Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Sê mijûlîyên hewaskar ji jîyana kurdan

Sê mijûlîyên hewaskar ji jîyana kurdan

Sê mijûlîyên hewaskar ji jîyana kurdan

• • •

-Ez benî, berî çendekê gotareke min derheqa pirtûkeke hevalekî da çap bû, dijminên wî ji min xeyîdîn, ku min pesinê wî daye, lê ew jî ji min xeyîdî, ku min ew rexne kirîye. Ez di vê rewşê da çi dikarim bikim?

-Bêje wan, ku ew herdu jî rast in!

• • •

-Ez benî, çima piranîya kovarên sist û bêkêr di wextê xwe da çap dibin, lê piranîya kovarên baş û hewaskar di wextê xwe da çap nabin?

-Ji ber ku ji kovarên sist ra wext û pere têrê dike û hiş têrê nake, lê ji kovarên baş ra hiş têrê dike, lê wext û pere têrê nake!

• • •

-Ez benî, ji ber çi ye, ku gava behs tê ser çapkirina pirtûkan, nivîsara gotaran û karên ji bo milet yên mayîn, hema bêje hemû ronakbîrên kurd xwe didin pêş. Lê carna hema bêje ew hemû ronakbîr dibêjin, ku filan kar ew nikarin bikin û tenê ez dikarim bikim. Qesta wan ez im. Ew ji ber çi ye?

-Ew karê, ku ew dixwezin bikin, tê da pere heye, lê ew karê, ku dixwezin bidin te, tê da pere tune!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev