Têmûrê Xelîl derheqa Elîyê Ebdilrehman da

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Vê carê emê behsa jînenîgarî û berhemeke Elîyê Ebdilrehman bikin. Ew bername bona xwendinê bi cûrê nivîskî jî di rûpelên malpera me da çap dibe.

RÎSPÎYÊ EDEBÎYETA ME

MÎKAYÊLÊ REŞÎD

 

Elîyê Ebdilrehman nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da navekî teze nîne. Ew xudanê çend kitêban e. Ew miqala, serhatîya, romana, şiêra, destana dinivîse, bi wergerandina efrandinêd bedewetîyê va mijûl dibe.

Elîyê Ebdilrehman sala 1920î welatê Romê da ji diya xwe bûye, di wan salan da halê kurda di wî welatî da giran bû. Elî şeş salî bû, wexta mala bavê wî tevî qebîla kurda ya Birûka ji zulma dîwana Romê direve, tê welatê Şêwrê da dihêwire. Hema vira jî lawê kurd xwendinê distîne. Xênji zaniştgeha kurda li Yêrêvanê, Elîyê Ebdilrehman usa jî Înstîtûta Bekûê ya pêdagogîyê xilaz dike. Salêd berî Şerê wetenîyêyî mezin û pey şêr ra ew çawa dersdar, serwêrê mektebê, serwêrê para xwendinê di nehîya Basargêçarê da (niha nehîya Vardênîsê) telîmçîyê mekteba bûye ya wezîreta Ermenîstanê ya ronkayê da. Elîyê Ebdilrehman tevgelê şerê wetenîêyî mezin e û wek partîzan wedekî dirêj pişta dijmin da kirîye şer.

Sala 1955a Yêrêvanê da dîsa rojnama “Rya teze” tê çapkirinê. Dora wê lawêd kurdaye bi xwendina bilind top dibin. Nava wandan e usa jî Elîyê Ebdilrehman, ku çawa serwêrê parê dixebite. Hema vira jî, xênji miqalêd pirsêd rojê ra girêdayî, ew destbi nivîsara efrandinêd bedewetîyê dike. Riya Elîyê Ebdilrehman ya edebîyetê ji vê rojnamê destpê dibe. Paşê efrandinêd nivîskarêd kurdêd sovêtîyê, kitêbêd dersada dertên.

Kitêba xwe ya pêşin Elîyê Ebdilrehman sala 1959a çap dike. Berevoka “Xatê xanim” da çar efrandinêd başqe hene. Ewana derheqa jîyîna cmaeta me zemanê berê û rojêd me da gilî dikin.

Nava edebîyeta kurdêd Sovêtîyê da destana cmaetê bona dasekinandina tarîxê, nîşandayîna şerê cmaetê seba serbestîyê cara ewlin Elîyê Ebdilrehman daye xebatê. Paşê ew destana gel seba Erebê Şemo dibe qinyat. Ew romana xwe ya eyan “Dim-dim” dinivîse. Hilbet, cem wan herdu nivîskara ruhê zargotina cmaetê hatîye xweykirinê, ya ku xwe bi salixêd tarîxê yên berk va bend nake. Hîmê wan efrandina da qewmandinêd usa hatine danînê, yêd ku rastî jî nava emirê cmaetê da qewimîne û bona mitala qinyat dane wê.

Hîmê serhatîya Elîyê Ebdilrehman da efrandina zargotina me “Xatê xanim” hatîye danînê. Nivîskar serecema zargotina cmaetê fire kirîye û ji hidûdê teng derxistîye. Ew xebitîye hîmekî diha rêal bide qewmandina, lê cem wî dîsa reng û awazêd cmaetê yên hikyatî hatine xweykirinê. Efrandina Elîyê Ebdilrehman pesinandina jina kurd e, ya ku rojêd oxirmêd giran da dewsa mêrê xwe digre. Bi alîkarîya nîgara jina kurd û sultanê Romê nivîskar şerê dîwana zêrandinê û cmaeta zêrandî nîşan dide.

Wextê Elîyê Ebdilrehman pê kire meydana edebîyetê, ewî xwe ra têma xwe anî. Ew têma halê kurdan e di qewilêd dîwana Turkîayê û Îranê da, kîderê xweserîtî bê hed û hesab e. Vira gumana kurda her tenê sîlih e û dilê şêran e, ku defa sîngê ewledê cmaetê da dikute. Serhatîya mezin “Morof” û romana “Gundê mêrxasa” derheqa halê kurdayî bê extîyar bin qolê sultan û şah da gilî dikin. Kurd xweyê ocax û malêd xwe nînin di wan welata da, kîderê zordayîn û neheqî padşatî dikin. Elîyê Ebdilrehman xwedîyê romana “Şer çiya da” ne.

Elîyê Ebdilrehman usa jî şiêra û destana dinivîse. Efrandinêd şiêrkî di berevokêd “Dê”, “Hesreta min” û “Gulistan” da hatine çapkirinê. Kurd û Kurdistan di nav şiêrêd wî da mîna têlekî sor derbaz dibin.

Em di ser da zêde bikin, ku Elîyê Ebdilrehman 21ê çileya pêşin sala 1994an li Bekûyê, paytextê Azirbêcanê çû rehmetê. Gora wî li wir e.

Piştî mirina wî weşanxaneya LÎSê li Diyarbekirê hemû berhemên wî yên prozayê bi 4 pirtûkên cuda va, bi kurmancîya latînî dane çapkirin.

Li jêr kerîyek ji romana wî bixûnin:

Morof

Şemo gazî hevalêd xwe kir, pez hîvîya wan hîşt û dakete gêlî. Ew çiqas berjêr dibû, ewqas intîn nêzîk dihate bihîstinê. Şev e safî bû û bê hîv bû, hema Şemo riya xwe bi nalînê texmîn dikir, pêşberî wî qeretûk hate xanêkirinê. Wexta Şemo nêzîkî wî qeretûyî bû, ewî dît ew zinar e, li ber wî zinarî merîkî dikire ofe-of. Şemo daçivîya erdê û ecêbeke giran ber çevê xwe dît, ku axîn û ofîna Morofê hevalê wîyî şivan bû. Ew şivanê Xalit begê bû. Şemo pêra-pêra tê derxist, ku beg ecêb anîye serê Morof, çimkî kirinêd beg şivana ra eyan bû, tim car şivan di wî gelî da rastî meyta dihatin, lema jî gundîya navê wî gelîyî danîbûn gelîyê Qetilê.

Şemo hêdîka Morof hilda ser milê xwe û berê xwe da hevrêz. Wexta ewî Morof bire jorê, hevalê wî temam topî ser Morof bûn. Gunê wana pê dihat, ku ew xortê kinêzî delal ketîye wî halî. Wana diranê xwe diçirikandin, lê gef li kê dixwerin, bi xwe jî nizanibûn; ne jî ewana qêmîş dibûn, ku ji Morof bipirsin.

Nişkêva Morof serê xwe hilda, dor xwe nihêrî û kire qîrîn: “Begê min, gunê min çi ye?”. Û careke dinê kesereke kûr hatê û xu va çû. Şivan rind haj ji xeysetê Xalit begê hebûn; gelek cara, wexta ewî meriv didane cezayê, laşê wana digirt û davîte gelîyê Qetilê, ku debe wana biperitînin. Lê sibetirê beg xulamêd xwe dişande gelî, eger ew merî hela sax bûya, qemê xulama dewsa diranêd deba digirt û ew şuxul dianîne serê wan.

Şemo dezmal ji dora kolozê xwe vekir, nav ava elbê da şil kir û danî ser enîya Morofe kever. Hevala potê xwe avîtibûne ser û dora wî top bûbûn.

Xêleke xurt derbaz bû. Morof ser hişê xwe da hat, dît ku dor û berê wî hevalêd wî ne. Livat bi Morof ne dibû. Lê ewî dixwest kulêd xwe ber hevala birêta. Ewî hêdîka gote hevala:

-Gidîno, bextê we me, zulma ha nabe… Xûnxur cmaetê ra nabin yar. Nîvro, wexta min pez vî gelî ra dajote bêrîyê, nişkêva berdîra qerqaş, ku desteka Xalit begê ye, ji berpala zinarê şîn hol bû û jor da ket. Nebixêr, lingekî berdîrêyî pêşin şikest. Ez xeysetê beg beled bûm. Min wê sehetê pê kêrê dar şimşat kir, bevşik hazir kir, kirasê xwe êxist, qelaşt, lingê berdîrê pêça. Min berdîr hilda ser stuyê xwe û mî ajot, berbi bêrîyê çûm. Ez di nava xûdanê da bûbûme av. Hûn dizanin berdîre çiqasî giran e, lê gelo min dikaribû berdîr wira bihîşta? Wî çaxî begê ez bidama ber qema. Nebixêr beg nizanim seba çi hate bêrîyê, çawa ew çev li berdîrê ket, beg hew dizanibû lingê ezîzê wî şikestîye û derdê wîye kevin – reva birazîya wî, rabûna cmaetê mqabilî wî, ewî ser min da rêt, ew gişk wê demê bîr anîn. Hema ewî mecal neda min û ez dame ber qamçîya, pihîna, pela, bi vê yekê dilê wî hêsa ne bû, emirî li ser xulam û xizmetkara kir. Bi emirê beg xulama ez hincirandim. Ez xu va çûm û dû wê ra tu tişt nayê bîra min. Tenê niha min çevê xwe vekir, min dît hûne ser min ra sekinîne.

-Ax… çiqas çetin e ev roja, usa jî kal û bavêd me ev roja derbaz kirine û ji derda kor-pûç bûne, em jî usa ne seba tiştekî kor-pûç bin. Ewî murxuzê bê îsaf ne seba tiştekî ez kirime vê rojê. Xalit begê li we bihese, wê usa jî bîne serê we.

Şev e. Li ezmanê sût steyrk ketine govendê. Li dor û bera her tişt siteqirîye, ketîye xewa şîrin. Şemo û hevalêd wî texmîn kirin, ku wext e pêz ji guhêrê rakine şevînê. Çiqas xweş e berbanga havînê li Bitlîsê… Bîna pêjekê, ridêsê, beybûna, gul û sosina meriva dihingêve. Hewa temiz tijî qefesa meriva dibe û xewê ji çeva direvîne. Qiravîya nazik duhlê çarixê hişk dikeve, wana nerm dike û teze meriv xwe dihese, ku pêçî û gûzekê wî ji qalibê hişkolekî hêsa bûn. Xirmînîya kerîyê pêz e, diçêre…

Wexta pez gihîşte gelîyê piş mala, nişkêva nale-nalek kete guhê Şemo. Berê wî hew zanibû, ku ew bûmê şevê ne, derketine nêçîrê û gazî hev dikin. Paşê Şemo tê derxist, ku ew ne nalîna bûman e, lê ew intîn û ofîna merîyan e.

Gişka alîyê zomê nihêrî, dîtin zomeke siteqirî ye, deng jê nayê. Wana dixwest ew bibirana cem xwe, lê nedibû…

Morof heta berbanga sibê bi hevalêd xwe va li wir ma û paşê gote hevalêd xwe, herin, di bextê weda me.

Şemo got:

-Morof, birê min, sibe ye, Xalit begê binhêre çika tu mirîyî, yanê na, eger ne mirî bî, wê te bikuje. Gelî lawika, zû bikin em Morof biguhêzine cîkî mayîn.

-Kuda?

-Zaxa gera Dewatîya û emê hertim dizî wî xûnmijî va bêne cem te. Belkî pak bî û herî bighîjî êleke mayîn.

-Na, na… Ez naçim, bira min bikuje. -Morof got:

-Lawo, tu dîn bûyî, nayê bîra te, ewî ew ecêb jî anî serê Heso, Bekir, Reşîd û ew axirîyê da jî kuştin. Usa jî anîye serê te.

Wana qirar kir, ku Morof biguhêzine qendîla Dewatîya, mixara Şivana û usa jî kirin. Cî û nivîn ji wî ra danîn, misînê avê tije kirin û danîne ber serê wî û xatirê xwe heta sibê ji Morof xwestin.

Sibe safî bû. Pencê tevê xwe avîtine bedena çiya. Dûmana sibê nolî hêratîya gewr serê çiya alîyaye. Kew ji xewê vediciniqî, ji hêlîna xwe difirîya, qulozî hewê dibû. Baskê xwe vedikirin. Te digot qey nava hewê da sovekarîyê dike. Hoce-hoca şivana ye, hêle-hêla gavana ye, kalîna berx û mîyan e, hirînîya menekîyan e. Her ruhberek rabû piya, bawîşkê xwe ji xwe dadiweşandin, niqoyî hewa sibêye xweş dibûn û beşer lê vedibûn.

Xalit beg ji konê deh sitûnî derkete derva, sê cara tevizî da xwe, dora xwe zivirî û berê wî kete newala Qetilê. Nişkêva berdîr û kirinêd Morofe mayîn ketine bîra wî. Bijangê wî nolî dirîyê şîlanê daliqîyane ser çeva.

Wî bi dengekî hêrs gazî xulamêd xwe kir. Wê sehetê Dirbo û Tajdîn ber beg sekinîn. Herdu nolî kelbê ser darînekê, timê emirê beg rind diqedandin, dihatine hesabkirinê piştovanêd beg û zulmeke mezin li gundîya dikirin. Cmaetê navê ekis li wan kiribû. Ji Dirbo ra digotin Pelengbeş, lê Tajdîn ra digotin Devrût.

Beg nêzîkî wan bû û got:

-Lawo, “dar ser koka xwe şîn dibe”. Tê xanêkirinê, ku gundîya derheqa dê û bavê Morof da ji wî ra gotine û ew dixweze heyfa xwe ji me hilde. Heyf, ku min wî çaxî hesabê wî ji tizbîyê ra derbaz ne kir. Lawo, ku her gundîk lingekî peza min bişkêne, hespê min kevir kin, çêleka min gever bikin, wê li ku bisekine? Ne lazime rû bidne wan kelba. Herin binhêrin, eger deba Morof neperitandîye, lêxin wî bikujin, bila gundîya ra bibe ders û ew bizanibin ku ez Xalit beg im…

Dirbo û Tajdîn ber beg sucde dan û berê xwe dane gelî. Wexta ewana çûne cîyê ku Morof lê bû, dîtin, ku ew tuneye. Wana hew zanibû ku deba ew birîye û xwerîye, ku berata wî bînin nîşanî beg din. Lê çiqasî ewana li Morof û beratê wî gerîyan, tiştek

nedîtin, xêncî xûna ber kevire rêtî. Hetanî nîvro ewana nolî du gurê devxûn nava zer û zinara da gerîyan, lê tu tişt nedîtin, por û poşman vegerîyane cem beg û her tişt jê ra gotin…

Beg mirûzê xwe kir û bin lêva da got:

-Hebe-tunebe, kesîba ew birine malêd xwe.

Paşê ewî emir kir, ku çiqas malêd rêncbera hene, li gişka bigerin û wana gazî cem wî kin. Ew çûn malêd wan gerîyan, tiştek nedîtin û êvarê gazî rêncbera gişka kirin. Ewana gişk hatine hizûra beg.

Beg lingê xwe li erdê xist û hêrs bû, temamîya bedena wî dihejîya, lê rêncbera hinekî dûr destê xwe ber hev va kiribûn, sekinîbûn.

-Hi, gelî murxuza, bêjin… kuye ew kopeka, we ew kuda veşartîye?

Gişka bi hev ra got:

-Beg sax be, em nizanin hûn derheqa çi da ji me dipirsin. Eger neheqîyê digerî, neheqî bi xulamê te dikeve. Qey wexta Morof kutane, ewî xwe bi mirîtî avîtîye, xulama hew zanibûye, ku ew mirîye, lê wexta ew jê dûr ketine, ew rabûye û revîye. Îja gunê me çi ye?

Beg li wana hêrs bû: -Çawa nava erdê min da meriv şev bireve û kesek wî nebîne? Ez bawer nakim…

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û berhemeke Elîyê Ebdilrehman kir. Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, yek ji karmendên malpera me Têmûrê Xelîl e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev