ÎNCÎL BI ZIMANÊ KURDÎ

ÎNCÎL BI ZIMANÊ KURDÎ

Bi hezarsalan kurd û ermenî cîranên yek û dû bûne. Demên koçberîyên bi zor û bi reza dil, ew derbasî nav welatên hev bûne, di gund û bajarên hev de bi cîh bûne. Vê jîyana bi hev re bandûr, tesîra xwe ser zimanê wan jî hîştîye.

Heta îro jî li Kurdistanê bi hezaran ermenî hene, wekî zimanê wan, ê yekemîn kurdî ye, gelek ji wan zimanê ermenî ji bin ve nizanin.

Êdî sedsalîya XIX ji bo dêra ermenîya pirsgirêka ziman derdikeve holê. Ji bo belavkirina bawarîyên xwe, ji bo pêkanîna pêvîstî, pêtivîyên xwe, yên olî, ew rastî astengan tên. Bi seda hezaran ermenî zimanê ermenî nizanin, gotinên keşeyên xwe tê nagihîjin, pirtûkên ola xwe nikarin bixwînin. Ji ber vê jî divêt pirtûkên olî û berî gişkî Încîl, bi zimanê kurdî bihatana wergerandin, ku ermenîyên zimanê wanî yekemîn kurdî bû, tê bigihîjin.

Bi vî sebebî pêtivîya wergera Încîlê bi zimanê kurdî, bi tîpên ermenî derketîye meydanê.

Lê bi vê armancê re tevayî, sebebeke mayîn jî dikaribû bibûya bingeh ji bo wergera Încîlê bi zimanê kurdî.

Çawan dîhar e hinek ronakbîrên ermenîya û rêxistinên wan dixwastin kurdan, bi taybetî kurdên êzdî, bibin ser ola xaçparêzîyê. Mîssîyonêrên rojava, berî gişkî amîrîkîya û birîtanîya jî gelekî hewl didan, wekî ola xaçparêzîyê di nav kurdan de belav bikin.

Usane wergera Încîlê dikaribû bi amancên mîssîyonêrîyê jî bibûya.

Wergerandina pirtûkên ola xaçparêzan bi zimanê kurdî , ji sala 1827 an dest pê bûye[1].

Wê salê, bi sipartina metranê dêra ermenîya, ya katolîk, Mele Mehmed, ku kurdê Ûrmîyê bû, beşên ji Tewretê ji zimanê erebî werdigerîne kurdîya devera Hekarîyê. Ew werger bi tîpên erebî çap dibe.

Sala 1856 an mîssîonêrê amêrîkî li Diyarbekirê, dispêre ermenîkî bi navê Hainêh ku Încîla Matêos wergerîne kurdî. Ew Încîl bi kurmancîya devera Xarpûtê, bi tîpên ermenî sala 1856 an li Îstanbûlê, ji alîyê British Foreign Bible Society (BFBS) tê çap kirin.

Dû re dîsan Hainêh, Incîlên Markos, Lûka û Hanna jî werdigerîne kurdî. Ev hersê Încîl bi ya Matêos re tevayî, di pirtûkekê de, dîsan ji alîyê British Foreign Bible Society (BFBS), sala 1857 an li Istanbûlê bi tîpên ermenî, bi navê “Incîl” tên çap kirin.

Ew pirtûk 398 rûpel bû. Pelê wê 18 cm dirêjayî û 10 cm beraya wan bû.

Sala 1872 an, li Îstanbûlê, li çapxana A.Y. Boyacêan, bi navê “Pêymanê no ê xoîyê ma Îsa êl Mêsîh” pirtûkeke ola xaçparêzan, bi zimanê kurdî û tîpên ermenî çap bûye. Di vê çapê de bi herçar Incîlên sala 1857 an çap bûyî re tevayî, çend pirtûkên mayîn jî tên wergerandin û çap kirin.

Sala 1891 an, dîsan li Îstanbûlê û dîsan li çapxana A. Y. Boyacêan pirtûkek bi navê “Încîla rabbê meYîsûs Krîstos, ko Matêos nvîsî” bi zimanê kurdî û tîpên ermenî çap bûye. Ev werger bi kurdîya tîpên erebî jî hebûye, lê bi sebebên ji me ve ne dîhar, nehatîye çap kirin.

Cara dawî pirtûkên ola xaçparêza bi zimanê kurdî û tîpên ermenî sala 1911 an, li Istanbûlê, li çapxana A. Y. Boyacêan, tên çap kirinê. Ew pirtûk ev in: “Emelê Resûl”, “Incîla rabbê meî Yîsûs Krîstos ko Xûkas nvîsî”, “Incîlî rabbê meî Yîsûs Krîstos ko Hovhanês nvîsî”, “Incîla rabbê meî Yîsûs Krîstos ko Markos nvîsî” û “Incîla rabbê meî Yîsûs Krîstos ko Matêos nvîsî”.

Di arşîva kurdnasê nav û deng Hecîyê Cindî de nuxseke Încîlê heye, ku dîsan bi tîpên ermenî û zimanê kurdî ye. Ew Încîl tam e, herçar şaxên Încîlê, yên naskirî (Matêos, Markos, Lûkas (Xûkas) û Hanna (Hovhanês)) di tê de hene.

Lê rûpelê yekemîn, ku ser gerek nivîsar bûya, ka bi sparitina kê ew Incîl hatîye wergerandin, kî ew wergerandîye û li ku û kingê çap bûye, tune.

Min ev pirtûk nîşanî pisporên pirtûkên kevn (antîkvar) kir. Gor bawarîya wan, pirtûk nîveka duyemîn, ya sedsalîya XIX çap bûye, bi texmîn, salên 50-70-emîn, yên wê sedsalîyê.

Dûarojê malûmatîyên ser Incîla sala 1857 an çap bûyî ketin destên me.

Gava me malûmatîyên ser Încîla sala 1857 an çap bûyî himberî pirtûka di dest me de kirin, tu guman nema, wekî Incîla di dest me de çapa sala 1857 an e. Ew jî ji herçar Incîlan (Matêos, Markos, Lûkas û Hanna) pêk hatîye, 398 rûpelin û dirêjaya pelên wê18, berayî jî 10 cm in.

Bi spartina weşanxana “Spîrêz”, me ew Incîl ji tîpên ermenî wergerande tîpên kurdî.

Usane Incîla em niha raberî xwendevanan dikin, cara yekemîn dor sed û pêncî sal berê bi zimanê kurdî û bi tîpên ermenî hatîye çap kirin. Ew rewşa zimanê kurdî, ya sed pêncî sal berê tîne ber çavan.

Çawan dîhar e hetanî derketina rojnama “Kurdistan”, sala 1898 an, bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî bilî berhemên şayîrên kurd, kêm tişt gihîştine destên me. Ew ên heyî jî (bo nimûn berhemên Mele Mehmûd Bayazêdî), bandûra zimanê erebî ser wan gelek mezin e.

Lê Incîl ji bo pêtivî, pêvîstîyên xelkê gunda hatîye wergerandin û zimanê wê hê zelale û rewşa zimanê kurdî, yê wê demê, hê baş tîne ber çavan.

Ji bo lêkolîna dîroka zimanê kurdî, ji nû ve çap kirina pirtûkên vî teherî gelek giring e.

Ji ber ku giringîya çap kirina vê pirtûkê berî gişkî zimanê wê ye, ji ber vê jî me bes tîpên ermenî guhêrîne tîpên kurdî, heta şaşîyên çapê jî me wek berê hîştine.

Dengên zimanê kurdî û ermenî ne wek hevin, ji ber vê jî carana tîpeke zimanê ermenî ji bo du (car hene sê) dengên kurdî hatîye bi kar anîn. Bo nimûn ji bo a û e ê kurdî tîpa a hatîye bi kar anîn, ji bo u û û ê kurdî tîpa û hatîya bi kar anîn. Demên ha me dîsan wek nivîsara wan daye, yan seva du dengên kurdî, tîpek daye.

Hêvîdarim ev pirtûk kêrî pisporên zimanê kurdî û wan kesan bê, ku mêla wan ser zimanê kurdî heye.

Dr. Tosinê Reşîd

Riataza.com

[1] Ethnic realities and the Church, Lessons from Kurdish, Robert Blincoe, Presbyterian Center for Mission Studies, Pasadena, California. Rû.237.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev