Pirtûka ”Tarîxa edebiyeta kurdî” ya profêsor Qanatê Kurdo bi farisî hate wergerandin û çap bû.

Pirtûka ”Tarîxa edebiyeta kurdî” ya profêsor Qanatê Kurdo bi farisî hate wergerandin û çap bû.

Eşkan Ferhadî Topkanlû

Dema serokê kabînêta kurdzanîyê ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê ya beşa Lênîngiradê (Sankt-Pêtêrbûrga niha) ya Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet rehmetî Qanatê Kurdo berhevkirin û nivîsîna berhemek ji gulçîna gulistana helbestkarên kurdan dikir, her armancek wî hebû. Armanca ku nêrînên çewt a kurdîaxivan rake. Herwusa kesên ku hê ziman û çanda zengîn a Kurdî nas nekeribûn, pê bihesin. Helbestvan, şaîr, edebiyetnas, zanyarên Kurdistanê heta wê demê zêde nehatibûn naskirin. Berê jî gelek kurdnasên mezin dil hebûn ku bikarin ziman û edebiyeta kurdî bidin nasîn. Bo mînak, li başûrê Kurdistanê edebnasên kurd tenê bijarteyek ji nivîsar û destnivîsên helbestvan û nivîskarên bi nav û deng û hevçerxa xwe, ew jî bi zaravê soranî û tîpên erebî nivîsîbûn. Ev pirsek li bal gelek keç û xortan, xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî pêk anîbû ku qey helbestvanê kurmanc jî hebûne? Helbestvanî li nav cimaeta kurda ji kengî ve dest pê bûye? Helbet van pirsana berê li nav kurdên Xorasanê bi keda zanyarê kurd Kelîmulla Tewehudî çareser bûbûn. Wî dîwanek ji helbestvanê kurdê Xorasanê, Ceferqulî Zengelî berhev kiribû û li ser jî bi farisî şirove kiribû.

Pirtûka Tarîxa edebiyeta kurdî ji şeş beşan pêk tê ku beşa yekem li bara dîroka lêgerîna edebiyeta kurdî li nava kurdan û li Sovyetê ye. Beşa duyem li bara, rola kovar û rojnameyên kurdî di dîroka edebiyeta Kurdî de ne. Beşa sêyem li bara zanyariyên Şerefxanê Bedlîsî û Evliya Çelebî derheqa helbestkar û zanyarên kurdan de ne. Beşa çarem derheqa lêgerîna dîroka edebiyeta kurdî li Îraqê da ne. Beşa pêncan derbarê helbestkarên kurmanc û beşa şeşan di barê helbestkarên Soran da ne.

Prof. Dr. Qanatê Kurdo gulçînek ji gulistana edeba kurdî ji sedsala dehem yanê Elî Herîrî, heta sedsala bîstem a zayînî, heftê û heft helbestvanên kurmanc û soran daye nasîn û şêwe û bijarteyek ji helbesta wan pêşkêşî xwendevanan kiriye. Ji bilî van, herçî mamoste, dîroknas, wergêr û nivîskar û şarezayê mêjûya miletê kurda hebûn daye nasandinê. Helbestên soranî bo kurmancî hatine wergerandin da ku yên kurmanc jî, ji şêwaz û hestyariya hevzimanên xwe bihesin.

Taybetiya pirtûka navlêberî, dîrokmijarî û baldan bo xîma civakî û çandî ye. Pirtûk dikare destpêka tevgera edebî ji bo kurdên Xorasanê be ku rêbaza xwe li gor edeba rasteqîn a kurdî bimeşînin.

Ev pirtûka ji aliyê birêz Ebas Ferhadî Topkankû va bi zimanê farisî hatiye wergerandin û wek berê weşanxana Emû Elewî, pêşenga weşîn û çapkirina pirtûkên kurdî li Îranê, bi serpereştiya birêz Yehya Elewî Ferd, bi tekoşîna bêhempa, hildan milê xwe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev