Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ji rêzenivîisên şair û niviskarên kurd ên Sovêta berê

Guhdarên delal! Ji îro da em dest bi bernameya xwe ya her heftê ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyêta berê” dikin. Amadekar û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e. Her heftê, rojön yekşeman di her bernameyekê da hûnê derheqa jînenîgarîya helbestvan an nivîskarekî kurd yê bi nav û deng da, berhemên wî bi xwendina Têmûrê Xelîl bibihên. Em hêvîdar in bernemaya me ya nû bi dilê we be.

Guhdarên hêja ji rêzenivîsa helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê vê carê hûnê guhdarîya beşeke bernameya me li ser jînenîgarî û 2 berhemên Ahmedê Mirazî bikin. Ew bername bona xwendinê bi cûrê nivîskî jî di rûpelên malpera me da wê çap bibin.

 Nivîskarê xwedî ked û efrandinêd wî

Hecîyê Cindî derheqa Ahmedê Mîrazî da

Ahmedê Şewêşê Mîrazî (Mirazî, Mîrazov) çawa şayîr û prozaîk nolanî steyrkeke geş çirûsî, xanê kir û zûtirê jî rijîya, temirî, lê çi ku nivîsî bû, ma û nava bedewnivîsara kurdaye sovêtîyê da cîyê xweyî layîq girt. Ahmedê Mîrazî esil dengbêj bû, dengekî xweş lê bû, gula dewata û şaya bû. Ewî ne ku tenê ji kilamêd gotî hildida û digot, lê belê usa jî ji ber xwe derdixist, wekî din, hergê em bêjin, ew dengbêj-efrandar bû û çawa zargotîyê cimaetê usa jî ewî gelek û gelek beyt-serhatî, metelok û qise zanibû. Bi vî teherî ew kaneke zargotina cmaetê bû, bi roja, heftîya dikaribû pey hevdu bigota, bistira, lê ne westandina wî hebû, ne jî xilazbûna klamêd wî. Bi saya xweşgotina xwe, herçê guhdarvanêd wî ji wî, ji dîndarê, gilî-gotina, zarê şîrin têr ne dibûn. Mîrazî yekî xebathiz, cmaethiz, xêrxwez, merivhiz, mêvanhiz bû. Ew serê pêsekinîya bû, kesek bê qedir ji mala wî verê ne dibû, xweyê hurmet û siyaneta mezin bû, hizkirîyê heval û hogira, der û cînara, mezin û çûka bû. Ahmedê Mîrazî ji diya xwe bûye sala 1899a, li gundê Tûtekê, li ser nehîya Dîadînê, li Romê. Hê wextê zarotîya wî da, gava bav û birê wîye mezin dibînin, ku Ahmedî kurikekî merîfetî aqile, dişînin ber destê mellê gund, wekî xwendinê hilde. Du sala şûn da Ahmed, ku êpêce hîn bûbû, dibine Dîadînê, ku mekteba wêderê da hînbe. Ew li vêderê tê hildanê, çend saleka dixûne û bere-bere çevnasî dor û berê xwe dibe. Li Dîadînê, usa jî li Bazîdê, wekî aqa dûr nînbû, kurdêd xwendî gelek hebûn. Hela wextekê li van dera kûltûra cmaeta kurda gelekî pêş da çûbû. Hema li Bazîdê xebitî bû, mekteb vekiribû, emirê xwe derbaz kiribû şayîrê kurdî ronayîdar Ahmedê Xanî (1591-1652), xudannivîsê poêma “Mem û Zîn”a naveyan. Çawa li Dîadînê, usa jî li Bazîdê û li gundê Qizildizê li malêd bereka Xanîya da Ahmedê Mîrazî rastî destnivîsarêd şayîr tê, yêd bi zmanê kurdî, dixûne û ezber dike. Hey cara ew û hevaldersê xwe Xalit Celalzadê diçine Bazîdê, wekî kumbeyta Ahmedê Xanî bibînin, kîjan wî çaxî îda bûbû ziyaret, ziyareta bext û miraza, ya nîşana azaya cmaeta kurd. Ahmedê Mîrazî li vêderê usa jî rastî destxetêd Melle Mehmûd Bazîdî tê, yê ku wextê xwe da (ew ji diya xwe bûye sala 1797a) nivîskar, êtnograf û alimekî mezin bû, gelek destnivîsarêd kurdî dabû konsûlê ûrisayî Erzirûmê Alêksandr Jabayê kurdzan, ji undabûnê dabû xilazkirinê. Ahmedê Mîrazî bi van hemîya dihese, xwe nas dike, halê cmaeta xweye bindeste zelûlîyê dibîne û fem dike, wekî cmaeta wî destê dewleta Romê da halekî herî çetindane. Ewî di van mitala da bû, gava şerê hemdinyayê pêşin destpê dibe û destê wî îda ji xwendinê û war-miskenê wî tê birînê. Sala 1918a gundîyêd Tûtekê, wekî nîvî kurdêd surman bûn, nîvî kurdêd êzdî bûn, xûnavêd hev, ji hev bela dibin, herçê êzdî xwe li cmaeta ermenîya digrin, berbi Yêrêvanê tên, lê kurdêd surman berbi Wanê diçin. Wextê gundîyêd Tûtekê, pêra jî êzdîyêd gundêd Qerekendê, Qizildizê û Rehmequlê, yêd dora Bazîdê nava Romê weldigerin, direvin tên berpala Elegezê. Ahmedê Mîrazî li vêderê tevî şervanêd Cangîr axaye cmaetîyê dibe û tevî xebatçîyêd ermenîya pêşîya eskerêd Romê şer dikin, pêşîyê li dijmin digirin (şerê ser Serderavê, yê tanga Axbaranê û cîyêd din). Ahmedê Mîrazî nava van şervanêd cmaetîyê da çawa zilamekî xwendîyî aqil û şervanekî çê gelekî berbiçev dikeve û tê hizkirinê. Lê wexta li Adirbêcanê, li Ermenîstanê û li Gurcistanê qeydê sovêtîyê têne sazkirinê, bona Ahmed jî emirekî teze destpê dibe. Ew diçe Tbîlîsîyê û hema li wêderê jî tevî wî şuxulê kûltûrîyê dibe, kîjan ku wî çaxî hukumeta Gurcistana sovêtîyê destpê kiribû di nava kurdêd bajêr da, yê ku ji alîyê Qersê, Surmelîyê, Wanê, Tendûrekê, Bazîdê mihacir bûbûn, revîbûn hatibûn wî şeherê şênî-qedîm. Nava wana da usa jî xelqêd gundêd Axbaranê hebûn. Li vêderê Ahmedê Mîrazî tevî Lazo (Hakob Xazaryan), jina wî – Olga Xazaryanê, Kamil Bedirxan, Esedê Cango, Emînê Evdal, Hov. Sîsyan û yêd din dest bi xebata kûltûrîyê dike nava mihacirêd kurd da. Klûbêd şeher da, başqe gotî ya ser navê Lûkaşîn da, kêderê hîmlî xebatçîyêd bajêre kurd berev dibûn, xebateke hêle pêş da dibe: komêd tatronê (şano), reqasê, dengbêjîyê dide teşkîlkirinê, lêksîa dide hazirkirinê, alî mekteba Lazoye şevbihêrîyê dike, kûrsêd hildana nexwendîtîyê û dersdara dide vekirinê. Ahmedê Mîrazî sala 1937a tê Ermenîstanê – nehîya Hoktêmbêryanê, nava qewim-lêzimêd xwe. Li vêderê jî gelek qulixêd cabdar da dixebite, paşê derbazî pênsîayê dibe (teqewût dibe), li gundê Sovêtakanê da dibe mal-avayî û li wêderê jî dimîne. Ahmedê Mîrazî, ku hê çûktîyê da hizkirina wî berbi nivîsara bedewîyê hebû, paşê jî gelek kitêbêd ûrisî, gurcikî, ermenkî, tirkîye bedewîyê xwendibû, destpêbûna çapkirina bedewnivîsara mera (ji sala 1929a) bi şiêr, nivîsarêd xweye vekirîva pêş da hat. Gelek şiêr, poêmêd wî rojnama “Rya teze” da neşir bûn. Ew usa jî di berevokêd nivîskarêd kurda û kitêbêd dersa da derketin. Ahmedê Mîrazî xênji wana pîêsa bi navê ”Zemanê çûyî” da neşirkirinê (sala 1935a), ya ku derheqa haldijwarîya kurdêd Turkîayê da ne: ew wêderê da dide kivşê şerkarîya cmaeta kurda mqabilî hukumeta Turkîayê. Eva pîêsa bi serecem, bedewsinetî, îdêa xwe va hê-hê nava edebîyeta me da cîkî meşûr digire. Van salêd paşin Ahmedê Mîrazî berevoka şiêrêd xwe hazir kir, pêra jî eva kitêba bi sernivîsara “Bîranînêd min”. Eva nivîsara di hinda xwe da, meriv hew zane dûmaya pîêsa “Zemanê çûyî” ye. Xudannivîs dide kivşkirinê, çika halê kurdêd xebatçî nava dewleta Romê da çiqa çetin bûye, hukumeta Romê çi zulm anîye serê wan. Dide kivşê şerkarîya cmaeta kurd mqabilî wê dewleta zulmê. Nava vê kitêbê da, raste, hîmlî serhatîya xudannivîse, lê pêra jî derheqa halê kurda dane, gelek tiştêd derheqa rabûn û rûniştina cmaetê hene, tiştêd êtnografîyê, yêd zimîn, kîjan bona hîndarîya emirê kurda dikarin gelekî kêr bên. Zimanê Ahmedê Mîrazî gelekî dewlemende, merîfeta wîye efrandarîyê pire, lema jî her efrandineke wî bi hewaskarî tê xwendin û bihîstinê. Ew ji cmaetê hîn dibû, mîna cmaetê jî diefirand. Gelek cara qise, mijûlî, metelok, tîmsalêd cmaetê nava nivîsarêd xwe da daye xebatê. Efrandinêd Ahmedê Mîrazî bi zimanêd ûrisî, ermenî, gurcikî tercime bûne. Ahmedê Mîrazî sala 1961ê li gundê Yêxêgnûtê (Qamişlûya berê) li ser nehîya Hoktêmbêryanê wefat bû, lê navê wîyî qenc tevî şuxulê wîyî hêja ma û wê hê-hê bimîne, çimkî ew bi xwe jî hîmdarekî bedewnivîsara kurdayî sovêtîyê ye. 1 Ev nivîsar ji pirtûka Ahmedê Mîrazî ya bi navê ”Bîranînêd min” hatîye hildan, ku sala 1966a li Ermenîstanê çap bûye. Li jêr em du serpêhatîyên Ahmedê Mîrazî raberî we dikin: Korbûna Evdalê Zeynikê Hinekî me xeberda. Paşê meta Emê got: -Ahmed, lao, ez gilîyê Evdalê Zeynikê jî ji te ra bikim. Hûn ku mezin bûn, salixa ji cahilêd xwe ra bikin. Pêşîyêd me xêrê nebînin, me ne xwendin e, ne kitêb e, ne jî defter e, ku her qewmandinêd me jî bêne nivîsarê. -Zivirî ser min, bin lêva da kenîya:-Bextewarî serê min, katibek tune ji lawikêd eskerîyê ra kaxezekî binvîsim, ma ku terîqê binvîsin. Kurê xwe ra bêjim, Evdalê Zeynikê dengbêj bû, qonax-qonax ewî avîte ser siyara û nexweşa, heta hatin. Bayê samê axir li Evdal jî dabû, ew ji nexweşîyê ne mir, lê ji herdu çeva nuxsan bû. Rojekê rêncber ji deştê qulingekî qanatekî wî şikestî digrin, tînin gund. Evdal lavaya li rêncbera dike: “Ewî qulingî bidne min, ew jî mîna min birîndar e. Bidin ez qanatê wî girêdim, belkî qenc be, here bighîje hevalêd xwe, mîna min heta-hetayê bira ji hevala şûnda nemîne û ji refê xwe neqete”. Rêncber heyfê li Evdal tînin û dibêjin: “Kerem ke, hanê ji te ra, apê Evdal”. Evdal qulingê xwe tîne, perê wî cîyê şikestî da girê dide, di wedekî kin da qanatê quling dicebire, ew hînî Evdal dibe û bi hev ra dibine heval û hogir. Bahar tê, belekî dikevine erdê, teyrade ji zivistana Serheda ya sar berbi welatêd germ çûyî, ku zivistana xwe li wan welata derbaz dikin, hêdî-hêdî vedigerin tên welatê Serhedê, ku dîsa li deştê-zozana, wê çêrê, gul, sosin û teher-teher çîçekêd delal, usa jî golêd avêd sar bigerin, hêlûna daynin, cûcika derxin, bi fira xin, ku payîzê wan jî bidne rex xwe û dîsa berê xwe bidne welatê germ. Evdal hîvîya refêd qulinga bû, ji bona wê sozê dayî, ku qanatê quling qenc ke û careke din dîsa bighîne hevala. “Hemin ez şûnda mame, bira qulingê min şûnda nemîne, bighîje hevala”,- Evdal digot”. Ew bê sebir hîvîya hatina qulinga û dengê wanî zîz bû. Ew roja Evdal hîvîyê bû, ew roj hat. Bû qîre-qîra qulinga, hatin ser gund ra derbaz bûn, stu dirêj kiribûn, per dikutan, derbaz bûn, çûn li mêrg û çîmanêd binatara gund da danîn. Lê meriv kivş dikir, ku ji welatê dûr hatibûn, ku ser gund ra jî derbaz dibûn û dikirine qîre-qîr, te digot qey ew dibêjin: “Selama şîrin ji we ra, em dîsa hatine zozanêd we. Payîzê jî dua li oxira me bînin”. Wê şevê Evdal raneza, ewî dixwest zû sibe safî be, ku ew qulingê xwe bibe bighîne refê wî, ku ew jî bighîje hevala. Sibê Evdal bi çend xorta va, birek jî zarêd gund va çûne çîmana, ku quling ji wan nesilikin. Quling dane destê cahilekî sivik, ku bi tele-tel quling berda nava refê qulinga. Ewî ku berda, quling çû nava qulinga. Kurê xwe ra bêjim, quling li wî qulingî hatine hev û dane ber dindika, ku quling nefirîya, berbi meriva nehata, wê ber dindika da bikuştana. Evdal ku pê hesîya çi bes e, got: “Bînin, bînin, kivş e ewî pêşkêşî min dikin, bira ew jî ji min ra bimîne heval”. Evdal û quling usa hînî hevdu bûn, yek bêy yekî temûl ne dikir. Şeva ku Evdal derengî biketa, quling dikire qîre-qîr, deng lê dikir, hilbet, digot: “Rabe, bistirê”. Evdal zef kilam avîtibûne ser xwe, ji wan kilama ez du heba bêjim. Ewî digot, quling jî pê ra diqîrîye, hilbet tewîn dida Evdal. -Ez Evdal im, ez Evdal im, Ji bona gotinêd qomsî û nemama Ji cegerê birîndar im, Ezê pirs û pirsyara bikim, Kê here Tiblîsa xudêavakirî ser hekîma, Ji bona nuxsanîya herdu çeva, ez heval im. -Qulingo, malxirabo, vê berbangê te ser min da çima ha qîrîne? Malxirabo, çevêd min kor in, qanatê te şikestîne. Were emê herin xwe bavêjine ber ocaxa Şêx Şemdîne, Belkî xudê çevêd min sax ke, qanatê te bicebirîne. Heyla wayê, heyla wayê, Feleke xayîne bi Evdalê Zeynê, Gula govenda ra nayê. Heft salêd Evdal temam dibe, tu hekîm tu çarê li çevê wî nakin. Şevekî quling diqîre, Evdal mîna cara radibe ku bistirê, stran devê wî da ew kulekê dibîne, çevêd xwe miz dide, usa dizane ku qerepere ne têne ber çevê wî, careke dinê dinihêre, ne tenê kulek, hela stêrkêd ezman jî kulekê ra tên xuyan. Evdal zarêd xwe hişyar dike, dibêje: “Mizgînîya min ji we ra, rabine ser xwe, çevêd min vebûne”. Berê kesek bawer nake, ewana çirê vêdixin. Evdal dibêje: “Hûn bawer nakin? Aha, kincê te vî rengî, yêd wî wî rengî ne, eger bawer nakin, têl û derzîyê ji min ra bînin, ez derzîyê ji we ra bi têl kim”. Aha lao, kurê min, Xudê usa li wî evdî hate rehmê… Xudê, tu li hemû evdê tengîya bêyî rehmê, usa jî li Îbkê minî xerîb bêyî rehmê. Şîna kurda Mêrêd kivş ku dimirin, li ser wan digirîyan û dibû şîn. Destxweda şereke sor davêtine ser cinyazê wî. (Berê şera sor davêtine ser cinyazê kuştîya, çawa ku rengê xûnê, ku merivê nenas jî ber cinyaz ra derbaz bûna, dizanîn ku ew meriv hatîye kuştin). Jina şereke reş davête ser kofîya xwe, reş girê didan. Mêra jî qilçekî şera dor kolozê xwe davêtine ser tepa koloz, ewan jî bi wî teherî hezin digirtin. Herçî jinêd nêzîkî mirî bûn, wan jî xêncî reşgirêdanê du, sê, çar kezîyêd xwe jê dikirin, ber kolozê mirî da dinikandin (ew ji bona mêra dikirin). Hinek omid-êşana jî hela milêd xwe di ebayê reş ra dikirin. (berê ebayêd reşe hezoyî hebûn, ew mêra ser kinca da li xwe dikirin). Mêr û jin li dora cinyaz top dibûn, yê rûniştî, yê piya va, jina dor bi dor kilamêd ser mirîya digotin û temam tev digirîyan. Cara jî mêrekî kolozê mirî digirte destê xwe “dilo” digot. Kincêd mirî jî di nav destexanekî da vekirî datanîn, ser da digirîyan. Wexta ji gunda yan oba hewarî dihatin, “kotel” (yanê êrdek) girê didan, ji mala mirî pêşîya hewarîya da diçûn. “Kotel” aha bû: hespekî bi zîn-bûsatkirî dianîn, şerêd reng qîloqaç davîtine pêsîrê, kincêd mirî yên ser da davêtine ser zîn, tiving û sîlihêd wî davêtine qaşa zîn, pê da darda dikirin. Merivekî dengbêj dizgîna hespê dikişand, “dilo” digot, li pêşîya cmaetê da diçû. Hewarîya jî “kotel” û bêraqêd xwe dianîn. Ewana jî “dilo” distiran û dihatin. Çaxê ku dighîştine hev, du cara herdu destêd xwe nerm li serê xwe dixistin, pê ra digotin: “Birao… birao…” û tevhev dibûn, berbi mala mirî diçûn. Dîsa bi wî qeydeyî hinekî digirîyan, paşê cixarêd titûnê, ku mexsûs ji bona hewarîya hazirkirî bûn, li wan belav dikirin. Hewarî ku dihatin, gerek nan bixwerana, paşê vegerîyana malêd xwe. Ji bona wê yekê jî cînar hazir dibûn, meriv tar-tarî dikirin, dibirine malêd xwe, pez şerjê dikirin, hewarî verê dikirin. Destek hewarîyêd reze bihatana, ew deste cînarêd mayîn dibirin. Paşî nanxwerinê hewarî vedigerîyan dihatine mala mirî, serxweşî didane xweyê mirî, xatirê xwe dixwestin û diçûn. Bêraqgirêdan (algirêdan) vî teherî bû: gulbengîke ermûşê sor, du qilçêd wê serê rimê va girê didan, yekî dida ser milê xwe, “dilo” digot heta dermala mirî li der malê, erdê da dinikand. Vê axirîyê jî dezmal bi lûlêd tivinga va girê didan. Niha jî serê şiveke desta va girê didin. Ew bêraq “kotel” nîşanêd şerkarîyê û mêrxasîyê bûn. Lema jî ji hemû kesî ra “kotel” ne dihatine girêdanê. Bona cmaet temam heznî nemîne, wexta hewarî êdî wê vegerîyana, qilçêd şerê hewarîya ji ser tepêd kolozê wan didane alîkî, şerêd jina jî ji ser kofîya hildidan. Lê kulfetêd ku qewmêd mirî bûn, ewana reş venedikirin, heta xêrdayînê. Hatina hewarîya ku xilaz dibû, heftêk, deh roja dikişand, devxana2 mirî didan, paşê cînara gazî qewmêd mirîya dikirin, dibirine mala xwe, ser rûyê wan kur dikirin. Usa jî jina kuçik dadidan, ser û kincêd merivê mala mirî dişûştin. Di xêra mezin da jî (heyşt, deh meha dikişand) reşêd kulfetêd malê û zeya hildidan. Şayîk di gund da hebûya, xweyê şayê diçû serxweşîya merivê mirî, îzin ji wî dixwest, ku şaya xwe derbaz ke. Paşî hingê hezin bi temamî radibû. Wê salê jî me li mektebê xwend. Baharê em belav bûn, çûne mal. Lê ewê salê ji bahar da melûlî destpê kir. Zabitêd Romê dihatin meriv dinivîsandin, hesp dinivîsandin, hesabêd mayîn digirtin. Wextê hilgirê jî hatine zozana hesp li çapê xistin. 2 Gelek cîya jî ji vê yekê ra dibêjin: ”Devê mirî ji erdê derxin”. Bêlla Stûrkî:

Guhdarên ezîz, ji rêzenivisa ”helbestvan û nivîskarên kurd ên Sovyeta berê” we guhdaräya beşeke bernameya me li ser jînenîgarî û du berhemên Ahmedê Mirazî kir. Amadekar û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev