
Gelek cara diqewme, wekî malê ku agir pêdik’evin, zar’o têda dimînin. Xilaskirina wana çetine, çimkî ew ji tirsa dir’evin, xwe vedişêrin û alîkî jî dû nahêle, wekî meriv wana bibîne.
Bona azakirina zar’a seyêd hînkirî hene. K’omêd agirvêsa wan sa xwey dikin û gava agir bi mala dik’eve, ew wan sa dişînin, wekî zar’a aza bikin. K’elbek hebû, ê ku vê k’arê donzdeh zar’o ji agir xilas kirin. Navê wî seyî Bob bû.
2.
Carekê malek dişewitî. Gava ku agirvês hatin, jineke k’elogirî banzda pêşiya wan û got: – Qîza mine du salî malda maye.
Agirvêsa Bob şandine hundur. Bob rik’êvî hundur kir û da nava dû û dûxanêda unda bû. Çend deqa şûnda ewî kirasê keç’ikê girtibû û banzda derva. Dê qîza xwe hemêz kir û ji şabûna girya.
Qîzik sax’-silamet bû. Agirvêsa serî û pişta Bob mistdidan, bi h’izkirin li wî dinihêrîn: lêdinihêrîn, çika birîndar nebûye? Lê Bob dixwest dîsa firqasî hundur bike. Agirvêsa t’irê gîhand hundur û zûtrekê hundur derk’et, tiştek bi dirana girtibû, di nava agir, dû û dûxanêr’a derk’et hat.
Gava ku merî nêzîk bûn, lênihêrîn, mane e’cîbmayî. Ew çi ku k’elb cara paşin anî, ew bûka zar’ê bû, ya wê keç’ikê.
L.N.Tolstoy (Wergerandina Cerdoyê Gênco)