AKADEMÎK H. ORBÊLÎ, EHMEDÊ XANÎ Û “MEM Û ZÎN”

AKADEMÎK H. ORBÊLÎ, EHMEDÊ XANÎ Û “MEM Û ZÎN”

Ji bo berev kirina nimûnên zimanê ermênî, zaravê devera Moksê (Başûra gola Wanê), Akadêmîya Zanîyarî, ya Împêratorîya Rûsîya, sala 1911 an rojhilatnasê xort, H. Orbêlî dişîne Moksê. Ew li wir li mala Murtule beg dibe mêvan; mirovekî zane, xwedîyê bîr û bawerîyên pêşketî. Dûarojê, dema komkujîya ermenîya, salên 1915-1922 an, Murtule beg ê ermenîyên devera Moksê ji komkujîyê biparêze.

  1. Orbêlî du sala ser hev diçe û bi nimûnên zimanê ermenî re tevayî, nimûnên zimanê kurdî, yên devera Moksê jî berev dike.

Dema wan mêvandarîyan, dengbêjên dîwana Murtule beg bi stranên kurdîye folklorî re tevayî, usan jî beşên ji wejeya kurdîye klasîk distirên. Ji wan beşan bêtier beşên ji “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî bala zanîyarê xort diksîne. Ew beş bes bûn, wekî zanîyarê xort mezinaya Ehmedê Xanî texmîn bike û salên dirêj li destnivîsên poêma wî digere.

Texmîna wî ewqas zor bû, wekî berî poêma “Mem û Zîn” bi tam bixwîne, ew di gotara xwe de, ya ji bo 1000 salya êposa ermenîya “Dawûdê Sasûnê” nivîsî, navê Ehmedê Xanî datîne kêleka navên Fîrdiuşî û Rûstavêlî. Ew nirxandina wî, ya wê demê, ku hê poêm nexwendibû, wê dûarojê di gelek lêkolînan de cîh bigre. Û ev gişk ser bingeha beşên ji wî re stirayî.

Dûarojê, H. Orbêlî, wê hê di gelek gotarên xwe de besa Ehmedê Xanî û “Mem û Zîn” a wî bike.

Sala 1951 ê, bi şêwra mamostayê xwe, yê zanîngehê û serokê têza doktorîyê ye zanîyarî, Qanatê Kurdo, lêkolînera xort, Margarîta Rûdênko, ku dost û hevalan ji şîrnayê bi caran jê re Sêda digotin, çawan mijara têza xwe, ya doktorîyê, poêma Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” dijibêre. Wan salan 9 destnivîsarên wê poêmê di kolêksa destnivîsên A. Jaba berevkirî de hatibûn dîtinê.

Gava dawîya sala 1954 an M. B. Rûdênko têza xwe pawan dike, oponêntê sereke rojhilatnas û kurdnasê êdî naskirî, H. Orbêlî bû. Di gotara xwe, ya di şêwra zanîyarîyê de xwendî, ew dibêje: “Sîmpatîya min ber bi Ehmedê Xanî, nav van 43 salan de, çiqwes çû, ewqas mezin bû û şa me, wekî gihîştme wê rojê, ku “Mem û Zîn” li Akadêmîya Zanîyarî bû mijara têza doktorîyê.”[1] Paşê ew gotina xwe berdewam dike: “Di dîroka wêjeya Rojhilatê de berhemên usan ne pir in, wekî gelek zû de, gelek sedsalan berî me hatibin nivîsar, wekî di wan de ser wê radeyê, xeysetê netewî, daxwez û armancên netewî û normên êtîkî, yê gelek bilind, hatibîn dayînê. Bal Ehmedê Xanî hema ew yek gelek geş hatîye dayînê. Hûn dikarin bêjin ne tenê Ahmedê Xanî tiştên usan dane. Hûn dikarin bêjin bal Ş. Rûstvalî jî ew bîr û bawerî hene, gava ew ser dostanîyê dinvîse. Hê baş, usane ew xeyset çawan bal kurda, usan jî bal ne kurda hene, ku Ehmedê Xanî usan zelal û ronî dane. Tu nimûneke wêjeyî, ya mayîn, hestên jorgotî bi radeke usan bilind dabe, nikarim bi bîr bînim.”

Di wê gotara xwe de H. Orbêlî usan jî xwe mukur tê, wekî gelekî dudil bûye, gava seva mijara têza doktorîyê ji wî re gotine, ji ber ku poêm usan dijwar e, wekî wî wê dil nekira bida lêkolînerê xort. Lê ew dudilî gişk bade bûn û rojhilatnas û kurdnasê mezin, akadêmîk H. Orbêlî, dîsêrtant M. B. Rûdênko û serokê wê, yê zanîyarîyê, kurdnasê bi nav û deng Qanatê Kurdo, ji bo têza serkevtî, pîroz dike.

Ev jî nîşaneke mezinaya akadêmîk H. Orbêlî bû, wekî hela salên xortanîyê, bi bihîstina çend beşên ji poêma “Mem û Zîn” karibûye mezinaya Ehmedê Xanî texmîn bike.

Tosinê Reşîd

Riataza.com

[1] Ev malûmatî ji arşîva kurdnasa bi nav û deng, Margarîta Rûdênko hatine hildan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev