Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Êzîdî çûn, per û baskên me şikestin!

Êzîdî çûn, per û baskên me şikestin!

Cih û warê em lê bûn, ji bo me cih û warê herî xweş ê dinyayê bû. Dema em zarok bûn tevahiya gundên wan şên bûn. Rast e, ”xêrnexwaz” û ”şîrheram” li nav me hebûn, lê ”dilşewat” û ”xêrxwaziya” me ji bo wan hebû. Em ji wan razî bûn, ew ji me dilxweş bûn.

Paşê em hinek mezin bûn. Hevalên me kêm bûn. ”Berekat”, ”Miraz”, ”Xwedêda”, ”Şikrî” û ”Xelef” terka gund û bajaran kirin. Em bê heval û hogir man. Bavê min digot: “Li çend gundan çend mal mane, ew jî kesên kal û pîr û navsere ne.”

Yek ji wan navsereyan hebû, car-caran em rastî wî dihatin. Ew jî ji wan gundan bû. Li Misircê, li dorhêla ”Qesra Hikûmetê” em diçûn pêşiya wî. Ser û çavên wî sor, simbêlê wî badayî bû. Me pirsa hevalên xwe yên ”gogê” û ”birê” jê dikirin. Pêşî çend şekir ji berîka êlekê xwe derdixist, dirêjî me dikir, paşê jî digot: “Ewê havînê bên, hûnê dîsa bi hev re bileyizin!” Lê çend havîn û zivistan derbas bûn, ew nehatin…

Êdî tu xweşiya lîstikên me yên berê nemabû. Carinan dema mezinên li dor me li hev diciviyan, em pê dihesiyan ku êdî terkeserê dinyayê bûne: “Zehf dûr çûne, berê xwe dane Ewropaya xopan, lê zehfekî wan li gelek gund û bajarên Almanyayê belav bûne.”

Li dorhêla Bişêriyê, Qûrtelanê (Misircê) û Batmanê bi dehan gundên wan hebûn. Me zêde ew nas nekirin. Em zarok bûn. Heta em mezin bûn, ew neman. Lê herdem di civat û sohbetan de behsa wan dihate kirin. Kirîvekî bavê min hebû. Hem hevalê bavê min, hem kirîvê me, hem jî tevî bavê min karê lêkirina xaniyan dikir. Ew ji bo bavê min wekî bira, ji bo min wekî mam bû. Rojekê em pê hesiyan ku wî jî terka Deşta Bişêriyê kiriye. 10-12 salî bûm, lê bi qasî bavê xwe ji çûna wî xemgîn bibûm. 20 sal paşê jî dema diçûm Almanyayê bavê min her dem digot: “De ka bipirse tu Sebriyê kirîvê me li wan deran nabînî?”

Welatê zarokatiya min, bi hebûna wan ”kirîvên me” wekî ”gulîstanekê” bû. Gula wan geş bû. Gula me jî geş dikirin. Camêr û mêrxas bûn. Em bi wan serfiraz bûn. Îro bêyî wan serê me berjêr e!

Çend roj berê ji bo Cejna Remezanê min serdana bapîrê xwe Eliyê Evdirehman kir. Di xeberdanê de mijar dîsa hat ser wan ”kirîv” ango êzîdiyên me. Behsa camêrî, hemûnî, dilsozî û hurmeta wan kir û got: “Em li ser hidûdê Îranê esker bûn. Rojî bû. Ne şaş bim meha gulanê bû. Rojekê hevalên min ên qawîşê gotin; ”di nav me de êzîdiyekî Bişêriyê heye.” Hem kêfa min hat, hem ez şaş bibûm. Min yekser got ez dixwazim wî nas bikim. Gotin; ”Hema evê li kêleka te ye!” Çawa min berê xwe da wî, min got; ”Wey malava! Ev 15 roj in tu hem bi me re radibî paşîvê, 14-15 saet em bê nan, bê av rojî digirin, hem jî dema fitarê bi me re difitirî. Te çima negot ez êzîdî me? Te bigota me yê nehişta te rojî bigirta.” Ez tu caran ji bîr nakim. Wî camêrê hanê wiha got: ”Bi Xwedê min şerm dikir li ba we nan bixwim. Hûn bi rojî bûn, min ê çawa li ber we nan bixwara?” 60-70 salan me bi kurdên êzîdî re jiyan kir. Xwedê ji wan razî be. Ez tu caran wan ji bîr nakim.”

Bi rastî jî êzîdî hîmê mal û ocaxên me bûn. Her ku ew kêm bûn, em jar bûn. Kengê ew çûn, per û baskên me jî şikestin! Niha em baş dizanin ku me ocax û mala xwe bi destê xwe xerab kiriye!

Li me biborin kirîvo…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev