayên hev be, wekî ji hev kesên bê tawan nekuje.

Di mîtîngên xwe de ku bi seda hezaran kes berev dikirin êdî çi bêjî ji bo gelê heta duh na pêr birayê xwe didîtin, digoton. Carana tiştên usan ne rê, ne maqûl digotin, wekî te şerm dikir guh bidêyî.

Em kurd jî pir caran dibêjin, wekî gelên tirk, ereb û faris birayên me ne, ew ne dijiminên me ne, hukumatê wan in dijminên me.

Ez jî wan gela ji kurdan re çawan dijmin navînim, lê?

Lê ew ne jî dostin.

Hele here kolanên Şamê, Stenbolê, Têhranê û ji gelê ser kolana pirs bike, ka çend kes wê piştgirîya doza kurdan bikin?

Heta van salên dawî jî bilî Îsmayîl Bêşîkçî, çend ronakbirên tirkan piştgirtina kêşa kurdan dikir?

Nazîm Hîkmêt ji reşikê Afrîka girtî, heta Vêtnam, Korêya û hindîyên Amêrîkayê ve derkeve, dewa doza wan gişkan dikir. Ji bo çi rojekê negot kurd jî bindestin, ji bo çi rojekê besa mafê kurdan nekir?

Nazîm Hîkmêtê întêrasîyonalîst, çep, komûnîst, pêşverû! Dengbêjê biratîya gelan! De îcar ji yên mayîn çi dixwezî!

Bi bawarîya me, amanca piranîya ronakbirên tirke îro piştgirtina doza kurdan dikin ew e, wekî usan bikin ku ew doz ji çarçova planên wan dernekeve. Bê guman di nav wan de yên dilsoz jî hene, lê jimara wan gelekî kêm e.

Îro êdî nikarin pêşî li kêşa kurda bigrin, qet na usan bikin, ew pirs gor berjewendîyên gelê tirk bê çareser kirin.

Pirs ew e, wekî tu caran kurda gelên ereb, tirk yan jî fars ji xwe re dijmin ne dîtine. Lê ew gel me ji xwe re dijmin dibînin. Bê guman, eger em dewa mafê xwe nekin, wê me dijmin nebînin. Lê gava em dewa mafên xwe, yên netewî dikin, hingê em dijmin, veqetîxwez, hela ser de alîgirê sîyonîzmê û împêralîzmê ne.

Ev jî pirseke sêr e, ha! Ew ku hukumatên wan bi salan dostên împêralîsta û sîonîstane, ew ji bo wan tiştekî normal e, lê ya kurda divêt dostên wan tune bin. Divêt hema usan destên tirkan, farsan û ereban ser serê wan be û mafê wan tune be çavên xwe vekin, dor xwe binhêrin, destê xwe dirêjî yekî bikin.

Ev e roja me!

Vê carê em çawan bikin, dewa mafê xwe nekin?

Ê eger ew me ji xwe re dijmin dibînin, dibe wekî em wan ji xwe re bira bibînin, dostê bibînin?

Çê dibe? Na!

Belê, bi sedsalan em cîranê hevin, pir cîyan em bi hev re dijîn, divêt em bi hev re baş bin. Lê di destê me de hema bêjî tişt tune. Her tişt di dest wan de ye. Eger ew gavekê ber bi me bavêjin, em ê deh gava ber bi wan bavêjin. Lê ew tu gava navêjin.

Sala 2001 ê li Sydney divêt di xanîyê parlamêntê de konfêransek ser pirsa kurdî bibûya. Lê berî konfêrans karê xwe dest pê bike, dor hezar tirkî ber xanîyê parlamêntê berev bibûn û ji hukumata Australîya dixwestin, wekî nehêle kurd konfêransa xwe bikin. Li Australîya, ku pirçandeyî bingehekî sîyaseta dewletê ye. Piranîya wan tirkan yan li Australîya hatine dinê, yan jî bîst, bîst û pênc sale li Australîya dijîn.

De îcar were û ji min re bêje, ka ew kîjan perçê gelê tirk dostên me ne.

Bê guman ev gişk berê sîyaseta kêmalîzmê, ya salên dirêj e, ku hema bêjî mejûyê gelê tirk jerdadayî kirîye. Lê rastî ew e wekî îro himberî me ew gelê bi mejûyê jerdadayî kirî rawestîyaye û naxweze em bibin xweyê mafê xwe. Vê carê em çawan bikin? Em çiqwas bendê bimînin, heta mejûyê wan paqij be, qenc be.

Divêt em ji gelê xwe re, ji xwendevanê xwe re, rastîyê bêjin, wî bêjin, çi ku em difikirin. Ez nafikirim, wekî em û tirk, em û ereb, em û faris birê hev in. Ez bawar nakim hinek serokên me usan difikirin, gava dibêjin ‘birê me tirk, birê me ereb, yan birê me faris’.

Na! Tirk, ereb, fars ne birê mene! Erê, em hingê birê wan bûn, gava pêtivîya wan bi alîkarîya kurdan hebû. Gava kurda ji bo avakirîna komara wan xwîna xwe dirêt, wekî ew komar paşê bibe bela serê wan, heta zimanê wan jî qedexe bike.

Çawan ermenî û azarî ne birane, çawa cihû û filistînî ne birane, usan ji em û tirk ne birane, usan jî em û ereb ne birane, usan jî em û faris ne birane.

Eva rastî ye, rastîke gelekî tal e, rastîke, ku naxwazî bawar bikî, naxwazî xwe mukur bêyî, lê rastî ye! Û eger em ji xwe re dosta digerin, gerek em ji wê herêmê der bigerin.

Gelên herêmê nikarin ji me re bibin dost, ji ber ku ew welatê me, çawan perçekî welatê xwe dibînin, ew hebûna me çawan perçekî hebûna xwe dibînin û gor bawarîya wan ji vir heta mala xwedê gerek tu ji wan razî bî, wekî ser wê axê dijîyî, wekî wê avê vedixwî, wekî parî nan divî nav neferê xwe. Ew wan gişkan çawan hebûna xwe dibînin. Îcar pey ewqasî re tu radibî dewa axê dikî, dewa mafên netewî dikî. Nabe! Tu hin dixwezî perçekî ‘welatê wan’ ji wan bibî, hin jî dixwezî bibî dostê wan. Kes biratîya usan napejirîne.

Kurd dixwezin welatê me perçe bikin!

Îro karkerên tirk jî usan difikirin, gundîyê tirk jî usan difilkirin, ronakbirên tirk jî usan difikirin, gênêralên tirk jî usan difikirin…

Heta gelên tirk, ereb û faris mafê kurda, yê netewî bi tam nas nekin, em nikarin bibin dostê wan.

Ew ê welatê te, axa te ji dest te girtîye û naxweze vegerîne, ji wî re tenê dijmin dikarî bêjî.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev