Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

MEM Û ZÎNÊ

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema duduyan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berevkar û amadekarên wê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

MEM Û ZÎNÊ

Memê kurrê Al paşa bû, paşaê Muxur Zemînê.

Memê li mala xwe, ser tevdarekê xwe bû.

Rojeke delal, sê kevotkêd bedew kirne pirrîn, hatin ser pencera Memê danîn.

Hersê kevotka bi hevrra xeber dan, -kevotka çûk gote ya mezin, -gelo di dinyaêda bedewê mîna Memê hene? lazime em yarekê jêrra bibînin.

Ya mezin got:

Min dîtîye, dîtîye,

Qîzeke letîve cindîye,

Ew bi xwe jî malba Cizîra Bota dimîne.

Hersê kevotk firrîn, çûn ber pencera Zîn xatûnê danîn, pencerêrra hundurr nihêrrîn, çi binihêrrin, çil carî dest dane ser dest, ber Zîn-xatûnê sekinîne. Carî hindik-hindik ji cem xatûnê kêm dibûn, diçûn malêd xwe.

Kevotka mezin got: -Ya min dîtîye, eva ye, hûn Memêrra layiq dibînin? xûşka çûk got: -Belê, layiqe û ji xwedê reca kir:

Xwedêo tu bikî ferware,

Libsê kevotkekê bikî xare,

Em sisêne, Zînê bi merra bikî çare.

Post jorda hate xarê, kevotka morîa xewê avîtin guhê Zînê, post lê kirin û bi hevrra firrîn, çûn.

Heq tu xwedaê keremê,

Ezê niqlekê bikim vê demê,

Çika nezer çi tîne ser Zîn u Memê.

Gava kevotka xatûn Zîn radikirin,

Welat-welatrra derbaz dikirin,

Pencera Memêrra xar kirin.

Gava kevotka Zîn xatûn kirin xarin,

Memê razay bû, qet nizane,

Çi derde, çi hewale.

Zenda Zînê Memêrra kirin

Belgî u berpale!

Paşê kevotk çûn ser pencerê danîn.

Memê wexteke şevê hişyar bû, lê nihêrrî zenaneke bi kemal paşlêda razaye. Memê berê dengê xwe nekir. Zînê jî hişyar bû, pê hisya, wekî yek di nav cîyê wîdane.

Zînê got: -Ha ha pê hato, bê gotina min, kê ji terra got, bêy, bikevî nav cîyê min.

Ezê sibê bi destê Erfîn, Çekîn, Qere-Tajdîn zikê te bidim qelaştinê.

-Zînê, mêr pey jina digerrin, yan jin pey mêra?

-Mêr digerrin, got û Zînê rabû ser xwe.

Herda girtin mecale,

Jimartin gişk minare,

Zînê Memê bîye mêvane.

Zînê Mala Memêda gerrîa, lê nihêrrî, ku ew hûr-mûrê mala wê, li wêderê tune bû, cûrrê avayî başqe bû.

-Memê find û fener hilkirî,

Kevotka perrda Zînê hilkirî,

Çawa Memê eşqe Zînê nemirî.

Memê got, -tu hatî, yan ez. Zînê got: -Ez hatime.

-Zef rind, lê cî-warê bavê te, wetenê te, dê u bavê te kîne? tu qîza kêyî?

-Ez Zîn-xatûnim, qîza mîr Zêvdînim, xûşka mîr Sêvdînim, nevîa mîr Etlesim, ji Cizîra Bota me, xwedana koçik-serê rengînim, kexbê hêşînim, eger rast dibêjî ez bûka Qere-Tajdînim.

Memê-Zînê hildan çira,

Ser nerrdiwanarra çûne jore,

Xwe dan serê birrcane,

Jimirîn yek-yek çirane,

Tev bûn 366 hebane.

Memê got, -niha çawane?

Zînê got, -evdê xwedê, ev bacarrê hanê ancax layiqe, tu têda bî.

Paşê herdu hatne xarê, çûne qesrê, ketin nav cîya, laqirdî û heneka.

Zînê got, -yêd ez anîme, ê min bibe jî.

-Memê delal, ez zanim, wekî dilê te gelekî di minda heye, niha lazime em gustîlkêd xwe bi hevdu biguhêrrin, çil şevî şûnda wê dewata min bikin, lazime tu bêy deweta min, yan na, ezê ji destê te herrim.

Memê got, -Zînê tu zanibî, ezê çil rojê dinê şûnda berê xwe bidim wetenê te.

Em bên ser kevotka. Ya mezin got, -gelî xûşka, me Memêrra Zînê anî, lê sibê mala bavê Zînê wê hevdu qirr bikin, gerek em dîsa Zînê bibin mala bavê.

-Belê em bibin.

Memê û Zînê razan, kevotka morîa xewê avîtine guhê wan, postê Zînê lê kirin, ketin bin qanatê wê, derbazî wetenê wê kirin, birin nav cîyê wêda danîn û çûne şixulê xwe.

Xûşka Bekirê Ewana remildar bû, navê wê jî Zînê bû. Ewê li remlê nihêrrî, wekî wê rojê Zînê dereng ji xewê rabû, got,-hebe, tunebe Zînê çûye Muxur Zemînê, paşla Memêda razaye.

Çil şevî dinê Memê wê bê, bona Zînê bistîne.

Zîna remildar kumrreşî dikir. Kanîke li ser rya Muxurzemînê bû. Zînê rabû hine hirî hilanî û çû ser kanîyê.

Ro hatibû nîvroj. Zîn xatûn hişyar bû, lê nihêrrî carî wê cem sekinîne.

Carîkê got, -Zîna mina dêlal, tu îro çima wa dereng rabûyî… Zînê deng nekir, ofînek hatê û kete mitala.

Hema wî çaxî jî dîwana Al paşa tijî meriv bû, lexlemîş bûbûn, gi li hîvîa Memê bûn, qawe u xarin hazir bû, çevêd wana li rê bû, gelo Memê wê kengê bê?

Al paşa gazî çawîşa kir û ji wanrra got: -Çawîşêd mine delal, gelo kengê Memê minî nazikî-nazanî wê bê, -çawîşekî ji wan çawîşa got:

Me pêş cimaetê dibêye,

Em wê kin heqê xwedêye

Çevê Memê te li xewa sibêye.

-Gelî çawîşa ew usa nîne,

Ew edet ba wî tunîne,

Îro nexweşe, lema vira nîne.

Çawîş çûne ba Memê, dora cîyê wî rûniştin, lingê wî mizdan, enîa wî ramûsan, paşê rakirin. Çawîşê mezin got: -Memê rabe, axir derenge, cimaeta dîwana mala bavê te li hîvîya teye, zû bike, em herrin.

Memê rabû, kincê xwe li xwe kir, çû ser kurrnê mermer. Çawîş jî pey çûn.

Wexta Memê dest pê kir, bona dest çevê xwe bişo, ewî pêçîa xweda gistîlka Zînê dît u ser kurrn xerriqî û ket. Çawîşa cav dan Al paşa, gotin: Paşayî sax be, Memê te li kurrnê mermer xerriqî, ket.

Merivêd dîwana Al paşa bi wezîr, wêkîlê padşêva rabûn, çûn ser Memê.

Çimaetê bala xwe dan Memê, lê nihêrrîn Memê tune.

Al paşa ku nihêrrî halê Memê tune, ji dest çû. Cimaetê hevekî dil dan ber Al paşê.

Lezekî şûnda Memê ser xweda hat, gula sûretê wî geş bû, neyse reng pêda hat. Cimaetê Memê birin dîwanê. Rêda dya Memê rastî Al paşê hat û got:

Bidî xatirê xwedêye,

Tu ji minrra bêje rastîyêye,

Halê Memê min qe çîye?

-Qet, evda xwedê, Memê hevekî bê kêfe, lê zef xirab nîne, netirsî.

Dya Memê kewgirrî, ber bi Memê çû, paşê serê xwe xist. Memê elam kirê, wekî ewî pake.

Carîa dya Memêrra gotin, wekî ew netirse, evînê Memê birîye.

Ser xebera carîa jî elamî Al paşa kirin, wekî “evînê Memê birîye”.

Al paşa gelekî şabû, cimaeta dora xwerra got: “rabin defa hewarê xin, gazî axa û beglera kin, bona ewana qîzêd xwe bişînin baxê torrkirî”.

Al paşa meriv şande cem Memê xwe, bona Memê bê baxê torrkirîda rûnê û çev qîza keve, yekê ji xwera bibijêre. Çawîş çû, cav da Memê, Memê dengê xwe nekir, çawîş vegerîa çû cem paşê.

Gerek Memê rabya sêvek hilda biçûya nav bax, çawa edetê miletê Muxur-Zemînê dixast, gerek ew sêv bavîta wê qîzê ya dilê wî ketibîyê. Memê fikirî, xwe bi xwe got:

Dibe Zîna delal jî nav wanada be? ez herrim, binihêrrim, çika çi heye.

Memê Ala sêva xwe hilanî û berê xwe da baxê torrkirî. Qîz jî cot bi cot baxê torrkirîda seyranlemîş dibûn.

Memê çû, orta baxê torrkirîda rûnişt, nihêrrî, ya ku ewî digot, nav wan qîzada tunebû, lema jî Memê gelekî ber xwe ket, ewî serê xwe bêrjer kir û ponijî.

Qîz gişk cot bi cot hatin derbaz bûn, man sê qîzê paşîn, ya pêşin hat çû, Memê guh nedaê, paşê herdê mayîn jî usa hatin derbaz bûn. Qîz man şaşmayî, lê nihêrrîn Memê guh nade kesî, geleka gotin: “Lê çima badilhewa em anîn topî vira kirin”.

Qîza wezîr got:

-Memê tu ji teyra, teyrê bazî

Tu çima bi dê u bavê xwe bi nazî,

Ji qîzê beglera yekê naxazî.

-Ya ez dibêm xatûn Zîne,

Qîza mîr Zêvdîne.

Xûşka mîr Sêvdîne,

Ew li vira nîne,

Bûka Efîn-Qeretajdîne,

Destgirtîa Çekîne,

Xweya kexbê hêşîne.

Memê ku ev cev da destê wana, her yek alîkî çû, Memê jî rabû çû şixulê xwe.

Cav dan Al paşa, wekî Memê kesek begem nekir. Paşê li defa hewarê xist, got: Çiqas kal u mêrê dinya dîtî hene wezîr-wekîlêd minda, bira bêne cem min, bêjin, çika Cizîra Bota li kêdarêye?

Cimaet hat, top bû, kesekî tu cav u salix nedan. Memê jî rabû, çû tewla bavê xwe, gazî xulama kir, wanrra got: -Gerek hûn hespekî rind minrra bibijêrin. Paşê Memê bi xwe gerrîa, ewî hespekî jar dît û xulamarra got, -hûn evî hespî rind xurt bikin, rind xwey kin, ezê zêrra bidim we.

Memê berê derxist çend zêrr da xulama, pişta xwe da wan û çû, ewî xwe bi kincdirûrra gihîand, kincê xas ji xwera da dirûtinê, cem zîvkirî zilfeqarek, şûrek ji zêrr u zîv da kildanê û çû mala xwe.

Heyşt roja şûnda kinc u rihetê Memê Ala gişkî hazir bûn, Memê tivdarekê xwe kir, ku herre.

Cab dan Al paşa, wekî kurrê wî wê herre.

Paşê kir ser merivêd bacarr, wekî dergê sûra dadin, hespa bidin qeyd u zincîrkirnê. Cimaetê usa jî kirin.

Sivetirê Memê şand kinc u espabê xwe da anînê, zînê xweyî çêkirî li hespê xwe kir, çekêd xwe hilanî û gote xulam-xizmetkara:

Hûn Borê min derxin dere,

Lê kin zînê lal u cewahire,

Hetta Cizîrê-cem Zînê bikim sefere.

Xulama Bor derxistin, Memê enîa wî ramûsa, zîn lê kir û sîar bû, bona berê xwe bide Cizîra Bota.

Memê lingê xwe kir riknê qewetê.

Dest avît dizgîna sehetê,

Rabû ser zînê dewletê.

Memê ji mal sîar bû,

Bê xulam-xizmetkar bû,

Dê u bav sêfîl u tengezar bûn.

Al paşa çeva hiltîne,

Sufetê xwe berjêr tîne,

Hêsira gul-gul dibarîne,

Ser dêmada radiweşîne,

Dibê-xêra Memê ji minrra tunîne.

Memê minî bela kurrîne,

Qet aqil sêrîda tunîne,

Ev bacarr wê hîvîya kê bimîne?

Geleka Memê şîret kirin, ra pê nebû, navê hespê xwe jî berê ewilda danîbû “Bor”. Memê Bor ajot, çû sûrê, dergevançîa jî gelek reca jê kirin, ra pê nebû.

Memê Ala li Box xurrya,

Bor ser sûrêrra firrya,

Ew çû ber sê rya.

Ew her sê rê jî ser berjêr bûn, Memê nizanibû ji hersê rya, rya Cizîrê kîjane.

Memê Borra got:

-Boro, Borê minî jare,

Tu wî kî heqê cebare,

Tu min rya Cizîrêda bikî xare.

Boro, Borê minî sipî ye,

Tu wî kî îlahîye,

Tu zanî serê min çi qewimîye,

Tu ji van rya, min rêkêda bivîye.

Bor rya ortêda çû, Memê dey nekir.

Memê dajo, dike sefere,

Bor got,-Memê tu li min sîar bûyî, îro sisêye,

Sibê temam dibe çare,

Tu navêjî lingê Borê min bi qeyd u çîdare,

Qeyd u çîdara lingê wî xare.

Bes min bajo zenguya û rena,

Kî dewsa te be, wê zînê Bora

Veke rojê sê, çar cara.

Min gumane, wexta ez derkevim,

Xweş-xweş bimeşim, rê kevim,

Ezê te bibim Cizîrê, ser pişta min.

Memê min, tu layiq kurî,

Erebî, farizî li min dixurrî.

Axir qeyd u çîdara lingê min birrî.

Peya be, avekê bide min bi meste,

Qeyd û çîdarê Borê xwe veke bi deste,

Sibê te bibim Cîzîrê ser meste.

Peya be, avekê bide min bi kulma.

Qeydê min veke bi tiliya,

Ezê te bibim Cizîrê nav cindya.

Memê tu lawûkê ser mestî,

Tu cî u mekana nawestî,

Qeyd u çîdara lingê Borê te bir hestî.

Memê gihîşt ser kanîkê, dora kanîyê bi sosik, beybûn, gul û rihana xemilandî bû. Memê peya bû.

Memê ji Bor hate xare,

Ber piştê kişand dezmale,

Memê dinihêrre, Bor xirav hale

Hêrs ser sûritrra dihatin xare.

Memê dest danîye ser deste,

Ber bi qulbe radiweste,

Bor gav da, zef zor dibeste.

Memê dîsa çû, ser kanîke mayîn hêwrî, Memê gelekî ber xwe diket, çimkî lê nihêrrî ku, qeyd û zincîra lingê Borê wî xarîye.

Memê dest bire cêba xwe, lê nihêrrî, kilîta qeyd u çîdarê tune, ew fikirî.

Memê ji ber xwe kişandîye zilfeqare,

Avîte qeyd u çîdara, xilaz kir yek care,

Pey wê yekêrra Bor bû sêfîl u jare.

Memê gelekî fikirmîş bû, girîa,

Got: -Weyla li min sêfîl u jarî, situ şikestî,

Qeyd u çîdara lingê Borê min gihîande hestî,

Gelo Cizîra Bota ma li kî alî, kîjan destî?

Paşê Memê rabû, ji cêba xwe dezmalek derxist, kire du cîa, lingê Bor şûşt, pê girêda, paşê Bor berrda, ew çû nav çayîr-çîmana çêrîa.

Memê ber kanîyê rûnişt, axînek hatê, dilê wî xirab bû, kewgirî bû, paşê girîa.

Xurrca xwe da ber serê xwe, qapûtê xwe avît ser xwe, kete xewa şîrin.

Memê lezekî raza, paşê rabû. Lingê Bor jî hevekî rihet bûbû, lingê xwe kire zenguyê, sîar bû, Bor Memêrra got:

-Tu min avde selefê kanîane.

Tîmar bike bi dezmalane.

Ezê te zû bigihînim Cizîra Botane.

Memê lingê xwe kir rikêva dewletê,

Dest avît şirrika sehetê,

Xu girt ser zînê qewetê.

Bor bi lez diçû. Ser kêwrîşkekê ber lingê Bor banzda, Memê Bor ajot, da ser, girt u da ber zînê xwe, ji cêva xwe dezmal derxist, ji dezmalê qilafetê kêwrîşkê çêkir, avîte xurca xwe û kêwrîşk berrda.

Besteke xirre-xalî kete pêşya Memê u Boz, ziman kete devê Bor, Bor mînanî meriva bi Memêrra kêlimî û got: -tu min bajo.

Borê sivik Memê hilanî,

Dizgîn ji dêst deranî,

Memê şev-roj ji hev dernanî.

Ax çi berrîke xirre-xalî

Ne rêwîye, ne cote, ne cotkarî,

Min jê bikira pirs u pirsyarî,

Çika Cizîr ma li kî alî.

Memê Bor gelekî westand, paşê dizgîna wî destê xweda girt û çarhilqe nihêrrî, dûrda cotkarîk dît, ew cotkarîyê Cizîra Bota bû.

Çi besteke xalî-pûşe.

Dixuêne deşteke her tûşe,

Nizanim gelo cotkarîye,

Yan teyrekî bedewî qereqûşe.

Bor got, -dizgîna min berde bi tilîyane,

Bes bavêje min zenguyane,

Ez zû te bigihînim Cizîra Botane.

Memê nezîkayî bi cotkarîrra kir, cotkarî jî nihêrrî sîarek wêda tê, serdapê diçirûse. Memê nêzîkayî bi cotkarîrra kir.

Memê gihîşte cotkarî, kir selame,

Cotkarî got: wey elêkim selame,

Padşahê minî nazikî delale.

Sîaro, sîarî bozî pare,

Hespî sîare, dike gerre,

Evê kuda te bibe herre.

Çotkarîo, ez bêjim rastîyêye,

Tu bidî caba vê pirsêye,

Nizan ev çi welate, çi cîye.

Sîaro, ev cotê Cizîra Botane,

Cîyê axa, beg u beglerane,

Êvar ku hat, bira birê nabe xudane.

Memê dest kir cemê xurcêye,

Got,-cotkarîo bigir pêşêye,

Eva baxşîşa te sivte-sibêye.

Memê kulme zêrr da cotkarî, paşê xatirê xwe jê xwest û berê xwe da Cizîra Bota.

Hevekî pêşda çû, paşê poşman bû, kir ku dîsa vegerre cem cotkarî, lê venegerrîa, pêşda çû.

Ew rêva rastî xezalekê hat, lê nihêrrî sîarekî wê daye ser xezalê dixaze bigire, lê dike-nake, pêrra nagihîje. Memê da ser xezalê, sîar got: tu kîyî? wekî hatî pêşîa min, ruhê kê heye, wekî nêçîra beg û beglera jê bistîne. Hêrsa Memê gelekî hat û ewî got: kê usa got? kulmek lêxist, ji hespê anî xarê, lê tu were binihêrre, ewî bi xwe nehişt sîar bê xarê.

Memê nêçîra wî dayê û paşê wana nasîa xwe dane hev, Memê pirs kir, got: tu ji kuyî? ji kêderêyî?

-Ez Qeretajdînim. Memê jî cav û got: ez jî Memême, mêvane Qeretajdînim. Qeretajdîn got, wekî ewê herre nêçîrê, wekî Memê berê xwe bide Cizîrê û mala Qeretajdîn bipirse, herre malê.

Qeretajdîn ji Memê qetîa, Memê kete ser rê, pirake ser rê bû, Memê berê xwe da pirê û çû.

Ser pirêye xûşka Bekoê Ewana: Zîne,

Genc u qala wê remlêye,

Kengê Memê wê bê ser kanîyêye.

Zînê serê xwe hilbirrî, lê nihêrrî sîarek wê ji wêda tê, hat nezîkî Zînê bû û selamek da Zînê:

Memê Zîna xûşka Beko kir silave,

Zînê dizgîna hespê Memê girt, got:

-Wey elêkime-selame.

Memê li Zînê nihêrrî, axînek hatê, dilê xweda got: dibe eva Zînê be, evê ji kêderê navê min zanibû, gelo li welatê bavê min yeke mîna vê tune bû, wekî min bistenda. Memê poşman bû û girîa, nişkêva gistîlka Zînê kete bîrê.

Memê çi lawekî ser meste,

Nîşanêd xwe ji Zînê dixweste,

Nîşan tune bû, hazir bida deste.

Zîne serê xwe berjêr kir, difikirî, dilê xweda got, -ax çawa gustîlka Memê ji Zîna qîza mîr nedizî, minê îro pê wê gustîlkê Memê bistenda.

Memê, wexta tu hêsuya hanrra hatî,

Min ser pirê dest u çevê xwe can kirî,

Gistîlk firrîa çû, pêla avê birî.

Memê hevekî ma metelmayî, ew dilê xweda got: dibe hema usa be jî.

Bor got: Memê, tu lawekî dînî,

Ya tu dibêjî, ne ew Zîne,

Ew xûşka Bekirê Ewane

Tu tu cara kar ji wê nînî.

Memê got: Zînê, tu min berrde, ezê herrim, tu dizgîna Bor berrde.

Zîne got, wekî tu qirarekê bidî min, ezê berrdim.

Memê xeber da Zînê, wekî gilîyê wê biqedîne, Zînê Memêrra got: -Raste, ez Zîn xatûn nînim, lê wexta tu Zîn xatûnê bibî, qirara min ewe, wekî tu min jî bi xwerra bibî, ezê bibim carîa wê, ez niha jî carîa xatûn Zînême. Memê razî bû, got, -ser çevê min.

Zînê dizgîna Bor berrda, Memê Bor ajot çû, Zînê jî çû ser şixulê xwe.

Bor got, -ez Borê tey delalî hêşînim,

Bes min zengîada bêşîne,

Ezê te bibim mêvanê mêrane,

Çekîn, Erfîn û Qeretajdîne.

Memê u Bor soqaq-soqaq fitilîne,

Avayê Cizîrê yek-yek dîne,

Derê mala hersîa sekinîne.

Bor Memê bir ber derê mala Qeretajdîn, erd di bin lingê Borda dihejîa.

Perî xanimê kire ser çawîşa û got: -Herrin derva binihêrrin, çika ew gime-gima çîye tê. Çawîş çû derva, ji hêbeta Memê xerriqî ket.

Çawîşekî dinê çû, ew jî xerriqî ket, lê paşê komeke çawîşa bi hevrra çûne derva, paşê Perî jî bi wanarra çû. Çawîş ser xweda hatin.

Memê got,- eva mala kêye? Perîyê got, -mala Qeretajdîne.

Memê peya bû, Perî ket bin milê Memê û bire qesrê, Bor jî kişandin tewlê.

Memê qesrêda çû u hat, qesre bedew bû. Perîyê destê xwe da ser dest, binpîa qesrê sekinî, Memê ew edet qebûl nekir, got, -Keremke jorê.

-Bira, ez nikarim, xweyê min hene, wê derda bên, ez çi zanim, dibe yek qebûl ke, lê yê dinê qebûl neke.

-Wekî usane, ezê rabim û herrim, pêlavêd min bîne. Lê Perîyê nehişt Memê herre.

Ewana wêderê bûn xûşk û bira, Memê alîkî otaxê rûnişt. lê Perî alîyê dinê.

Perîyê li çawîşa kire qîrrîn, çawîş hatin û ber Perîyê sekinîn. Perîyê kire ser çawîşekî, got, -herre mîr Sêvdînrra bêje, mêvanekî tey ezîz hatîye, nesekine, were.

Çawîş çû dîwanê, midas danî, Bekir ser milê rastêrra Badîn nihêrrî, avirrek daê.

Badîn got,- kerem kin, mêvanekî wey ezîz hatîye.

Bekir hêrs bû, go-herre binêrr çi dixaze, bidnê bira herre, çi ji dîwanê dixaze.

Çawîş bi wê qiçê vegerîya, çû cem Perî xatûnê.

Perîyê got, -kurro kanê mêrê dîwanê.

-Xanim nehatin.

Kevgîrek destê xanimêda bû, hilda û da serê çawîş, serê cawîş şikênand, got, -vê gavê herre gazî wan ke bira bên, mêvanekî wanî gelek ezîz hatîye.

Çawîş Badîn vegerîya çû dîwanê, cimaetê lê nihêrrî serê Badîn wê xûn jê tê.

Bekoê Ewana got, -kuro çi dixazî.

-Çi dixazim, Perî gazî hersê bira dike.

Qeretajdîn, Çekîn û Erfîn rabûn çûn malê, ewana ku çûne hundur ketin, ji hêbeta Memê xwe şaş kirin. Çekîn û Erfîn doşekek ji Qeretajdînrra danîn, ew bi xwe jî sekinîn bin pîa qesrê.

Qeretajdîn ser doşekê rûnişt. Memê mêvanekî gelekî latîf bû.

Wana sê roj, sê şeva hevrra şîrîn-şîrîn xeber didan.

Sibetirê nan hazir bû, sifra nan anîn, Qeretajdîn got, -kerem ke Memê, dewlet zêde.

-Çirra Memê?

-Çawa?

-Çima çawa?

Lê sê roja carekê hûn nan didin mêvanêd xwe.

-Memê, hatina ser nan texsîr neke, tu bawer ke, em ji hêbeta te şaş bûn, me xwe ji bîr kir.

Qeretajdîn ku usa got, Memê hat ser nan.

Nan xarin, sifre hate hildanê.

Memê vekişîya, çû ser cîyê xwe.

Zînê bihîst ku Memê hatîye, ew buhustekê ji erdê bilind bû, kire ser çawîşê xwe, got-herre binihêrre, çika mêvanê Qeretajdîn kîye, bipirs esil-cinsê wî.

Çawîş hate cem Perîyê, pirsa Memê jê kir.

Perîyê got, -navê mêvanê min Memêye, kurrê Al paşaye, padşahê Muxur Zemînê.

Çawîş vegerrîya, çû cem Zînê.

Yek-yek salixê Memê jêrra da.

Wextekê Zînê derket derva nihêrrî, dît, çar heb wê serê qesrê kişik dilîzin.

Zînê hersê bira nas kir, got, -çawa hebe yê dinê Memêye, wekî nav wanda dilîze, çawa hebe, ezê kulamekê bavême ser, eger Memê be, wê li min binihêrre.

Çeko, Erfîn, Qeretajdîn birane,

Banê qesrê kirine cî û wekane,

Ez zanim, yê navda Memê minî Alane,

Pey kulamêrra Memê zivirrî û berê xwe da Zînê: –

Hey birano, ber pencerêye Zîna bedewe.

Çeve belekin, sîngî kewe,

Çevekî min dere, yê din ma hewaye.

Hersê bira lê nihêrrîn halê Zînê ji dest huba Memê tune, dey nekirin. Zînê sibetirê rabû, xwe xemiland, sifrê mala bavê xwe bi carîava hilanî, çûne ser kanîa Zemalê. Zînê mîna kevotkekê da pêşîya qîz û bûka, ber derê mala Qeretajdînrra derbaz bûn, Memê ser milê xweyî rastê zivirrî, lê nihêrrî dewsa bazirganekî, qîz, bûk hatin derbaz bûn, Memê nav wanda Zînê dît, got:

-Zîn xatûn hat çû bi qîzava kubarî,

Ji çevêd belek kilê sibhan dibarî,

Çevekî min ma, ê dîn bû tarî.

-Memê ez ku heme Qeretajdînim,

Xwedanê zilfeqarêd hêşînim,

Çiqas bazirgan hatine, çûne,

Me jê xerc sitendîye, ema

Em ji evî bazirganî nikarin bistînin.

Efan: -Ew bazirganê tu dubêjî, ê mîrane,

Heqê kesî tune herre pêşîa wane,

Xên ji me hersê birane.

Çeko: -Hoye, sed car hoye,

Tu cedvela zef bedewî,

Burîada telbî goyî,

Çima dibêyî vê xeberê, tî noyî.

Memê got: -Gelî bira, Borê min derxin dere,

Lê kin qaş, taş, zînê cewehere,

Heta pirê, cem Zînê min sefere.

Qeretajdîn got: -Gelî bira, hespê Memê ne tişteke, qema wî kapêkekî ne hêjaye, werin destûrîa Memê bidin, bira herre Zînê bibîne.

Herdu bira gilîyê Qeretajdîn qebûl kirin. Hespa Memê dane kişandinê, yekî dizgîn girt, yekî zîn lê kir, Memê sîar kirin.

Memê Ala got, -Gelî bira, ezê herrim ba Zînê, eger min bacek ba Zînê anî, bizanibin, ez birê weme, ya na, ez ba we nasekinim, ji ku hatime, ezê wêda jî herrim.

Memê xatirê xwe ji hersê bira xwest, ajot çû telebî Zînê.

Memê li Zînê kire selame,

Zînê got: -Elêkim selame,

Memê tu ser çevê min hatî,

Şîrinê minî letîfî delale,

De kerem ke peyabe.

-Na, ez peya nabim, delala min Zînê, min qirar kirîye, gerek ez xweyê gotina xwe bim:

Min sê birarra xebera rastîye daye,

Ez îro ba te peya nabim erdêye,

Min baceke rind te dibêye.

Zînê: -Gelî carîa, binihêrrin, Memê min çi Memekî temame.

Zînê derxist tulusmê zêrrîn,

Xercê Misrê hevt salane,

Girt da delalê xweyî şîrin,

Destê Memê Alane.

Memê ku tulusme ji destê Zînê stend, dest bi dest vegerîa. Hersê bira lê nêhêrrîn Memê wê vegerrîa.

Qeretajdîn got, -hebe, tunebe Memê tiştek ji ba Zînê anî.

Gava Memê tulusma zêrrîn tîne,

Bê eşq ber hersê bira datîne,

Bira jê hêbat kişandî mayîne.

Gava Qeretajdîn li tulusmê nihêrrî, nas kir, zanibû, wekî Zînê daê, got:

Em sê bira bûn, bûne çara, hespê me reş,

Emê rokê nav Cizîrê bigerrin seraweş

Em bigerrin, bînin yeke keleş.

Erfîn: -Em her çar bi hespê kumeyt,

Emê nav Cizîrê bigerrin qubêt,

Emê wê bînin, ku Memê dibêt.

Çekîn, -Brano, hûn çima ya rast nabêjin, mala mêra ku heye, ser rastîyêye.

Her çar hespêd mene boz,

Em nav Cizîrê bigerrin dew, doz,

Zîn xatûn ya mine, lê Memê pîroz.

Wana ku xeberdana xwe kutakirin, çûn mala Qeretajdîn.

Qeretajdîn Memêrra got: -Memê, eva mala teye, tu li vira rûne, emê herrin qesra mîr Sêvdîn.

Hersê bira Memê hiştin û çûne mala mîr Sêvdîn.

Mîr Sêvdîn got: -Ha, gelî şêra, ew çito mêvan bû, wekî hûn aqasî cem wî man.

Qeretajdîn cava mîr da:

-Mîrê min, mêvanê min mêvane,

Lawekî gele ezîze, kurrê padşane,

Xortekî şîrinî, gelekî letîfî delale.

Gava bê ji derda,

Tê rabî ji berda.

Mîr got: -Tu kerem ke rûnê, ew ne şixulê teye,

Gava ew bê ji derda,

Ez ranabim ji berda.

Bû intîna Bekoê Ewane, serê xwe hervaz kir û got: Çawîş Badîn herre gazî mêvanê Qeretajdîn ke, bira bê. Çawîş diçe gazî Memê ke.

Wexta çawîş çû hundurr, Perîyê got: -Ha çi dixazî?

-Qeretajdîn gotîye, bila Memê kerem ke bê.

Perîyê li xulam kire qîrrîn, got: -Herre minafiq.

Badîn vedigerre, diçe dîwanê.

Mîr got, -Kanê mêvan.

-Nehat.

-Çawa nehat?

-Perîyê minrra şerr kir, got: herre, minafiq.

Qeretajdîn hevekî fikirî û got: gerek em sîarî herrin dû Memê.

Gelek mêr rabûn sîar bûn, Memê jî sîar kirin û birin qesra mîr Sêvdîn.

Wexta Memê çû hundurr, cimaet pêva rabûn ser pîa, mîr jî rabû, paşê gişk rûniştin. Qeretajdîn kenîa.

Mîr got: Qeretajdîn, çima dikenî?

-Qet, mîrê min, kêfa min hat, ez wa kenîam.

Mîr got: -Na mena kenê xwe bêje.

-Çi bêjim, tu rabûyî pîa, min dezmal danî bin te. Mîr got, wekî ew ji ber Memê ranebîye. Yek wî, yek Qeretajdîn, paşê cimaetê reca kir, wekî mîr rabe ser xwe seba pê bihisin, çika dezmal bin mîrdane, yanê na.

Wexta mîr rabû, nihêrrî, dezmal wê di bin mîrdane.

Cimaet kenîa, mîr jî pêrra kenîa.

Cimaet rabû, bela bû.

Nan anîn, xarin. Paşê Memê û mîr gelekî ji xwerra xeberdan.

Mîr lê nihêrrî temê Memê li Zînê xirab bîye, got: -Memê, ewa tu dibêjî ji qewata min dere, lê were ezê mîrtîa xwe bidim te, mezinaya êlê tu bike. Tu mezinê min.

-Na xêr, tu mîrtîya xwe bike, ezê berdestîyê te bim.

Qeretajdîn got, -na, bira Memê serkarîyê li çawîşa gişka bike.

Memê bona xatirê dîtina Zînê rabû kincêd çawîşîyê li xwe kir û dîwanêda çû u hat.

Memê ku nasî cîyê qawexanê bû, Zînê jî dihat wêderê, bona Memê bibîne.

Berê ewil ku Memê çû qawexanê, ewî nişkêva Zînê dît, herdu pêsîra hevrra çûn. Wî çaxî nişkêva Bekoê Ewana wêrra dertê. Beko cab gihîande mîr, wekî Memê Zînê radimûse. Mîr dey nekir.

Du sehet ji nîvê şevê derbaz bûn.

Cimaet bela bû. Man hersê bira: Qeretajdîn, Çekîn, Erfîn û mîr.

Qeretajdîn aşkere ji mîrra got: -Mîr bibaxşîne, me Zînê da Memê.

-Hûn rast dibêjin?

-Serê mîr kim, me daê û çû.

Mîr hevekî duşurmîş bû û got: -Kurro ez xayînim, yan hûn, wekî usane ezê sibê defa hewarê dim, bira cindîyê Cizîrê bên topî ser hev bin, ezê gişka bişînim raw u nêçîrê. Bila Memê jî bê, eger Memê karibû bi merra raw u nêçîrê bike, emê Zînê bidnê, yan na çetine.

Mîr ku usa got: -Qeretajdîn elamî birêd xwe kir. Hersê bira rabûn, bona îzna xwe ji mîr Sêvdîn bixwazin, ewana çûn.

Hema wî çaxî Borê Memê ketibû bîrê, zik lê werimî bû, Memê afirrda ber serê Bor rûniştibû û digirîa.

Xên ji wê Beko jî ava golegenîa dida Bor, Bor çiqas diçû, aqasî xirab dibû.

Memê serê xwe hilanî û ji Borra got:

-Ax çawîşno, hûne minafiq,

Ez hatime ji welatê mifriq,

We çima bîr kir yê xuliq.

Paşê Memê xast Borra xeberda, lê çi feyde, Borî xeyidî bû, diha pêrra nedikêlimî, dîsa girîa.

Qeretajdîn lê nihêrrî Memê nehat, rabû çû tewlê, elamî Memê kir, go, -Memê tu çima derengî ketî?

-Çi bikim, tu halê Borê min nanihêrrî?

Qeretajdîn Memê bir qesrê. Razan.

Sivetirê defa hewarê danê, seba sîar herrin nêçîrê.

Qeretajdîn elamî Memê kir, got, -Memê rabe, sîar çûn, em bi wanrra herrin.

Memê hişyar bû, got:

Ez nexweşim, nava cîya,

Serê xwe nagrim ser belgîa,

Çevêd min man rya wetenîa.

Cav dane cindîya, wekî Memê nexweşe. Cindî gişk hatine ser Memê, kirin-nekirin Memê ji cîya ranebû, got: -Gelî cindîya, êşek ketîye netka min, ezê li welatê we xerîbîyêda bimirim bê xweyî û bê xwedan.

Qeretajdîn got: -Mîr Sêvdîn, bide xatirê min û van cindîya, tê ji Memê vegerrî emê careke dinê bibin raw u nêçîrê.

Mîr dengê xwe nekir.

Cindîya gişka dan pey hevdu, cot derketin çûn.

Wî çaxî jî Zînê mitale dikir, digot ji xwerra, gelo Memê çû, Memê minî xerîbe, gelo wê kengê ji rawê bê.

Paşê rabû çû qesrê, bona nivînê Memê hilde, derê qesrê vekir, nihêrrî ku hela Memê nav cîyadane. Zînê vecêniqî, paşda çû, Memê lê kire gazî got: -Zîna mine ezîze xûn şîrin, çima tirsyayî? pêşda were.

Zînê paşê ber bi Memê çû, xwe avît ser pêsîra Memê, lezekî dest stîyê wîrra bir, got:

-Memê minî delal, tu çi lawekî dînî,

Tu hişê xwe qet serê xwe nayînî,

Çima îro ji raw û nêcîra mîr bimînî.

-Zînê mal xirab, ev kirin serê her camêra tê.

Sûrtê te sorin, mîna belgê kaxetê.

Zînê got: -Memê malxerab, hemîn tu neçûyî nêçîrê, de rabe kincêd xwe li xwe ke, herre xasbaxçe. Îro hersê bira bi cindîyarra çûne nêçîrê, hela şeş roj hene ku bên, emê wextekê baxda derbaz kin, heta tên.

Memê kincêd xwe li xwe kir û berê xwe da baxçe. Memê xalifî, çû nav baxê bilbil, Zînê jî pey çû nav xasbaxçe.

Memê baxda rastî bilbil hat û got:

Bilbilo, tu çima ha dijarî,

Stuyê te ser vê gulêda wa xarî,

Gul vira hene bi sed hezarî.

Gulê tu çima wa nazik nazanî,

Tu rojê xwe rengekîda dibînî,

Dîsa tu reng u rûbarda Zînê nînî.

Bilbilo, tu hey hemû erda,

Tu melhem nînî seba kula,

Tu hevalê mişkê bin erda.

Wî çaxî Zînê jî li Memê digerrîa, çû, di baxê bilbilda dît, got: -Memê, malxirab, tu îro neçûyî nêcîrê, lê hatî bi bilbilê bê zarî zimanrra xeber didî.

Zînê milê Memê girt û bir xasbaxçe, ewana diha li wêderê ji xwerra ketin kêfa dunîayê.

Lezekî şûnda wana dest stuîyê hevrra birin û ketin xewa şîrin.

Hama wê rojê jî nişkêva ewir tev hev bûn, zîpik û baran tev hev barîn.

Nêçîrvanê Cizîrê top bûn û berê xwe dane Çizîrê. Mîr Sevdîn ji çawîş Badînrra got: -Badîn tu herre derê xasbaxçê veke, heta em tên.

Badîn pêşîyê çû. Derê baxçeyî vekirî bû, lezekî dinê şûnda nêçîrvana xwe bi baxçerra gihîandin, peya bûn, hespêd xwe kişandin tewlê, bi xwe jî çûne xasbaxçe. Badîn got: -Kerem kin, gele cindîya.

Cindî çûne hundurr, derbazî koşekî bax bûn, lezekî gezmîş bûn.

Çawîş Mêrdîn jî ew alîyê ku Memê u Zînê lê raza bûn, wî alîda çû.

Gava wêda diçe çawîş Mêrdîne,

Mem u Zînê halekî xirabda dibîne,

Sawek digrê, ew cîda dimîne.

Gava çawîş hatîye derda,

Memê razaye, Zîne berda,

Tenê çawîş Mêrdîn eserda.

Çawîş Mêrdîn ji xwerra got, -heta niha jî ez xulamtîyê bavê vêrra dikim, ev kirin sineta Zînê nîbû, îro evê çirra wa kir. Paşê hevekî fikirî û got:

-Memê mal şewitî rabe bike, bilezîne,

Devê xwe ji sûrtê Zînê zor derîne,

Mîr hat, rabe rêkê ji xwerra bibîne.

Memê hişîar bû, lê nihêrrî çawîş wê ser serê wîrra sekinîye, jêrra got:

-Ez devê xwe ji sûrtê Zînê nakim der,

Heta ser sîngê min temam nebe sed xencer.

Memê mineta xwe ji kesî nekişand, dîsa serê xwe kirê bin qapûtê xwe û raza. Çawîş Zînêrra got:

-Qulbeda derketîye ewrekî reşe,

Baran teyrokê xuşe-xuşe,

Hev bela bû mehbût terkeşe.

Qulbeda derket perçe ewrê sipîye,

Baran, zipik zef barîyaye,

Cindîyê Cizîrê bela kirîye.

Zîn xatûn çeva hiltîne,

Hêsira ser sûrtê sorda tîne,

Reng u rûbar lê namîne.

-Ax çawîşê minî emekdaro,

Nanê destê min te helalo,

Tu surra me dîar nekî yek caro.

-Ela u ekber

Heta mîr serê min neke ber,

Ew xeber ji devê min naçe der.

Hala bû qûtîn û gazî,

Çawîş dengê mîr dinasî,

Zînê kete nav kurk u libasî.

Mîr berbi Memê hat kir selame,

Memê got: elêkim selame,

Tu ser sêrî, herdu çevane.

Gava mîr hat ji derda,

Memê ranebû ji berda,

Ewê tenê mîr eserda.

Mîr got: -Werin min û vî zemanî,

Emrê min çû, min nedî kes mîna vî xanî,

Devê kesa zêdeye bê vî mekanî.

Memê got: Mîr, tu çûyî nêçîrê, ez mam cîda.

Ji serê min aqil çû, qalib ma cîda,

Min çevêd xwe vekir vî mekanîda.

Mîr ji Memê pirsîye,

-Ji minrra bêje pirsa rastîyêye,

Te nav baxê minda çi kirîye?

-Min baxê teda dît xezalek,

Xezal nîbû, husil cemalek,

Cevêd wê belek ji minrra kemalek.

Çawîş elam kirê, got: -Bêje, ez nizanim horî bû, yan melek.

Memê got: -Mîrê minî delal xebera rast, ez nizanim horî bû, yan melek.

Lezekî dinê şûnda hersê bira û Beko jî hatin cem Memê. Beko got: -Gelî cimaetê, em serma dikin, lazime em agirekî li vira dadin. Mîr gilîyê Beko qebûl kir. Beko anî rex Memê agirekî gurr dada, pêrra agir geş dikir, kêlekêd Memê ji germa dişewitîn. Zînê bin qapûtda kerr bûbû.

Memê got: -Tajdîn tu sibê çûyî, eva nîv roje,

Agir parxanê min yek-yek dikoje,

Bekir û mîr min dikin dew û doze.

Memê destê xwe alîyê Tajdîn hiltîne.

Tajdîn dest-dest xebera difemîne,

Gulîyê Zînê yek-yek diqeşirîne.

Qeretajdîn fikirî û got:

-Ev çi agire, çi sotine,

Memê nexweşe, ha ji xwe nîne.

Selama mîr ji erdê hiltîne.

-Bekiro, tu bi zanî, lê dildijminî

Agir hildikî serî, him jî binî,

Tuîyê ji Memê zeftir ber vî agirî bisekinî.

Beko: -Qeretajdîn bes bike helaya,

Niha wextê nimêjêye,

Gerek em bi Memêva rabin pîa,

Em berê xwe bidin qulbêye,

Duakê bikin ji xwedêye,

Sucude bidin erdêye.

Qeretajdîn: -Erê Beko, emê rabin pêye,

Memê nexweşe, wê bimîne erdêye,

Nebî tu gilî nepak dibêye.

Qeretajdîn mîrra got: -Mîrê min, eva çend sale li vî welatî kesekî zor li me nekirîye.

Îro ev camêrê han bi mêvanî me qasidîye, niha Beko dewa çi li evî camêrî dike.

Bira Beko bisitire, yanê na, ezê xencerekê zikê wîrra kim. Ya ez nakim, bona xatirê cindîyane.

Qeretajdîn kişand qevza xencerê

Cindî gişk dan alîkî derê,

Ewî kişand gelek kedarê.

Qeretajdîn diçe male,

Perîyêrra genc û qale,

Dibê-derxe hespê fele.

-Qeretajdîn, ecêbê çiqas dinê

Wê bên serê min te tenê,

Xelqê nebê, çima evî avayî didî sotinê.

Reşo tu egîtî, reng erebî,

Tu mîna ewrê nîsanê radibî,

Nizam kêrra tu qal u cengî.

Ser vê xeberê Qeretajdîn gelek tefekûrî kişand. Paşê Perîyêrra got:

Bes xebera bavêyî ber xebera,

Memê û Zînê îro hatine devtera,

Bekirî gevezeye, ê Memê bavê nav xencera,

-Wekî pirsa te usa be,

Haspê fel usa be,

Zûke, rabe, sîar be.

Mîr Sêvdîn berê xwe da qesra Qeretajdîn, nihêrrî çawîş wê tê û diçe, got: -Çawîş çi heye?

-Mîrê min, dara mendenê dareke reşe,

Jê diçe alaveke keske sore geşe,

Navda şewitî Gorgînê keleşe.

Dara mendenê dareke terre,

Ji diçe alaveke kaske gerre,

Navda şewitî Gordînê zere.

Gava Mêrdîn ew xeber digotî,

Ceger û hinavê mîr disotî,

Cindî pey diçûn cot bi cotî.

Gava Mêrdîn da xebere,

Dilê mîr bû ker bi kere,

Cindî ji baxçe derketin yek care.

Beko got: -Mîr tu kerem ke vê seraê.

Ezê berê xwe bidim vê qezaê,

Kê kirîye, agir berdaê.

Tu kerem ke sera xas,

Guhê xwe bide vê qeyas,

Nizanim cilik şewitî, yan palas.

Wexta cindîyê Cizîrê derketibûn, Beko di nav baxçeda xwe telandibû. Wexta Memê û Zînê rabûn, Beko dît.

Mem û Zînê hevekî şa bûn, bi hevrra xeberdan, paşê Zînê Memêrra got:

-Memê te dît xudan esla çi kir,

Em ji ber şûra xilas kirin.

Lexm lêxistin betal kirin.

Hersê bira, lawê gotinê,

Kes nikare bişewtîne qesrê,

Qencîya wan wê bê gotinê.

Memê qapûtê xwe li xwe kir, ewî Zînêrra berê xwe dane qesra Qeretajdîn. Qesr dişewitî. Beko nişkêva ji ber qesra darê rabû û çû, bû qîjîna Memê.

Beko çû, xilas bû. Heta Mem û Zînê çûne ba qesrê, cimaetê agir vêsandin.

Çar-pênc roja şûnda Beko çû cem mîr û got: -Mîrê min, lazime em çend zêrra top kin, nêzîkî sed zêrrî ber Qeretajdîn daynin, guman heye, ew dijminayê bi merra nakşînin.

Paşê şandin ba Memê. Hersê bira, Zînê bi cindîyava çûne ba mîr. Zînê rabû qawe cimaetêrra çêkir, da wan.

Beko got: -Mîr, gerek tu ji hersê misîna jî qawê vexuî, yanê na em qayîl nabin.

Zînê du cûrre qawe çekiribû. Zînê qawê anî da mîr, mîr vexar.

Beko got: -Çawane? Mîr got: -Ava sare. Zînê fîncaneke dinê jî da mîr, lê ew fîncan gelekî lê xweş hat, mîr girîya.

Beko got: -Mîrê min, çima digirî?

Mîr cav da: -Tu mirî, lema digirîm.

Mîr rabû şemaqek da sûrtê Beko.

Hat sirîya Beko qawê, Qeretajdîn zanibû, wexta Zînê qawê bide Beko, Memê wê bikene.

Memê rêva kêwrîşkek ji dezmalê çêkiribû. Qeretajdîn ji cêva xwe derxist û avîte nav cimaetê. Beko niçande mîr.

Mîr elam kir, wekî bi kêwrîşkê kenîan.

Cimaet ku bela bû, Beko zêrrê topkirî bir, danî ber Qeretajdîn, ewî dey nekir.

Paşê dereng cimaet dîsa çû qesrê, rûniştin, zêrr cem Beko mabûn, ewî wêderê dîsa zêrr ber Qeretajdîn danîn, cimaetê jî got: -Qeretajdîn, tu gerekê seba xatirê me pera hildî.

Qeretajdîn xatirê cimaetê neket, pere hilda û şande malê.

Beko intîya, got: -Mîr, hûn çima xeber nadin, merîfeta xwe narrêjin?

Memê got: -Beko, gerek îro tu dewsa min kulamekê bêjî.

Beko got: -Yara Memê min dîtî,

Erebeke reşe kotî,

Min dîtiye dew firotî.

Memê: -Beko te virrek kir nav rûya,

Îtrav kir serî heta pîa,

Ya min horîke nav horîa.

Beko: -Ya Memê min hebandî

Ereba reşe lêv deqandî,

Min dîtîye dew elbada civandî.

Memê: -Bekir, yara min ew nîne,

Yara min xatûn Zîne,

Qîza mîr Zêvdîne,

Xûşka mîr Sêvdîne,

Xudanê kexbê hêşîne,

Dîsa dibêm, xatûn Zîne.

Mîr got: -Kurro evî nekesî bidin xebera,

Rabin bigrin, bidin nav xencera.

Qeretajdîn: -Heta hûn Memê brîndar kin,

Ezê yek, yek serê we xilas kim,

Efan: -Hûn heta Memê birê me givirdar kin,

Ezê pênsidê we bikujim, sedî brîndar kim.

Çeko: -Heta hûn Memê temam kin,

Ezê we gişka xilas kim.

Çil cot pelewan derê dîwanê tevbestî

Memê rabû pişta xencer destî,

Ji tirsa qet kesî cîyê xwe neguhastî.

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev