Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

HUNERMENDÊN MEZIN SERBILINDÎYA GELÊ XWE NE

Gava hûn afîşên têatrên Sankt Pêtêrbûrgê binhêrin, dibe hûn metel bimînin; paşnavên rêjîsoran, xorêografan, balêtmaystêran têne guhastin, lê gelek caran navê artîstê balêtêyî kurdî bi nav û deng, “Mirovê difire”, Vladîmîr Acamov dimîne.

Vladîmîr Acamov ne tenê artîstê Rûsyayê yê emekdar e, lê ew usan jî yek ji pêşîkêşên hostatîya balêtê ye li seranser cihanê.

***

Kurdên Gurcistanê, ku piranîya wan penaberên ji şûrê Roma Reş filitî bûn, salên dirêj pirsa wan a sereke ew bû, ku parî nan bigihînin neferên xwe. Wan karên lape giran dikirin, di şertên gelek dijwar de dijîyan. Eger zarên xwe didane xwendinê jî, pirî caran bi mecbûrî; gor zagonên Sovêtê nikaribûn zarên xwe neşandana dibistanê. Lê ji nîveka salên 50-emîn a sedsala buhurî, gava rewşa wan a aborî ber bi başîyê ve çû, ew bi xwe çev vekirî bûn, pir-hindikî bi civaka cîh re întêgre bûn, bêtir guh dane xwendinê. Û ji ber ku piranîya kurdên Gurcistanê li bajarê Tbîlîsîyê diman, çendekan xwe li hunerê girtin û ji nav wan hunermendên naskirî derketin. Ji wan yek jî Vladîmîr Acamov bû (Vladîmîrê Qasim), ku 24 ê Nîsanê, sala 1955 an li bajarê Tbîlîsîyê, di maleke kurdên êzdî de ji dayîk bûye.

Bavê wî ji bo xwedîkirina mala giran, neçar dibe karê gelek giran bike; xanîyan çê dike, barkêşîyê dike. Lê dayka wî înstîtûta doxtirîyê temam dike û wek doxtir kar dike. Lê dûarojê xerêqa mala mezin wê neçar dike karê doxtirîyê bihêle û jîyana xwe gişkî bide perwerdekirina zarên xwe. Dûarojê wê cangorîya dayîkê berekî hêle da; herpênc zarên wê jî, sê keç, du kur, xwendin û bûne mirovine kêrhatî.

Çawa Vladîmîr bi xwe bîr tîne, bavê wî balêt hiz dikir û daxweza wî ew bû, wekî Volodya û xwîşka wî bi wî hunerê xwesîk ve mijûl bin.

Volodya, çawan her kurikekî wê demê, boks, sovekarî, fûtbol hiz dikir. Ew diçû boksê û sovekarîyê.

Berê xwîşka mezin dibin dibistana balêtê. Ew di demeke kurt de gelekî pêş dikeve û mêla artîstê balêtêyî bi nav û deng Vaxtang Çapûkyanê dikşîne ser xwe. Lê dûarojê, ser daxweza dê û bavê xwe Volodya jî 11 salîya xwe de diçe dibistana balêtê. Li wê peymangehê ew ber destê mamosta D. Mêtrêvêlî û S. Vêkûa, gavên xwe yên pêşin di hunerê balêtê de davêje. Lê gor gotina wî bi xwe, wî ewqas jî guh ne dida balêtê, gelek caran ji dersa direvî, diçû boksê, sovekarîyê, fûtbolê.

Ew di boksê de digihîje destanînên baş. Lê werzendvanê wî rojekê jê re dibêje, eger serkeftinên mezin dixweze, divêt paşnavê xwe biguhêze ser ya gurcan. Ew gotin gelekî wî diêşînin. Ew biryarê dide, ji Gurcistanê derkeve. Piştî bi dê û bavê xwe bişêwire, berê xwe dide Lênîngradê.

Ew diçe baştirîn dibistana balêtê ya Lênîngradê, Peymangeha Lênîngradê ya xorêografîye, ya bi navê A. Ya. Vagankovayê. Li wê peymangehê xorêografên naskirî Yû. Lîtvînênko, B. Şavrova, V. Şatîlova mamostayên wî bûn. Êdî salên xwendinê ew wek artîstekî balêtêyî hêja tê naskirin.

Dayîna xwedê bi Vladîmîr Acamov re heye, Xatûna Ferxan hunerekî nebînayî daye wî. Eger piranîya artîstên balêtê bi salan ser rolên biçûk dimînin, Vladîmîrê 19 salî êdî stêrka balêtê yê li cihana de naskirî bû.

Gava ew xwendina peymangehê temam dike, ber wî gelek rê vedibin; Bolşoy têatr li Moskvaê, Kîrovskî (Marîînskî) têatr li Lênîngradê, Malîy têatra Opêra û Balêtê, ya bi navê Mûsorgskî li Lênîngradê. Lê ew vexandina yek ji mezintirîn navê cihana balêtê, O. Vînogradov dipejirîne û diçe Malî têatra Opêra û Balêtê, ya bi navê Mûsorgskî (Lênîngrad).

Ji sala 1976 an, ew him wek artîstê balêtê, him jî wek endemê jyûrîyan, beşdarî gelek fêstîvalan dibe.

Wan salan Vladîmîr Acamov êdî wek balêronê plana lîrîkî-mêrxasîyê tê naskirin.

Ew bêtirî sî salî balêronê “Têatra Dewletêye Akadêmîye opêra û balêtê, ya bi navê M. P. Mûsorgskî” bû û di rêpêrtûara wî de, bêtirî çil partîyên sereke hebûn; ku çawan partîyên klasîk, usan jî yên hemdem hildigirtin nav xwe. Vladîmîr Acamov yekemîn kes e ku di wê têatrê de partîyên Romeo, Mîrze (Zolûşka), Florîndo (Xulamê du xweya), Orfêy (Orfêy û Evrîdîka), Karl (Qaçax), Mankûrt (Evsena çivîka Donêbay), Makbet (Makbêt) dilîze. Wî usan jî partîyên sereke di van balêtan de qedandîye: “Dona Aşt” (Grîgorî), “Pêtêrbûrg” (Ablêxûv- biçûk), “Korsar” (Seîd paşa), “Bedewa razayî” (Çivîka hêşîn). Ev rêzenav dikare dirêj be, lê ev jî bes e.

Di jîyana xwe ya hunermendîyê de, Vladîmîr Acamov, bi xorêgrafên naskirî O. Vînogradov, N. Boyarîçkov, N. Dolgûşîn, B. Eyfman, G. Alêksîdzê. L. Lêbêdêv. V. Karêlin, G. Kovtûn, Ê. Smîronov kar kirîye.

Hostatîya Vladîmîre geş bala gelek xorêografa dikşîne ser xwe; bi taybetî ji bo wî balêta dinvîsîn, komên balêtê ji der veduxwendin.

Vladîmîr Acamov rêjîsorîya balêtên “Rêya ber bi xwe”, “Gerok” dike.

Ew beşdarî fîlmên “Dêw”, “Hosta û Margarîta”, “Bedbextîyên biçûk” û çendekên mayîn dibe.

Sala 1995 an ew hêjayî navê “Artîstê Rûsîyayî emekdar” dibe. Salên 1993-94 an tê naskirin wek baştirîn balêronê salê. Sala 1996 an ew ji bo baştirîn rola mêran, hêjayî xelata “Sofîta zêrîn” dibe.

Ji sala 2000 î V. Acamov dibe prêzîdênte yekîtîya hunermendan ya “Di demê de difire”, ji sala 2001 ê prêzîdêntê “Komela Xorêografîya Hemdem” e.

Vladîmîr Acamov usan jî balêta “Amalîa”, bi pîêsa Gabriel Garsia Markes datîne.

Lê evan helanên jorîn Vladîmîr Acamov ji koka wî, ji gelê wî nabirin. Ew di derheqê xwe û malbeta xwe de dibêje: “Pêşîyên min; kalik û pîrik, seva ji şûrê tirka bifilitin neçar bûn ji Qersê birevin Pîşkavkazê.

Ez kurd im. Ez herdem bi gelê xwe serbilind bûme, ji ber ku rûmeta bav û bapîran bal min gelek kûr e. Di malbeta me de gîyana kurdeyetîye hatibû parastin – dê û bavê min ez usan perwerde kiribûm.

Ez dê û bavê xwe gelekî hiz dikim û gava bavê min ji cihana ronî koç kir, min biryar da ji bo bîranîna bavê xwe berhemeke kurdî daynim. Balêta “Rêya ber bi xwe” min bi motîvên jîyana dê û bavê xwe, hizkirina wane mezin sêwirandîye. Di wê balêtê de min awazên kurdî bi kar anîne, hela ser de, yên gelerî, ku taybetîya wan a kurdî heye. Bilî wê ser dikê sazbendîya zêndî deng dida. Van gişkan bi hev re tamtîk disêwirand.

Ev serbilindîya bi kurdbûna xwe û dîyar kirina wê di hunermendîyê de, hela ji salên xwendînê bal Vladîmîr dîhar dibin. Ew bîr tîne: “Dema min li Lênîngradê dixwend, rêjîsorekî gurc hate wir. Min Romêo dilîst, ji piş perdê sazbendîya kurdî lê diket û bêjer digot, ku çawa kurd bizavê dikin, tenê kurd dikare bizavê bike, ducar kirina wê dijwar e – sazîya bizava kurda cihê ye. ”Meriv dikare texmîn bike van gotinan di dilê artîstê kurd de çi hesînên serbilindîyê tev rakirine”.

Artîstê kurd Vladîmîr Acamov, li bajarê Amedê, beşdarî konfêransa Navnetewî, ya çand û hunera kurdî dibe. Beşdarên konfêransê ji wî dixwezin, wekî li Amedê dibistan û têatra balêtê veke. V. Acamov dibêje:

“Ez balêta “Rêya ber bi xwe” gelekî hiz dikim û ez ê wê bibim fêstîvala Amedê. Min li kela Amedê gerrek dît, ez ê balêtê hema li wir nîşankim.”

Amed ser artîst tesîreke mezin dihêle: “Gelê me gelek kevn e, lê em – neteweke xort in. Min ew yek li Amedê hes kir: gel kevin e, lê mirov xort in û vê yekê ser min tesîreke lape mezin hîşt. Min çi li Niştiman dît, her tiştî ez zendegirtî dihîştim.”

“Li Amedê berpeyvk kirin, wekî dibistana balêtê ya klasîk vekim. Serbilindîya her neteweyekî – hunerê wî ye. Min li Amedê dît, çawan stranên me yên gelerî bi şêweyekî profêsîonal distiran. Ez seranser cihanê gerîyame, lê min tiştê usa ne dîtibû. Aqilmendîya gelê me mirovan zendegirtî dihêle.

Bi rastî ez dixwezim li Kurdistanê şano û dibistana balêtê vekim. Ew mîsîyake aloz e û berpirsyarîya mezin dixweze, lê ew seva min gelek giring e. Ji bo zarên me îmkana fêrbûna hunerê balêtê wê çêbe.

Kî gelekî dide, hê gelek distîne. Gelek giring e, meriv dilovan û vekirî be.

Ez dawîyê dixwezim nijar bikim: ”seva min wê sîyaneteke mezin be, wekî qet na tiştekî ji bo gelê xwe bikim.”

Ser van gotinan de ez tiştekî naxwezim zêde bikim. Bira Xwedayê mezin van nêt û meremên Vladîmîr Acamov, serbilindîya gelê kurd, bi cîh bîne. 

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev