Kî ji serxwebûna Kurdistanê ditirse?

Kî ji serxwebûna Kurdistanê ditirse?

Mistefa Sîno

Her çiqas gelê kurd bi dirêjaya dîrokê ziyan û azar dîtiye û bê sînor qurbanî jî dane heta wê radeyê ku bihustek ji xaka Kurdistanê nîne ku bi xwîna pakrewanên kurd nehatibe avdan jî, lê dîsa di nav hêzên me yên siyasî de, hindek hene ji pirsa serxwebûna Kurdistanê riwê xwe dihuhêrên, çavên xwe dinixumînin û bi dehan behanan ji xwe re dibînin, tenê ji bo ku barê serxwebûnê ku bêguman barekî pir giran e û ne her pişt dikare wê hilbigre, nedine ser xwe. Lewma jî îro dema bêtir ji her demekê zemîne ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê diyar dibe, belê tête dirustkirin jî, ji layê hindek hêzan pirsgirêk û arîşeyên navxweyî bi zanebûn têne germkirin û gurkirin ta wê radeyê ku êdî hizir û bala gel – bixwaze, nexwaze – ji ser serxwebûna Kurdistanê tête dagerandin û tenê bi nakokiyên ku ew hêz diafrînin, nexasim jî gefa şerê navxweyî, mijûl dibe.

Sala 2005an li herêma Kurdistanê li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê rapirsîn hate dirustkirin. 95% serxwebûn helbijartin. Lê, bi tevî vê jî hindek hêzên siyasî bi newêrekî nêzî wê pirsê bûn û ji dêvila piştgiriyê bidine çalakiya rêxistinên sivîl ku rapirsîn dirust kirin, li jêr sîwana behaneyên curbecur hewil didan xwe ji çalakiya rapirsînê bêrî bikin û bi sibikî jî binerxînin. Aya çima?

Ez dibêjim ne rasthatin e, kengî DAIŞ Mûsil kontrol kir û cenabê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da hêzên Pêşmerge ku deverên Kurdistanî yên li dervî Kurdistanê û nişteciyên wan deveran jî, biparêzin û di heman demê da ragihand ku madeya 140 ji destura Îraqa federal êdî hate cîbicîkirin û dem e ku referenduma ji bo serxwebûna Kurdistanê were pêkanîn, dîsa hindek hêzên me yên siyasî helwesteke cuda destnîşan kirin, belê hinekan ji wan eşkere êrîş anîn ser helwesta serok Barzanî. Dîsa pirs, aya çima?

Bêguman e, barê serxwebûna Kurdistanê barekî pir giran e û ne her pişt dikare wî barî hilbigre û bi erkê xwe yê dîrokî li himber welat û gelê xwe rabe. Lê, heger ne her pişt ya rahiştina bar û daxwazên gel be – ev jî tiştekî sirûştîye – ka em nebin zêdebariyeke navxweyî li ser pişt û milê kesê amade ye bi erkê xwe yê dîrokî rabe. Û heger ew hêz û kes nikaribin bibine palpişt ji cenabê serok Mesûd Barzanî re, hêviyê ji wan dikin ku nebine zêdebarî û astengîkar.

Îca weke Yohan Gote (Johann Wolfgang von Goethe) dibêje: “Xweda ez ji te naxwazin ku tu barê min sivik bikî, lê ez hêviyê ji te dikim ku tu pişteke xurt û tund bi min dî”. Baş e, barê serxwebûna Kurdistanê ku cenabê serokê Barzanî daye ser mil û pişta xwe, sivik nekin, çimkî bi rastî jî barekî pir giran e û dibe ne her kes amade be behs jî bike, lê nebine bargiranî jî, çimkî her kesekî hewil bide bibe zêdebarî, dêmeg ew ne tenê dijberê serxwebûna Kurdistanê û neyarê gelê kurd e, belê deng û hêza dijmin e di “naverasta” Kurdistanê de. Û ev jî eşkere ye û pêdivî bi şirovekirinê tune.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev