Hey kurdino! Gelo çira em nikarin bighîjine armanca xwe?

Hey kurdino! Gelo çira em nikarin bighîjine armanca xwe?

Professorê of Physics Old Dominion University Norfolk, Virginia, USA ji Amêrîkayê Moskovê Cemal Amaryan ji malpera me ra dinivîse:

Gelê kurd li dewranan, hezar salan ser axa welatê xwe dijî, lê bêlê hela hê deweleteke wan tune. Em hemû difikirin gelo menîya vê yekê çi ye, çima ereban, eceman, tirkan u yêd mayîn ji xwe ra dewlet çekirin, le me na? Menîyêd vê yekê gelek in. Berî giskî em, kurd, gerekê her tiştî bidin alîkî u vekirî qusurê xwe bînin ber çevan, ji ber ku karibin wan qusura: ya yekemîn kivş bikin, ya duyemîn jî wan qusûran ret kin u ji nav gelê xwe derxin. Îzbatîye ku gelê cihanê riya dîrokî da karibune pirsêd ziman, dîn u kulturî bidine xebatê u gelê xwe bighînn fikirbuna yekîtîyê. Gelê kurd ji zefta wan der bu, dînê hukumdaran qebul kirin. Pareke biçuk ma ser ola kal u bava, lê ew nebû derman bo hemû kurdan. Me karibû ziman û kûltûra xwe xwey bikin u bighînin vê dewranê. Ev dewrana întêrnêtê u mêdîayê bi sed rûpelan û weşanên têlevîsîon, bi facebook û twîttera û yêd mayîn. Îro serê meriv gêj dibe, gelê me pêra nagihîne bixwîne, nizane ji kî bawer bike, ji kî na. Mecalên her kesî hene binivîse, xeberde u fikirên xwe belav ke. Hinek difikirin u dinivîsin, hinek nafikirin u dinivîsin, hinek difikirin û nanivîsin, hinek jî ne difikirin û ne jî dinivîsin. Yêd ku dikevine serê govendê û çepilên xwe dihejînin, ez hîvî dikim gelê me guh nedinê.

Vê gavê em gihîştine ku? Dinê alem îda baş dizane problêma kurda û Kurdistanê.

Qîmetê vê yekê gelekî bilind e, ji ber ku gelê kurd çemê xunê rijand û hê jî dirêje.

Her perçê Kurdistanê gihîştin fikira yekbunê, ev yekîtî li serê bajarê Kobaniya mêrxas da biriqî û nola brûskê çevê dijminê kurdan şewitand. Lê belê werin binêrin sîyasetmedarên me hev runanên, pirsêd partî u terefa tînin meydanê û meremêd gelê kurd dikine bin qezîyake gelekî mezin. Ez guman im em hemû, êzdî û bisurman û kakayî û kê jî hebe, kerema xwe van firqîyêd xwe bidine alîkî. Gelî komunîsta, apoçyîa, dêmokrata, socîalîsta û îslamîsta, firqîyêd xwe bidin paş, îro ne roja parevekirina hukum e, îro roja çêkirina hukumetê ye.

Eger em naha jî ser vê mecalê ra banz bidin, emê nola bergîreke quş filitî bimînin ser qulikê dîrokê da u bayê zemîn wê armancên me nola tozê bîwaşîne ser topa dinyayê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev