Pêwendîyên kurdan û ermenîyan yên sazbendîyê -1

Pêwendîyên kurdan û ermenîyan yên sazbendîyê -1

Xwendevanên delal, em destpê dikin gotara zaneya sazbendîya kurdan, doktora hunermendzanîyê Nûra Cewarî bi 3 beşan va çap bikin. Kerem bikin, beşa pêşin bixwînin.

Nûra Cewarî,

doktora hunermendzanîyê

Çiqas jî hukumet û serokên wan bi navê welatperwarîyê şerê hev dikin, ev gelên cînar yên bi sedan salan dikine dijminê hev, pirsên olî tûj dikin, dîsa jî gel û mirovên dilpaqij dostîya xwe didomînin, qedirê hev digrin, pêwendîyên baş çê dikin.

Nimûneke dostîya gela ya baş jî dostîya kurda û ermenîya ye, ku ji kûraya hezar salan tê û heta îro jî berdewam dike. Cûrekî dîyarbûna wê dostîyê jî pêwendîyên sazbendîyê ne. Ew pêwendî berî gişkî di stiran û miqaman da dîyar dibin, ka nonerên gelekî çawa berbirî çanda gelê cînar bûne, çiqwasî di gotar, lêkolîn û pirtûkên xwe da cîh dane çanda wan, di wê berbirîbûnê da ka dilxwezî û qencî çiqwas bûye?

Lêkolîneke Hecîyê Cindî, ku di salên 50-î da li Yêrêvanê bi sernivîsa “Dîyarbûna pêwendîyên ermenîya û kurda yên dostîyê di nav folklorê da” çap bûye. Ew lêkolîn ser pirsên pêwendîyên dostîyê yên di navbera herdu gelan da ne, ku di folklorên wan da tên ber çavan. Gotara me, bi malûmatîyên nû va, peyhatina wê lêkolînê ye. Ev lêkolîn wê bibe binaxeke baş ji bo bi zanyarî nivîsara dîroka pêwendîyên kurda û ermenîya yên çandeyê, ku bi nimûnên xwe yên dostanîyê û mirovatîyê va hêjayî guhdarîyê û naskirinê ne.

Em ji wê yekê destpê bikin, ku herdu gel cînarên hev yên hezarsalan bûne. Çiqwasî jî ji neyarên van herdu gelan ra li hev hatîye pir caran dijminayê bikine navbera wan, dîroka pêwendîyên wan pir aloz bûye, lê dîsa jî heta îro jî li pir deran kurd û ermenî di nav hev da dijîn, bawerîya xwe bi hev tînin, bi zimanên hev dipeyivin, stiranên hev distirên, govendên hev direqisin.

Ji nav ermenîyên dora gola Wanê, ku baş destanên kurdî zanibûne, folklorîstê ermenîya yê bi nav û deng S. Haykûnî di destpêka sedsala me da 28 şaxên destanên kurdî berev kirine û di “Berevoka Êmînîyê ya Êtnografîyê”-da li Moskvayê sala 1904-a çap kirine. Destan hey bi kurdî, hey bi ermenî hatine gotinê. Di vê berevokê da usa jî 13 stiranên destanên kurdî, ku klasîkê sazbendîya ermenîya Komîtas notayên wan nivîsîne, çap bûne.

Tiştekî hewaskar e, ku S. Haykûnî ev destan ji zarê ermenîya nivîsîne, yên ku bi zmanê kurdî zanibûne û karibûne him bêjin, him jî bistirên. Eva prosêsa di nav folklorê da tiştekî normal e. Nimûnên folklorê jî gelekî derbazî nava gelên cînar dibin, li wir cîwar dibin, gele cara jî reng û rûyê xwe diguhêzin, bi zmanê cînar, an jî bi du zmana têne gotin û stiran. Bi vî teherî, çend destanên îranîya û tirka derbazî nav kurda bûne û bûne pareke folklora me. Ji bo nimûnê: “Şaxên kurdî yên destana “Kor-oxlî”, “Şaxên kurdî yên destana Rostemê Zal”, ku Hecîyê Cindî li Yêrêvanê di salên cihê-cihê bi lêkolînên zanyarîyê va tevayî çap kirine. Bi vî teherî, destanên kurdî jî derbazî nav ermenîya û gelên cînar yên mayîn bûne.

“Berevoka Êmînîyê ya Êtnografîyê” bi dengnivîsarên Komîtas va bo lêgerîna destana bi rastî berhemeke dewlemend e û hêja ye, ku bi zanyarî bê lênihêrandinê.

Nimûnên folklorê, ku bi du zmana hatine gotinê, stiranê, usa jî di berevokên sazbendzanê ermenîya yê navdar S. Mêlîkyan da li Yêrêvanê di salên cihê-cihê da çap bûne.

Xênji wê yekê, ku nimûnên folklorê ji gelekî derbazî gelê cînar dibin, pir cara çîrok û serhatîyên nimûnên folklorê yên herdu gela jî mînanî hev in. Ewana ew çîrok û serhatîne, ku ser bûyerên dîrokî yên nêzîkî ruhê herdu gela hatine gotinê.

Binaxa stirana kurda ya dîrokî – “Serayê” serhatîya bi nemamî kuştina mîrê êzdîya – Şêx Mîrze da ye. Sultan Reşîtê tirk gazî Şêx Mîrze dike bal xwe. Şêx Mîrze nemerdîya sultan Reşît texmîn dike û caw dike, ji wî ra şûrê wî dikine nav kûpê mast û usa derbazî bal wî dikin. Lê şûr di nav mast da xam dibe. Wexta qewazê sultan Reşît davêjine ser Şêx Mîrze, ew bi tenê 12 qewaza dikuje, lê sed mixabin, ku şûr di destê wî da dişkê. Gava qewaz dibînin ew destevala maye, carekê jî êrîş dikinê û dikujin. Stiran bi cûrê dîyalogê hatîye hûnanê; hey xeberên stiranbêj in, hey yên Şêx Mîrze ne û hey yên sultan Reşît in:

Ax, de bê Serayê, ha Serayê.

Wey lê xudê avakirê,

Tê da nayê dengê borî-borîstana,

na welle dîsa sewta mîrê şêxa – Şêx Mîrzeyê.

Ax, de bê Serayê.

Wezê sera bavê Melo dinhêrim li vî destî,

Wezê sera Şêx Mîrzeyê dinhêrim li vî destî,

De Şêx Mîrzeyê serekê meydanê sê denga kire gazî,

Go: – Sultan Reşît, minê goveka dînê te rezîlkiro,

De minê xencerekê girêdaye, zilfî zîv e, qevze hestî,

Minê kela Emenê donzdeh qewazê te kuştine,

Qewazê sêzda – qevza xencera min şikestîye.

Wezîro, şêxo dîno…

-Axao, êla te reviya, te reviya,

De wê berê xwe dayê zozanê Kîkan û Milan.

Şêxo dîno…

De Şêx Mîrzeyê serekê meydanê sê denga kire gazî,

Go: – Sultan Reşît, minê goveka dînê te rezîlkiro,

Êla min ne reviya, ne reviya,

Êla min berê xwe daye zozanê Şengalê nava êzdîya,

Şêxo dîno.

Stiran sala 1983-a di berevoka me ya bi sernivîsa “Stranêd kurdaye cimaetiyê”-da li Yêrêvanê çap bûye.

Binaxa stirana ermenîya ya dîrokî-mêrxasîyê “Mokas-Mîrza” (“Mîrzeyê Moksê”) serhatîke usane, tenê bi wê ferqê, ku dijminê Mîrze hey paşayê kinik e (kolod paşên), hey Mehmûd beg e. Serhatîya stirana ermenîya ji xeberên stiranê eyan dibin. Di stiranê da tê gotinê, ku şeva roja înîyê û berbanga roja şemîyê namek ji bajarê Cizîrê tê. Di namê da “paşayê kinik” Mîrzayê Moksê gazî cem xwe dike. Mîrza diçe û nemerdî tê kuştinê. Ev nimûna di nav stiranên ermenîya da wek stirana qedîmî ya mêrxasîyê ya tek-tenê ye.

Di nav malûmatîyên dîrokî û êtnografîyê da em rastî navê Mîrze tên, yê ku bi texmîna me ew Mîrzeyê mêrxas e, ku derheqa wî da kurd û ermenî distirên.

Êtnografê ermenîya yê eyan Garêgîn Srvanstyan di nivîsa xwe ya “Hnos û noros” da (“Kevn û nû”) derheqa şerê şêxê êzdîyên Moksê- Mîrze û Keşîş Poloyê ermenî (kahana Poxos) dijî dewleta tirka li Sêgirê û Redowanê bîr tîne. Bi bawerîya zanyar ew bûyer sala 1820-î pêk hatîye (G. Srvanstyan, “Hnos û noros”, Konstantînopolîs 1871, rûpel 155-186). Ronakbîrê ermenîya yê bi nav û deng Xaçatûr Abovyan jî di gotareke xwe da, ku di sala 1845-a çap bûye, ew şer bîr anîye (X. Abovyan, “Berevoka berhema ya tam”, cilda 8-emîn, Yêrêvan, 1958, rûpel 260). X. Abovyan pêra jî bi tîpên ermenî têksteke stirana kurdî ya di derheqa wî şerî da tîne.

Mêrxasê di stiranên herdu gela da jî Mîrze ye, lê navê serokê tirka hey sultan Reşît e, hey paşayê kinik e, hey Mehmûd beg e. Şêx Mîrze, Mîrzeyê Moksê dijî dijminê herdu gelan şer kirîye, bûye hizkirîyê herdu gelan jî û herdu gelan jî stiran avîtine ser wî.

Bi serhatîyên xwe va usa jî stirana kurdî “Cibrî” û stirana ermenîya “Arnos” nêzîkî hev in. Di herdu serhatîyan da jî şertên civakî dibine sebebê bextreşîya keç û xortên bengî. Di stiranan da keçika bextreş, ku bê dilê wê dane yekî, him dergûşa xwe dihejîne (radizîne) û him jî bi stirankî bi lawkê xwe ra (ku ji bo dîtina wê şivantîya mala bavê wê dike) dipeyîve, dide femkirinê, ku wê birevîne.

De lûrî, lûrî, lûrî, lûrî, lûrî, lûrî, lûrî,

îşev şev e, dilê min ra şev şilî ye,

Guhêra pezê êtîmî av herî ye,

Şev nêzîk e, riya min dûr e,

De tu rabe min birevîne,

De bira bextreşa xwasîya min

Destê êtîmê min bigre nava malê bigerîne.

De lûrî, lûrî, lûrî, lûrî,

Kulê kuşto, kulê biro…

Stiran dîsa di berevoka me ya jorgotî da çap bûye. Stirana “Arnos” di berevoka “Hayrênî yêrgêr” (“Stiranên wetenîyê”) sala 1980-î li Yêrêvanê çap bûye.

Cîwarbûna nimûnên folklorê di çanda gelê cînar da, qedandina wan bi zmanê cînar, an jî bi du zmana mînakîya naveroka stirana, pêwendîyên folklorê yên mayîn jî pêşda tînin, ewên ku bi teherên sazbendîyê va – bi întonasîyona, bi awazan va dîyar dibin.

Eger em berevokên stiranên ermenîya û kurda, ku di demeke nêzîk û li erdekî hatine hazirkirinê û çapkirinê, himberî hev bikin, emê gelek nimûne û întonasîyonên stirana yên nêzîkî hev bibînin. Di derheqa wan mînakîyan da carna di pêşgotinên berevokan da jî hatine nivîsarê. Di pêşgotina berevoka stiranên ermenîya ya “Hayrênî yêrgêr” da di derheqa nêzîkaya çanda herdu gelan da hatîye gotinê. Çend nimûnên berevokê û bi taybetî stiranên ji du para – “Yot or, yot gîşêr” (“Hevt roj, hevt şev”), “îrikmi ûnîm” (“Mêrekî min heye”) û çendên mayîn gele nêzîkî stiranên kurdî ne.

Di pêşgotina berevoka me ya “Stiranên kurdîye cimaetîyê” da, ku sala 1983-a çap bûye, me navên wan stirana daye, yên ku nêzîkî stiranên ermenîyan e, wek “Xerîbê”, “Çuxnarincî”, “Serşo”. Hersêk jî stiranên şaya ne. Dengbêjê herdu stiranên pêşin ew stiran ji wan ermenîyan bihîstine, ku bi zmanê kurdî stirane, stirana sêyemîn me ji dengbêjê ermenî nota nivîsîye.

Sala 1984-a li Yêrêvanê berevoka stiran û miqamên ermenîya ya “Têlîn” çap bû. Têlîn – ew navçeke Ermenîstanê ye, li ku tevî ermenîyên ji Sasûnê hatî usa jî gelek kurd dijîn. Di derheqa stiranên sasûnîya da folklorîstê ermenîya yê nav û deng Karo Mêlîk-Ohancanyan ha dinvîse: “Li bal sasûnîya axavtina kurdî, stiran û destanên kurdî weke zaravê Sasûnê ketine nava debê. Xasima destan bi kurdî têne sêwirandin. Ew bi giştî bi zmanê kurdî distirên, carna jî bi ermenî…”. (K. Mêlîk-Ohancanyan: “Folklora Sasûnê û Aparanê di stiranên Sp. Mêlîkyan da”; gotar di “Mûzeya Edebîyat û Çanda Ermenîstanê” da tê parastin.

Di berevoka “Têlîn” da mînakî hê gelek in. Mesele, stirana “Wey lo, lo” ew stirana kurdî – “Keleşo” ye, ku di nav kurda da gelekî belabûyî ye û di dema xweda K. Zakaryan, S. Gasparyan, N. Cewarî û C. Celîl di berevokên xwe yên stiranên kurdî da çap kirine.

Stirana “Lûrkê” jî di nav kurda da gelek belabûyî ye û dîsa jî di berevokên kurdî da gelek cara çap bûye. Di berevoka “Têlîn” da ew stiran bi sernivîsa “Meyrokê” çap bûye.

Di berevoka “Têlîn” da stiraneke şînê (nivatineke şînê) heye, ku xûşka nivîskarê ermenîya yê bi nav û deng Hraçya Koçar -Mêrîyê dema şîna birê xwe ser gotîye. Ew stiran bê têkst çap bûye. Di nivîsarnasîya berevokê da em dixûnin, ku stiran bi kurdî hatîye gotinê. Ew stiran bi întonasîyonên xwe va, xwesma nêzîkî stirana kurdî – “Andranîk paşa” ye (Andranîk paşa mêrxasê ermenîya ye, ku tevî hogirê xwe yê kurdê êzdî – Cangîr axa dijî hêzên tirka di salên 1915-1918-a şer kirine).

Nimûnên ha gelek in. Di dema me da stiranên bajarîyê, ku piranî ser têkstên welatperwerîyê, mêrxasîyê hatine hûnanê û bi întonasyonên sade têne stiranê, gelekî belavbûyîne. Bi piranî ev stirana bi têkstên guhastî va ji çanda gelekî derbazî çanda gelên cînar dibin.

Nêzîkbûn û mînakîya stiranên jorgotî bi taybetî di notanivîsaran da dîyar dibin, lê di dema qedandinê teherê qedandinê ser da zêde dibin û rengê stirana têne guhastinê. Eger dengbêj kurd e, stiran wek ya kurda tê pejirandinê, lê eger dengbêj ermenî ye, stiran wek ya ermenîya tê pejirandin.

Herwaha, di navbera çanda kurda û ermenîya da cûrekî folklorê heye, ku taybetîyên folklora herdu gela jî tîne ber çavan.

Bi profêsyonalî têgihîştina sazbendîya kurda û ermenîya û bi karanîna mêtodên lêgerîna yên nûjen, di duarojê da koka her nimûneke folklorî dikare bê dîtinê, her stiranek dikare di nav sîstemên çanda herdu gelên cînar da cîyê xwe bigre.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev