Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pirsa êzdî kurdin, yan na, dîsa derdixin bazara sîyasî

Guhdarên hêja, çava bûyarên ji dîrokê, wisan jî yên van salên dawî nîşan didin, dema pirsgirêkên netewî û civakî dertêne meydanê, neyarên me pirsa êzdîtîyê û kurdîtîyê derdixin meydanê û wek çek dijî yekîtîya gelê me bi kar tînin. Bi vê rê dutîretîyê dikin nav civaka êzdîya.

Edî dem hatîye, ku civaka êzdîyan ji van lîstkên ne pak, yên neyaran biparêzin. Nehêlin dijmin bîr û bawerîyên êzdîyaye pîroz ji bo dutîretîya êzdîya bi kar bînin. Ya dilêşê ew e gava hinek  kurdên êzdî bi dilê sax, ji nezanîyê carna vê pirsê pêjda tînin zîyan tune, lê caxe bendê zane bi nêt û meremên ne paqij, ji bo kara xwe vê pirsgirêkê pêjda tînin û bi vî teherî dibin cek di destê neyarên gel xwe de, eva êdî neheqîye. Şayîrê meyî bi nav û deng Cegerxwîn digot, ku pirsa êzdîtiyê û kurdîtiyê li wî pir keder dihat, gava di nava miletê kurd de cudatiyên dîn-hebandinê carna digîhîjine pîre pîre bûnê. Bi texmîna wî ev yek ji nezanîyê û nexwendîtyê tê. Nava tu cimaetekê de û tu wextî dîn nebûye hîmê milet kivşkirinê û milet paravekirinê. Guhdarên ezîz, guhdarya bernameya radyoya Riataza “Netewe,dîn û hebandin” bikin. Niha ez ê li were kerîk ji miqalê doktorê ulmê dîroknasyê profêsor Şekroyê Xudo û nivîskar Nado Maxmûdov bixwininm, yê ku pir sal pêjda hatibû neşir kirin. Bi fikira min naveroka vê miqalê ye pir ferz û lazim îro jî pir aktûale, wê bala we bikşiîne û bersîva gelek pirsên we bide.

Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî. Guhdarî xweş…

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev