ÊZÎDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E – 1

ÊZÎDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E – 1

Kemal Tolan, lêkolîner

Dema ez bala xwe didime hinek berhemên nivîsakarên Cîhanê û Kurdan, ez dibînim gelekan ji wan heta ku karîbûne birastî û gelekan jê jî bi xêrnexwazî di derheqê dîroka Êzîdiya ye dema berî û piştî zayîna Isa de nivîsandine.

Nimûne:

  1. Hinek ji dîrokzanên Cîhanê û Kurdan dibêjin: “Êzîdî bermayê Hurrî, Mîtanî, Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Urartî, Assurî, Zerdûştî, Sabî, Budhîzmiya û w.d. ne“.
  2. Hinek xêrnexwazên Êzîdîyatiyê dibejên: ”Êzîdî ne Kurdin. Êzîdî qûreşî û Emewî ne. Êzîdiyatî ji ber ola Cuhu, Mesîhî û Musilmanan zêde bûye. Tû kitêb, cî û warên Êzîdiyan tûne ne û w.d.“ Armanca van kesan belu ye, ku dixwazin dîroka Êzîdîtiyê hê jî şêlû bikin û naxwazin yekîtî di nav netewa û olên Kurdîstanê de hebe.

Ez dixwazim îro bi taybetî li ser şaxê di nimûna yekê de, ku dibêjin “Urartu- Orarto yan pêşiyên Êzîdiyên Xaltiya ne“, li gorî zanebûn, hiş û taqeta xwe kû Xwedê û Tawisî–Melek daye min, rawestim.

Gelek ilimdar, dîroknas, erdkolog û rojnamevan hene, bi delîl û gotinên şadên dîroka kevn didine xwanê û dibêjin: ”gotina Xaltî anjî Haldî ji wexta dewleta Hurriyan û bi taybetî ji navê Xwedayê ola dewleta Urartu-Orarto yan tê “.

Rast e li ser vê Împaratoriya Xaltiyan gelek lêkolîn hatine kirin, lê bi dîtina min tev jî bi sedemên başqe başqe û axlebên wan ne xwastine wê împaratoriyê bi kokeka Kurda ve girêbidin. Li gorî baweriya min çend egerên ne gotina wan jî ev in:

  1. Piraniya lêkolînvanan ji miletê cînar bûne û ne xwastine wê bi Kurdîtiyê ve girêdin.
  2. Xuya ye ku kêm kesan ji wan haj ji kevneşopên Xaltîyan yên ku di nava Êzîdiyan de hê jî têne parastin hebûye.
  3. Gelekan ji wan jî ne xwastina kevnariya dînê Êzîdiyatiyê kifş bikin.
  4. Herçiqas hineka ji wan ne xwastine bi hemda xwe di berhemên xwe de bahsa desthilatdariya li Êzîdîxan û Kurdîstanê bikin jî, lê gava ewan bahsa ol û netewên li Mezopotamiyayê kirine, ew nikarîbûne bêyî bahsa rewşa Kurdên Êzîdî gelek tiştan diyar bikin. Weha gelek ji wan mecbûr mane, bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdên Êzîdî kirine, bikin.
  5. Û hwd.

Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzîdî û Musilman. Her weha hê jî gelek nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda yê herî kevn têne belakirin. Ez bawer nakim êdî, ku tu kes ji me û dostên me dikarîbe temamiya kronolojiya dîroka Êzîdiyatiyê birêz bike .

Vêca ka werin em pêşîn birênin, bê kî ji ilimdar, dîroknas, rojnamevan û xêrxwazên Êzîdiyan, di lêkolîn û pirtûkên xwe de bahsa Êzîdiyatî û Êzîdiyên Xaltiyan kiriye?

Li gorî gotina Etem Xemgin Kaldî an jî Xalidî kîne?

  1. -„Ji destpêka dewleta kurdên Hûrrî (b.z.Îs. 4000 k.t.) hetanî ya Mîtanîiyan (b.z.Îs.1550 k.t.) û heta tê digîje dewleta Urartu (b.z.Îs.835 k.t.), hemû gelên heremê ji Xwedayê herî mezin yê bi navê Kald bawerdikir û di heremê de weke bawermendên Kaldi dihatine naskirin. Lêkolînvanên Alman (C.F. Lehmann-Haupt û W.Belck “10 “k.t.) di sala 1898 de li Kela Şîn ya ku di nava Uşnu û Rewandizê de lewheyeke (nivişteke) nivîsandî dibînin. Ev nivîşt bi zimanê Kaldî û Assurî hatiye nivîsandin. Ev destana bahsa diyaloga di nava Melîk Kalda Işpunî û Xwedê de buyî dike. „4:58. Li ser dîroka dewlet û kronolojiya Urartu birêne li 3:124 – 141 û bi sedan Çavkaniyên di Bibliyografi ya di dawiya pirtûka Mirjo Salvini (10) de.

Li gorî di nivîsên Sumeriyan (yê 2350 sal b. z. Îsa k.t.) de tê xwanêkirin û dibêjên, heremên ku Gutî lê dijiyan welatê (Mirovên ku ji Milyaketê nebaş bawerdikin k.t.) bu. Evdên ku li pey vê baweriyê diçin, îro hêjî di nava gelên Kudîstanê de hene“ 3:44

  1. „Li gorî delîl û nivîsên di erdkolojiya li derûdora bajarê Wanê de hatine dîtin û didine xwanê, navê Xwedayê dewleta Urartu yê herî mezin Kaldî bûye. (3:137)”-

Li gorî gotina Cîgerxwîn, Xalidî kîne?

Cigerxwîn pêşîn guh dide van camêran :

– „Sîdînî Simît dibêje: di sala 1260 berî zayînê de li hawîr Gola Wanê miletekî taze bi navê Xaldî hatiye xuyakirin. Navê welatê wan Orarto yan jî Erarat bû. Gerçî raste navê wî ji me ve nehatiye xuyakirin. Lê li gora baweryeke tevayî, ku navê Xweda yê wan Xaldiyan bû. Ji lewra pêzanê tarîxê dibêjin, gereke navê vî miletî jî Xaldî bî û dibêjin, gereke ji miletên Qawqazî-Asyewî bî.

Fon Mînoroskî dibêje: Navê Xaldî di nav Orarto yan Aşûrî de bêtir hatiye naskirin. Di serê pêşî de li çiyayê Erarat bûn û ev miletê Xaldî ye ku di sedê nehê berî zayînê de di welatê Ermenîstanê de dihate xuyakirin. Lê paşê di welatê Wanê de dewletek li darxistin û hetta bi sedê şeşê berî zayînê jî, her bi vî navî bi nîşan û rûmet bû. Bajarê Xelat ê dibî, ku ji bajarên Xaldiyan be .

Cigerxwîn dibêje: navê Xalidi niha bûye navê çend eşîrên kurd, ku bi mêranî deng dane. Êşîrên Xaldî-Kurdî, li nav Bota, Xerza û di hindama Bedlîsê de bi payedarî xwe dane nîşandan.

Zimanê Xaldiyan: Bê guman ji kurmancî pêve tiştekî dî nizanin û paytexta wan bajarê Toşpa-Wan bû. Paşê meznahiya Madiyan li ser xwe kêmasî nedîbun û xwe sipardibune pismamên xwe û bi hevre li dijî dijminê xwe şerkirine (6: 86-87)”

Li gorî gotina Ekrem Cemîl Paşa, Xaltî kîne?

-“Xaltî di sala 1500 B.M da li Araratê û Kurdistana navîn de ferweraniya Xaltî serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana, hişdar û cengawer bu. Tospa- (Wan) paytextê Xaltiyan bû. Paş ku Xaltî li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baş xurt bûn, erdê xwe fireh kir, gihiştin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande deryayê Reş. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên Xaltiyan hene.”

Ahmet Refîq di nivîsa xwe ya dîrokê ”Büyük Tarihi Umumi” di rûpel 346 de weha dibêje : ”Berî ku Ermenî li heldorê Orarto- Ararat bi cî bibin, hawişekî din li van doran rûdinişt. Navê vî hawişî Xaltî bû. (7: 55-57)”

Kurdên Xaltî, ji Ermeniyên Penahvêj ra mêvan perweriyeke mezin kir. Ermenî ji van qencî û mihirvaniyên Kurdan pir dilşa bûn. Dostaniyeke hêja di nav bera Kurd û Ermaniyan da çê bû. Ev dostanî û niwazişên Kurdan ew çend çû ku Ermenî Xudayê Xaltiyan, ku navê wî “HAY” bû, ji xwe ra kir “Parastek”(Mabûd). HAY, ano Zaniş, Hiş, Bîrewerî. Û Ermeniyan navê xwe jî kir “HAYÎK”(7:231)”

Li gor gotina Avyarov “Dû eşîrên Asuriya ye kevn; Tayarî û Tuxumî ji qebîla Xalidî yê Xaçparêz bûn. Ev heta sala 1834 an jî tevî êla xwe ve li jora ava Zap ê diman û bi Kurda re yek tifaqbûn. (9:82)”

Li gorî gotina Herodot, navê Xaltiya “Alarodî”ye

1.“Herodot ji wan (Xaltiya) re digot Alarod. Alarod (Orarto,Urartu= ARARAT) navê ciyê wan yê 829 Berî Zayînê ye. Urartu, ji yekbûna hemû Kurdên Sûbarî: Hûrî, Mîtanî, Nehrî, Mûşkî, Xaltî bûne. Ev di sala 612 B.Z. de gihîştine Imparatoriya Med. (7:302.)”

2.“Alarodî- Urartuyî li nav sê enîşka Wan, Urmia û bahra Gökçe de diman. (8:465 (79)”

Li gorî gotina Mohemed Emîn Zekî Beg, Khaldi-Xaldi yî kîne?

“Khaldi-Xaldi:Renge, ku ev dewleta hanê ji dawiya sedsalê nehemînî p. z. de hate bipêkhatin.

Kêr û desthilatiya vê dewleta hanê di pêla Qeralê Mînwas de bi berzbûna xwe ve hate bigihaştin. Şopên dozandî (erdkolojiyê k.t.) li ser zinarên keleha Wanê de û li dorhêla bajarê Eliksender Pol-Kemri de vekirinên pirî vî Qralî didin biderxistin. Şopên dozandî li dorhêla wî bajarî dawî de şopên wî Qralî dane bimayînîkirin, mîna ku Bihiston jî şopên Dara datin bimayînkirin. (16:109)”

Weha dewleta Xildî bes û bi tenha ve li ber parastina welatê kokiyî Orarto de didate bikirin. Tanî nemana pêla Senharîbê bi nav û deng ve jî weha Xildi bi bêdeng ve hatibûn bimayîn.

Serdariya Orarto tanî pêla Germiya (625 p.z. de) date bidirêjkirin û wê hebûna xweyî siyasî ve date biparastin. Di pişt re ew demekê di bin parastina dewleta Mîdya de hate bijiyandin. (16:110)”

2.“Xalidi- Orarto: Renge, ku ev Miletê hanê ji demeke nenas de ji Rojhilatê Asya Biçûk ji bona devera gola Wanê hatiye bibarkirin. Ji goyên Aşurî û nemaze dozandinên şop û belgeyên girêdayî bi taybetî ve ligel şerên Sergonê Qeralê Aşuriyî duwem de tête biderkevtin, ku sinorên vê dewieta Xildi di çaxekî de ji Jor de tanî gola Kokçe û Elêksender Pol li Qefqasya de, ji Rojava de tanî rûbarê Furatê, ji Jêr de tanî Rewaduz û çaviyên rûbarê Zab û ji Rojhilat de tanî gola Urmiyê dihatin bidirêjkirin. Herweha jî wê demekî jî li Jorî Surî jî de dayite biserdarîkirin. Paytextê wê bajarê Tospasi-Wan bü. Renge, ku ew ji bal Qeralê Sardorîsê Yekemî Xalidî de di sala 840 p. z. de hatiye biavakirin.

Vê dewleta hanê di dawiya sedsalê heftemînî p. z. de jiber xurtbûna desthilatî û kêra Mîdya serxwebûna xwe date biwindakirin. Ew demekê li jêrdestiya wan de hate bimayîn. Di dawî de jiber biderkevtina desthilatiya Ermenî de, yên ku ew li Rojavayê welatê Xalidi de hatibûn birûniştin, ew bi carekê ve hatin biqirkirin. (16: 79)”

Li gorî gotina Şerefxanê Bedlêsê, navê Xalid ji kurê tê?

-„Ew yeka li gor gotin û nivîsandinên dîroknasan eşkere û zelal e, xelekên zincîra bingeh û koka Mîrên Cezîrê digihîjin Xalidê kurê Welîd. (Xalidê kurê Welîd mêrekî jêhatî bûye û li ba wan wisan e ku dema ji xwe re bêjin em ji nesla wî ne, ew dê bibin esîlzade û pê mezin bibin. Şerefname rûpel: 494). Navê yekem bab û bapîrên wan ê ku cara yekê li ser textê Fermanrewatiya Cezîrê rûniştiye, bi navê Suleymanê kurê Xalid tê naskirin.Di destpêkê de kesên vê xanedana han ên xwedî paye, li ser rêça Dînê Êzîdîti yê û ….…… (Melekê nebaş k.t.) dimeşiyan. (1:156 )”

Li gorî gotina C. Rojbeyanî, Xalidî an jî Xaldî kîne?

”Ez di wê baweriyê de me, vê eşîretê ev bi xwe ve girêdaye, paşvemayên Xaldiyan in ku bab û papîrên kevin ên kurdan bûn. Ev yek di vê de jî tê dîtin ku heta van dawiyan, ew li ser dînê Êzîdî (Yezdanî) mabûn. Ev jî mimkun e, navê serokê eşîreta wan (an jî navê eşîra wan ê sereke Xaltî be k.t.) ê pêşî Xalid bibe (1: 494.)”

Li gorî gotina Torî, Halidi an jî Xalidî kîne?

– “Di wexta dewleta Hurriyan de, her melîkekî Hurriyan ji xwedanekî cûde cûde bawerdikirin û Xwedayekî netwî ji bo ola dewlta wan tûnebu. Piştî helweşandina dewlata Hurriyan, melîkên Urartu yan di sala 1300 an ya berî z.Îsa de dawî li wan baweriyên gelên Hurriyan anîne û ji bo netewiya ola dewleta Urartu baweriya bi Xwedayekî seranser yê ku navê wî Haldî „Xaltî k.t.“ bûye qebûlkirine. Ev baweriya bi „Haldî k.t.“ Xwedanê seranser heta sala 900 û 600 berî z.Îsa jî di nav olên Kurdan de gelekî bi quwetbûye. (2:18 û 22)”

„Wek tê zanîn navekî Êzîdiya jê „Halidi“ bûye. Ev navê „Halidi“ ji Xwedayê dewleta Urartu tê. Weha di dîrokê de tê xwanêkirin ku qismekî Êzîdiya ji wexta dewleta Urartu ya 1300 salên berî z.Îsa hebûn e û ew heta îro hêjî hene. Wekî demên kevn didine xwanê, hingê di nava Êzîdiyên „Halidi“ya de qismekî bi navê Manî (oldar k.t.) hebûn e û ev îro hêjî di nava Êzîdiyan de xwanê dikin. Wan oldaran bi xêra sir û keramtan (Magiyan) xwe heta dema Medan parastin e. Di nava gelên Medya de, ciyê civata yên oldar (Magiciya- Maniyan) gelekî mezin bûye (2: 125)”. Li ser vî babetê manîyan birêne li 4: 133-140.

Weke ez ji lêkolîn û nêrînên van nivîskar û dîroknasên Kurdan yên li jorê hatine binavkirin fahmdikim, ewan jî xwastiye xwe bigihînine ser riknên ola Kurda ye herî kevn. Dibînim tev jî di yek nêrînê de didine xwanê, ku gotina Xaltî anjî Haldî ji navê Xwedayê dînê dewleta Urartu tê û baweriya dînê Xaltiyan ji kevn de Êzîdîtî bûye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev