Êzîdîxane vala dibe!

Êzîdîxane vala dibe!

Pêwîst e gotina dawiyê di destpêkê de bibêjim; ”Karesata Şengalê jenosid e.” Divê ev karesat pêşî ji hêla Serokatiya Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Kurdistana Federe ve, paşê jî ji hêla desthilatdariyên xwedî ûjdan ên dinyayê ve wekî ”jenosîd” ango ”komelkujî” were pejirandin.

Jenosîd û komkujî bes bi kuştin û tunekirina mirovan pêk nayê. Hûn bibin sedem ku mirov terka xak û welatê xwe bikin jî cureyekî jenosîdê ye. Gelê kurd bi direjahiya salan, gelek caran rastî hewldanên bi vî rengî hatiye û ji neçarî terka welatê bav û kalen xwe kiriye. Di 30 salên dawî de gelê kurd hem li Bakur, hem li Başûr, hem jî li Başûrê Rojava rastî hewldanên koçberî û penaberiyên sext û dijwar hat. Bi milyonan kes terkeserê dinyayê bûn. Penaberî, derbederî, malwêranî û kuştin bû para wan.

Îro çarmedorê welatê kurdan di bin metirsî û komelkujiyê de ye. Helbet dema kurd dibin hingavên êrîşên metirsîdar û kujer, bi tevahiya bîr û baweiyên xwe dibin hingav. Êrîşkar dema êrîşê dikin, nabêjin ev misilman e, ev elewî ye, ev sûnî ye, ev mesîhî ye, ev şebek e an ev êzîdî ye. Ji bo êrîşkirin û tunekirinê kurdbûn bes e!

Divê kurd dijminê xwe baş nas bikin. Haya kurdan heta dereceyekê ji vê rastiyê heye. Lê rastiyeke me ya din jî heye ku ev bixwe jî cureyekî jenosîdê ye. Piraniya caran em bixwe dibin sedema berdewamiya vê jenosîda ku ezê niha behsa wê bikim.

Di serdema me ya îroyîn de piraniya deverên ”Êzîdîxanê” li Başûrê Kurdistanê û beşeke din jî li ser heremên kurdnişîn ku hê jî ew herem venegeriyane ser Herêma Kurdistana Federe. Giraniya jenosîd û komkujiya vê carê li van herêman pêk hat. Heke ew dever di bin destê Kurdistanê de bûna, bi tu awayî ev karesat û malwêraniya mezin nedihat serê Kurdên Êzîdî. Helbet ev mijara nivîsareke din e, lewre em vegerin ser mijara xwe.

Mixabin îro bi rojane bi hezaran Kurdên Êzîdî hewla terkeseriya Êzîdîxanê didin û hebûna xwe ji Kurdistanê paqij dikin. Dema ev nivîs dihate nivîsandin, 3 hezar êzîdiyên din xwe li sînoran xistibûn û derbasî gundê Roboskiyê bibûn. Îro li piraniya navçe û bajarên Bakur ji bo Kurdên Êzîdî kampên jiyanê hatine amadekirin. Kurd li birayên xwe xwedî derdikevin. Divê derkevin. Ew ne mêvan in, ew xwediyê malê ne. Lê problema mezin li vir destpê dike. Bi vî rengî Êzîdîxane vala dibe. Vala nekin! Mafê tu kesî tuneye bibe sedema valakirina Kurdên Êzîdî ji Kurdistanê.

Hejmareke fermî li ber destê min tuneye lê bi qasî dizanim îro bi deh hezaran Êzîdî li bajarên ewle yên Başûrê Kurdistanê ne. Rast e, trajedî mezin e û divê em ji gelê xwe yê Êzîdî têbigihên. Lê daxwaz ev e ku ew ji nav sînorên Herêma Kurdistanê dernekevin. Divê rê û mecal ji bo vê yekê neyê dayîn.

Em tev baş dizanin ku Êzîdiyên berê xwe dane Bakur, îro nebe sibê ewê doza çûna Ewropa û Amerîkayê bikin. Beşeke biçûk jî îhtîmal e berê xwe bidin Qefqasya û kevnewelatên Sovyetê. Lê bi tu awayî ewê li wan welatan nikaribin fêrî jiyana kurdên wan deran bibin. Lê karesata mezin ewê li Ewropa û Amerîkayê pêk were. Rast e, ewê rastî komkujiya mirovî neyên, lê di nava 20-30 salan de ewê gelek nirxên xwe yên olî û neteweyî ji dest bidin.

Mixabin ku beşeke ji rewşenbîr û nûnerên ola Êzîdayetiyê riyeke wiha didin ber vî gelê bêguneh û belengaz. Li ser vê yekê daxuyaniyan belav kirin û ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê xwestin ku ew rê li ber wan vekin da ku terka Kurdistanê bikin. Lê cihê şanazî û kêfxweşiyê ye ku îro piraniya rewşenbîrên Kurdên êzidî yên xwedî ûcdanê neteweyî li dijî vê yekê derdikevin.

Divê neyê jibîrkirin dema ku Şêxan, Şengal, Laleş û deverên ku Kurdên Êzîdî lê dijîn terka xaka xwe bikin, kurdên Diyarbekirê, Yêrevanê, Ûrmiyê, Qamîşlo û Hewlêrê nayên li wê derê bi cih nabin. Ewê erebên cînarên wan ku di fermanê de ji paş ve li wan xistin, li ser xaka wan runên.

Gotina dawî; zarokên Kurdên Êzîdî bes dikarin li ser xaka Kurdistanê û Êzîdîxanê zimanê xwe biparêzin û fêrî dûa-dirozgên Êzîdayetiyê bibin.

Heyf e, nehêlin Êzîdîxane vala dibe…

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev