Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Du bûyerên balkêş ji jîyana kurdan

Du bûyerên balkêş ji jîyana kurdan

…gorî encamên lêkolînên koma zanyar-gênêtîkan, ku profêsorên Ûnîvêrsîtêta Îzraêlê Ariel Oppenhaym û Marina Fetrman serokatî lê dikin, mînanîhevbûna gênêtîkî ya gelê cihû û binecîyên Kurdistana niha diha nêzîkî hevdu ne, ne ku mînanîhevbûnên di navbera cihûyan û ereban da. Û bi gotina profêsor Oppenhaym, di lêkolînên berê da hatibû destnîşankirin, ku merivatîya di navbera cihûyan û ereban da hema bêje bê şik bû. Bi bawerîya zanyaran, pêşîyên cihûyan û kurdan yek e, ku di herêmên ser sînorê Îraqê û Tirkîya niha da diman. Derheqa van lêkolînan da dikarin di hejmareke kovara American Journal of Human Genetics da bixûnin.

…akadêmîkê pir bi nav û deng N. Ya. Marr di gotara xwe ya bi sernavê ”Derheqa kemala kûltûrî ya gelê kurd di dîroka Asîya pêş da” nivîsîye: ”Pir balkêş e, ku pêşketina taybet ya çend îdêayên dînî, ku ji êzdîtîyê ketine nava dînên xaçparêzîyê û misilmanîyê, mîrata gelê kurd e. Hema bi wî awahî jî zimanê kurdî heta niha jî tesîreke mezin li ser gelên cînar dike”. Hewaskar e, ku gelek lêkolîner di wê yekê da hemfikir in, ku êzdîtî dînê kurdan yê berî îslamê ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev