Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Têrmînolojî

Têrmînolojî

Amedekar: Bavê Nazê

Ji bo danana têrmînan, di zimanê netewî de, pêdivî bi destgehek zanyarî heye ku di pirs û arîşên zanyarî de jêder e û gotina dawî ya wê ye. Berî ku em li ser pirsa têrmînan, di zimanê kurdî de, rawestin me pêwîstî dît bi kurtî geryanekê li ser destgeha zanyarî ku mijûlî çareserkirina arîşa, di zimanê netewî de, dibe. Weku dab, li piraniya wejatan bi akadêmiyê, tête niyasîn.

Bi xwe, peyva akadêmî – navlêkirinek ji gelek destgehên zanyarî ye. Lê wateya bêjeyê ya taybet, ji navê qehremanê efsanî yê yûnanî Akademos hatiye ku li ser rûmeta nave wî, deverek li hawîrdora Afînayê hatibû nimandin (navlêkirin). Li vir, di sala çiwaran de b. z., Eflaton waneyên xwe dixwend. Di qunaxa êlînî de, komeleya zanyarî hate avekirin ku akadêmî bi xwe bû. Li Rojhilatê jî, di serdema navîn de, li Bexdayê (sedsala 9an) Mala hişmendariyê (Dar el hîkme), navdariyek xwe stendibû. Di sedsala 11an de li Vorizmê hatibû avekirin. Û di sedsala 15an de, li Semerqendê komelên hînkirinê hatibûn danan. Lê li Ewrûpa, di sedsalên 15-16an destgehên zanyarî–civakî, li Îtaliya ciyên xwe girtin û bi akadêmiyê dihatin niyasîn. Ev destgeh bi piranî, bi aresteyên xwe homonîstî bûn. Bi giştî, ev destgeh heta sedsala 17an mijûlî zanyariyên merovatiyê dibûn. Di heman kat de, çend akadêmî ku mijûlî arîşên sirûştniyasiyê dibûn, çê bûn. Û ji nîvê dawîn ji sedsala 17an, dest bi avakirina akadêmiyan hate kirin û weku navendeyên zanyarî yên netewî, li wan dihate nerîn. Sala 1660, li Londinê akadêmî hate damezirandin. Li Parîsê sala 1666, li Berlînê sala 1700 û li Pêtirbûrgê sala 1724an.

Di hundirê van sê sedsalên dawî de, li hemû cîhanê, destgehên zanyarî di bin navên cûrebecûr de, lê bi heman dilêmê hatine avekirin. Û akadêmiya kurdî ku sala 1970î li Bexdê hatibû danan, yek ji van destgehan bû. Dû re, li Kurdistana azad, di bin navê ”Korî zanyarî” xebata xwe kir. Û ji sala 2008an û vir de, di bin navê Akadêmiya kurdî de ciyê xwe girtiye.
Heger li hemû welatan meydana destgehên akadêmî, zanyarî bi hemû cûrên xwe ve ne, gerek akadêmiya kurdî ne ji derveyî vî warî be. Lê ji ber rewşa Kurdistanê ya awarte, em bixwazin nexwazin, wê akadêmiya me jî di rewşek awarte de be. Bi taybet, ev yek di xebata akadêmiya kurdî de, di warê zimanî de, diyar dibe. Ew jî ji ber rewşa Kurdistanê ya siyasî û civakî têt. Ev rewşa awarte ku zimanê kurdî qedexe bû û dan pêdan pê nedibû. Û kengî li Îraqê bi giştî bû zimanekî fermî û li Kurdistanê bi şêweyekî taybet, arîşên zanyarî ketin ber destgehên me yên zanyarî û desthilatê bi xwe. Loma jî, rûniştina zimanê kurdî weku zimanekî edebî û fermî, bû pirsa pirsan. Ji ber çi?

Berî her tîştî, ji ber peydabûna çend zaravên ku binyetên xwe yên rêzimanî ji hev cûda bûne. Û yekîtiya van zaravan, di bin sîwana zaravekî de, di warê zanyariyê de, bê bingeh e û di warê civakî de, wê tenê tevliheviyê bi xwe re bîne. Li vir, çawa dujmin, weha jî zanyariyên bi nav zanyarî, ava arîşên zimanê me bi her awayî girav dikin, ji bo ku bikaribin bi hêsanî melevanî û yariya xwe bikin.

Di rewşek weha de, bi çi şêweyî nabe ku desthilat bê deng bimîne, wezareta perwerdê, çi wezareta xwendina bala û çi akadêmiya kurdî û y.m. Tiştên têne xwestin, bi helwestek zanyarî biryar stendin. Lê mixabin, di pirsa rûniştina zimanê kurdî yê edebî û fermî, destgehên zanyarî, li Kurdistanê, ji desthilata siyasî bêtir layedarên neheqiyê ne. Ew jî ji ber du egera ye:

1-Nezanî.

2-Herêmperestî.

Weku em dibînin, her egerek ji ya din kembaxtir e. Êdî çare? Bi awakî vekirî, gerek em ji hev re bêjin, heta her du eger ranebin, wê çare neyên dîtin. Di rewşek weha de, pêdiviye em çi bikin? Di nerîna min de, pêwîst e destgehek zanyarî bête damezirandin ku xebata wê bi zanîn xizmeta zimanî. Ev destgeh yan jî rêxistin gerek çend warên zimaniyasiyê, ji xwe re bike rojev. Ev war jî ev in:

1-Ferhengiya zimanî. Komîta ku dê mijûlî vî warî bibe, pêdivî ye ji zimanniyasên çiwar zaravên sereke (kurmancî, soranî, zazakî û hewremanî) bin. Di nerîna min de, gerek ew ji rûniştina têrmînan, di zimanê kurdî de, dest bi xebata xwe bikin.

2-Rêziman (morfolojî û sîntaksîs). Di vî warî de pêwîst e du komîte bêne danan; yek ji bo xebata morfolojî be, ya din jî ji bo sînteksîsê.

3-Werger û efirandin. Wergera edeba kilasîkên cîhanê, ji bo zimanê me û piştgiriya nivîserên berhemdar ku bi kurdî berhemên xwe diefirînin.

Min ameje pê kiribû ku komîta ferhengiya zimanî, pêdiviye, ji têrmînan dest pê bike. Ji bo çi taybet ji têrmînan? Berî ku em bersîva vê pirsê bidin, gerek em bizanibin têrmîn çî ye û çawa tête danan.

(berdewamî heye)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev