Çend aforîzmên A. P. Çêxov

Çend aforîzmên A. P. Çêxov

Pirs ne di optîmîzm û di pêsîmîzmê de ne, li di wê de ne, ku aqilê ji sedî nod û nehan tune.

Meriv hene herdem tiştên aqil û baş dibêjin, lê texmîn dikî, ku ew bi xwe bêaqil in.

Dibêjin dawîya-dawî rastî bi ser dikeve, lê ew ne rast e.

Gava darikek dikeve tilîya te, şa bibe “Çî baş e neketîye çavê min!”.

Îro rojeke xweş e. Nizanim herim çayê vexum, yan xwe darda bikim.

Bi seda vêrstên berîya xike xalî, yekşivêt û şewitî, ewqas nikarin mirova zivêr bikin, çiqwes merivekî ku rûniştîye, dipeyive û tu nizanî wê kengê here.

Ji bo kesê jîyan ji bo wî xerîb e, ji bo wê ne amade ye, tu tiştê mayîn namîne, bilî bibe karmend.

Tenê merivê dînik û şeravêj her tiştî zanin û têdigihîjin.

Jîyan, bi rastî, tiştekî pir sade ye û gerek mirov çiqwes xwe bidê, wekî wê xirab bike.

Tu nikarî ji gemarê re bêjî gemar nîbe.

Li Rûsîya, mirovê xwey talant, nikare paqij be.

Divêt dlop-dlop kole ji xwe biguvêşî.

Êşek, êşa dinê kêm dike. Lingê xwe bidin ser poça pişîkê, wê êşa diranê xwe ji bîra bike.

Ger rojekê mirova gişkan birîyar bidana û ji nişkê va bibûna dilsax, her tiştê wan wê pûç bûya.

Ser topa dinê tiştekî usan tune, ku di bingehê wê de gemarî tunebe.

Ne hêjaye, ku nehêlin meriv dîn bibe.

Eger dixwezî dema te hindik be, tiştekî neke.

Kes naxweze di me de mirovê sade hiz bike.

Wergera ji rûsî Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev