Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pêwendîyên kurdî û ermenkî yên zimên

Pêwendîyên kurdî û ermenkî yên zimên

TÊMÛRÊ XELÎL

XWENDEVANÊN HÊJA!

Me bi sê gotarên di malpera me da çapbûyî behsa wan gotinên kurdî-îranî kir, ku derbazî nava zimanê ermenkî bûne. Vê care emê behsa wan gotinên ermenî bikin, ku derbazî nava zimanê kurdî bûne.

Dîroka pêwendîyên herdu miletên binecî yên hindawropî – ermenîyan û kurdan di hêla zimên da heta niha rind nehatîye lênihêrandinê û lêkolanê. Ermenî û kurd di demên here kevnar da cînarên hev bûne. Lema jî gerekê zimanên wan herdem di nava danûsitendinê û jihevhildanê da bûyana. Ev pirsgirêk heta niha jî ne di kurdzanîyê da, ne jî di ermenîzanîyê da nehatîye azirûkirinê. Bona pirî-hindikî vê kêmanîyê dagirin, em berê xwe bidine kurteçîroka zmanê ermenî.

Di cihanê da zmanê ermenî tê hesibandinê wek yek ji zmanên cihanê yê herî kevnar û zengîn. Di dîroka zmanzanîyê da bi kêmanî 2 hezar sal in ku ew zman heye. Zmanê ermenî di nava malbeta zmanên hindawropî da tê hesibandinê wek çiqilekî cuda û serbixwe. Ermenî (an jî ermenkî) ji alîyê zanyar û keşîşekî ermenîyan yê wê demê herî bi nav û deng Mêsrop Maştos da sala 405an bûye zmanê nivîskî (an jî nivîsarkî). Tiştekî balkêş e, ku Mêsrop Maştos li hêla Mûşê, di gundê Hasêkasê da ji dayka xwe bûye. (Ew gund niha jî heye û navê wî Xasik e). Ew hîmdarê elfabaya ermenîyan wê demê karê xwe yê efirandarîyê li Amedê, Ruhayê (Yêdêsîya berê) û Samsata îro pêk anîye.

Dîroka zimanê ermenîyan pareveyî li ser 3 deman dibe:

1.Grabar, yanî ermenkîya kevnar (sedsalên 5-11).

2.Ermenkîya Navîn (sedsalên 12-16).

3.Ermenkîya nû, yan jî Aşxarhabar (ev zman ku cimaeta sivîl pê diaxive). Du çiqilên vî zmanî hene: ermenkîya rojhilatê û ermenkîya rojavayê. Ev zman ji sedsala 17an xuliqî û heta îro jî berdewam dike.

Pêşdaçûyîna zmanê ermenkî di her dewrekê da bi faktorên cî û warîyê, civakîyê û bikaranînê va girêdayî bû. Di nava zmanzanîya ermenîyan da fikirek heye, ku xênji zmanê ermenkî yê kevnare yê lîtêratûrî, yanê zmanê nivîsarê, herwiha zmanekî ermenîyan yê axavtina rojane jî hebûye, ango ji sedsala 5an girtî hinek zaravên ermenîyan yên ji hev cudabûyî hebûne.

Zmanê ermenîyan yê kevnar (grabar) di sedsala 5an da xuliqîye wek zmanê xaçparêzîyê yê resmî. Cûrê axavtina ermenkîya kevnar di nava dewranan da hatîye guhastin û gihîştîye dereceya ermenkîya îro. Koçberbûnên ermenîyan yên bêhesab bûne sebeb, ku zimanê wan di nava sedsalan da ewqas guhêrîye, ku îro grabar bûye zmanê kilîseyan û keşîştîya ermenîyan. Ew zman li Ermenîstana Roavayê û xwesma jî li K. Polîsê (Stembolê) ma wek zmanê çapemenîyê, dêran û dibistanan. Em nikarin bêjin ku ew zmanekî windabûyî ye. Wek mînak, kovara Yekîtîya Mxîtarîyan ya li Vênêdîgê (Sûrb Xazar) heta roja îro jî bi grabarê tê weşandinê. Li hemû dêrên ermenîyan îro jî dua û dirozgeyên xirîstîyanîyê bi grabarî têne qedandinê.

Îzbata sereke, ku ev gotinên ku ezê raberî we bikim bi bawerîya min ji zmanê ermenkî derbazî nava kurmancî bûne ew e, ku piranîya wan gotinan di zmanên miletên îranî da tunene. Çend gotin jî îranî ne, lê bi bawerîya min pêşî ermenîyan ji îranîyan hildaye, dû ra me ji ermenîyan hildaye. Îzbateke dinê jî ew e, ku ew gotin ne di hemû herêmên Kurdistanê yên kurmancîaxêv da têne bikaranînê û piranî li wan herêman têne bikaranînê, ku ermenî berê piranî bûne.

Gotinên ermenkî di kurmancî da

Aman – Ev gotina ermenkî xwesma di nav kurdên Bakur da belavbûyî ye. Tiştekî balkêş e, ku têkilîyên ermenîyan û kurdan yên zmên piranî li Kurdistana Bakur li hev hatine, lê em ser wê fikirê ne, ku peyva aman (feraq, derdan) ji dehsalîyên dawî ji nava ermenîyên Kurdistana Başûr, piranî li Zaxo, Şêxanê, Bedrayê, Dihokê dimînin, derbazî nava kurdên perçeyên din bûye. Li van herêmên Kurdistana Başûr, ku gelek ermenî lê dijîn, gotina aman wisa belav bûye, ku di nav kurmancîaxêvan da li her deran tê bikaranînê, lê li Bakur ne li her deran.

Andêr – Ev gotina ermenkî, ku tê maneya “bêxweyî” (an+têr), di kurmancî da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.

Antêx – Agirê tendûrê yê sincirî. Ji ermenkî derbazî nava kurmancî bûye. Em ji wê gotinê ra kûre jî dibêjin.

Anîzaz – Ji gotina ermenkî anîsvas e, ku tê maneya a) nifirlêkirî, neletlêkirî, b) nesitirî, nerehet, xudêjêsitendî. Di ermenkî da sîstêma sewtên bêdeng yên sêrêz–sêderece heye, wek dz, ds, ss. Ango, gotina ermenkî anîsvas gerekê di kurdî da cûrê anîzaz bistenda.

Axpîn – Ji gotina ermenkî axb, ku tê maneya gemar, zibil (bi swêdî sopor).

Aşûn – Derzîyê ku pê çewalan didirûn.

Bimbûl – Ev gotina ermenkî di herdu zimanan da jî tê maneya pûrta mirîşkan, qazan, werdekan.

Bîbik – Di ermenkî da bîb e. Di kurmancî da bîbik e, di soranî da bîbîle ye (wek ku pişîk, pişîle) û tê maneya reşika çavan.

Boşa – Ev gotina ermenkî tê maneya çengene, mitrib (mirtiv). Vêrsyonek heye, ku ew ji gotina tirkî boşnaq e, ku tê maneya binecîyê Bosnîyayê. Gotineke kurdî ya pêşîyan jî heye: ”Boşa nabe paşa”.

Çêrmûk – Di ermenkî da cêrmûk e û tê maneya çavkanîya ava germ, ava medenî. Ji gotina ermenkî cêrm hatiye, ku tê maneya germ.

Çîrt – Di ermenkî da tsîrt e û tê maneya pîsîyê (gûyê) mirîşkan, an jî çivîkan, teyr û tûyan.

Çortan – Ji gotinên ermenkî çor û tan hatiye, ku tên maneya hişk û dew. Bi kurdî keşk e.

Dêz – Li gelek herêmên Kurdistanê dewsa gotina kurdî lod bi kar tînin.

Gizîk – (ji gotina ermenkî ktsîk) – Di ermenkî û kurmancî da tê maneya gilok (giloka têlan). Mar jî dikare xwe bike wek gilokekê.

Gol – Ev peyva di ermenkî da tê maneya ava (an jî şîrê) ne sar, ne jî germ. Di kurdî da himberî wê gotina kel (kelî, kelandî) heye, ku di kurmancîya jorin da jê ra golî tê gotinê, li hinek cîyan jî şîrogermî tê gotin.

Gom – Rehê vê gotinê hindawropî ye. Eger em derbazbûna sewtan (m/v) bidin ber çavan, emê bibînin, ku bi rastî jî ev gotin ji ermenkî derbazî nava kurdî bûye. Gotina ermenkî kov (çêlek, mange) di kurdî da gerekê bibûya gaw (sewtguhastina o/a di zimanên îranî da tiştekî normal e), lê îro bûye ga. Li vir tenê qismê heywîn hatîye guhartin. Ji gotina ermenkî kov jî gotina gom çê bûye, ku di kurmancî da tewle jî tê gotin. Li hinek warên Kurdistanê yên kurmancîaxêv da gov jî tê gotinê. Ev yek wê bawerîya me xurttir dike, ku peyvagom rastî jî ji sedsalên navîn ji ermenkî derbazî kurdî bûye. Di ermenkî da heta îro jî ji heywanên gir ra dibêjin kov (kurd dibêjindewar).

Gûn – Ev gotina ku bi ermenî jê ra gûyn dibêjin, di kurdî da dewsa gotina reng tê bikaranînê.

Gurz – Ji gotina ermenkî xûrz hatîye, ku di kurmancî û ermenkî da tê eynî maneyê: gîhayê dewisandî (prêsskirî), ku bi meftûlan an jî kindiran tê girêdan. Bi kurmancîya Ermenîstanê ji vê gotinê ra tûk jî dibêjin.

Hêsan – Ev gotina ermenkî di kurmancî da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê. Bi kurmancî êge jî dibêjin.

Horîk – Di ermenkî da tê maneya cot. Kurmancîaxêvên çend warên Kurdistana Bakur û Ermenîstanê jî vê gotinê bi kar tînin. Ev gotin di kurmancî da di gotineke pêşîyan da derbaz dibe: ”Ne dixum virîka we, ne dajom horîka we”.

Jajî – Ev gotina ermenkî di kurdî da dewsa gotina toraq tê bikaranînê. Gotina jaj di ermenî da tê maneya hejandin, lihevxistin.

Kam – Aletê hêranê, ku wextê cotkirinê dixebite û di bin da kevirên heste hene. Ev gotin di herdu zimanan da bi eynî fikirê tê bikaranînê.¨

Kavir – Di zimanê ermenkî da gotina gar tê maneya berx. Gotina gar jî ji ermenkîya kevin gavir çê bûye. Di kurdî da bûye kavir. Ango, di kurdî da berxa dusalî ye. Di ermenkîya kevnar da peza nêr ya heta sê salî ra digotin gar. Ango, di kurdî da fikira berxê hatiye fêmkirin wek peza 1-3 salî. Ne dûr e, ku gotina kurdî kar (karik) ji gara ermenkî hatibe.

Kartu – Ji gotina ermenkî kartû hatiye, ku tê maneya nanê ku çend rojan maye û hişk bûye, lê hela kefikî nebûye.

Kêlendî – Ev gotin jî ji peyva gêrana ermenîyan hatiye. Bi ermenkî jê ra dibêjin gêrandî.

Kêran – Ji gotina ermenkî gêran hatiye, ku tê maneya darê birî yê bê belg (pel) û çiqilan. Piranî di avakirina xanîyan da tê bikaranînê, banê (arîk) xanîyan pê ava dikin. Ev gotin di herdu zimanan da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.

Kêrr – Di ermenkî û kurmancî da tê maneya xwar, tewandî, wek kevanê. ”Nukulê teyr kêrr e”.

Kirçom – Ji gotina ermenkî krtsonk hatiye, ku tê maneya bermayên hestuyên kotî. Ev gotin jî ji krtsêla ermenkî tê, ku tê maneya kotin, geztin.

Koç – Di ermenkî û kurdî da tê eynî maneyê, dolaba ku têl ser tê badan.

Kod – Heskê (çoçik) darîn. Ji gotina ermenkî kot hatiye, ku tê maneya serî, destî. Ji bo nimûne, destîyê tivingê, kêlendîyê û h.w.d. Di ermenkî û kurmancî da piranî wek aletê pîvandinê, ango mêzîn (terezû) tê bikaranînê. Di kurmancî da wek kodik jî tê bikaranînê.

Koşkar – Di ermenkî da koşkakar e û tê maneya soldirû. Ji gotinên ermenkî koşîk û kar tê. Koşîk tê maneya “sol“, kar jî “dirûn“. Herdu gotin bi hev ra bûne koşkakar (koşîk + kar).

Kotan – Wek ku di ferhenga kurdzan Michael Chyet ya Ferhenga Kurmancî-Îngilîzî da jî tê gotinê, gotina kotan ji gotina ermenkîgûtan çê bûye, ku di herdu zimanan da jî tê eynî maneyê.

Krdnak – Di ermenkî da girdinak e. Li vir jî herfa ermenkî g di kurdî da bûye k, wek gêran–kêran û gêrandî–kêlendî. Ev gotin di herdu zimanan da jî tê eynî maneyê.

Maşîn – Ji gotina ermenkî maşêl hatiye, ku tê maneya maşiyayî, pizinî, qetîyayî, jihevçûyî. Ev gotin di herdu zimanan da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.

Merek – Ji gotina ermenkî marag e, ku tê maneya kîlera gîha û kayê, ardûyê şewatê. Bi kurdî jê ra kadîn jî dibêjin.

Pêş – Bi eynî fikirê di kurmancî da jî heye (wek nimûne, pêşa cilên jinan).

Poç – Ev gotina ermenkî bi eynî maneyê di kurmancî û zazakî da jî heye. Bi kurdî “dûv“,“dêl“ jî dibêjin.

Pûrt – Ji gotina ermenkî bûrd çê bûye. Di ermenkî da ev gotin tê maneya hirî. Di kurmancî da jî li hinek cîyan dewsa gotina hirîyê tê bikaranînê. Wek nimûne: pûrta devê, pûrta mirîşkan (“Ezê te pûrte vekim“, ango “Ezê te birûçkînim“).

Savar –Ji gotina ermenkî dzavar hatiye. Dzavar genimê kutayî ye. Gava dzavara ermenkî bibe xwerin, bi kurdî jê ra savar dibêjin.

Torin – Ev gotina ermenkî (bi ermenkî tor, tornîk e) di kurmancî da tê maneya nevî. Di kurmancî da bi şaşî dewsa gotina nebî tê bikaranînê. Tirkan jî ji ermenkî hildane.

Xaç – Xaça xaçparêzan e, ango xaça Îsa Pêxember e. Ev gotin ji ermenkî ketiye zimanên farisî û tirkî jî.

Xapandin – Ji gotina ermenkî xabêl e. Di kurdî da gotinên xapînok, xapok jî hene, ku di herdu zimanan da jî tê eynî maneyê.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev