Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo

Wezîrê Eşo behsa Mamosteyê xwe Qanatê Kurdo dike

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

Ji bo bîranîna Wezîrê Eşo, nivîseke ku sala 2012-ê hatiye weşandin

Hestekî xweş e ku şagirt li ser mamosteyên xwe berheman biafirînin. Çendek berê kitêbeke wiha li ber çavên min ket. Bêguman mamoste jî, şagirt jî ‘du çiya’ ne di çand, ziman, edebiyat û dîroka kurdan de. Nivîskar û Dîrokzan Wezîrê Eşo, di 75 saliya xwe de li ser mamosteyê xwe Qanatê Kurdo kitêbeke ‘qerase’ pêşkêşî me kir:

“Kurdzanê Mezin: Qanatê Kurdo.”

Naveroka kitêbê ji du beşan pêk tê: ‘Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo’ û ‘Bi Munasebeta 100 Saliya Qanatê Kurdo.” Nivîskarê kitêbê Wezîrê Eşo li ser Qanatê Kurdo û kitêba ku li ser wî amade kiriye diyar dike ku Qanatê Kurdo bi profesoriya xwe zimanzan û lîngûîstekî mezin e, bi zanebûna xwe ya ansîklopedîk kedeke mezin û hêja li tevahiya şaxên kurdzaniyê zêde kiriye û ji dîroka Kurdistanê bigire heta wêje, etnografya û zargotina kurdî mîraseke hêja ji me re hiştiye û berdewam dike: “Lewre jî bi şanazî em dikarin Qanatê Kurdo wekî ‘Kurdzanê Mezin’ binirxînin…”

Kitêba navborî sala 2010-ê, li Brukselê ji hêla ‘Ararat News-Publishingê’ ve hatiye weşandin û belavkirin. Kitêb gelek agahdarî û hêlên balkêş li ser kurdzanê mezin Qanatê Kurdo pêşkêşî dêhn û bala me dike. Ji zarokatiya wî bigire, çetinahî û zoriyên ku dîtiye heta agahiyên şagirtî, ciwanî, dersdarî, kar û xebata kurdzaniya li Lenîngradê û roja mirina wî di kitêbê de peyda dibin.

Wezîrê Eşo diyar dike ku Qanatê Kurdo hewcedarê xebat û lêkolînên berfirehtir e. Sedema vê gotina xwe jî wiha tîne ziman: “Ez di kitêba xwe de bi kurtahî behsa tevahiya kar-bar û lêkolînên Qanatê Kurdo dikim. Ji ber ku xebat û lêkolînên wî gelek in û her yek ji wan hewcedarê xebatên cuda û kurtir in. Hêviya min ew e ku dûhatiyên Qanatê Kurdo karê min temamtir bikin.

‘Qanatê Kurdo kurekî şîrhelal ê gelê kurd e’

Wezîrê Eşo diyar dike ku fikra nivîsandina berhemê, piştî wefatbûna Qanatê Kurdo derketiye holê: “Her dem li ser fikir û ramana min bû ku ez li ser mamosteyê xwe Qanat berhemek amade bikim. Lê pêkanîna vê daxwazê, 4-5 sal beriya niha kete destê min. Min bi berpirsiyariyeke mezin xebateke wiha bir serî. Sedem jî ev e ku Qanatê Kurdo kurekî şîrhelal ê gelê kurd e.”

Wisa diyar e şagirtiya Qanatê Kurdo kêfxweşiyeke mezin li Mam Wezîr dide peydakirin. Diyar dike ku ew pir kêfxweş û serbilind e ku şagirtê Qanatê Kurdo yê kurdzan û welatperper e. Ji bilî nirxandina rast a ziman, dîrok û çanda kurdî, fikir û hisa welatperweriyê ji wî hildaye. Qanatê Kurdo li gorî Wezîrê Eşo ne tenê welatperwerekî mezin e, her wiha ew kurdekî xas û xalis e jî: “Heta tu bibêjî bes ew ciwanmêr, comerd û nandayî bû. Gava ji ‘Enstîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê’ çûm ‘Beşê Kurdzaniyê ya Enstîtuya Lenîngiradê ya Rojhilatzaniyê’ min mamoste baştir nas kir. Sala 1961-ê bû û Qanatê Kurdo li wir Serokê Beşê Kurdî bû.

Jê dixwazim ew behsa bîranîneke xwe û Qanatê Kurdo bike ku qet ji bîra wî naçe. Bi dilxweşî behs dike: “Ji biraziyê xwe re bibêjim, her rasthatin, girêdan û pewendiyeke ligel Qanatê Kurdo ji bo min, tevî zanînê şabûn û serbilindiyê dianî. Bîranîn û rasthatinek heye ku qet ji bîra min naçe. Ez nû zewicîbûm. Jina min Gulîzera Baro û kurê min Mirazê 2 salî ji Tiblîsê hatibûn Lenîngradê ji bo dîtina min. Qanatê Kurdo li ser vê yekê em vexwendin mala xwe. Dost, heval û hogirên din jî hatibûn. Bi eşq û kêfxweşiyeke mezin, me heta derengê şevê kilamên govend û reqasê gotin. Ew şev qet ji bîra min naçe!

Sala 2009: 100 Saliya Jidayîkbûna Qanatê Kurdo

Sala 2009-ê S100 Saliya Qanatê Kurdo bû. Jixwe kitêb jî ji bo 100 saliya kurdzanê mezin hatiye amadekirin. Wezîrê Eşo nerazîbûn û xemgîniya xwe eşkere dike ku 100 saliya Mamoste Qanat bi layiqî nehatiye pîrozkirin. Ew diyar dike ku divê 100 saliya bûyîna Qanatê Kurdo bi awayeke berfirehtir û geştir bihata pîrozkirin: “Hêvîdar im di welatekî azad de, kêmasiyên wiha ji holê bêne rakirin. Qanatê Kurdo ji bo pêşxistina çanda gelê kurd kedeke mezin daye. Lê hêviya me ew e, ev ked tu caran vala û badilhewa naçe.”

Wezîrê Eşo diyar dike ku vê gavê li ser Qanatê Kurdo planên wî tunene. “Lê…” dibêje û berdewam dike: “Te hew dît bi saya mijareke li ser mamoste, min dest bi gotar û lêkolînekê kir…”

Wezîrê Eşo, 1934-ê salê li Tiblîsa paytexta Gurcistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe Pampê û Tiblîsê biriye serî. 1958-ê salê Fakûlteya Dîrokê ya Zanîngeha Yerevana Ermenistanê temam kiriye. Di navbera salên 1958-1961-an de serokatiya dibistana gundê Pampê ya Axbaranê kiriye. Di navbera salên 1961-1963-yan de, li ‘Beşê Kurdzaniyê yê Enstîtuya Rojhilatzaniya Lenîngradê’ -niha St. Petersbûrg- dixwîne û dibe Pisporê Dîroka Kurdistanê. Ji sala 1964-ê heta 1994-ê, li Erîvana Ermenistanê di gelek kar û barên çapemenî û weşangeriya kurdî de kar kiriye. Yek ji wan xebatan jî, xebata Beşê Kurdî yê Radyoya Erîvanê ye. Wezîrê Eşo ji bo Rojnameya Riya Teze jî xizmeteke baş kiriye. Mamoste Wezîr xwediyê 10 berhemên çapbûyî ye.

Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo, Wezîrê Eşo, Ararat News Publishing, Bruksel, 2010, 170 Rûpel, Kurdî

salihkevirbiri@hotmail.com

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev