Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Parastgeha Lalişê

Parastgeha navendî ya êzdiyan Laliş e û êzdî jê ra dibêjin “Lalişa Nûranî”. Ew di gelîyekî pir sipehî û bi hêşnayê va xemil daye. U navê wî jî Geliyê Lalişê ye. Geliyê Lalişê li Başûrê Kurdistanê ye. Ew dikeve di nav qeza Şêxanê ya herêma Duhokê. Şiroveya gelêrî ye peyva “Laliş” ev e, ku “Laliş” ji du peyivên kurmancî pêk tê: “Lal” u “hiş”- anku meriv dibê cîyê pîroz. Lê belê, divê ku ev peyv ji zimanê kevin yê Mesopotamiyayê gihîştibe rojên me. U disa, anegorî mîtolojiya êzdiyan, baxê Buhiştê li geliyê Lalişê bû û Adem jî li wê bû. Le paşî ku hevala wî Hêwa jê cihê kirin, ew ji Buhiştê derxistin, ji bo ku li erdekî pîroz jin û mêr nêzîkî hevdu nebin. Herwiha tê gotin, ku dema cîhan hate efirandin, çil salî li erde tiştek şîn nedibû, heta Laliş nehate ser erdê. Anku Laliş berê li ezman hebûye û paşê li ser erdê hatiye avakirin. Di gelîye Lalişê da her darek û her berek pîrozîya wê heye û dîroka wê heye. Di parastgehê da nîşanên dergehê buhiştê û dojehê, nîşanên melekan, stûna miraza û hwd jî hene. Di gêlî da birîna çiqilê daran guneh e. Xizmetkarên parastgehê dema pediviya wan bi darên sotinê hebe, ji cîyê pîroz dertên û çiqilên daran tînin. Herweha divê êzdî serqot nekevine parastgehê. Dema mirov dikeve parastgehê, divê pêyî li derezungê /derçik, şêmik/ neke. Li ber dîwarê derezûngê be û wisa derî ra derbas be.

 

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev