Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî

Em dest bi çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me dikin. Berhema pêşin me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî

Êposa cimeta kurmanca

Berev kir û hazir kir H. Cindî.

  1. KULIKÊ SILÊMAN

Ew Silêman berê ew jî kurapê Emer axa bu. Îcar ew ji ba Emer axa xeyîdî, rabû çû nava ereba: bal Hesê Dûdê, bû xulamê wî.

Îcar nava ereba talan, tirs bû, wekî diketin pey talana vedigerandin. Îcar ew Silêman qoçax bû: navê wi derket. Îcar xelqe mîrê ereba gava zarê wana digiryan, digotin: “Hişbin, Silêman hat”.

Weki Silêman hat wêderê, qîzekê navê wê Werdek bû, qîza Hesê Dûdê. Rabû qîza xwe da Silêmînra: Silêmîn bû zavê Hesê Dûdê.

Sala wî wekî temam bû, jêra kurek bû: îcar hatin oda Hesê Dûdê, mizgînî dan, wekî, “Navê nevyê te çi daynin!”

Yek got: -Elî!

Yek got: -Husêyîn!

Herek ji xwera navek lêkirin.

Hesê Dûdê go: -Silêmîn, tu navê kurê xwe bi eşq û dil çi datînî?

Go: – Navê kurê min xwedê daniye!

Go: -Çi navî?

Go: -Kulik!

Du salê wî wekî temam bû, jêra kurek jî bû. Dîsa hatin heryek navek lêkirin. Dîsa Hesê Dûdê ji Silêmîn pirskir, go:

-Navê kurê xwe çi datînî?

Go: Xwedê daye, navê wî jî Kerr!

Îcar ma wekî kurê wî bûn 4-5 salî, îcar rabûn nava kûçêda geryan; serê zara şkênandin. Bavê zara hatin cem Silêmîn, şikyat kirin, gotin:

-Heyran, kurê me ho dewar nînin, em girêdin, tembî bike kurê xwe, bira li zarê me nexin.

Îcar ma êvarê, weki kurê wî hatin malê, go: -Kûro, we îro serê çend zara şkandye?

Go: -Me serê sê, çar heva şkênandye!

-A, go, sivê lêxin, serê neh-deh heva jî bişkênin.

Sibê kurê wî rabûn, kûçêda lêxistin serê neh deh heva jî şkênandin.

Îcar bi gundîtî hatin bal şkyat: -Emê yan ji gund barkin, yan em ji destê kurê te nikarin bikişînin.

Silêmîn êvarê xezûrê xwera got: -Ezê barkim!

Îcar Hesê Dûdê go: -Seva çi bar dikî?

Go: -Nevyê te hela zarunin, serê neh-deh heva şkênandine, sivê mezin bivin, lêxin, wê rojê yek-dudu bikujin, ezê lap batmîş bivim.

Rabû ji wê derê barkir. Cav hate Emer axara go: – Ji mala ereba barkir!

Emer axa rabû, çû pêşyê: koça wî anî danî nava gund.

Îca ma salek dudu, Silêmîn ji Emer axara go: -Gundek bide, rabim têda rûnêm!

Gundek jêra dayê, îca ma, Silêmîn wekî gund çêkir, têda rûnişt. Salik ma, Silêmîn mir. Silêmîn mir, îdî herdu kurê wî gihîştbûn, bira bisekine wêderê, em bên dora Emer axa.

Îca qîzeke Emer axa heye, navê wê Perîşane. Îcar mişterîyê wê qîzê êlbat, malbat, herça gire-girê eşîretê lê rabûne xazgînê.

Emer axa qîza xwe ji yekîra neda. Îca Emer axa bar dikir, weki bida malbatara, êlbat bar dikir. Emer axa têda ma şaş, qîza xwe neda.

Îcar Emer axa êvarê ji dîwanê hat malê: duşirmîş bû.

Îca jina wî go: -Xêr be, Emer axa, wekî tu duşirmîş dibî, kesîb wê çi bikin, awqa mal, zêr, zîvê te heye, kerî sûrîyê te heye, bila kesîb here xwe bixeniqîne.

Îcar Emer axa gote jina xwera: -Xwedê ji mera qîzek daye, xwedê ruhê wî nastîne, ez jê xilas bim, ya xwedê ruhê min bistîne, qîzik ji min xilaz be.

Jina Emer axa go: -Emer axa, xwedê ji tera qîzik daye, çawa devê te digere, tu usa divêjî, xwedê ji tera aqil-feraset daye, qîza xwe bi aqilê xwe bide mêr.

Emer axa gote jina xwe: -Vira qet aqil derbaz nabe, mişteriyê qîzê êlbat, malbat, herça gire-girê eşîretê lê rabûne xazgînê. Ez qîza xwe ji yekîra nadim, îca wekî bidim êlbatara, malbat ji min bar dikin, wekî bidim malbatara, êlbat ji min bar dikin, ez têda mame şaş, min qîza xwe neda.

Jinê go: -Xwedê ji tera aqil daye, bişîne, çiqa eşîrat heye, malbat, êlbat temam berev bike, bîne. Gazî Likoyê Bengzade, Bixdo bike, bira li defê zirnê xîne, ferfûr û fîncan ser taxima zêr dayne, yê ku wekî ferfûr û fîncan hilda ser zarê xwe bixwe, here mihîna Bêcan, qenterê devan ji nava êla mîrê ereba, nava heft kurê Hesê Dûdê bîne, Perişan rû bi xal û niîan bi şertê helalî xwedê, bi Şihadî sêsid şêstûşeş pêxembera ji xwera distîne.

Emer axa go: -Jinê, şêr ku şêre, çi jine, çi mêre, aqilê te ji min çêtire.

Gazi kir: anî hat êlbat, malbat, wekî gazî êlbat, malbat kir, anî hat, zurneçî hemîn defê dixin, îca wana gotin: -Emer axa, xwedê xêrke, ew çi fîncane te danye nava dîwanê?

Go: -Qelinê Perîşanê ev fîncane, yê ku eva fînçana qawê hilde bixwe, here mihîna Bêcan, qenterê deva nava hezar heftsid malê ereba, ba kûrê Hesê Dûdê bîne, Pêrîşanê bi şertê helalya xwedê ji xwera distîne.

Ew gire – girê maqûla wekî wê derê rûniştbûn, kesek taqet nekir, fîncana qawê dîsa li orta meydanê ma; dizîkava bin çevava li fîncanê dinêrîn, tirsmîş nedikirin fîncan hildana.

Îca wêderê jina Emer axa gote Emer axa: -Bişîne, Kûlik, Kerro jî bîne, Kulik dibê “ez rimim”, naçime têrrêda, bişîne, ew jî bîne.

Şand anî hat.

Kulik, Kerro wekî hatin, çadira Perîşanê li ber derê dîwanê vegirtî bû, îca Kulik selam da Perîşanêra. Kulik gote Kerro: -Here selamê bide dîwanê, pirske, ew çi dewe. Emer axa, hilde fîncanê bixwe.

Kerr hat selam da, qe pirs nekir, ew çi fîncane. Kerro duşirmîşî aqilê xwe bû, wekî “birê min cahiltî dike, serxweşe, herek xweyê sêsid – çarsid syarî, e çira hildim”.

Kulik hat, dêna xwe da Kerro wêderê ser pîya sekinye, go:

– Tu ne ji dola Silêmanî, dya min Werdek çika tu ber kendalî kê pîj girtye.

Kulik go: -Emer axa, ew çi fîncane?

Go: -Qelenê Perîşanê eva fîncane, jê ku eva fîncana qawê hilde, bixwe, here mihîna Bêcanê, qenterê deva nava hezar heftsid malê ereba, ba kurê Hesê Dûdê bîne, Perîşan bi şert helalîya xwedê ji xwera distîne.

Kulik wekî fîncana qawê hildide, ew xelqê dîwanê usa hevdu şaşitmîş kirin, qeylûnê hevdu pêpeskirin, şkênandin. Gava hespê xwe ji tewlê kişandin, usa hevdu şaşkirin, gemê hespa li devê hespa nedidan, li binê bocka hespa didan.

Îca xelq wekî li dîwanê bela bû, ma Kulik, Emer axa, Kerr.

Kulik gote Kerro, go: Here malê meda cebirxane heye, hilde, tedbîra xulama bibîne.

Kerr çû alîyê malê, ji savar hilda, ji rûn hilda, ji zexîrê hilda.

Werdeka dya wî çûbû serşo, serê xwe dişûşt. Carya wî dizîkava çû elem da Werdekêra, go: -Werdekê, malxiravkir, dadigire.

Werdek kincê xwe êxistbû, wekî serê xwe bişo, wekî ew cav da ji wêra, ew îdî xwe bi solara negîhand, xwe bi gorava gîhande Kerro, go: -Kerro, lawo, xwedê xêrke!

Go: -Xwedê, xêr û şerr tevî hev bûye. Go: -Kurekî usa nes daye ji tera, ne xwedê ruhê wî distîne, ez xilas bim, ne xwedê ruhê min distîne, ew xilas be. Kerro go: -Werdek, Kulik sond xwerîye, sê roj, sê şeva ser pişta Sosikê şaylixî bike, gulle bireşîne.

Werdekê gote Kerro: Lawo, hûn ji minin, yan ez ji weme. Emer axa rêkî usa danye pêşya we, aqilê min nabire, yek ji we bimîne, ji minra here aş, kewranî bike.

Kerro barxane barkir, tebdîra xûlama jî dît, hate ber dîwana Emer axa. Wêderê barxana xwe danî.

Îca dya wî Werdek, dû wîra syarbû, hat.

Emer axa dîna xwe da Werdekê, wekî hat, go: -Kuro, gopalê zîv bavêje ber pîyê Werdekê.

Werdê go:

-Emer axa xêrê nebîne

Belkî dergûş ber milê xwe nebîne,

Genim biçine, zîwan dewsê hilîne,

Cawa li defa hewarê dixîne

Milan û kîkan, box û beranan dicivîne

Ferfûr û fîncanê ser taximê zêrîn datîne,

Kesek taqet nake ferfûr û fîncanê qawê ser taxima zêrîn hilîne

Xên ji Kulikê Silêmîne,

Aqilê Werdeka porrkurr, aqilê wî nabirre ji herdu şêrara.

Îca Emer axa got, go: -Werdê, ez çawa bikim, awqa box û beran hatin, kes fîncana qawê hilneda. Kulik go: -Ez rimim, naçime di têrrêda.

Emer axa tenek li Kulik da.

Kulik gote dya xwe, go: -Tu ji vira diçî, here, yan ezê rima hana usa bihejînim, nola teşîkî ji teşya Mûşê li defa sîngê te bixînim, çar tilî ji pişta te bide der, çi bikim, tu dya minî, te şîrê sipî ji minra daye.

Wêderê Werdek dengê xwe birrî. Wêderê îca Kulik rabû, go: -Kerro, rabe, barxana barke.

Wêderê barxana xwe barkirin; Kulik rabû syar bû, dya wî got, go: -Kulik, lawo, were mere, were mere!

Te şa bîye, zergêd xwe girêda şeş û perre,

Tê çi lewanî, mihîna Bêcan bînî,

Nava hezar heftsid malê di ereba, -kurê Hesê Dûdê bînî.

Çarsid syarê milan û kîkan bive xwera,

Apê teyî Nematê Îsa ew jî bi xayîne tera!

Kerro go: -Kulik, go,tu ji Tewarê dînî,

Tu cahilî, tişta nafemînî,

Tu xeberê xwe dûr û nêzîk dixînî

Ew heye Perîşane, qîza mîr hakimane

Ji linganî topale, ji destanî seqete,

De em diçine welatê xerîba, têne kûştin,

Xûna me hêja nîne.

Kulik got, go, Kerro!

-Ev Perîşane,

Bi nav û bi nîşane,

Xwedê mêr dizane

Qelenê wê rabûye,

Bi garana gundane,

Bi kerî – sûrîyê mîyane,

Bi revoyê hespane,

Bi heft kod şîrê teyrane,

Bi heft bar merê strûyane,

Em diçin welatê xerîban têne kuştin,

Xwedê mêr zane,

Bi xûna me herdu şêran hêjaye.

Kulik hespê xwe ajot, Werdê kete pey Kulik, go: -Kuliko, lawo! Were rê û dirba ji tera bêjim: îro diçî girê Bedelîya (sekin) hişalka teye. Wêderê wekî dibe berbanga sibê, hûn syarbin, bayê samînê radibe, lê dixe, tûmê hewşanê dihejîne, dibe çirpîna karî kar xezala, nebe, tu Sosikê pey bixînî. Deşta girê Bedelîya ji kevirê çeqmaqe, alaf agir dide ew kevera, lingêd hespê we dibirre; hespê we xirab dibin, we ji nava dijmina hilnaynin, karî karxezal ji mêrî – mêrxasra bê ajkin.

Werdek carekê dibê ji para bizvirre, carek dinê dîsa li kurrê xwe zivirrî, hêdî – hêdî ji xwera ajot, dû wana çû.

Kerro ji para vegerrya, go: -Kulik, dya me pey me tê.

Kulik gote Kerro, go: -Herkê dilê te heye tu jî ji para vegerre, here, ez navime baîsizê xûna te. Go: -Dya te tê, silobîtka dibêje, xwe ez venagerrim.

Kerro go: -Kulik dya me tê, rê û nîşana dide nîşanî me, me jê şîrê helal xwerîye.

Werdê hat. Kulik, go:- Dayê, çi dibêjî, bêje, careke din venegerri.

Dya wî go: -Lawo, wekî ji girê Bedelya diçin, diçin deşta golegenîa. Wêderê dîsa heşyarka weye. Wêderê nobet – nobet razên. Nebe hespêd we tewlê xwe bifilitînin, herin ava golegenîa bixun, we ji nava neyara hilnaynin. Go: -Ji golegenîa diçin kanya Heravî.

Dîsa ew roj wêderê disekinin, hesyarka weye! Nebe Kulik, mîrê ereba devêd gewirik ji boy xwedê aza kirye, berdaye çîmanî – mêrga ji xwera diçêrin, herkê hûn devê gewrik bînin, orîna wan diçe li esmana, mêrî ereba dizîkava we digirin.

Werdek dibê; -Lawo, were nîşanê xalanê we bêjim:

Xalanê we heftin

Heft kurê Hesê Dûdêne,

Weke şêrê di xwedêne.

Hespê wanî bozî can – canîne, simkodîne.

Serê meydanê ser bîstûçar bizmara sekinîne,

Guhê wanî kêwrîşkîne,

Navtezî, tuletengîne,

Dêl-bijîyê wan qamçîne

Zînê wanî Mêrdînîne,

Zeng yê wanî hecî – kubeyîne,

Tengê wane tare-tîne,

Devgemê wanî Dîarbekrîne,

Serkelê wanî rexte rişmekirîne,

Kulikê wanî devetûkîne,

Şerê reş hamûdîne,

Ebê wanî Besrayîne,

Solê wanî madanîne

Gîzmê wanî fenerîne,

Nelçê wanî bêncebêlîne,

Kirasê wanî erebîne,

Qilçikê wanî medrûmîne,

Kubara sibêra mil ser milê hevra davêjin,

Toz-xubarê erdê hiltînin.

Teze, were nîşanê xalê we bêjim:

-Xalanê we heftin,

Heft kurê Hesê Dûdêne.

Weke agirê xwedêne,

Çev bi xurîne,

Bêfilê wanî çomaqîne,

Çevhêşînin, lêvê wanî qelişîne,

Şivqelûnê wanî marranîne,

Şerê wanî hedûdîne,

Tûxtnîv ttûnê Sabsûnê hiltîne.

Agirê wanî ji meftene,

Nola gurê sebatê qûlap – qulap ser milê hevra direvînin,

Gava dine hevraza,

Menegîa diniçînin,

Derba jera digihînin, dizgînê menegîa

Ser zendêd xwe dipîçkînin.

Rojê qalme – qalmê giran

Ji eskerî giranra dibe nêrîne.

Gava çavê wana dijminê xwe dikeve,

Çar bira ji meydanê disekinin,

Sê bira jî bira xwera dibin çerxeçîne

Syarê xişîn dixapînin,

Paşî û pêşî jê distînin,

Zergê xwe lêdixin ji zîn tînin,

Hûrt – ocaxê syarê xişîn ditefînin.

Werdek ji para zivirrî, çû. Destûra xwe jê xwestin, hatin, çûn.

Îca wêderê wana ajot gihêîştin girê Bedelîa man. Berbanga sibê bayê samîrê lêda; bû çirpîna karî – karxezala, ber tûmê hewşanê banzda.

Nemet go: -Min qurbana xwe ke, ca, pey wan xezala bikeve!

Kulik go: – Apo, çira ez pey xezala bikevem? go: -Hûn pey xezala bikevin.

Nemet go: -Lawo, go; tu li ser Sosikê syarî, em li çi syarin!

Kulik gote Nemet: -Hûn jî li xûşka Sosikê syarin, li birê Sosikê syarin.

Nemet gote Kulik, go: -Sibe, tuê bi Perîşanê şabî.

Go: -Apo, te tenik li minda. -Pey xezalê ket, ji kevirê çeqmaqa rakir, avêta girê Gew – Gewê, ji girê Gew – Gewê rakir, berîda Arana, ji Arana rakir, berê wî da li Tarana, ji Tarana rakir, avîte çîmana, ji çîmana rakir, avîte Qumlixê, Qûmlix batlix bû, Sosik heta çoka batmîş dibû. Xezal berda xwe xilas kir, ji Qûmilxê rakir, berê wî avîte ber çemê Xêbûrê. Ro li Kulik çû ava; çokan ber xwe hilanî, da orta xwe û xezalê, girt avête ser pişta Sosikê, ajot hat, hate golegenîyê.

Kerroyê birê wî got: -Hûrt – ocaxê te kor be, te wî heywanî kuşt, te qe temya dya me hilneda.

Kulik go: -Kerro can, hê teze guhê Sosikê xûdaye.

Nemet go: -A, mala te xirav be, a ji dera hana girtye anye.

Wêderê êvarê xezal şerjêkirin, xulama ji xwera şîşik çêkirin, xwerin.

Kulik gote Kerrê bira: – Me ku temîyê dya xwe li erdê daye, vê êvarê du – sê sehet miqatî hespa bim, îca wekî ez westyame, îca ezê te rakim, tu ica miqatî hespa be.

Sê sehet Kulik beklemîşî hespa kir, deng li Kerroyê birayê xwe kir, go: -Kerro, tu miqat be, gava xewa te tê, deng li xulama neke, dîsa li min ke.

Kerro qêmîşî birayê xwe nekir, serê xwe danî. Careke dinê Kerro hişyar bû, Sosik tewlê xwe filitandye, çûye ser ava golegenîa, av xwerye. Kerro careke dinê hişyar bû, dêna xwe dayê Sosik tune, idî deng li birajê xwe nekir, pey Sosikê gerrya.

Kulik hişyar bû, dêna xwe dayê ne Kerroye, ne Sosik. Kulik deng li xulama kir, rabûn ew jî pey Kerro ketin, hetanî deşte hatin. Dîna xwe da Sosik ser golegenî werimîye, sekinye. Sosik ji nava avê rakirin, anîn hatin, ji gûhê Sosikê, ji pîye Sosikê xûn berdan.

Îca wêderê Kerroyê birayê wî gelek dilê xwe kir, go: -Çawa dya me, mera teme da, temîyê wê li erdê da.

Kulik gote Kerro go: – Çira dilê xwe dikî, bi sê roja, bi sê şeva, ser pişta Sosikê min gulle reşandye, bira rojdenek here, rojdenek bisekine.

Îca wêderê şovekî kotan hebû: anîn hatin av lê girêdan. Kulik rabû Sosik zîn kir, avît nava wî kotanberî. Meydana kotenberî xilas kir, meydana dinê nikisî:

Kerro go: -Şera kolozê birayê min, ser gerdena braê miraşqitî. Bira aqilê Werda porrkurr ji herdu şerara jêra yek nefilitî!

Wêderê Kulik gote Kerr: -Tu xema mekşîne, min sê roj û sê şeva ser pişta Sosikê şerrkirye, bira rojdenekê here, rojdenekê dîsa birayê te tera bimîne.

Ji wêderê rabûn syarbûn, çûne kanja Heravîa. Sê roj wêderê egle bûn.

Kulik gote Kerro, go: -Vira xan – man çênakin, rave li cerdekê xîne, li talanekî xîne, belkî şerr û merê çê be, wekî em tiştek bikin!

Kerro gote Kulik! – Te me anye cîkî usa, em li kêdarê talan xînin?

Kulik rabû syar bû. Ew mîrê ereba, wekî devêd gewrik aza kiribû, berda bû çîmanî mêrga, Kerro da ber qûnrima anî hat. Orînîa wî çû li ezmana.

Kulik rabû, go: -Kerro, mala te xirav be, eva çi devene, te temîya dya me dîsa li erdê da.

Kulik rabû, Hemdanî ji Kerro stend, syar bû, çû newaleke usa, dîna xwe da wekî bazirganek deve ji wêda tê. Kulik go. -Kuro, ew çi devene?

Bazirganbaşî go: -Tu ji êlê nînî, ji emrê nînî? Nizanî eva çi bazirgane. Go: – Eva bazirgane, kelene – kevcîne. Emê bivin herin şîranya qîza mîrê ereba ya kurê Hesê Dûdê.

Kulik go: -Lawo, usa nebêjin, bêjin, kelene hem kevçîne, emê bivne herine şîranîya Kulikê Silêmîn ya Perîşanê.

Bazirganbaşî go: -Te xwe şaş kirye?

Kulikê Silêmîn demançîk dudu ser wan agir kir. Bû qîrîna bazirganbaşî, çya revîn. Kulikê Silêmîn bazirgan kişandan hat. – A, go, Kerrê bira; meriv talîn ha tîne.

Sibe bû, bi tav danêra, dêna xwe da wekî hespekî destê mêrkekî wê tîne ser avê.

Kulik go: -Kerro, rabe, go here hespê hana, go, hespekî pake, ji destê wî bistîne bîne!

Kerro gote Kulik, go: -Çira ez teyrim, ser wê berêra banzdim.

Kulik gote Kerro, go: -Tu cewêd ava dikî ber, tu ji ne dola Silêmînî, go, ca tu hespê bide birê xwe, ezê syar bim.

Wêderê syar bû.

Walo heye, ew birazîyê mîrê erebane, ji mîrê ereba xeydîye hatye ji wî çemi derbaz bûye, li wî alî avê.

Kulik syar bû, ajote ber çadira wî, jina Walo meşk dikila. Kulik got: -Çikanî, hinekî çeqilmast bixum.

Walo bin orxana bin çevada dinêrî. Jina Walo çeqilmast da Kulik, vexwer, destûr ji jina Walo xwest, ajot, çû. Jina Walo gote Walo, go: -Ew Kulikê Silêmîne, wekî divêjin, ew Kulikê Silêmîne.

Walo go: – Hişbe, keçê, Kulikê Silêmîn wekî bizanbe, em pizmamê mîrê erebane, wê bê me bikuje.

Kulik ajot çû ber çem, gote wî merivî, wekî hesp anîbû ber çem, go: -Birazî, go, buhurrê çem kîjane?

Ew meriv hilda go, go: -Apo, tu jî ne ji êlêyî, ne ji emreyî?

Go: -Welleh, lawo, ez ji êlême, ji qewmême, wekî cerda Kulikê Silêmîn li talanê mîrê ereba daye, îro sê roje ser çevê minra buye ximam û dûman, min xwe şaşkirye, nizanim buhurr kîjane.

Îca meriv got, go: -Buhurr hê jora hane.

Kulikê Silêmîn gem ji devê Sosikê rakir, go: -Ez hetanî herime wê jorê, ewê hespê ji destê min xilaske. Hespê xwe li şetê da. Hesp rabû çû derbazî wî alî avê bû, go: -Kuro, ew çi hespe, te anye ser avê?

Careke dinê gede got: -Apo, tu…

Go: -Lawo, ji êlême.

Gede go: -Eva mihîna Bêcane.

Kulik go: – Kurro, derewa meke, mihîna Bêcan nîne. Mihîna Bêçan bi kefîl, bi demane, bi kilît û mifteye, bi kirasê şerîne. Kûlik carke dinê dîsa got: -Mihîna Bêcan, qîza mîrê ereba tîne ser avê.

Gede gote Kulik: -Îşev dewat bû, qîza mîrê ereba wekî ji dewatê hatibû, raza bû, qêmîşkirin, ji xewê ranekirin, îca min aniye hatye ser avê.

Kulik got: -Wekî derewa nakî, hela kilît miftê wê veke.

Vekir, dêna xwe daêda, mihîna Bêcane. Got – Kuro, de îcar kilîtke, kirasê şel kilîtke. Go: -Ez Kulikê Silêmînim, here bêje mîrê ereba, min devê maka wî… xelqê alemê çar bar kapek jêra hiştye rû dinyaê. Sosik bin minra xirav bûye, ya minê bata ber derê çadira wî, minê meydanek ha bida, yek jî ha bida. Minê rimekî li defa sîngê wî xista. Minê mihîna Bêcan ji nava çadira wî banya bahata. Bêje mîrê ereba, em li kanya Heravîya dimînin, wekî tê, bira barekî giran bê.

Kulik mihîna Bêcan anî hat, wekî anî hat, Nemetê apê wî go:

-Kulik, te qenterê deva wî anî hat, de îca rave, syar be, em herin.

Kulik gote apê xwe: -Ez herim, mîrê ereba wê bêje “Min devê dîya wî… bi dizîkava hat, çû”. Kulik got: -Ez heta şerrekî giran nekim, naçim.

Dya Kulik, Werdek ji berê melle çev avîtibû. Werdekê go:

-Eva kaxeza hana didime terra, bive ji birê minra, wekî Kulik hat, mihîna Bêcan tîne, pey Kulik mekevin, wekî pey jî dikevin, ew rêkê herin, hûn jî rêke başqe bajon, pey wî neçin.

Melle rabû, rojê du sehet erd çû, go: -Kulik, Kerro bêne kûştin, wekî ez dya wî bistînim.

Eskêrê mîrê ereba jî rabû bi kurrê Hesê Dûdêva. Eskerê wana ji wêda hat, weke heft hezara.

Kulik dêna xwe da wekî eskerekî giran hat.

Melle wî çaxî kaxez paşê dibe dide destê kurê Hesê Dûdê.

Kurê Hesê Dûdê divê: -Melle, ez devê te… te kaxez danya, berêda banya. Rabûn serê melle jêkirin.

Kerro gote Kulik, go: -Te dît me çi şixulekî giran kir.

Kerr gote Kulik:

War gelî ha bibim gelî,

Eskerê lawê Hesê Dudê hatin bi kevir û bi xwelî.

Bira aqilê Werdekê jêra nebirre yek ji şêra zivirrî.

Kulik gote Kerro:

Ez Kulikim, Kulikê Silêmînim

Min sond xwerye, bi qeyd bi emînim,

Ezê sê roj, sê şeva gule zirîc nava wanda bireşînim.

Xwedê mêr dizane, kuştina birê te heye, reva birê te tunîne.

Kerro got:

Ez Kerrim, ezim, dîsa ezim,

Min sond xwerye ser biraye xwe

Tême kuştin, ne direvim, ne dibezim

Şêrê berîya jêrîn çerqefes ezim

Axirsongî qesasê heft lawê

Dûdê ezim.

Kulik gote Kerro, go: -Here peşya xalanêd xwe, berê bêje bi xaltî, bi xarztî, herkê nebe bi xaltî, bi xarztî: -Kulikê bira hezar heftsid syarê namdar ji we dixweze, paşê bidine pey min û Kulikê bira vî hevrazî.

Kerro gote Kulik: -Were, tû meydanekê bide Sosika xwera, çika çawane.

Meydanek da Sosikê, Sosik bin Kulikda nikisî. Kerr go:

Hingî felek yar bû,

Sosik bin birê minda teyarbû,

Felek berî guhast

Sosik hin birê minda xirav bû.

Kulik gote Kerro: -Tu xema mekişîne, min sê roj û sê şeva ser pişta Sosikê şerrkirye, rojdenekî Sosikê here, rojdenekî bira bimîne.

Eskerêd lawî Hesê Dûdê hatin, ajotin pêşya Kulik. Kulik ajote peşya xalê xwe, Kulik rimekî li xalê xwe da, xalkî xwe kuşt. Xalê wî revîn, cewekî mezin kete ber wan. Hespêd xalê wî cew xilaskirin, Kulik jî Sosik ajot, Sosik bi Kulikva ketine wî cewîda, cew xilas nekir. Her şeş xalê wî lê vegerryan, herek donzde zerg lêdan.

Kerro dêna xwe da wekî Kulik birîndar bû, Kulik rabû, çû ber dar, pişta xwe da dar, xwera rûnişt. Kerro esker qirrkir, hate ser Kulik, go: -Kulik, qe çawanî?

Go: -Kerro, xalekî min piçûk zergekî pişta min daye, dilê min hevek sançu dide.

Kerro ajote ser xalêd xwe, pênc xalêd xwe kuşt. Xalê xweyî piçûk girt anî hat. Go: -Kulik, pênc min kuştye, yek jî te kuştye, evê piçûk jî tu bikuje.

Kulik lê vesû (hêrs hat) go: -Tu meriv nebûyî, te çira her şeş xalê min kuşt, te bera çar bikuşta, bera sisê bisekinyana, sibê em cava dya xwe çi bidin. Te evê piçûk wekî girtye, anye hatye, berde bera here, xelqê mîrê ereba mîrata wan nexwe.

Wêderê Nemet, Kerro û yê mayîn li Kulik civyan. Kulik go: -Ca Sosikê ber min bikşînin, bivin – bînin. Kulik şûrê xwe kişand, avête herçar pê Sosikê birrî.

Kerroyê birayê wî go, go: -Lawo, tuyî teker bûyî, te Sosik bi min nedida, te çira pê Sosikê birrî.

Go: -Lawo, we Sosik bi perxêla nikarbû bibira, xelqê mîrê ereba wê Sosik bikirana kerê bêrîyê, her roj minra mirin bû.

Anîn hatin gîzmêd Kulik kişandin, wekî xalê wî heryek donzdeh zerg lê dabûn; hûr û rûvîyê wî tijî gîzmê wî bûbûn. Kulik temeda, go: -Lawo, ezê dimirim, go, min develokê pêşin bar dikin; milê minî hanê rastê bihêlin tenişta min; dya min wekî hat, ez têda nîvim, wê xwe bîkuje.

Bira destê min ha tenişta deva here bê, bira bêje temîya Kulike “Dayê, megirî, dinya ha tê, ha diçe”.

Kulik mir.

Kulik anîn hatin lokê pêşin barkirin.

Cab çû ji Emer axara, Kulik mihîna Bêcan jî anî, qenterê deva jî anî, mizgînî çû ji Werdêra, hilda du dest def û zurne, hat pêşya Kulik. Dêna xwe da, wekî Kulik têda nîne; Kerro jî wê mede nav syarada, go: -Kuro, dengê defê bibirrin, dêna xwe da destê Kulik tenişta devê ha diçe, tê, go: -Ez kurkim, eva temîya Kulike. “Dayê, megirî, dinya ha tê, ha diçe”. Anîn cinyazê wî li dîwana Emer axa danîn.

Emer axa go:

-Werdekê, porrkurrê, nemayê.

Kulik koranî çevê min û tedayê,

Hûrt caxê me da bayê.

Îcar Werdek, go, go: –

Belkî serê sebeba xêrê nebîne,

Belkî birê min war unda bin,

Kurr dû unda bin,

Dergûş milê xwe nevînin,

Genim biçinin, zîwan dewsê hilînin,

Çawa Kerroyê lawê min ser minda dilşkestî dişînin.

Îca Nemet go:

-Her wîsa, her wîsa,

Qeytanê dora kîsa,

Birra Kulikî box û beran bû,

Efatî syar bû.

Yê ku mêr kuştye, mihîna Bêcan, qenterê deva anye Nemetê Îsa.

Ew jî seba kurrekî xweyî kûtxurî dike, wekî Perîşanê bive ji kurrê xwera.

Kerro go:

-Deşta mîrê ereba bi çem û kanî,

Min her şeş xalê xwe raqetandin ji meydanê,

Serê her şeş xalê xwe jêkir,

Heyfa Kulikê bira destê xwe hilanî.

Perîşanê go:

-Werdeka porr kurê, nemayê,

Dilê minî bi kulî birîne,

Serê sebeba xêrê nebîne,

Birra Kulikî box û beran bû.

Mêrî – mêrxas bû,

Kulik çû. Kerro dewsê xweş bimîne.

Werdek rabû def û zurne anî hat, dewata Perîşanê û Kerro kir.

Got Edo Gêvorgyan, 48 salî, ji Patnosê li ser wilayeta Erzirûmê, nexwendîye, zane kurmancî û tirkî. Niha li nehya Aştarakêda dimîne, li gundê Axsê. Gelek beyt û klamê kurmancî zane.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev