Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

BIRATÎYA GUNDÎYÊ XÊFIK Û BERAŞÊ DILKEVIR

BIRATÎYA GUNDÎYÊ XÊFIK Û BERAŞÊ DILKEVIR

DE NAVIKÊ BIGIRE – BERDE

YANÊ BIRATÎYA GUNDÎYÊ XÊFIK Û BERAŞÊ DILKEVIR

(Anegorî mijûlîya gel)

Torinê Torinî

Go rojekê ji rojan gundîk çend bar genimê xwe li ga bar dike, berê xwe dide aşê nêzîk. Genim tê xarê – hêrandinê. Gundî çevê xwe digerîne – nagerîne, aşvan nabîne. Ne dîhar e ew li ku ketîye xewa hingorê. Gundîyê bê çare nifiran li felek, bext û qedera xwe dike, nêzîkî beraş dibe, dibe:

-Kevir can, arwanê min hatîye xarê, reca li te dikim, bes e, îdî nezivire.

Lê gotina gundî dibe wek şîreta bona gurê birçî. Beraşê valamayî hê ba digire, hev disu, dike gire – gir. Gundî dîsa berbirî beraş dibe:

-Kevir can, em nas û birayê heve zûda yên musulman in. Destê pêxember da sond dixwim, ad – qirar be, ji evî arî pîreka mine berê pêşin nan bipêje û tevî jinên gund ji gund heta vira bi serqot û bi pêxas nanê germ bona xatirê te bela bikin, qurbanan bidin, ku tu timê li rû – hewata gundê me bî. Ezê ji malê çend kulav û bera bînim, li ber pîyê te raxim. Bona xatirê biratîya me ya wek neynûk û goşt ezê bi teherê te bi kevirkî biaxivim, bistirêm, bikim gire – gir… Bextê te da me, tenê tu bisekine. Nişkêva germa te ranebe, agir li te nekeve, min stuxar neke.

Lê beraşê bi dilkevir zivira xwe sar nake. Evê carê gundî nêzîk dibê, ku çevên wî ramûse. Lê beraş lê dide dev – diranê gundî diherişîne, xûnê li ser dixe. Hêrsa gundî ya dawîyê radibe, sebra wî namîne. Ew kuçekî li wura hildide, di jor da li navbera beraş dide. Beraş dibe çar keran, tê xarê. Surnîyê ortê da bi vala diçe – tê. Gundî li ser surnî ra disekine û bi gazinokî dibêjê:

-Ez lavayî – dîlekên aştîyê û dêmokratîyê ji te dikim. Dibêm, kevirê bira, heyrana te me, bide xatirê biratîyê bi kerema xwe bisekine, lê nasekinî, gorî – qurbana te me, bisekine, lê nasekinî. Têm ku netika te maç kim, dîsa nasekinî. Hela serbara serda jî didanê min dişkênî. Malxiravo, xwe ez ne zombîyê Afrîkayê me. Nasekinî? De naha jî navika xwe (ji surnî ra dibêje) bigire – berde, bigire – berde… Navik haha kiro…

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev