Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîye ra (di sedsala XIX da)

Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîye ra (di sedsala XIX da)

Rewşa sîyasî ya kurdên Tirkîyê, Farizistanê û Rûsîyayê

  1.  Î. Avêryanov

(çawîşê Barêgeha eskerî ya sereke li Rûsîyayê)

Weşanxana Barêgeha eskerî ya sereke

Tîflîs

Çapxana Barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê

Sal 1900

P Ê Ş G O T I N

Rûsîya di sedsala XIXa da mecbûr bûye du cara bi Farizistanê ra, çar cara jî bi Tirkîyê ra bikeve nava şêr.

Kurd jî tevî van şera bûne, xwesma di meydana şêr ya li Kavkazê da. Pêşî kurd tenê di nav eskerên dijminên me da hebûn, paşê di nav hevalbendên me da jî peyda bûn. Tu şik tune, ku emê pêşerojê da jî, di şerên li Asîya Biçûk, gelek cara rastî vî miletê pirjimar û azadîxwaz bên û behsa wî bikin.

Van dehsalîyên dawî Tirkîyê her tişt kir bona hukumê xwe li ser kurdên bin bandûra xwe da testîq bike, wana bike nava ordîyê, ji wana alaya siyarî ya pirjimar û xurt saz bike, bona paşdeşmê da bikaribe wana di şerê bi Rûsîyayê ra derxe dijî ordîya Kavkazê. Bi vî awayî, bi şerê paşdemê yê bi Tirkîyê ra, eskerên Kavkazê gerekê vê carê ne bi kurdên nezan ra şer bikin, ku di şerên berê da nikaribûn bi ciddî şer bikirana, lê bi alayeke kurda ya organizekirî ra. Di van şertan da pirsa derheqa wê yekê da, ku kurdên Tirkîyê çawa berbirî me dibin, xwedî giringîyeke mezin e û ji ber wê jî pir pêwîst e em pêwendîyên xwe yên bi kurda ra, ku di nav sedsalekê da hebûne, bi aqilane kar bînin, usa, ku ew di şerên me yên paşdemê da, ku li ser axa Asîya Biçûk hela wê gelek hebin, kêrî me bên û em feydê ji wan bibînin.

Bi van yekan ra girêdayî, serekê barêgeha eskerî ya herêma Kavkazê gênêral-çawîş, maqûl N.N.Bêlyavskî siparte min, ku ez derheqa van pirsên giring û hewaskar da nivîsekê amade bikim: tevgelîya kurda di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra di sedsala XIXa da, pêwendîyên me bi wan ra û emelên me yên dijî wan, û herweha derheqa rewşa sîyasî ya kurdên Rûsîyayê, Farizistanê û Tirkîyê da û bizanibin, çika kurd di dema şerê me yê bi Farizistanê û xwesma bi Tirkîyê ra wê pişta me bigrin, an na.

Di vê nivîsê da, ku em raberî we dikin, emê hema bêje qet qala jîyana kurda, dînê wan, zimanê wan û çika ew bi gêografî li ku dijîn, nekin û emê tenê wan malûmatîyên giring bînine ber çevan, ku lazim in bona ronîkirina wan pirsa, ku armanca nivîsa me ya sereke ye.

Malûmatîyên kurt derheqa deb, dîn û zimanê kurda da di berhema serhingê Barêgeha sereke V.A.Karsêv ya bi sernavê “Nivîsên derheqa kurda da” hene (sala 1896a hatîye weşandinê) û di wê pirtûkê da “Xerîta gêografî ya kurd lê dimînin” heye, ku gelekî giranbiha ye û ew xerîta wî awayî ya tek-tenê ye.

Baştir dibe berî xwendina vê berhemê, berhema serhing V.A.Karsêv bixûnin.

Di dawîya berhema me da salix û malûmatîyên hewaskar û dewlemend hene derheqa kurda, herweha dokûmêntên balkêş hene derheqa pêwendîyên me bi wan ra (name, bîranîn, bangawazî, înstrûksyon, not û h.w.d.), ku piranîya wan me ji Arşîva Barêgeha Kavkazê ya Eskerî hildane, lê pareke wan jî me ji nivîsên komîsyona arkêologî ya Kavkazê ber girtine.

Dema xwendina vê berhemê hûn gerekê bala xwe bidne du xerîtên, ku me dawîya pirtûkê da çap kirine, (weşanên Beşa Eskerîyê-Topografîyê ya rex Barêgeha Kavkazê ya Eskerî), ji ber ku li wir hema bêje ew hemû navên gêografî hene, ku di dema xwendina vê berhemê hûnê rast pê bên, û herweha xerîtek jî derheqa wê yekê da şirove dike, ku alayên siyarî yên Hemîdîyê li ku hatine cîwarkirinê. Xênji wê, di xerîtekê da hatiye destnîşankirinê, ku eşîrên kurda li ku dimînin, ku me ji berhema serhing Karsêv û xerîta di pirtûka wî da çapbûyî ber girtine û me hinek guhartin kirine navê (ango, hinek salix ser da hatine zêdekirinê) û ew piranî bi wê yekê va girêdayî bûn, ku piştî çapkirina ewê pirtûkê, malûmatîyên nû ketine destê me derheqa eşîrên wilayeta Erzurumê da.

Dema nivîsa vê berhemê me ev çavkanîyên destnivîsar û çapbûyî bi kar anîne:

Y ê n d e s t n i v î s a r :

1) Nivîsên Arşîva Barêgeha herêma Kavkazê ya eskerî yên berî kampanîyayên salên 1828-1829, 1853-1856 û xwesma 1877-1878an.

2) “Hesabdayîna cîgirê konsûlê Wanê V.T.Mayêvskî piştî seredanên wî yên sala 1896a, ku bi karê konsûlxanê yên çar salên dawî ra girêdayî bûn”.

3) “Rewşa niha ya ermenîyan di wilayeta Wanê da”. Nivîsa V.T.Mayêvskî (cîgirê konsûlê li Wanê).

4) Malûmatîyên derheqa kurdên Tirkîyê da, ku V.T.Mayêvskî (cîgirê konsûlê li Wanê) dane min.

5) Malûmatîyên derheqa kurdên Tirkîyê da, ku M.A.Prjêvalskî (sêkrêtarê konsûlxana Erzurumê ya sereke) dane min.

6) Hesabdayînên welîyên devera Êrîvanê û herêma Qersê yên ji sala 1890î heta sala 1898a (hinek ji wana hatine çapkirinê).

7) Destnivîsarên “Şer li Tirkîya Asîyaê da”, ku Beşa Eskerî-Dîrokî ya Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê amade kirîye.

8) Malûmatîyên derheqa kurdên Yêlîzavêtpolê, ku çawîşê Barêgeha sereke Naûmênko dane min, yê ku sala 1899a bi karê eskerî-statîstîkîyê bi seredan çûbû herêma Yêlîzavêtpolê.

9) Kar û barên niha yên Barêgeha herêma Kavkazê ya eskerî.

Y ê n ç a p b û y î

10) Cildên 1, 2, 3, 4, 5, 6, 7, 8, 9, 10 û 11a, yên ku komîsyona arkêologîyê ya li Kavkazê hatiye derbazkirin, amade kirine.

11) Gaspar Drûvîl. Rêwîtî berbi Farizistanê di salên 1812 û 1813a da. Beşên 1 û 2. Sala 1826a hatîye çapkirinê.

12) Milazim Trottêr. Kurdên Asîya Biçûk. Serdazêdekirina cilda 7a ya “Salixên Rêxistina Gêografîyê ya Beşa Kavkazê ya Împêratorîya Rûsîyayê”.

13) P.Zûbov. Şerê bi Farizistanê ra di dema qeyserîya Împêrator Nîkolayê Iê. Çapa duda, sal 1837.

14) Kn.Şçêrbatov. Gênêral-fêldmarşal mîrlaw Paskêvîç, kar û jîyana wî. Cildên 2 û 3.

15) Ûşakov. Dîroka şerên li Tirkîya Asîyayê di salên 1828 û 1829an da. Beşên 1 û 2. Sala 1836a hatîye çapkirinê.

16) Lîxûtîn. Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854 û 1855a da.

17) N.Mûravyêv. Şerê ji bo Kavkazê. Cild 1 û 2. Çapa sala 1877a.

18) Gênêral-çawîş Kîşmîşêv. Şer li Ermenîstana Tirkîyê di salên 1877-1878an da.

19) B.Kolyûbakîn. Alaya Êrîvanê di şerê salên 1877-1878an da. Beşên 1 û 2.

20) “Nivîsên bona dîroka şerê salên 1877-1878an li Asîya Tirkîyê”. Dada (mehmekeya) Faîk-paşa. Wergera ji tirkî. Serdazêdekirina “Berevoka Eskerî” ya sala 1879a.

21) “Berevoka dokûmêntên tirka derheqa şerê dawî da”. Wergera ji tirkî ya sê beşên dawî yên berevoka “Zubdetul-Heqaiq”, ku Ahmed Midhetom efendî amade kirîye. Serdazêdekirina “Berevoka Eskerî” ya sala 1879a.

22) Serhing Karsêv. Nivîsên derheqa kurda da.

23) K.P.Kamsarakan. Serhildana Ubeydulle di sala 1880î da. Berevoka nivîsên derheqa Asîyayê da. Çapa 11a.

24) Serhing Kolyûbakîn. Teşkîla binecîyên Farizistanê gorî eşîreta û wilayeta. Berevoka nivîsên derheqa Asîyayê da. Çapa 4a.

25) A.M.Kolyûbakîn. Nivîsên bona şirovekirina rewşa eskerî-statîstîkîyê li Tirkîya Asîyayê. Cild 1, beş 2. Çapa sala 1888a.

26) O.Gryaznov. Şirovekirin derheqa meydana şêr li Tirkîya Asîyayê da. Beş 2. Çapa 1897a.

27) O.Gryaznov. Kurd û alaya kurda ya siyarî. Berevoka eskerî. Nîsana sala 1896a.

28) P.Xêlmîskîy. Herêma Qersê. Beş 2. Sala 1893a çap bûye.

29) P.Î.Avêryanov. Şirovekirina kurt derheqa şerê li meydana Êrîvanê da di salên 1928-1829, 1853-1856 û 1877-1878an da. Serdazêdekirina ku piştî seredanên zabitên Barêgeha sereke di sala 1896a da hatine nivîsarê.

30) P.Î.Avêryanov. Hesabdayîna serhing Şkînskî û çawîş Avêryanov derheqa rêwîtîyên wan li Azirbêcana Bakûr di dawîya sala 1899a. Sala 1900î hatîye çapkirinê.

31) Navnîşa cîwarbûna nîzam û redîfa ordîya Tirkîyê. Weşanxana beşa Barêgeha sereke ya rex Barêgeha Kavkazê ya Eskerî, sal 1899.

32) S.V.Norman. Armenia and the Campaign of 1877.

33) J. de Morgan. Mission scientifique en Perse par J. de Morgan. Cild 2, Paris, 1895.

34) L.K.Artamonov. Azirbêcana Bakûr. Sala 1890î hatîye çapkirinê.

N A V E R O K

Pêşgotin…………

Beşa 1

Şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1804-1813a û Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1805-1812a

Rewşa sîyasî ya Kurdistanê di destpêka sedsala XIXa da……

Tevgelîya kurda di şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1804-1813 da…………

Pêwendîyên me bi kurda ra di şerê salên 1804-1813an da…..

Pêwendîyên me yên duwerojê bi kurda ra û karên me yên dijî wan ji sala 1809a destpêkirî heta dawîhatina şerên bi farisa û tirka ra…………………

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan heta sala 1813a……….

Beşa 2

Şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1826-1828a da

Tevgelîya kurda di amadekirina ordîya Abbas Mîrze da…..

Karên me yên dijî kurda di wî şerî da…….

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di salên 1826-1828a da………

Beşa 3

Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1828-1829an da

Berbirîbûna perçên Kurdistanê hindava behsa derheqa destpêkirina şêr da……

Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1828a da…..

Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1829a da…..

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di salên 1828-1829a da………

Beşa 4

Şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856an da

Rewşa sîyasî ya Kurdistana Tirkîyê berî şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1853-1856an da…….

Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1853a da…..

Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1854a da…..

Pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di sala 1855a da…..

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di salên 1853-1855a da………

Beşa 5

Serhildana Yezdanşîr ya sala 1854a dijî dagîrkarîya tirka…….

Beşa 6

Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da

Rewşa sîyasî ya Kurdistana Tirkîyê di dema wî şerî da. Kar û barên ku Tirkîyê û Rûsîyayê danîne ber xwe bona di dema amadekirina ordîyê da kurda bînine alîyê xwe. Mefayên (eser, rêzûltat) ku herdu welat berî destpêka şêr di wî alî da gihîştinê……

Tevgelîya kurda di dema kampanîya pêşin da: ji destpêka şêr heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li der-dorê Erzurumê da. Kar û barên me yên dijî kurda di wê kampanîyê da….

Tevgelîya kurda di dema kampanîya duda da: ji teslîmbûna Qersê û destpêka şerê li rex Erzurumê heta dawîya şêr. Mecalên, ku me qebûl kirine bona hukumê xwe di nav kurda da bidne belakirinê û bona ku di dema opêrasyona li Erzurumê Kurdistan piştgirîya me bike…………..

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurda ra û karên me yên dijî wan di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da………

Beşa 7

Serhildana lawên Bedirxan di sala 1878a û ya Şêx Ubeydulle di sala 1880î…………….

Beşa 8

Rewşa sîyasî ya kurdên Tirkîyê, Farizistanê û Rûsîyayê ya niha

  1. Rewşa sîyasî ya kurda li Tirkîyê………………….

1) Rewşa eşîrên kurda, ku esker dane bona amadekirina alayên Hemîdîyê………

Pêşdahatin û teşkîlkirina alaya Hemîdîya ya siyarî………….

Rewşa alaya Hemîdîya bi hesabê roja îro……………

Kurdên Hemîdî bi çi çevî li hukumeta Tirkîyê dinihêrîn………

2) Rewşa wan eşîrên kurda, ku esker ne dane bona amadekirina alayên Hemîdîyê………

  1. a) Eşîretên kurdên qizilbaş yên Dêrsimê û Kozûcanê (Qereqocan)…….
  2. b) Eşîretên kurdên sunnî……..
  3. c) Kurdên êzdî…………..

3) Rewşa kurdên qizilbaş û kurdên sunnî (kurdên riat), ku ne eşîr in (ne qebîl in)………………

4) Xalên sereke derheqa rewşa sîyasî ya li Kurdistana Tirkîyê…..

5) Bîr û bawerîyên me derheqa wê yekê da, ku kurdên Tirkîyê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê paşdemê da wê xwe li kîjan alîyî bigirin……….

  1.  Rewşa sîyasî ya kurda li Farizistanê…………………
  2.  Rewşa sîyasî ya kurda li Rûsîyayê………………….

Ç A V K A N Î

Dokûmêntên hêna (di dema) şerên salên 1804-1813a, 1806-1812a, 1826-1828 û 1828-1829a

Çavkanî 1. Nameya mîrlaw Sîsîyanov ji bo serekê kurdên Êrîvanê Huseyn axa, ya 24ê tîrmehê sala 1804a, hejmar 345……..

Çavkanî 2. Bangawazîya maqûl Paskêvîç berbi binecîyên herêmên Tirkîyê…

Çavkanî 3. Gazîya maqûl Paskêvîç ya 11ê çileya paşin sala 1829a……………

Çavkanî 4. Berbirîbûna maqûl Çêrnîşêv berbi maqûl Paskêvîç ya 30ê çileya paşin sala 1829a, hejmar 40………….

Çavkanî 5. Daxaznama Pêtros Xazarov ji bo maqûl Paskêvîç ya 17ê çileya pêşin sala 1830î………

Nameya Mîrze axa ji bo maqûl Paskêvîç ya 22ê gulanê sala 1830î…………….

Dokûmêntên hêna şerê li Rohilatê yê di salên 1853-1856a da

Çavkanî 6. Malûmatîyên derheqa kurda da, ku 5ê tîrmehê sala 1854a bi fermana gênêral Rêada hatine amadekirinê……….

Çavkanî 7. Nameya serhing Lorîs Mêlîkov ji bo qumandarê alaya li ser sînorê Kavkazê-Tirkîyê, mîrlaw Bêbûtov, ya 9ê çirîya paşin sala 1854a, hejmar 301, ji Alêksandropolê……..

Navnîşa mêdalyayên, ku serhing Lorîs Mêlîkov di dema rasthatin û hevraxeberdanên xwe (li Kizil-Kilîsê, 2ê çirîya paşin sala 1854a) bi serleşkerê kûrtîna Qasim xan, bi serekên hevalbendîya kûrtînên, ku li Tirkîyê dijîn, bela kirîye……..

Çavkanî 8. Nameya serekê alaya Êrîvanê ji bo Yezdanşîr, ya 20ê tebaxê sala 1854a……….

Çavkanî 9. Bangawazîya serekê alaya Êrîvanê ji bo kurdên paşalixa Wanê…………

Çavkanî 10. Nameya serekê alaya Êrîvanê ji bo serekê eşîra kurda – Heyderîya Şêx Ubêt………..

Çavkanî 11. Nameya serekê alaya Êrîvanê ji bo rîspîyê kûrtînîya Derwêş beg………

Çavkanî 12. Nameya serekê alaya Êrîvanê ji bo rîspîyê kûrtînîya Şêx Ebdila……….

Çavkanî 13. Gazîya serekê alaya Êrîvanê berbi kurdên Dîyadînê…….

Çavkanî 14. Nameya serekê alaya Êrîvanê ji bo serekê eşîra celalîya Mûsa beg……

Çavkanî 15. Nameya rîspîyên kûrtînên li şaristanîyê ji bo serhing Xrêşçatîskî………..

Çavkanî 16. Nameya mîrlaw Dolgorûkov ser navê gênêral Mûravyêv, ya 6ê nîsanê sala 1855a, hejmar 163…………

Çavkanî 17. Bangawazîya gênêral Mûravyêv ji bo hemwelatîyên Tirkîyê, ya 26ê gulanê sala 1855a…………

Çavkanî 18. Bangawazîya gênêral Mûravyêv ji bo hemwelatîyên Tirkîyê, ya 16ê tîrmehê sala 1855a…………

Çavkanî 19. Firsendên, ku gênêral-adyûtant Mûravyêv bi kar anîne bona kurdên koçer yên paşalixîyên Wanê û Mûşê bîne alîyê me…….

Çavkanî 20. Nameya serwêrê konsûlxana sereke li Tewrêzê Xanîkov ji bo gênêral-lêytênat Bêbûtov, ya 16ê çirîya paşin sala 1855a, ji Tewrêzê……..

Çavkanî 21. Qanûnên bona serkarîkirina qebîlên eşîra kûrtînîya, ku bi fermana gênêral-adyûtant Mûravyêv hatine amadekirinê û 30ê çirîya paşin sala 1855a ji serhing Lorîs-Mêlîkov ra hatine şandinê………….

Dokûmêntên hêna şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da

Çavkanî 22. Bergirtina (kopîya) nameya konsûlê Erzurumê ji bo baylozê li Konstantînopolê, ya 17ê tîrmehê sala 1875a, hejmar 118……….

Çavkanî 23. Jêdera ji nivîsên şêwrmendê konsûlxana li Erzurumê Voînov (ew di salên 1876-1877a da bi awakî surî casûsê eskerî bû li Erzurumê) ji bo gênêral Dûxovskî, ya 24ê adarê sala 1876a.

Çavkanî 24a. Nivîsa derheqa kurdên Botanê da, ku şêwrmend Îvanov ji bo konsûlê berê li Erzurumê (lê van demên dawî ew konsûlê li Helebê ye) amade kirîye………

Çavkanî 24b. Nameya serekê alaya Êrîvanê gênêral Lazarêv ji bo gênêral Pavlov, ya 13ê adarê sala 1878a, ji Êçmîadzînê…….

Çavkanî 25. Nameya sergirtî ya gênêral-adyûtant Îgnatyêv ya 23ê çirîya paşin sala 1876a……..

Çavkanî 26. Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo gênêral Pavlov, ya 2ê çileya pêşin sala 1876a, hejmar 82. Derheqa rewşa kar û barên me bi rêxistinên Kurdistanê ra……..

Çavkanî 27. Jêderên ji nivîsên çawîş Harûtyûnov û nameyên Karkmazyansê ermenî ji Qersê…………

Çavkanî 28. Jêderên ji xeberdana gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo mîrlawê mezin, Împêratorê Mezin, serekqumandar, ya 19ê çileya paşin sala 1878a, hejmar 39…….

Çavkanî 29. Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo gênêral Şêlkovnîkov, ya 19ê çileya pêşin sala 1877a, hejmar 51, ji Qersê……

Çavkanî 30. Jêdera ji xeberdana gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo mîrlawê mezin, Împêratorê Mezin, serekqumandar, ya 4ê çileya paşin sala 1878a, hejmar 11, ji Hesen Kelê……….

Çavkanî 31. Nimûneyeke belgokê (belevok), ku di nav hemwelatîyên Tirkîyê da hatîye belakirinê, herweha di nav kurda da jî, di dema şerê di salên 1877-1878a da…….

Çavkanî 32. Qanûnên bona amadekirina bêlûka (taxbûr) siyarî ya alîkar ji qebîl û eşîrên, ku sal donzdeh meh li zozana di kona û qijleya da dijîn……………..

Çavkanî 33. Navnîşa eşîretên kurda û ereba yên pirî-hindikî bi nav û deng, ku li Tirkîyê dijîn, bi destnîşankirina van malûmatîyan va: wana çiqas alayî amade kirine, di alaya hemîdîya da çend siyarî hene, salixên derheqa wan cî û wargeha da, ku serekeşîrên kurda û alayên wan lê dimînin, navê çend serekeşîrên kurda yên bi nav û deng û h.w.d…………..

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev