
Req, Gureme’sî û sûravêlk
Çiqasî jî biçerçirin,
Wextê heval tifaq nînin,
T’u kar tune ji şuxulê girtî,
Ay, meselek wa buhurtî:
Rokê reqê, gureme’sîyê, sûravêlkê
Xwestin hevra cî bikşînin erebekê.
Li erebê xwe girêdan,
lê tu binhêr Erebê ji cî ranakin.
Bar sivike texmîna wan,
Sûravêlk diçe ber bi ezman,
Mesî – ber bi çemê avê,
Lê req jî xwe paşda davê.
Kî wan heqe, kî neheqe,
Bêjin – nebên, gilî yeke,
– Heta îro bêxêr, bêkar
Cîyê xwedanin erebe û bar.
Îvan Krîlov. Werger ji zimane rûsî ya Fêrîkê Ûsiv