Têrmîn çî ye?

Têrmîn çî ye?

Bavê Nazê

Bêjeya têrmîn ji ya latînî «terminus» hatiye û   wateya nîşanên sînorkirî distîne yan jî tiştê tixubkirî. Lê bi wateya xwe ya fireh, ji bêjeyên ku girîngiya wan ya taybet heye, dibe destnîşan. Têrmînolojî, bêjeyê yek wate dike û bi diqet derbirîna têgehê bêjeyê dike. Ji bo vê girîngiya wê, pêdiviya hemû warên civakê pê heye.

Hebûna têrmînan, di zimanî de, ne weku hebûna hemû bêjeyane. Di zimanî de, bêje dikare çend wateyan bistîne, lê ku bikeve nav koma têrmînan, êdî ew dibe yek wate û wateya bi texmînî, pesend nake ku li ser bêjeyekê çend hizir peyda dibin.      Bi vî şêweyî, em dişên bibêjin ku têrmîn komek ji bêjeya ye, di war û meydanên ji hev cûda. WEKU NEMûNE: Têrmînên di warê ziman û edeb de, yên yasayî û aborî û.y.m. Lê ev taybetiya têrmînan nabe egerê ku em hizir bikin newalek, di navbera têrmînan û bêjeyên din de, heye û ew nakevin bin pîverên

rêzimanî û fonotîkî. Heger weha bûya, îca ew dibûn serbixwe. Lê di rastiyê de, ew ne wiha ye. Ji ber ku têrmîn ji ku bêne stendin û çi taybetiyên xwe hebin, her dê ji ferhengiya zimanî neyên der û her dê di bin sîwanên yasayên rêzimanî de, ciyên xwe bigrin û bixemla dengsaziya zimanê netewî bête xemilandin.

Fere, bête emaje pêkirin ku, di navbera têrmînan û bêjeyên din de, her dem berdîlî(ciyên xwe bi hev diguherin) çê dibe. Lê ew bêjeya ku dibe têrmîn, wate û ciyê xwe, dizimanî de, winda nake. Li vir çend nemûne: Kar- bi wateya têrmînê, ew dibe bşek ji axavtinê û di ristê de ji endamên serekeye. Lê kar weku bêje, wateya xebatê distîne. Emraz weku têrmîn, ji beşên axavtinê ne yên sereke ne, lê weku bêje wateya alavên xebatê distîne.      Lê belê, di zimanî de, hindek bêje hene, tenê weku têrmîn bi dilemma xwe radibin. Weku: Întêrnêt, êmayîl û. y.m.      Di zimanan de, haletên hene ku heman têrmîn, di war ê meydanên cûrebecûr de, bi kar tên. Weku nemûne: Asîmîle (di fonotîkê de, dema du deng dibin dengek) û asîmîle ku biwateya windakirina netewekê, di nav netewek din de.

      

Weku em dibînin, dema bêje dibe têrmîn, ew dibe pisporî, sînorkirî û wateyek nuh distîne. Ji ber vê çendê, ew bi pîverên xwe hişk dibe û tenê mitmaniyê li ser layên zanyriyê dike. Û bi guhertina wateya bêjeyê, têrmîn çê dibe û wateya xwe weku bêje winda dike û heta ji hev re, nabin sînonîmî. Weku nemûne: Cot(ajotina di nav panav û rezan de), cot (bi wateya nefer). Perwane(bawişandin), perwane(minminîk).

    

Ji bo ku bêje bibe têrmîn û ciyê xwe, weku endam di nav koma têrmînolojiyê de ,bigre gerek çend waran , di xwe de, bercest bike:      – Hesanî di xwendin û nivîsê de.

-Ciwanî, têrmîn ciwaniya xwe distîne, dema bi alîkariya pêşkok û paşkokan, tête avakirin.

-Avekirina têrmînan, li ser bingehên pîverên morfolojî.

Ji bo ku ev rewişt li ber çavan bêne derbaskirin, pêwîste em riyên damezirina têrmînan baş bizanibin. Li vir, fere em destnîşan bikin ku ji bo avekirina têrmînan, çend cûr û jêder hene:

  

1-Avekirina têrmînan, li ser bingehê ferhengiya zimanê netewî. (Xala pozotîv, di vir de ewe ku ferhengiya zimanî tête parastin û zimanê netewî bi bêjeyên biyanî nayên pînekirin. Warê negetîv jî ewe ku carna tevlihevî, di navbera bêjeyê û têrmînê de, çê dibe.

  

2-Avekirina têrmînan, li ser bingehê ferhengiya zimanên biyanî. (ware pozotîv, dewlmendkirina ferhenga zimanê netewî. Û ware negetîv ewe dema dibe egerê windabûna têrmînê ji zimanê zikmakî.)

  

Berî ku em li ser xala yekem rawestin, pirsek tê meydanê; aya mafê, çi destgehan heye bi danana bêjeyên nuh, di ferhenga zimanê netewî de? Yan jî xwediyê danana bêjeyên nuh di zimanê kurdî de, heye? Na, nîne û ne çareserkirina arîşên ku di zimanê me de peyda dibin, ji vir têt. Loma jî, di rewşek weha de, heta nuha em nikarin arîşên zimanê xwe çareser bikin.

  

Ji xwe, ji ber vê yekê gelek têrmîn, ne li ser bingehê zanyarî derbasî zimanê bûne. Loma jî têrmînên weha ne tenê zimanî dewlimend nake, weha jî kirêt dike. Weku nemûne: Hat û çû (polîsê trafîkê).

Ew kesê ev têrmîn danaye elifbaya riyên avekirina têrmînan, tê naghê. Mane ji me niyase ku bejeya nuh ,bi alîkariya pêşkok û paşkokê û weha jî bi alîkariya bêjeyên lîkdrawî. Ev nemûna me bi kar anî; hat û çû qaşo ji du bêjeyan bi kar hatiye û buyek têrmînek. Lê ya rast riste bi xwe ye û wateyek temambûyî distîne. Di warê rastenivîsê de, ji hev cûda tê nivîsîn, lê têrmîn, heger bêje lîkdirawî jî be, her pêdiviye pêkve be.

  

Weku dab, dema ew peyva jib o têrmînê tê xwestin û di zimanê netewî de, nayê dîtin ya baş têrmînê ji zimanê biyanî bête bikaranîn.

Me ameje pê kiribû ku du têrmîn bi heman wateyê, nabe di zimanekî de ciyên xwe bigrin. Lê mixabin ev diyarde ,di zimanê me de peyda bûye.Weku nemûne:  Dengesazî-fonotîk, ûşesazî-sînteksîz, cînav-pronav û.y.m. Ji van nemûnan xwiya dibe ku têrmînek ji zimanê kurdî ye yê din jî ji zimanê yûnanî ye. Dîsa mixabin, di zimanê me de, haletek din peyda bûye ku du têrmîn bi heman wateyê, ji zimanê kurdî hatine sazkirin. Weku nemûne: Hevalkar-hoker, hevalnav- regdêr, kar-lêker û.y.m.    Riya duyem, ji bo çêkirina têrmînan, bi karanîna peyvên ji zimanê biyanî. Hemû miletên cîhanê, ev diyardeya bikaranîna têrmînan ji zimanê biyanî, jibo zimanê xwe b I kar anîne. Ev diyarde, bi taybet di sedsala 17-an de, li Ewrupa ciyê xwe girt. Di vê qunaxê de, zimanên netewî dest bi pêşkeftin û rûniştina xwe kirin û ferhengiya zimanên wan, di ware zanyarî û hunerî têrê nedikirin, ji ber vê çendê, berê xwe dane têrmînên ji zimanê yûnanî û latînî. Û heta roja îro,ev têrmîn di wan zimanan de, mane.

   

Heger ,ewrûpiyan têrmînên xwe, ji zimanê yûnanî û latînî wergirtin, kurdan jî, ji zimanê erebî û farisî. Kartêkirina van her du zimanan, çawa li ser ferhenga zimanê kurdî heye, weha jî li ser şêweyê avekirina têrmînan. Zimaniyas, di wê nerînê de ne, her çendê, têrmîn di nav zimanan de, hev pehr bin, her çendê, ji bo têgihiştin û fêrkirinê, di hesantir be. Ji ber vê çendê, wergirtina têrmînan, ji zimanê yûnanî, latînî, îngilîzî yan firensî, ji bo zimanê kurdî wê çêtir be.

    

Ev tevliheviya, di avekirina têrmînan de, di zimanê kurdî de, di avekirina têrmînên gir(lihevhatî) jî de tête dîtin. Weku: Kurdistan tv, Roj tv û Kudsat tv. Li gora destnîşanên rêzimanî, avekirina gotinên gir, ne dirûste, ji ber ku çawa rengdêr piştî navî bi kar têt,weha jî nave temyîzê. Çawa nabe em bêjin (kurdî ziman), weha jî nabe em bibêjin: Kurdistan tv, Roj tv û Kurdsat tv û ev navnîşan gerek bi vî şêweyîbûna:

Tv Kurdistan, tv Roj û tv Kudsat.

  

Eve çi dide xwikirin? Baş diyar dibe ku me birnameyek ji bo çareserkirina arîşên di zimanê me de, nîne. Heger hat û rojekê ji rojan, bernameyek ji bo rûniştina zimanê kurdî bête danan, pêdiviye berî her tiştî em ji bo têrmînên yekbûyî, di zimanê kurdî dest pê bikin. Ev jî dê bibe gava pêşîn, jib o nêzîkbûna zaravên me bi hev re.

(berdewamî heye)

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev