Încîla bi kurmancî ya bi herfên ermenî ya sala 1872an

Încîla bi kurmancî ya bi herfên ermenî ya sala 1872an

Ev pirtûka dîrokî ya bi zimanê kurdî, bi sernavê ”P’êymanê no ê xoîyê me Îsa el Mesîh”, bi herfên ermenkî, ku di sala 1872an da li çapxaneya A. N. Boyacyanê ermenî li Konstantînopolê (niha Stembol) çap bûye, bi saya serekê Sazendeya Pirtûkxane û Mûzêxaneya Kurdî Goran Candan êdî ji bo her kurdekî berdest bûye. Her kes dikare bi naveroka wê pirtûkê va haydar be, ji ber ku ew li malpera wê da (http://www.saradistribution.com/armano_kurdish.htm) hatîye bicîkirin. Ew herwiha li malpera Kitêbxaneya Kongrêsa Amêrîkayê jî heye: (http://archive.org/stream/peymanenoekhoiye00blis#page/n3/mode/2up).

Ev pirtûka ji 638 rûpelan bi bawerîya hinek zanyar û nivîskaran, pirtûka bi zimanê kurdî ya çapkirî ya pêşin e li cihanê (bi bawerîya zimanzanên kurd Reşo Zîlan û Mustefa Aydoxan, Încîleke bi kurdî ya ji wê kevintir jî heye, ku bi herfên sûryanî çap bûye, lê wana bi xwe ew pirtûk ne dîtîye). Ew ji Încîla bi ermenkîya kevinare – ermenkîya Grabarê – hatîye wergerandin.

Di Încîlê da navê wergervanên Încîla bi kurmancî ha ye: “J. G. Bliss û yên din”. Mixabin, em nizanin ka “yên din” kê ne. Lê wergervan kê jî bibin, karekî ji bo wan deman pir hêja û pir dijwar kirine. Dibe wergervanên din kurd û kesên biyanî bin, ku kurmancî rind zanibûne.

Pirtûkeke din jî bi zimanê kurdî (bi zaravê kurmancî), bi herfên ermenî derketîye. Sala 1921ê xêrxwez û dostekî kurdan Hakob Xazaryanê ermenî, ku di dîrokê da wek Lazo û Apo jî tê naskirin, alfabeya kurdî ya bi tîpên ermenî çê kir û bi wê alfabeyê bi sernavê “Şems” li bajarekî Ermenîstanê, li Êcmîadzînê pirtûka perwerdekirinê da weşandinê. Bi wê alfabeyê zarokên kurd li sêwîxana Aştarakê û li dibistanên gundên kurdan yên Ermenîstanê hatine perwerdekirinê. Lê evê alfabeyê di nav kurdan da wek lazim e cîyê xwe ne girt, ji ber ku herfên ermenî têra sewtên (dengên) kurdî ne dikirin yanê jî ne gorî hemû sewtên kurdî bûn.

Lazo ji bo kurdan karekî din yê hêjayî qîmetê bilind jî kirîye: sala 1926an li Ermenîstanê fîlmeke 69 deqeyan ya ser jîyana kurdan hate kişandin, ku li ser bingehê romanoka Hakob Xazaryan (Lazo) hatîye amadekirin. Ew di dîroka Ermenîstanê da fîlma dudan e. Fîlm li ser jîyana kurdên Elegezê ye. Derhênerê fîlmê Hamo Bêknazarov e, ku kînêmatografîya Ermenîstanê ser navê wî ye.

Çiqasî jî dervayî mijara me be, ez dixwezim dostanîya Lazo bi kurdekî bi nav û deng ra destnîşan bikim, ku ji Kurdistana Bakur pêşî derbazî Ermenîstanê bûye, paşê çûye Gurcistanê û bi salan, bi Lazo ra tevayî karê pêşketina çand û edebîyeta kurdan kirine, zarokên kurdan perwerde kirine: ew nûnerekî ji malbeta Bedirxanîyan – Kamil beg Bedirxan Azîzî ye, ku piranîya jîyana xwe li bajarê Tbîlîsîyê derbaz kirîye, di nava pêşketina çanda kurdên wira da roleke mezin lîstîye. Wî di sala 1929 da li wir dibistana kurdî vekir û bû mamostayê zimanê kurdî û tirkî. Gelek gotarên wî derheqa dîrok, çand û jîyana kurdan da hatine weşandinê. Ew merivekî zane û ronakbîrekî navdar bû, zaneyê çend zimanên ewropî û rojhilatê bû. Sala1934an, gava Kamil beg ber mirinê bû, temî dide jina xwe – Margarîta Yakovlêvnayê (jina wî alman bû û sala 1953 çû rehmetê, zarokên wan tunebûn), ku wî li Tbîlîsîyê (paytextê Gurcistanê), di nav goristana êzdîyan da binax bikin. Dostê wî – dengbêj û ronakbîrê kurd Ahmedê Şewêş Mîrazî ser kêlika gora wî bi sê zimanan (kurdî, tirkî, rûsî) daye nivîsarê:

”Yûsuf Kamil beg Bedirxan Azîzî, 1872 – 1934. Te bi xebat û ilmê xwe serê 10 000 kurdêd tarî minewer kir. Xebata te nayê ji bîr kirin”.

Îro ev herdu pirtûkên bi zimanê kurdî, bi herfên ermenî yên dîrokî bûne malê hemû kurdan. Em bi amadekarên wan va serbilind in û sipasîya xwe ji wan ra dibêjin. Û ew amadekar ermenî bûne. Wek ku em bi Karapêtê Xaço, Aramê Tîgran, Davîtê Xiloyê ermenî va jî serbilind in, ku bi xwe ermenî bûn, lê hunermendîya me ya sitiranbêjîyê gîhandine her çar perçeyên Kurdistanê.

Em karê van hemû kesan bilind qîmet dikin û navê wan wê di dîroka kurdan da bi herfên zêrîn bên nivîsar. Wek ku miletê tirk bi nivîskarê xwe Yaşar Kemal, dengbêjên xwe Îbrahîm Tatlises û Ahmed Kaya va serbilind e.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev