Ez tê dighêm û tê naghêm. Lê hun?

Ez tê dighêm û tê naghêm. Lê hun?

Bavê Nazê

Ez tê dighêm, çima mişk ji pisîkê ditirse, weha jî tê dighêm, bo çi pisîk ji sehî ditirse. Lê belê ez tê naghêm, ji bo çi merov ji merovî ditirse.

Bi rastî, ez tê naghêm, bo çi sê cûrên hebûnê ji hişê min nayên der; cîhana ginaweran û merovan û sirûşt bi xwe. Erê ez tê dighêm jêdera jiyana ginawer û merovan her yek e ku ew jî sirûşt e, diyar e ji ber vê çendê, ez çawa wan bi hovîtiya wan nêzî hev dibînim, weha jî dilovaniya wan. Û tenê zanîn wan ji hev cûda dike. Ji xwe peydabûna zanînê li cem merovî, berpirsî û gunehê wî ji yên ginaweran pirtir û girantir dikin. Aya ev jî tê wê wateyê ku zanîn û nezanî ne dûrî hev in, mîna ne dûrbûna ji ginaweran?

Dîsa ez tê nagihêm, ji ber çi xwesteka ku sê tiştan deynim ber hev bi min re çê dibe; sirûşta biber, ginawer û merov. Sirûşta biber weku bav û dayîka merovî ye, her tiştî dide û tiştekî nastîne. Ginawer jî weku zarokan e, her tiştî dibin û tiştekî nadin. Merov jî weku dosta ye, dide û distîne. Merov weku dost gerek tucarî bêbextiyê bi sirûştê re neke. Bi vê bêbextiyê sirûşt bedewiya xwe winda dike, merov jî hişê xwe. Ji bo çi? Bi xwe ez tê nagihêm, lê hun ?

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev