Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ARTÎSTA BI REQASA XWE SAZBENDÎ DISÊWIRAND

Tosinê Reşîd

Gava gilî tê ser Nazî Şîray, berî gişkî reqasa wê ya ser defa mezin tê bîra min. Ew bi têmpeke usan direqisî, ku bîner bînçikîyayî dibûn.

Ji bejin û bal, ji dêmê Nazî kurdîtî dibare. Çawa Aza Evdalî dinvîse, wekî nava komeke mirovaya mezin de te ew bidîta, te ê ese texmîn bikira, wekî ew kurd e.

Hinek cîhan tê nivîsar, wekî Nazî Şîray sala 1.V.1926 an ji dayîk bûye, cîhên mayîn sala 1928 an. Lê ev sal herdu jî bi texmîn in. Rastîyê kes jî nizane. Usan jî tê gotin, wekî ew li bajarê Tbîlîsî, komara Gurcistanê, di malbeteke kurdên êzdî de ji dayîk bûye.

Bav nayê bîra Nazê, dê jî piştî nexweşîke giran xatirê xwe ji dinîya ronik dixweze. Lê di seranser jîyana wê de dê û kurdîtî di bîrê de dimînin. Wê çend peyvên kurdî jî di bîra xwe de xwey kiribûn.

Ev jî sureke Nazî Şîray e; 4-5 salî sêwî dimîne, ji bajarê xwe dûr, ji kurdan dûr, di maleke bîyanî, di çandeke bîyanî de mezin dibe, lê ne tenê kurdîtîya xwe ji bîra nake, serbara ser de, dûarojê awaz û motîvên kurdî dike beşekî hunerê xwe, yê bê mînak.

Bi hezaran kurdên me, gor daxweza dilê xwe ji kurdîtîya xwe kûvî bûne û bi navê tirkan, ereban, farisan, azarîyan li cihanê hatine naskirinê, lê Naza sêwî di gîyana xwe de kurdîtî parast û heta di hunerê xwe yê sîrkê de jî, dîyar kir.

Nazê 4-5 salî bûye, gava artîstên sîrkê yên bi nav û deng, Marîya û Alêksandr Şîray wê li kolanên Tbîlîsîyê bê xwedî dibînin û gava pê dihesin kesekî wê tune, bi xwe re dibin û dikine zara xwe. Bi vî teherî Nazê dibe Nazî û çawan piranîya zarokên artîstan, dide ser şopa dê û bavê xwe. Lê eger Marîya û Alêksandir artîstê janra akrobatîyê bûn, Nazî janglyorî dijibêre û di wê janrê de digihîje destanînên here mezin; îro navê wê datînin kêleka navê janglyorên dinêeyan Ê. Rastelli, Ê. Gatto û yên mayîn.

Janglorîya Nazî, bi reqas û awazên kurdî ve tamtîke usan disêwirîne, wekî bînara hewas û hijmetkar dihêle. Di wergirtina wê de êlêmêntên kincên jinên kurd yên Serhedê tên texmîn kirin; êlekê bi nexş û dêrê koveyî, qeytankirî.

Çawan me êdî got, Nazî dide ser şopa dê û bavê xwe û sala 1940 î stûdîya Moskvayê ya êstradayê temam dike. Salên cenga Niştimanîyê ew bi kome artîstan ve diçe pêşenîyê û bi hunerê xwe helana dide parêzvanê welêt. Lê ji sala 1944 an, çawan artîsta profêsîyonal ew li sîrka Moskvayê kar dike.

Sala 1954 an, Nazî bi xwe nomêreke janglyorîyê disêwirîne (balêtmêystr Ê. Gîrkorov). Di wê nomêrê de ew motîvên sazbendî û reqasên kurdî û ermenî bi kar tîne.

Lê kurd hê bêxwedî bûn gava Nazî Şîray bi sîrka ermeniyan re kar dikir, ew wek “janglyora ermenî” dihat naskirin, lê gava derbasî sîrka Gurcistanê bû, êdî bû “janglyora gurc”.

Di kompozîtsîya wê de gelek beşên cihê hene: holkirina du defika ser mil û navmila xwe; ku ber hev re derbas dibin, lê hev nakevin, avîtina sê gogan bi şêweyekî rîtmîk, tryûka şeş berkaşokên mezin ve, raqasa wê ser defa mezin ku bi dengê lingê xwe sazbendî disêwirand; ku hin perçê sazbendîya Aram Xaçatryane ji bo balêta “Gayanê”, “Reqasa xortên kurd”, hin jî “Cirîda” kurdî dianî bîr. Teqil, sazbendîya nomêra Nazî bi taybetîyên netewî û hostatîya hunermendî ve xemilîne.

Nazî bi xemxurî û hizkirin nêzîkî hogirên xwe yên artîst dibû, piştgirtîya xortan dikir.

Gava sala 1959 an kloûnê bi nav û deng Lêonîd Yêngîbarov li Moskvayê kûrsê kloûnîyê temam dike, wî dişînin sîrka Yêrêvanê. Lê divêt ew berê bi hunerê xwe derketa ber şêwra artîstên sîrkê, hostatîya xwe nîşan bikira û tenê piştî pejirandina wan dikaribû li sîrkê kar bike. Lê nomêra wî bi dîrêktorê sîrkê xweş nayê. Çend kesên endamên şêwrê jî piştgirîya nêrîna dîrêktor dikin û dixwezin biryarê bidin ku L. Yêngîbarov di şûn de bişînin Moskvayê. Lê Nazî Şîray, ku endema şêwra artîstan bû, ne tenê nahêle biryara usan bê pejirandin, lê her tiştî dike, wekî Lêonîd Yêngîbarov bibe endamekî kolêktîva sîrka Yêrêvanê û ew yek ji wê re li hev tê. Gava sala 1963 an fîlmek (Rêya ber bi sîrkê) ser huner û jîyana Lêonîd Yêngîbarov hat kişandin, nomêra Nazî Şîray jî di wê fîlmê de cîh girt.

Nazî Şîray xelatgira fêstîvala xort û xwendkaraa ya 6-emîn e, ya li Moskvayê (1957), sala 1958 an ew hêjayî navê Artîsta Ermenistanê ya emekdar dibe.

Ew di jîyana xwe de hêjayî gelek xelatên dewletê  bûye, xelata dawî sala 2000 distîne. “Ji bo xizmeta ji Niştiman re”.

Nazî Şîray di jîyana xwe de wek artîsta sîrkê gelek welatan gerîyaye. Hela carekê ew li Arktîkayê, ji bo kesên li wir lêkolîn dikirin, nomêra xwe nîşan dike. Di qewlên Arktîkayê de, banê xanîyê lêkolîneran nimiz bû, lê ji bo nomêra Nazî divêt ban bilind bûya û Nazî gişka derdixe derva. Ber seqema Arktîkayê, sakoyê xwe ji xwe davêje û tryûkên xwe nîşanî bîneran dike. Ev jî nîşaneke xeysetê wê bû.

Niha êdî nayê bîra min, sala 1959 yan 1960 bû, min Nazî Şîray cara yekemîn li sîrka Yêrêvanê dît. Min ji mêj ve zanibû, wekî ew kurd e û lingê min ji şabûna erd ne digirtin.

Ser dikê jineke kurd bû!

Cara duyemîn min Nazî Şîray sala 1976 an dît. Vê carê ez û Nûrê, bi herdu keçikên xwe; Zozan û Aza ve, çûbûn. Nûrê Nazî Şîray ji berê de nas dikir, ew li mala bavê wê, mala Hecîyê Cindî bûbû mêvan û me biryar da herin wê bibînin. Gava seva hatina me ji wê re gotin, ew bi xwe derket pêşîya me û em vexwendin hundur. Pirsî, ka em ê çi bixun, çi vexun. Me spasîya xwe gotê. Lê ew dîsan jî derket û piştî demeke ne dirêj kloûn, hê ji bi wergirtina kloûna, ji zarê me re totik û lîmonad anîn. Zara çavên xwe fire vekiribûn û ji şabûna nizanibûn çi bêjin. Kloûn bi xwe ji wan re lîmonad û totik anîne!

Wê di derheqa jîyana xwe de ji me re hinekî got, şabûna xwe dîyar kir, wekî li Ermenistanê kurd bi pêş dikevin. Ji gotinên wê tiştek di mejûyê min de nik bû. Wê got, wekî tê bîra wê, dema ew sêwî û birçî bû, kalekî kurdî ji lingekî dikulîya, ku kolana wan gêzî dikir, herro gazî wê dikir ku bi wî re nan buxwe. Wê wênekî xwe jî dîyarî da me.

Ez çawan gihîstme mal, min dest bi çîroka ‘Rasthatin’ kir, ku pêwendî bi jîyana Nazî Şîray heye.

Nazî Şîray stêrkeke geş e di esmanê hunermendîya sîrkê da. Divêt em wê ji bîra nekin û bi navê wê serbilind bin.

Ez di vê gotarê re çîroka bi bîranînên Nazî Şîray re girêdayî û wêneyê wê dîyarî daye me dişînim.

RASTHATIN

Ji bo bîranîna artîsta bi nav û deng Nazî Şîray

Ji ber ku koma Qazê wê biçûya bajarê zarotîya wê, ew xemgîn bû. Rast e wê ji zû ve dixwest here wî bajarî, lê carê tiştek dibû asteng, karekî bi lez derdiket û çûyîna wê bi şûn de diket. Hin jî dudilî bû; em bêjin rabû, çû, lê wê here mala kî, bal kî? Wê çawan wek tûrîst here bajarê zarotîya xwe, li mêvanxana bimîne? Ev hizir di serê wê de cîh ne dibûn.

Û niha, bi hogirên xwe, artîstên koma sîrkê re tevayî diçe wî bajarî.

…Berbangê wê bigihîjne cîh. Qazê demeke dirêj ketibû nav nivîna, lê xewa wê ne dihat. Mitalan tabetî ne didayê, xwe kêlek, kêlek weldigerand, lê tu çare ne dibû, xeman dest jê ne dikişand. Lema jî ji bo hogirên xwe hişîyar neke, dîsan kincên xwe avîtine ser xwe, derkete sivderê û ber paca vagonê rûnişt.

Derva hîveron bû. Dar, xanî, av, çîya û banî ber paca vagonê re bi lez derbas dibûn û bîranînên zarotîya wê vediresandin.

…Qazê bav nedît. Ew şeş mehî bû, gava bavê wê mir. Piştî pênc salan dê jî nexweş ket û mir. Mirina dê timê di bîra Qazê de bû. Çend rojan, bi êvaran, gava Qazê dikete nav cîh, wekî razê, jinika cînar dihat û li kêleka nivînê wê rûdinişt. Lê Qazê ne dixwest razê, hema usan zare-zara wê bû, digirîya, gazî diya xwe dikir. Jinikê berê dixwest wê aşt bike, lê paşê bi xwe jî tab ne dikir û heta dereng bi Qazê re digirîyan.

Di dû re Apo kete bîra wê, mêrekî deve-devî şêst, şêst û pênc salî. Lingekî Apo seqet bû. Apo hewşa wan gêzî dikir. Rojên wî gişk mîna hev bûn; wî berê bi gêzîya xwe, ya dirêj hewş gişk paqij dikir, paşê destên xwe dişûştin, bi destmaleke mezin, ku timê di berîyê de bû, ziha dikirin û diçû bin dara çînarê rûdinişt.

Qazê hingê bi xwe nêzîkî wî dibû. Wî şûşekî vala ji berîya xwe, ya mezin, derdixist û Qazê dişande avê. Heta wê av dianî, Apo nanê taştîya xwe, yê nav destmaleke qerqaş de pêçayî vedikir û herduyan bi hev re taştê dixwarin. Di dû taştê re Apo şikirbûna xwe ji Xwedê dianî, wekî wê rojê jî risqê wî dayê.

Her roj awa bû.

…Rojekê jî sîrk hatibû bajarê wan. Çend zarokên cînara çûbûn, dîtibûn û ji sibê heta êvarê di derheqa wê de digotin. Qazê çavên xwe fire vedikirin û guh dida

wan. Wê jî dixwest here sîrkê, wê jî dixwest wan şêr û pilinga, wan hesp û meymûna, wan jinên difirin bi çavên xwe bibîne. Wê êdî di xewnên şevan de jî sîrk didît. Rojekê jî tab nekir û ji xatîya xwe dirav xwestin. Xatî hêrs nebû. Wê bi gazin gotê:

-Ê, lawo, ka me têr xwarîye, îcar herine sîrkê.

Qazê di quncikekî malê de qincilî û girîya.

-Tuyê hiş bî, yanê, ez rabim,- mêrê xatîyê ku teze ji kar hatibû û ser şîvê bû, ser wê de hêrs bû. Rast e, wî tu caran destê xwe hilnedabû ser Qazê, lê Qazê didît ew çawan li jin û zarê xwe dixe û gelekî jê ditirsîya. Lema jî bilind girîyana wê bû îske-îsk û hêstir kişîyane hundur.

Avayê sîrkê li taxa wan bû û roja dinê Qazê çû ber derê wî û xwest bi merivên mayîn re bikeve hundur, lê nehîştin. Wê bi her teherî dixwest tiştekî bike, lê ji wê re li hev ne dihat. Dema dinihêrîn bilêta wê tune, ew di şûn de vedigerandin. Ewê hê demek dirêj li wir bima, eger ew jin û mêrê çavsût nebûna. Ew hinekî ji derî dûr bi jinekê re dipeyivîn, gava jinika koke ber dêrî, ku li bilêta dinihêrî, carekê jî Qazê tev da û ser de qûjîya:

-Min ji te re negot ji vira here, tu careke din jî nêzîk bibî, ezê lingê te bişkênim.

Bû kûrînîya Qazê û li ber dêrî qincilî. Mêrikê çavsût tiştek ji hogira xwe re got, nêzîkî Qazê bû, bi destmala xwe hêstirên wê paqij kirin û jê pirsî:

-Tu dixwezî herî sîrkê?

-Erê, ez gelekî dixwezim,- dîsan kela Qazê rabû.

-De wekî usane, negirî, li vira raweste, emê niha bi hev re herin hundur.

Xêlekê şûn de wî bi hogira xwe ya çavsût ve destê Qazê girtin û birine hundur. Jinika koke ber dêrî çavên xwe li Qazê cinû kirin, lê tişt negot. Çavên Qazê,

yên hê jî bi hêstiran ve tijî, diçûrisîn.

Piştî ketine serayê, wan Qazê kêleka jinekê dane rûniştandin, temîya wê dane jinikê û bi xwe çûn.

Sîrk destpê bû. Çi ecêv bêjî, wekî Qazê nedîtin; hirçên govend girtibûn, şêrê nav xeleka agir re banz dida, kûçikên bi ewtîn distiran. Çavên Qazê ji şabûna diçûrisîn, wê destên xwe usan li hev dixistin, ku merivên dor wê rûniştî gişkan li wê dinihêrîn.

Lê ji nişkê ve ew jin û mêrê Qazê bi xwe re anîbûn, derketine arêna sîrkê. Kincên xwe guhastibûn, kincên sivik û birqok li xwe kiribûn. Qazê ew nas kirin. Wan carekê, duda ber serayê temene dan, paşê bi nerdewana ji şirîta, ku ji ban ve dardakirî

bû, bi lez hilkişîyan. Gava gihîştine bin arîkê xwe bi darekî ji arîkê ve dardakirî girtin û nerdewana şirît berdan.

Bêhna Qazê çikîya bû, ditirsîya ew bikevin. Bêyî hemdê xwe rabibû şipîya û bi çavên mezin vekirî li wan dinihêrî. Lê xema wan nîn bû. Mêrik carna hogira xwe hevraz davît, wê nav hewê de çend caran fitil didane xwe û dîsan ser destê wî de diket. Dû re bi lingekî rabû ser serê wî, paşê destekî xwe da ser serê wî û ser wî destî rawestîya û gelek ecêvên mayîn.

Gava ew hatin xwar, ji şabûna hêstir ketine çavên Qazê.

Jinika ku Qazê kêleka wê dabûn rûniştandin, jê pirsî, ka ji bo çi tenê hatîye, bi dê û bavê xwe re nehatîye? Qazê ji wê re got, ku dê û bavê wê tunene, ew bal xatîya xwe dimîne.

Ew mêr û jinê çavsût, ku Qazê bi xwe re anîbûn û qasekê pêş de li ser arênayê bûn, hatin. Jinika li rex Qazê bi zimanekî nenas ji wan re tiştek got. Çavsûta, ku gavekê pêş de mîna kevotka nav hewê de perweze dida, destê xwe di stuyê Qazê re bir û jê pirsî:

-Hi, xweş bû?

Qazê bi hewas, hijmetkar li wê dinihêrî. Wê bawar ne dikir, wekî ew artîsta, ku di sîrkê de tiştên usan dikirin, dikare hema usan tiştan ji wê bipirse, destê xwe di stuyê wê re bibe. Bextewarîya Qazê bê serobin bû. Wê xwe bi serbilindî bi milên jinikê ve guvaşt û bi erênî serê xwe hejand.

-Tu jî dixwezî bibî artîsta sîrkê?- Jinik ji wê re beşirî.

-Ez nikarim.- Qazê hêdîka got.

-Min jî berê nikaribû, paşê ez hîn bûm, tu jî dikarî hîn bibî.- Jinik usan bi wê re dipeyivî, qey bêjî  hevalên hev yên çend salan bûn û wê yekê kêfa Qazê dianî.

Paşê wê destê Qazê berda û demeke dirêj bi mêrikê hogirê xwe re bi dengekî nizm dipeyivîn. Jinika kêleka Qazê destê wê girt û hinekî ji wan dûr bir. Ew teherekî peşmûrde bibû, metel mayî guhên wê ser wan jin û mêran bû. Wan jî tê bêjî gotina xwe kirine yek û berbi wan hatin. Jinikê bi beşer Qazê hemêz kir û gotê:

-Em herin mala xatîya te?

-Em herin.- Qazê bi carekê ve destê wê kişand. Wê texmîn kir zarên cînaran wê çawan dilhavêjîya xwe bi wê bînin, gava bibînin van artîstan destê wê girtine û têne mala wan.

Jin û mêrê çavsût ji xatîya Qazê re gotin, wekî zarê wan tunene û dixwezin Qazê bi xwe re bibin û bikine keça xwe. Xatîyê berê nexwest, hêstir ketine çavan, lê paşê Qazê hemêz kir, bû kûre-kûra wê girîya û got:

-De bibin, qet nebe wê ji vê tunebûn û zelûltîyê xilas bibe.

…Paşê Moskva, mala nû, dibistana sîrkê…

Û niha, Qaza sêwîya kolanê vî bajarî, wek artîsteke nav û deng vedigerîya bajarê zarotîya xwe.

…Sera kimkimî bû. Qazê ji pişt perdê mêze dikir, dixwest dêmên nas bibîne, lê kes nekete bîra wê. Dora wê hat. Gava navê wê dan, ji çepik lêdana girmîn ji serayê hat.

Bajarî bi hemwelatîya xwe şa dibûn!

Dilê wê zû-zû avît, ji hesînan hêstir ketine çavan; usane bajarê zarotîyê ew ji bîra nekirîye.

Karkeran deholeke mezin anîn danîne ser arênayê. Qazê bi rêvaçûna sivik, bi dêmê vekirî û beşereke xweş derkete ser arênayê. Dîsan bû girmînîya çepiklêdana.

Xemil û xêza kurmancîyê lê bû. Xizêma pozê pîjîn, bazinê zîvî bi kevirên hêşîn qaşkirî, xirxal û morîyên reng-rengî rewşa nuhbûka didanê. Ew nêzîkî deholê bû, qasekê li ber rawestîya, carekê jî ber serayê temene da, paşê bi carekê ve banz da ser deholê û …”Cirîd” lêda.

Bi reqasa xwe.

Bi hezaran merivan bi teqla lingên wê destên xwe li hev dixistin. Sera bibû orkêstreke bi hezar sazbendî û wek xwestina dîrîjor “Cirîd” lêdida. Dîrîjor Qazê bû. Qazê li ser deholê direqisî û bi reqasa xwe awazekî batinî dihinart. Ew jî awazekî çawan! Bibû alav, agir, reqasa wê gihîştibû hostatîke usan, wekî hogirên wê, yên salên dirêj ew ser arênayê didîtin, şaş û metel mabûn. Çi ku Qazê îro dikir, tiştekî nebînayî bû.

Qazê ji hisreta bajarê zarotîya xweye melûl direqisî.

Dema reqasa wê qedîya, dîsan bû girmînîya çepikan. Mirovên serayê gişk rabûne ser piyan. Qazê di xwîdanê de bibû av. Wê li ber serayê ser hev temene dida û dixwest gavekê zû xwe bigihîne pişt perdê, qet nebe xwîdana xwe paqij bike. Lê sera zendegirtî dest ji wê nedikişand, desteyên kulîlkan bûn ser wê de dibarîn. Qazê hey li vî alî, hey li wî alî difitilî, temene dida, serwe xwar dikir. Lê ew berbi kîjan alî dizivirî, çepkên wî alî zêdetir dibûn.

Sera gişk şipîya bû. Qazê baqên kulîlka di dêst de kulîlk yeko-yeko davîtine serayê. Ji nişkê ve çavên wê cêrga sêyemîn ket. Mêrekî rîspî di cîyê xwe de rûniştî, destên xwe li hev dixistin. Sera gişk ser pîya bû, ew tenê bû rûniştî. Destmalek di dêst de bû û zû-zû destmal berbi çavên xwe dibir, hêstirên xwe paqij dikirin.

Baqê simêlên palikîye çîl, qerqaş li ber pozê beranî bûn. Qerçomekên kûr dêmê wî girtibûn û nav wan qerçomekan de cotek çavên bi hêstiran ve tijî diçûrisîn.

Qazê ew simêl nas kirin, ew poz û çav nas kirin û dewsa here pişt perdê, peyayî serayê bû û berbi kalê lezand.

-Apo!

-Lawo!

Wê xwe avîte pêsîra kalê, bû kûrînîya wê girîya. Bi xwe jî nizanibû ji bo çi digrî. Kalê bi destên xwe, yên jarik, serê wê hemêz kiribû û porê wê tîmar dikirin.

Paşê destmala çîle qerqaş ji berîya xwe derxist û hêstirên wê paqij kirin.

Kesên nû derketibûn ser arênayê, mêrekî qamçî girtibû destên xwe û bi hukmê

wî du şêran nav xeleka agir re banz didan.

Lê kesî li arênayê ne dinihêrî.       

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev