Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

PÊŞEKEK DI ZIMANIYASIYÊ DE

PÊŞEKEK DI ZIMANIYASIYÊ DE

Ziman yek ji girîngtrîn rêgehên pêwendiya ye. Bêyî ziman, têkiliyên di nav merovan de, çê nedibûn û bêyî têkeliyan, civak peyda nedibû.Ev jî tê wê wateyê ku dê merov jî nebûya. Ji ber ku, heger ziman nebe,wê şiyan bi hizrê nebe, anko têgihiştna merovî ji ketwarê û hebûna xwe têde, çê nedibû. Lê ev hemû, di komeletiya merovan de, peyda dibin.

De ka em çîroka Julî Vrin «Cezîra nehînî», bi bîra xwe bînin, çawa kolonîstan Ayrtonê hovbûyî dîtin ku li cezîra bê kes, ji ber siza wî hatibû avêtin. Kengî pêwendiyên Ayrton ji civakê hatin birîn, êdî ne weku merov jiyana xwe kir, ji ber ku nema diaxivî û ne jî hizir dikir. Lê belê, kengî careke din hate nav civakê, careke din şiyanên hizrê pê re çê bûn û dest bi axavtinê kir.

Lê ku rewiştên merovayetiyêî hîn di merovî de, xwiya nebûne û sere xwe ranekiribin û jiyana xwe, di nav ginaweran de, derbas kiribe û fêrî jiana wan bibe, rewiştên merovayetiyê nema lê vedigerin. Û jiyana du keçên hindî, di nav ginaweran de, nemûnak li ber çava ye. Sala 1920-an, derûniyasê hindî Rîd Sîng ew her du keçên hindî, di nav keriyê guran de, dîtin. Yek ji wan heft –heyşt salî xwiya dikir ya din jî mîna ku du salî bû. Ya biçûk, piştî demeke kurt mir û ya mezin ku navê Kemla lê kirin, nêzî deh salan jiyana xwe, di nav xelkê de derbas kir.

Rîd Sîng, di hundirê van deh salan de, rojanên xwe li ser guhertinên ku bi Kemla re çê dibûn û li ser jiyana wê dinîvîsand. Ji rojanên R. Sîng û xebata wî, em dizanin ku Kemla pêşîn bi çarlepkan, li ser dest û kabokên xwe diçû û dihat. Dema dibeziya, li ser ling û destên xwe, bazdana xwe dikir. Goşt, tenê li ser erdê dixwar, ji destan tiştek nedigirt û dema av vedixwar, zimanê xwe lê dida. Dema wê dixwar, heger yek nêzî wê bibûya, nirînî pê diket. Bi şevê, car caran, direya. Bi roj, Kemla li qorzîka odê, berê xwe dida dîwarî û li ser quna diniviya. Wê cil û ber li ser xwe pesend ne dikir, didirand. Bi şev, di tarîtiyê de, wê baş didît. Destpêkê, ew ji agir, rûhnayiya tuj û avê ditirsiya    

Piştî du salan, Kemala fêrî ku rabe ser xwe bû û piştî şeş salan, ew fêrî meşê bû, lê mîna berê bi çarlepkan dibeziya. Di hundirê çar salan de, ew fêrî şeş bêjeyan bû û piştî heft salan hînî çel û pêncan. Di vê demê de, ew nema ji taritiyê ditirsiya, bi destê xwe xwarin dixwar û ji piyalê av vedixwar û hezkirina pêwendiyên bi xelkê re pê re çê bûn.

Weku em dibînin, ew kesên ku xwestin Kemala vegerînin nav civakê û bikin merov, ne heta dawî bi wan re çû serî.  

Demeke dirêj, zanyaran pîkol kirin ku bidin xwiakirin, ziman jî keresteke(endameke)weku ginawer û şînkayê, li gora yasayên srûştê, werariya xwe distîne. Ew jî weku endamê laşî çê dibe, digihê û dimre. Ev zagon, ji bo hemû ziman û qunaxan yeke. Bi taybet ev tiyoriya ha, di sed sala 19-an de, ciyê xwe girtibû, ew jî ji ber pêşkeftina zanyariyên srûştî û darwîniyê bû. Lê belê, ev têgeha li ser zimanî, ne rengvedaneke ji ketwara ku heye û gelekî, ji rastiya li ser zimanî dûre.  

Heger em encûmenek hizrî, ji xwe re çê bikin, emê bi hesanî bibînin ku ev boçûna li ser zimanî ku ew perçak ji srûştê ye, ne dirûste.

Weha jî ji nerîna pêşîn ji me xwiya dibe ku zarok bi heman rê bêhna xwe berdidin û dikşênin, dibînin û bi rê ve diçin û diaxivin. Lê, di rastiyê de, ev ne weha ye. Heger zarokek, i giravek bê kes û kus, nuh ji dayîka xwe bibe û bi tena xwe lê mezin bibe,ewê bixwe bimeşe û bazde,hilkişe, rapilike xwe û bi xwe jî ,wê xwarinê, ji xwe re peyda bike, lê bi çi şêweyî wê nikaribe biaxive. Ew jî ji ber ku kes nîne, wî fêrî axavtinê bike û ne kes heye gotina xwe pê re bike.    Fere bête gotin kurewiştên srûştî û baylocî, ji dervî civakê dişên werariya xwe bistînin, lê di rewşên weha de, zimanê merovî nikare bi pêş de biçe.      Ji me niyase ku ji bav û dayîka kînî, wê zarok zincî be, ji bav û dayîka çînî,dê zarok çînî be. Lê ev nayê wê wateyê ku zarokê kînî, dê bi kînî biaxive û yê çînî bi zimanê çînî.    

Ji bo zelalkirina vê pirsê, emê di hişê xwe de, encûmeke din çê bikin: emê zarokê kînî yê nuh ji dayîka xwe bûye bibin Çînê û yê çînî, emê bibin Kînyayê. Li gel ev her du zarok,wê gelekî ji kesên hawîrdora xwe, bi dêmên xwe cûdabin,lê dûre zarokê kînî ,wê bi zimanê çînî biaxive û yê çînî bi kînî.   

Bi vê yekê, em dişên bibêjin ku bi wereseta fîzîkî, nayê stendin. Lê rengê çerm, qelafet, şêweyê qehf û por, anko nîşanên nejadiya merovî, wê zarok ji dê û bavê xwe wergire. Ev jî tê wê wateyê, wereset bi yasayên baylojî tête stendin, lê ziman, na.      Bi vê yekê xweş xwia dibe, bi wekhevî dîtina nîşanên nejadiya merovî û zimanê wî, şaşiyek mezine. Loma jî, gerek em bêjin nêzîkbûna zimanan ji hev re, ne li gora mînakiya gelan, ji hev re. Ji ber ku mînakiya gelan ji hev re, ne ji ber wekheviya zimanan têt.   

Heger, li gora vê boçûnê, em li gelên ku li ser Deryaya Sipî dijîn(firensî, ereb, tirk û.y.m.)temaşe bikin, wê ev rastî xweş xwiya bibe. Ev çawa zimanên wan, ne ji heman komane, weha jî bi tuxmên(nejadiya) xwe, ew nagihên hev.        Bi vî şêweyî diyar dibe ku ziman, ne weresetek fîzîkî ye, lê rengê çerm, lihevhatina hamê, şêweyê qehf û pirça serî, ji wan nîşanên nejadiya gela ye û qanûnek, ji qanûnên wereseta baylocî ye.        Layedarên boçûnên balocî li ser zimanî û lihevhatina ziman bi êtemalojiya netewî re, tevliheviyek ji pêwendiyên rastiya riyalê bû yak u di navbera her du diyardan de, çê dibû .Ji ber vê çendê, gelek zanyaran(dawiya sedsala 19-an û sedsala 20-an de), ev boçûn pesend nekirin û di wê hizrê de bûn ku heman jêder ji bo netewê û zimanî, şaşiyek zanyarî ye.

     Li vir, pêdiviye em destnîşan bikin ku li cem layedarên bocûnên baylojî beramberî zimanî, argumentek din hebû. Ew jî qaşo(xwedê giravî) yekîtiya zimanên zarokan, li cem hemû gelan. Heger em vê diyardê li ber çavan derbas bikin, emê bibînin ku bi rstî jî li cem hemû zarokên cîhanê «dengên» pêşîn yên bilêvkirinê, li cem wan bi piranî ji birgên lêvên wan der tên. Weku nemûne:ma-ma, pa-pa, ba-ba û.y.m. Ev hev pişk di nav van dengan de, ji ber wê yekê tê, çimkî livîna lêvan, ji livîna perçê dawî ji zimanî re, hesantire. Lê ev lep-lepa zarokan, tiştekî xwe, bi zimanî ve nîne. Ji ber ku tenê ew «dengin» û bê wate ne. Ew tenê pêkoleke jib o rahênana dev û zimane. Çawa ev deng ne axavtine, weha jî livîna ling û destên wan, ne nîşanên govendê ne.        Ev dengên lihevhatî dibin bêje, dema ew tiîtan bi nav dikin û kengî hizrê bi xwe re tînin. Ji bilî vê yekê, weku hev bi lêvkirina bêjeyan, di zimanên cûrebecûr de, ne bi heman wateya ne. Weku nemûne: Baba, pîrê ye, lê di zimanê corcî de, bi wateya bavê têt. Helbet di vî warî de, pirin.    

Bi vî şêweyî em dikarin bibêjin, erê zarok van dengên lihevhatî, weku hev bi lêv dikin, ew nikarin ji hev tê bighên. Ji ber ku zimanê wan ji hev cûdane û bê wate ne.

                                                              

Nivîser: A.A. RÊFORMATSKÎ

WERGERA BI KURTKIRIN: Bavê Nazê                

(Berdewamî heye)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev