Sazbendîya kurdan li gor ronakbîrên ermenîyan

Sazbendîya kurdan li gor ronakbîrên ermenîyan

Sazbendîya kurdan li gor ronakbîrên ermenîyan

Nûra Cewarî,

doktora hunermendzanîyê

Her miletek şureta xwe ya efrandarîyê bi awakî geş di çend warên hunermendîyê û di zargotinê (folklor) da dîyar dike û gorî wê jî aqilmendîya wî miletî tê qîmetkirinê.

Li ba gelê kurd ew aqilmendî xasima di qise û gotinên gel, sazbendîya miletîyê, hunermendîya reqasê da dîyar dibe û ev hemû ji ber çavê biyanîyan nerevîyane û ji alîyê wan da, berî gişkî ji alîyê miletzan (êtnograf), nivîskar û sazbendîzanên ermenîya da bilind hatine qîmetkirinê û bûne tema bona lênihêrandinê, lêkolînê. îro bi saya xebata zanyarên kurd û alîkarîya zaneyên ermenî gelek nimûnên folklora kurdî yên li jor me be´sa wan kirin, ji windabûnê xilas bûne, bûne tiberkên nemirî û bala gelek zanyarên biyanî jî dikişînin.

Ev hemû ji me ra dibine bingeh, ku em bi awakî dilbaristan xebata ronakbîrên ermenîya ya xasima di hêla sazbendîyê da bişêkirînin, û di hêlekê da jî eva yeka nîşana dostîya van herdu gelên rohilatê yên kevnare û xwedî kultura bilind e.

Hetanî niha jî bal kurda şahî, cejin û lîstikên usa hene, ku bi stiran û sazbendîyê va têne pîrozkirin û derbazkirinê. Her kes bi stirana, reqasa, henek û gotinên folklorîk yên aqilmend va tevî van şayînetîya dibe. Hela ser da jî, kesên ku bi heytehol tevî wan şahîya nebin, wek kêmasî tê hesibandinê. “Gerekê merî li zozana be,- dîrokzan û êtnografê ermenî S. Yexîyazarov di gotara xwe ya bi sernavê Qiseke kurt derheqa êtnografîya kurdên qeza Yêrêvanê da nivîsîye,- ku bibîne çika ev miletê qedîmî li çiya û banîya çawa bi dil û can şa dibe. Ji berbangê hetanî êvara dereng ji her çar alîya dengê awazên bilûra şivên tê, şevên hîveron da gişk govendê digrin û li ber dengê zurnê hetanî nîvê şevê direqisin” {Malûmatnama rêxistina erdnîgarîyê (geografî) ya qeyserîyê ya perça Kavkazê, pirtûka XIII, çapa 2-a, Tîflîş 1892, rûpel 26}.

Yek ji zaneyên ermenîya yê herî pêşin, ku qîmetekî mezin daye helbesta stirana kurdî ya folklorî (gotinên stirana), ew ronakbîrê bi nav û deng, hîmdarê edebîyata ermenîya Xaçatûr Abovyan bûye. Ewî di gotara xwe ya bi sernivîsara Kurd û êzdî da nivîsîye: “Poesîya gelê kurd usa pir pêş ketîye, usa zengîn bûye, ku her kurdekî, lo hela her kurdekê jî em dikarin wek helbestvan bihesibînin. Ewana gelek serwext in, gelek zû, hema bêje hahanga (destxweda, spontan) disêwirînin” (Berevoka efrandina ya tam, cild 3, Yêrêvan, 1958, rûpel 246).

Gotinên kompozîtor K. Zakaryan û helbestvan G. Êmîn, ku di nivîsên wan da hene, berdewama wan gotinên Abovyan in. -Gerekê bê kivşkirinê, ku zêna vî miletî gelekî li ser sazbendîyê heye, hema bêje gişk jî kilama zanin û tenê bi dengê xwe va ji hev cihê ne,- K. Zakaryan dibêje.- Me ev gotin ji pêşgotina berevoka Stiranên kurda yên gelêrîyê hildane, ku K. Zakaryan û Hecîyê Cindî nivîsîne (Yêrêvan, 1936, rûpel 14).

  1. Êmîn di romanoka xwe ya Şemdanên Yêrêvanê da derheqa kurda da awa nivîsîye: “…miletekî helbestvan, ku destanên he

waskar û stiranên evîndarîyê yên gelekî kûrfikir sêwirandîye…” (Yêrêvan, 1957, rûpel 3).

Naveroka gotinên stiranên kurdî ew jîyana milet e, ji demên buhurî heta rojên îro û paşerojê, ew xeyal û daxazên wî ne, ku bi dîdemên tebîyetê û fikrên kûr va wergirtîne. “Ewana (kurd.- N. C.) bi awakî zelal û helal derheqa best û beyar, çiya û banî, mêrxasî û fêrizîya lawên xwe, delalên dilê xwe û nazîyên wan da distirên û wan stiranan bi tehm û motîvên bedew va dixemilînin, xemileke kaw û rewşeke bedew didinê û hewl didin ev hemû tişt bi awakî zêndî, bin sazbendîya pirawaz da bighînine guhdarvana û wan bikine evîndarên jîyanê”,- Abovyan hema di wî cîyê li jor kivşkirî da nivîsîye. “Tu rojeke nav û nîşan ji guhdarîya kurda der namîne: ruhê milet bi awazên stiranê, an pesinê mêranîya yekî dide, an jî qerfê xwe li tirsonekîya yekî û bêbextîya yekî mayîn dike”,- nivîskarê mezin Raffî di romana xwe ya “Prîsk” (“Çirûsk”) da nivîsîye. Miqamên stiranên aşiqê kurd,- Raffî gotina xwe berdewam dike,- ew çend gotin û awazên sade nînin. Ew romeneke temam e, ku helbestçêkirê gel ji jîyanê hildaye û kirîye kilam”. Hema li wira ewî nivîsîye, ku hetanî îro min kilameke usa ne bihîstîye, ku bi qasî kilama kurdî nêzîkî ruhê gel be. Gava guh didî kilama kurdî, kurdê kubar û bi bejin-bala tîtalî tê ber çavê te, kurdê rim di dest da, li ser kihêlê şînboz siyar e û mînanî bayê birûskê berbi çiya dilive (Berevoka afrandina ya tam, cild 4, Yêrêvan, 1963, rûpel 361 û 499-500).

Naveroka stiranên kurda jî usa sext û taybetî ye. Di wan da tesîra tebîyetê li ser jîyana gel, erf-edet, rabûn-rûniştin, xem û xeyalên wî mînanî têleke sor xuya dike, ew dîyarkira ruhê wî yê fire û bi hêz e.

Klasîkê sazbendîya ermenîya Komîtasê mezin di gotara xwe ya bi sernivîsara Stiranên ermenîya yên gelêrîyê û dîndarîyê da naveroka stiranên kurda bi cûrê jîyana wan va girêdide û awa dinivîse: “Awaz û ruhê stirana kurdî bi tebîyetê va girêdayî ye, lê naveroka wê êdî bi qewlên jîyana gel va girêdayî ye. Kurd miletekî çiyayî ye, ji ber wê jî li ser sazbendîya wê mora dinya der-dora wan heye” (Gotar û lêkolîn, Yêrêvan, 1941, rûpel 11).

Nivîskarê bi nav û deng V. Papazyan lezeta ji kilameke kurdî sitendî bi vî awahî tîne ser zar-zimana: “Ew serpêhatîk bû, ku min bihîst, ew stiran mînanî şadirwana li sûrtê çiya da dirijîya û te digot qey ew şadirwan hey li hevraz dibeze, hey li jêr dirije, paşê pêlên wê li hev dikevin û mînanî birûskê birq vedidin. Û mora dîrokê li ser wê serhatîya derheqa merivê çiyayî da hebû” (V. Papazyan, Fonda edebîyatê, destxeta hejmara 98-a, muzeya edebîyatê û hunermendîyê ya Ermenîstanê).

Derheqa naveroka kilamên evîndarîyê yên bi stirana şivana, qîmetkirina Raffî balkêş e: “Ew stiranên pirawazî û nazik bin miqamê bilûra dengxweş da dil-hinavê meriva bi nermikayî dilivînin. Lê kilamên mêranîyê mînanî alava êgir şewqê didin, dengê defê jî tu dibêjî qey nîşana hewarê ye”.- Raffî hema li wî cîyî nivîsîye (rûpel 361).

Her miletek, herweha kurd jî, xwedî hunermendîya dengbêjîyê ya taybetî ye û bi cûrê qedandinê va ji hev cuda ne. Dengbêjên kurda dema stirana kilamên mêranîyê serê xwe datînine ser kefa destê rastê. X. Abovyan derheqa vê yekêda di miqala jorgotî da awa dinivîse: “Dengbêjê kurd, gava hazirîya xwe dibîne bistirê, herdu destên xwe datîne bin çenguya xwe, herdu alîya da sûretê xwe zexm digre, usa ku serê tilîyên wî digihîjine guha, xwe diqincilîne ser hev û… destbi stiranê dike” (rûpel 372). Ew bona wê yekê ye, ku guhê xwe bigrin seba dengê xwe yê bilind nebihên.

Bîr û bawerîyên hewaskar hene usa jî derheqa rola aletên sazbendîyê di karê hostatîya stiranbêjîyê da. Kompozîtor Haro Stêpanyan di gotara xwe ya bona berevoka me ya bi sernivîsara Stiranên kurda yên ji bo reqasê da kurda wek hostê deholê dihesibîne. Lê zaneya hunermendîya reqasê S. Lîsîsyanê di miqala xwe ya Hunermendîya reqasê di olîmpîyada komarê (komara Ermenîstanê.- R. N.) ya pêşin da nivîsîye: “Çapikî û çelengîya reqasvanên kurd, rengên cilên wan yên lihevhatî, sextîya reqasa, beşera wan ya xweş, hostatîya deholvan tiştên çavdayînê ne” {kovara “Xorhrdayîn arvest” (“Hunermendîya Sovyetî”), Yêrêvan, 1937, hejmar 7, rûpel 10-11}.

Kurda bi lêxistina xwe ya li ser aletên ji qamîşê çêkirî geleka şaş-metel hîştine. Tenê bilûrlêxistina mêrxasê destana “Lûr-de-lûr” Heso çi hêja ye! G. Êmîn di pirtûka xwe ya Şemdanên Yêrêvanê da derheqa hostakî mayîn da dinivîse, ku bi miqamê bilûra xwe va pez ji qezîyayê xilas kirine. “Kerîyê pêz bi temamî dikaribû di nav şevekê da qir bibe… Teyar nişkêva mî di cî da hîştin û xwe da hevrazê topikê pêşber. Ewî ber qayîşa xwe ra bilûra xwe derxist û bi tilîyên xwe yên sirêbirî (pir cemidî) va “Miqamê nêrîya” lê xist. (Bin awazên wî miqamî da kerîyê pêz destbi çêrê dikin). Û ji dengê wî miqamî peza xwe livandin û zûtirekê temamîya kerîyê destpê kir berbi topik livîya. Û şivan ewqas wext lê xist, ku bager buhurî û pez ji qirê xilas bûn” (rûpel 15). Û ya dawî: “Ew tiştê, ku zar-zimanê wî (yê şivan.- N. C.) nikaribû bikira, ewî bi bilûrê, ku hey jê dengê melûl û zelûl, îske-îskê, hey jî dengê eşqê, şabûnê û serketinê dihat, kir. Û merî zendegirtî dimîne, ku di nav bedena wî şivanê jar û zeîf da çawa ewqas kel û şewat dikare hebe”,- êtnograf A. Yêrîsyan di miqala xwe ya bi sernivîsara Rêwîtî berbi Ermenîstana Roava da nivîsîye {kovara “Arzagank” (“Alan”), 1881, hejmar 3, rûpel 39}.

Sazbendîya kurda bona sazbendîzanên ermenî yên profesîyonal bûye tema lêkolînê jî. Heyf, ku nivîsa dîplomîyê ya Komîtaş ku ewî di dema kutakirina Konservatorîya Berlînê derheqa sazbendîya kurda da nivîsîye, nehatîye parastinê. Lê xebateke wî ya mayîn derheqa sazbendîya kurda da hetanî niha jî heye. Ew derheqa demgirtina (fon dayîn) miqamên kurdî da ne. Komîtas di miqaleke xwe ya derheqa xusûsîyetên aletên sazbendîyê yên ermenîya da nivîsîye: “Ermenî di dema stirana demê nagirin. Ew demkêşî, ku miqamê xurttir û xweştir dike, tenê hinkûfî miqamên kurdî ne” (Sazbendîya ermenîya ya nazik, Parîş 1938, rûpel 7).

Zaneyê sazbendîya gelên Kavkazê Vasîlî Korganov piştî ku bi sazbendîya kurda ra bû naş nivîsî: “Him di jîyana kurda da, him jî di hunermendîya wan ya sazbendîyê da tiştekî taybetîyî usa heye, ku wana ji tu kesî hilnedaye û ew tişt li ba tu miletekî cînar tune. Ez nikarim hemû taybetîyên hunermendîya kurda ya stiranê bînime ser zimên, lê dikarim guhdarîya we bidime ser wan gotinên di xeberên stiranên kurdî da, ku gelek cîya diwekilin (dubare an jî pirbare dibin), lê bi saya pirawazîya sewta guhdara aciz nakin” (Sazbendîya Kavkazê, berevoka miqala, çapa duda, Tîflîş 1908, rûpel 18).

Ronakbîrên ermenî bi dostanî û xêrxwazî sazbendîya kurda qîmet kirine. Û yek ji wan qîmetkira jî sazbendîzan Mûşêx Axayan e, ku wa nivîsîye: “Sazbendîya kurda ya gelêrî, wek destana kurdî (gotinên stiranên destanê.- N. C.) di hesparêza (meydana fire) sazbendîya gelên Yekîtîya Sovyêtê da xwedî cîyekî taybetî ye û hêja ye, ku bi xusûsî û kûr bê lênihêrandinê”. Ev gotinên Axayan di wê resensîyonê da hene, ku ewî sala 1958-a bona berevoka Stiranên reqasê yên kurda nivîsîye.

Ev bîr-bawerî, qîmetkirinên ronakbîrên ermenîya di demên cihê-cihê da derheqa pirsên sazbendîya kurda yên cûre-cûre da hatine nivîsarê. Me bi vê gotarê va tenê perçekî peywendîyên kurda û ermenîya yên sazbendîyê destnîşan kirin, û ewana dikarin bibine bingeh him bona çend pirsên sazbendîya kurda bi zanyarî bêne lêkolînê, him jî bona lênihêrandina çend pirsên derheqa pevgirêdanên sazbendîyên ermenîya û kurda da.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev