”Êzîdîmayîn kurdmayîn e”

Xwediyê hevoka li jorê; rojnameger, nivîskar û wergêrê kurd Têmûrê Xelîlê Çaçan e. Helbet ew kesekî wisa ye ku di nav kurdan de, nexasim di nava kurdên rewşenbîr de, kesekî naskirî ye. Gelek caran tiştên ku dibêje, di nav civaka kurd de deng vedide.

Gelek caran li ser gelek mijar û gengeşeyan, şêwra xwe bi çend kesan re dikim. Mamoste Têmûr yek ji wan kesan e. Du sal beriya niha ji bo gotûbêjekê min pirsîbû, wî texsîr nekiribû û bersiva min dabû. Pirseke min bi vî rengî bû: ”Polîtîkayek heye ku niha li welatên Sovyeta Berê, bi taybetî jî li Rûsîya, Ermenistan û Gurcistanê tê meşandin. Ew jî ev e; kurdan ji êzîdiyan vediqetînin, çawa ku du gelên cuda ne. Li ser vê ramanê dikarî ji me re çi bibêjî?” Bêyî ku peyvekê jê biguherînim, bersiva wî bi vî rengî bû: ”Belê, polîtîkayeke wisa heye. Lê belê ev ne polîtîkaya dewletê e. Hinek êzîdiyên me dibêjin; ”em ne kurd in” û hinek kesên dewletê jî piştgiriya wan dikin. Baştir e êzîdî wek êzîdî bimînin. Tiştê xirab ew e ku kurd dibine tirk, ereb, ecem, azerî. Êzîdîmayîn tê wetaya kurdmayînê!”

Helbet wisa ye. ”Êzîdîmayîn Kurdmayîn e.” Hebandina ol, erf û adetên sedên salan ê ”Êzîdîxanê” bi zimanekî din nayê kirin. Ziman her kurdî û kurmancî ye. Lê rîspiyên ola êzîdiyên wan welatan behsa xetereyeke din dikin. Îro li seranserê erdê berfireh ê Rûsîyayê bi deh hezaran kurdên me yên êzîdî dijîn. Her wiha hejmareke gelek biçûk ne tê de, tevahiya kurdên me yên li Ermenîstan û Gurcistanê bi ola xwe ve êzîdî ne. Li gorî wan rîspiyan, xeter ew e ku gelek qîz û xortên kurdên êzîdî dîne xaçparêziyê hebandine û hê jî dihebînin. Ew dibêjin dema ew dibin xaçparêz ango xrîstiyan, êdî nema berê xwe didin sazî û dezgehên êzîdîxanê, guh nadin qewil û beytên kurmancî û ji dûa-dirozgeyan dûr dikevin. Heke ew herin dêran û guh bidin keşeyan, hingê ziman jî, hebandin jî, erf û adet jî diçe. Ez nabêjim, ew dibêjin!

Armanc û merema min ji vê nivîsarê çi ye? Armanc û merema min ew e ku mijarê bînim bi ”Şikestin û Karesata Şengalê” ve girê bidim.

Nêzîkî sed sal in ku kurdên me yên Qefqesyayê, nexasim jî kurdên me yên Ermenistan û Gurcistanê, bûn pêşeng û rêberên çand, huner, ziman, folklor û edebiyata kurdî. Bi saya dengê Radyoya Yêrevanê di dilê me de gul vedan, bi kovar, rojname û kitebên xwe yên kurdî bûn rûmeta me hemûyan. Piraniya nivîskar, lêkolîner, serbêje, serkêş û lehengên van qedir-qîmet û nirxên me kurdên me yên êzîdî bûn. Ew ji tevahiya kurdên dinyayê re bûn çira û find û riya wan ronî kirin.

Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Xelîlê Çaçan, Casimê Celîl, Seîdê Îbo, Fêrîkê Ûsiv, Karlanê Çaçan, Maksîmê Xemo, Şekroyê Xudo  Çerkezê Reş û bi dehan navên din ên wekî wan bi kurdbûn, kurmancî û kurdayetiya xwe serbilind û serfiraz bûn. Helbet bi êzîdîtiya xwe jî serbilind bûn û êzîdîbûn wekî ola wan rûmeta wan bû. Lê belê herdem xizmetê ji bo kurdîtiyê kirin, xwe kurd hesibandin û êzîdîbûna xwe nexistin pêşiya kurdîtiya xwe. Ji ber vê yekê jî ew di dilê 50 milyon kurdî de herdem bûne leheng û mane.

Kesên ku xwe ji kurdîtiyê şûştin, li gelek deveran şurên xwe arasteyî kurdbûnê kirin û gotin; ”em ne kurd in, em êzîdî ne”, piştî belavbûna Sovyetê peyda bûn û hîç ronakbîrek ev yek qebûl ne kir.

Mixabin ”Şikestin û Karesata Şengalê” kir ku ev fikir û raman geştir bibe û dengê ku xwe ji kurdbûnê dide alî bilindtir derdikeve. Kesên ku digotin; ”em ne kurd in, miletekî cuda ne” îro yekser xwe ji kurdan dişon û dibêjin; ”em mafdar bûn.”

”Fermana dawî ya Êzîdiyan” ango ”Trajediya Şengalê” bû şerm û fihêtî û kete stûyê me hemû kurdan. Heta em sax bin, wê wekî teniyekî reş be li ser eniya me!

Gelek zor e, lê pêwîst e hêviya wan kurdên êzîdî ku li ser kurdî û kurdayetiyê şikestiye, careke din bê cebirandin. Kurdên êzîdî îro dibêjin; ”em mirî ne, lê ne çalkirî ne!” Peydakirina riya herî rast û dermankirina birînên wan, ewlekirina Şengalê û deverên din ên kurdên êzîdî, heye ku hinek kulên wan siviktir bike. Lê dîsa jî ew tu caran nabin êzîdiyên berê. Ji bo vê yekê jî barê giran dikeve stûyê Desthilatdariya Herêma Kurdistana Federe û Serok Mesûd Mustefa Barzanî.

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev