Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pişta her mêrekî serkeftî da jineke serkeftî heye

Guhdarên ezîz, radyoya ‘RIATAZA” vê carê bernameya xwe ya ji rêzenivîsa “Jinên navdar” pêşkêşî kar û jîyana dota mamosta Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo û her wiha jîna helbestvanê kurd yê navdar Ferîkê Ûsiv; rewşenbîra hêja Firîda Hecî Cewarî raberî  we dike. Gotinek heye: ‘‘Piştî her mêrekî serkeftî jineke jêhatî sekinîye’’. Her çiqasî jî Firîda Hecî bi pêşê xwe va matêmatîk e, lê dawîyê xwe li kurdzaniyê girt û xwedî mîrata wan ya efrandarîyê derket. Ewê di nava 7-8 salan da di temenê xwe yê mezin da 28 pirtûk ji berhemên bavê xwe û malxwêyê xwe yên rehmetî yên neçapkirî amade kirin û weşandin. Qîza şîrhelal, kevanîya dilsoz Firîde xanim bi saya kar û xebata xwe ya giranbaha di warê çand û wêjeya Kurdî de kedeke layîq ji bo silsileta hîşt. Di bernameyê da hevpêyvîna min di gel xanima Firîda Hecî çî girtiye. Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye. Guhdarî xweş ji we re…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev