Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Weşanxaneya ”Lîs”ê a Amedê romana Ezîzê Gerdenzerî çap kir

Weşanxaneya ”Lîs”ê a Amedê romana Ezîzê Gerdenzerî çap kir

Îsal li Amedê romana nivîskar Ezîzê Gerdenzerî “Fîncana ferfûrî” ronahî dît. Li ser daxwaza me, di derbarê vê berhema xwe de, niviskarê hêja got: “Bêlla xatûn, beriya her tiştî, ez pîroz dikim destpêka weşanên malpera RIATAZA û oxira xêrê, serkeftin û serfirazîyê ji wê re dixwazim. “Fîncana ferfûrî” romana min ya yekem e. Ew di salên 1960an hatiye nivîsar. Sala 1990an wek pirtûk, bi tîpên kirilî/rûsî, li Yêrêvanê, bi êdîtoriya Çerkezê Reş (rehmetî) hatiye weşandin. Îsal, sala 2015an, weşanxaneya “Lîs”ê a Amedê, rêvebirê weşanxanê Lal Laleş, dest pê kir, ku bi tîpên latînî hemû berhemên min çap bike û destpêk jî romana “Fîncana ferfûrî” bû. Ew romana evîndarîyê ye, evîndarîya xwendekarên kurd yên salên 1960an e li Yekîtiya Sovyêt de. Xwendekarên pêşverû û zîrek komela xwe amade kirin, dijî kevneşopî û edetên ziyankêş dengê xwe bilind dikin. Ewan ketine li nav tevgera azadîxwaziyê û mafparêziyê. Li nav xwendekaran de û ne tenê li nav xwendekaran de, pir însan hebûn, ku helwesta wan cuda bû. Di romanê de du helwest, helwesta pêşketinê, azadiyê, mafparêziyê û helwesta milkdariyê, spêkûlyasiyê, rişwetxwariyê/gendeliyê, pêşberî hevdu disekinin. Di demekî de, di romanê de, qey bêjî kevneşopî û gendelî li ser dikevin. Lê na, ew serkeftin ji binketinê jî xerabtir bû… Lê heyf, ku terk li fîncana ferfûrî dikeve… Di romanê de wisa jî geşbûna rewşa çanda kurdî li Yekîtiya Sovyêt tê li ber çavan.

Malpera RIATAZA bi dil pîroz dike helbestvan, dramatûrg û nivîskarê me yê delal Ezîzê Gerdenzerî.

Kî ye Ezîzê Gerdenzerî?

Ezîzê Îsko Gerdenzerî yek ji helbestvan, dramatûrg û nivîskarekî kurd yê bi navûdeng e. Di sala 1945an de li bajarê Tbîlîsîyê, komara Gurcistanê ji dayîk bûye. Zarotî û xortanîya xwe ew li Ermenistanê, li gundê Dêrîkê (navê berê Cercerîs) a navçeya Elegezê, derbas dike. Sala 1964’an ew li zankoya bizîşkiyê ya Yêrêvanê, dest bi perwerdeyê dike. Sala 1970’î ew xwendina xwe temam dike û li bajarê Çîmkentê (Qazaxistan) derbasî li ser karê xwe yê doktorîyê dibe. Di warê xîrûrjiyê de ew dibe doktorekî navdar. Di sala 1978an de li bajarê Alma-Atê ew têza (dîsertasyona) doktorîyê diparêze û Komîsyona Berz ya Atestatyonê li Moskvayê navê doktorê ulmê bizîşkiyê pêşkêşî wî dike. Ew 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê da wek xîrûrg, doktorê emeliyatê, kar dike. Ji sala 1960’î dest bi weşandina helbestên kurdî dike û helbestên wî di rojnameya Rya teze da tên weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne xwendinê. Berhema wî ya yekem ya helbestan “Kilîta dil” gor biryara Yekîtiya nivîskarên kurd, gerekî di 1968’an da, li Ermenîstanê bihata çapkirin, lê di almanaxa kurdî ya bi navê “Bihara teze” da tê çap kirin. Gelek helbestên wî hatine weşandin. Wisa jî wî roman, şanoname, novêl nivîsîne.

Şanonameya nivîskar “Zarîna çiya” wek pirtûk di sala 1989an de li Yêrêvanê tê çapkirinê. Di sala 1990î de, derhênarê kurd Mirazê Ûzo wê berhemê dike şano, li têatroya Kurdî ya Tbîlîsîyê pêşkêşî temaşevanan dike. Paşê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi xemxuriya serokê Enstîtuyê, doktor Kendal Nezan “Zarîna çiya” dibe vîdeofilm. Di sala 1996’an de pirtûka nivîskar “Gelavêj” li Yêrêvanê tê çapkirin. Di wê pirtûkê da romana nivîskar ya duyem û du drama çap dibin. Di sala 2012an de pirtûka nivîskar bi navê “Hezkirina qedexe” û pirtûka nivîskarê danîmarkî yê bi navûdeng H.C. Andersen Çîrok û Serpêhatî bi zimanê kurdî, bi wergera Ezîzê Gerdenzerî, Weşanxana DOZê çap kirîye.

Helbestvan, dramatûrg û nivîskarê hêja Ezîz Gerdenzerî niha li Danîmarkê dijî û karê xwe yê efirandarîyê berdewam dike. Berhemên nivîskar hatine wergerandin û weşandin bi zimanên rûsî, ermenî, denîmarkî û almanî.

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev