Rêhevalê Cegerxwîn û Hamid Bedirxan Reşîdê Evdilmecîd

Rêhevalê Cegerxwîn û Hamid Bedirxan Reşîdê Evdilmecîd

“Ez bi roj eskerê Suriyê bûm, bi şev eskerê Cegerxwîn bûm!”

SALIHÊ KEVIRBIRÎ / BORLANGE

Reşîdê Evdilmecîd ango Bavê Fûad ku bi navê “Reşîdê Kurd” jî tê naskirin, yek ji sîmayên naskirî yê Kurdistana Rojava ye. Ew bixwe yek ji rêhevalên qedîm ê Seydayê Cegerxwîn û Hamid Bedirxan e. Tevî Seydayê Cegerxwîn, yek ji avakarên Tevgera Kurdî ya li Suriyê ye. Sala 1930 li Gundê Hec Xelîla Efrîna Helebê hatiye dinyayê. Dema ku li Qamîşloyê esker e, Seydayê Cegerxwîn nas dike. Seyda bi salan li mala wan maye û ji mala wan di nîveka salên 1980-yî de diçe Swêdê. Hamid Bedirxan bixwe jî bi qasî 30 salan li mala wan maye û li mala wan koça dawîn kiriye.

Apê Reşîd, dawiya sala 2012-ê, li bajarê Borlange’ya Swêdê, li mala keç û zavê xwe Suzana Barmanî û Josef Erdem bi dilnizmiyeke mezin pirsên min bersivandin û ev gotûbêja hanê derket holê.

Reşîdê Evdilmecîd ango “Reşîdê Kurd” li ser hevaltiya xwe û Cegerxwîn, Tevgera Kurdî ya li Suriyê, ketina nav Partiya Komûnîst û veqetîna ji nav wan, zilm û zora ku di hepis û zîndanên Suriyê de dîtiye axivî…

Fermo hûn û gotûbêja bi Reşîdê Evdilmecîd re…

***

Ezbenî ji kerema xwe hinek behsa salên xwe yên leşkeriyê bike. Tu di axaftinên xwe de diyar dikî ku tu bi roj leşker bûyî, bi şev jî te leşkeriya Cegerxwîn kiriye. Te keça Seydayê Cegerxwîn Sînemê re jî hevaltî kiriye. Hinek behsa wan rojan ji me re bike…

Keça mezin a Seydayê Cegerxwîn Sînemê dibistan dixwend. Gelek caran Seydayê Cegerxwîn nivîs, gotar û belavokan didan me û min û Sînemê me ew belav dikirin û li dîwaran dixistin. Berê sibê gava em vedigeriyan malê. Seyda serê xwe ji nav nivînan radikir û digot: “Hûn hatin?” Me digot “Seyda tu çima ranazê?” Digot: “Lawo de ka ez çawa razêm? Hikûmet mirovan digire. Tu û keça min kaxezan li dîwaran dixwin. Ji derengê şevê heta zeraqa şeveqê hûn li derve ne, de ka ez çawa razêm?” Bi vî awayî li ber me diket. Kesekî pir dilovan bû… Li ser vê hevaltiya min û Sînemê carcaran li derdorê tişt dihatin gotin. Nav li pey me xistibûn. Ji Cegerxwîn re digotin; “Seyda çima keça Te û Reşîd her dem bi hev re digerin.?” Seyda bersiva wan dida û digot; “Ew keça min e, ew jî kurê min e.” Bi rastî jî, gelek caran bi saetan me belavok belav dikirin, me ew belavok li dîwaran dixistin. Nedibû em bi çavekî din li hev binêrin. Bi çavê xwişka xwe min lê dinihêrt. Paşê li Bexdayê mêr kir… Di

merasîma mirina Seyda de, min Sînemê li ser qebrê dît. Ji min re got; “Tu hê jî wekî berê yî?” Min got; “Belê ez hê jî wekî berê me.”

Ev mesele li Qamîşloyê diqewime ne wisa? Tu behsa Qamîşloyê dikî…

Belê belê! Behsa Qamîşloyê dikim…

Hevnasiya te û Cegerxwîn cara yekê li leşkeriyê pêk hat an te ji berê ve ew nas dikir?

Erê çawa? Min nas dikir. Jixwe ji berê ve me navê wî dibihîst. Lê cara yekê, bi awayeke rûbirû sala 1947-ê min Cegerxwîn nas kir. Ez li Helebê bûm, ew hate cem min. Me bi hev re li Helebê “Tevgera Kurdî Ya li Suriyê” ango “El Hereke Kurdiyye Fî Suriye” ava kir. Em ji neh kesan pêk dihatin. Yek ji wan Cegerxwîn bû, yek jê ez bûm. Yek Reşîd Hemo bû, yek Şewket Nehsan bû, yek Elî Xoce bû… Serokê me Cegerxwîn bû. Piştî avakirina Tevgera Kurdî em ketin hepis û zîndanan…

Ji neh kesên ku te behsa wan dikir, vê gavê kî heye. Ji bilî cenabê te kesên îro li heyatê hene?

Na! Bes ez mame… Salek beriya niha Reşîd Hemo li Helebê rehma Xwedê kir…

Rehma Xwedê lê be… Ezbenî hûn çima ketin hepsê?

(Dikene û paşê dibersivîne) Ji ber ku em kurd bûn em hatin girtin! Bi me re dokûman û neşriyatên tevgerê girtin. Ez berpirsiyarê seqafiyetê –rewşenbîriyê- bûm. Çapxane tunebû, dezgeheke ku em bi serbestî çap bikin tunebû, vêca min her car li malê pênç heban bi destxeta xwe zêde dikir û belav dikirin. Kopiyeke ji wan kete destê hikûmeta Suriyê. Li ser vê yekê em li Helebê hatin girtin û li Helebê jî hatin hepiskirin. Lê em li Hepsa Helebê tenê heft rojan man. Paşê wan em şandin Hepsa Mezê ku li Şamê ye. Hepsa Mezê li seranserê dinyayê hepseke navdar e… Hepseke wisa ku di binê erdê debû…

Seydayê Cegerxwîn li ku bû?

Cegerxwîn li gundekî Qamîşlo bû. Ji wir anîn cem me. Her kesekî ji me li deverekê girtin û anîn hepsa Şamê. Bi qasî du meh û 20 rojan em di Hepsa Mezê de man, paşê wan em berdan. Lê di peyre em çend carên din jî hatin girtin. Du caran Cegerxwîn bi me re hate girtin. Lê carekê dema em hatin girtin, ew nehatibû girtin. Sê caran em derxistin ber dadgeh û erkanê. Her car jî digotin; “Hûn ê îdamê ne!”

Lê paşê çima berdidan? Sedema serbestberdan û azadbûna we çibû? Ji aliyekê ve dibêjin “Hûn ê îdamê ne”, ji aliyekê ve hûn têne berdan. Sebep?

Sedem ev bû. Li herêma kurdan; li Qamişlo, li Heleb û Efrînê kurd rabûn ser piyan, meşiyan. Dengê xwe bilind kirin. Bawer im vê yekê tesîra xwe li dadgehkirin û mehkemekirina me kir. Bi kurt û kurmancî girtina me; hem li mintiqa Cizîrê, hem li mintiqa Çiyayê Kurmênç deng veda.

Ezbenî ji me re hinek behsa Hepsa Mezê bike. Tê gotin ku gelek kesên sax ketine vê hepsê, bi mirîtî derketine… Êş û azar hebû gelo? Îşkence û eziyeteke çawa li we dihate kirin?

Hey mala te! Hed û hesabê êş, azar û îşkenceyê tunebû. Xwedê neyine serê gurên çol û çiya! Mirov rojê sê caran nan dixwe ne wisa? Li Hepsa Mezê jî, rojê sê caran îşkence li me dikirin. Seydayê Cegerxwîn û Reşîd Hemo ji me hemûyan qelewtir bûn. Hê gava derî vedikirin, li wan dixistin. Me bi henekî digot; “Hûn qelew in, em jar û zeîf in, bila xwe bi we re biwestînin, paşê bila werin me.” Şewket Nehsan biçûk û hûrik bû. Dema lê dixistin, bilind dikirin û li binguhê erdê dixistin… Ezab pir bû! Di hepsê de rewşa me pir pîs bû!

(Keça wî Stranbêja navdar Suzana Barmanî, dikeve nava sohbetê û ji bavê xwe dixwaze ew behsa îşkenceya nava ava tuwaletê bike. Apê Reşîd behs dike…) Hewizek hebû, bi ava pîs dagirtîbû. Ava pîsîtiya mirovan. Ava tuwaletê ha… Em dixistin navê. Vêca em gelek caran 10-12 saet di nav de diman. Di vê em rûniştî bûna. Dema em diqerimîn, me dixwest em rabin ser xwe. Gava em radibûn li me dixistin. Em dîsa diketin navê. Digotin di nav hewzê de rûnin. Lê dema em rûdiniştin, ew ava pîs a tuwaletê, dihat ber devê me! Rebî meazellah… Ev bes nimûneyek ji îşkenceya wan bêbavan bû…

Wekî din çi dianîn serê we?

Bi şiv û daran li ser û pozê me dixistin. Xwîn di firnikên pozê re diavêt. Erda em li ser û dîwarên hûcreya em tê de bi xwînê sor dibû. Neynûkên me radikirin. Tiştên ku aqilê mirovan nagire, bi me dikirin…

Sal?

Sala 1951. Min ekseriya xwe xelas kiriye. Ez ji eskeriyê hatime êdî. Em tiştên min behsa wan kirin û girtina me ya li Hepsa Mezê, piştî hatina ji eskeriyê ye.

Wan salan te zewac kiribû. Te meta min ji xwe re anîbû an na?

Na! Ez wan salan bêzewac bûm…

Ji bilî van girtin û îşkenceyan, tu hatî sirgunkirin jî ne wisa?

Belê rast e! Ji îşkence û hepsa min têr nebûn, vêca ez sirgunî nav ereban kirim! Ez ketibûm hepsê. Gava ji hepsê derxistin, şandin sirgunê. Dewleta Surîyê ez sirgunî bajarê Îdlibê kirim. Keça min Suzana li sirguniyê çêbû. Sal 1965 bû. Beşek ji zarokên min li sirguniyê çêbûn, beşeke din li Helebê çêbûn. Nefîkirina me 4-5 salan ajot. Sala 1970-yî em dîsa vegeriyan Helebê.

Apê Reşîd, te got em sê caran hatin girtin…

Erê! Wekî Tevgera Kurdî em bi hev re sê caran hatine girtin. Lê ez bixwe 5 caran hatime girtin. Cara paşî sala 1996-ê ez hatim girtin…

1996. Sedem?

Wê ji ber çi be? Dîsa ji ber doza kurdî û kurdayetiyê…

Wê gavê tu çend salî bûyî?

De tu hesab bike. Ez sala 1930-yî hatime dinyayê. Dibe çend? 65-66 salî bûm wê gavê… Hikûmetê digot; “Em ji te êşiyane. Em mirovan berdidin hev, navbera wan xerab dikin, tu radibî wan li hev tînî. Em xerab dikin, tu ava dikî…” Aha ev bû sedema girtina min! Jji min xwestin ez wekî Partiya Beas bifikirim. Ê kengî ez dikarim tiştekî wisa bikim. Ji ber ku min qebûl nekir, hatim girtin. Îşkenceyeke psîkolojîk li min dikirin. Dengê balafiran vedikirin, bi min didan guhdarîkirin. Nexweşiya min a şekir hebû. Derman nedidan min. Paşê saziya mafên mirovan kete dewrê, derman ji min re anîn. Bi qasî du meh û nîv di hepsê de mam. Gava derketim, felcê li min xist!..

Em dîsa vegerin salên 1950-yî. Wan salan serpêhatiya we ya Partiya Komûnîst destpê dike. Ji kerema xwe hinek behsa wê pêvajoyê bike…

Ji ber ku hem rewşenbîrên kurdan, hem jî dewleta Suriyê bi çavekî nebaş li me mêze dikirin, me got ka em çi bikin? Partiya me Hereketa Kurdî, hereketeke veşarî û sirî bû. Me got; “Çi jî were serê me, kesek pirsa me nake.” Wê çaxê Tevgera Komûnîst, Ensar Selam nû derketibû. Me biryar da ku em bikevin wê tevgerê. Me got; “Dibe ku ew hay ji me hebin û pişta me bigirin.” Rabû em ketin Hereketa Komûnîst. Heta 1957-ê em tê de man. Piştî 1957-ê, me dev ji Partiya Komûnîst berda û em dîsa vegeriyan ser Hereketa Kurdî. Ji wê sala heta niha jî hereketa me, Hereketa Kurdî ye.

Sedema ku we dev ji Partiya Komûnîst berda çi bû gelo?

Me hin tişt ji wan xwestin, nedan me. Qebûl nekirin. Lewra me dev ji wan berda û em ji hev qediyan…

Çi bûn tiştên we ji wan xwestin û nedan we?

Me kurdîtî û kurdayetî ji wan xwest. Me ziman ji wan xwest. Gotin; “Emê kovareke kurdî ji we re derxin.” Hejmarek derxistin jî. Lê neçû serî. Her ew bû. Gava em ji hev qetiyan, di gelek meseleyên komûnîstan û Tevgera Kurdî de ez dibûm hakim û navbeynkar. Şêwra xwe bi min dikirin. Rast e piştî em ji hev veqetiyan di navbera me de muxalefetek peyda bibû, lê ev muxalefet veneguhêzî dijminatiyê.

Ezbenî ji kerema xwe hinek behsa xebata rewşenbîrî ya Seydayê Cegerxwîn bike… Ji ber ku di nava partî û hereketê de tu berpirsê rewşenbîriyê bûyî, gelo di kar û barê nivîsandinê de jî te alîkariya Cegerxwîn dikir an na?

Çi ji destê min dihat, min dikir. Cegerxwîn her dem şêwra kesên derdora xwe dikir. Dema tiştekî amade dikir û dema dinivîsand nîşanî derdora xwe dikir. Dixwest ku herkes fikir û ramanên xwe bibêje.

Li Helebê ciyek hebû, jê re digotin “Meqhe Qesir” ango “Qehwexaneya Qesrê.” Cegerxwîn û gelek rewşenbîr li wir rûdiniştin û dinivîsandin. Ew der ji bo Seydayê Cegerxwîn, cihê îlhamê bû. Li wir gelek tiştên baş dinivîsandin. Ez pir ji malê dernediketim. Paşê dihat malê, tiştê ku wê rojê nivîsandibû, nîşanî min dida.

Xwendina min li ser hiqûqê bû. Erebiya min bi têra xwe xurt bû. Her çiqas ez komûnîst bûm jî, min tevahiya Qûranê ji ber kir. Ne ji ber baweriya misilmantiyê, lê ji bo ku xwe li ber hin kesan baş biparêzim min Qûran ji ber kir. Ji berk u erebiya min gelek xurt bû, Cegerxwîn jî rewşenbîrên din jî nivîsandinên xwe yên erebî dianîn nîşanî min didan. Ne tenê nivîsarên erebî, nivîsarên kurdî jî dianîn û ji min re dixwendin. Min jî fikra xwe ji wan re digot.

Diyar e di warê danûstandinan de navbera Seydayê Cegerxwîn û mezinan pir baş e. Lê meraqa min ev e; gelo têkiliya Seydayê Cegerxwîn bi zarokan re çawa bû?

Pir baş bû. Va ye Keça min Suzanayê li vir e. Her dem dihat, gazî wê dikir. Li ser çoka xwe dida rûniştandin. Stran û kilaman jê re digot û dixwest ew jî fêr bibe û bibêje. Melodiyeke wî hebû, her dem ji zarokên xwe û ji Suzanayê re digot. Wekî îro tê bîra min. Suzana hingê 10-12 salî bû…

(Suzana Barmanî dikeve nava sohbetê û dibêje) Herdem çîroka “Şengê û Pengê” ji me re digot; “Şenga min û Penga min/Were Qal û Cenga min” filan û bêvan… Hem kêfa wî gelekî ji zarokan re dihat, hem kêfa zarokan gelekî jê re dihat. Bi rastî jî bi zarokan re zarok bû. Gelek dilovan û nefsbiçûk bû. Seyda gelek henekçî bû, henekên wî gelek xweş bûn. gelek xeberan/sixêfan jî dida. Lê bawer bike sixêfên wî jî xweş bûn!

Beriya sala 1980-yî bûyereke keserkûr diqewime û birayê te tê kuştin…

Belê sala 1979-ê, 29-ê meha 10-an bû. Navê wî Nûredîn Evdilmecîd bû. Serbazekî leşkeran bû. Fermandarekî payebilind bû li Helebê. Hikûmetê ji min re got; “Birayê te di şerê ‘Exwanî Muslimîn’(Birayên Misilman) de hatiye kuştin. Lê em baş dizanin ku Hikûmeta Beas bixwe ew kuştiye… Lê kum e bigota; ‘Hikûmet kuştiye’, wê me jî bikujin. Armanca hikûmetê ew bû ku me û Exwanî Muslimîn bera hev bide. Hikûmetê digot; “40-50 mirovên we hene, emê çek bidin we, heyfa birayê xwe hildi.” Bi ser de nav jî didan. Digotin, “Filankesî birayê te kuştiye, herin bikujin emê bixin stûyê xwe.” Di nav wan de gelek kurd jî hebûn. Hikûmeta Beas dixwest kurd bi hev re şer bikin…

Ezbenî temenê te êdî 82 ye, dikeve 83-yan. Wekî rewşenbîr û siyasetmedarekî ku bi têra xwe dîtiye û bi têra xwe kişandiye, tu rewşa kurdan bi awayeke giştî çawa dibînî, çawa dinirxînî?

Birazî! Ez dibêjim heta kurd nebin yek, heta hêz û qeweta xwe nekin yek bi ser nakevin. Rizgariya me kurdan di yekbûna me de ye. Bila gelek partî û tevgerên kurdan hebin, ev ne xem e. Lê divê fikir û ramanên kurdayetî û kurdbûnê yek bin. Divê xeta sor a kurdan yekbûna kurdan be û şerê birakujiyê be. Nabe ku kurd careke din şerê hev bikin û xwîna xwe birijînin. Min bixwe jî di gelek nivîs û helbestên xwe de li ser vê yekê nivîsandine. Mesela di helbesteke xwe ya bi navê “Newroz” de min behsa vê yekbûnê kiriye:

“Newroz bi xêr hatiye / Gul û çîçek peqiye / Milet ji xew rabûye / Welatî bindestiye / Derman jî yekitî ye / Werin îro Newroz e / Newroz e xweş Newroz e / Cejna pak û pîroz e / Bi hev re bibin yek soz e / Efrîn û Rewandûz e / Werin îro Newroz e / Newroz Newroza me ye / Cejn û sersala me ye / Derman yekbûna me ye / Werin îro Newroz e…”

Sihetxweş. Jixwe em dizanin ku helbestên te gelek in. Çap bûne gelo?

Belê pir hene. Lê mixabin min çap nekirine. Vê gavê hemû li welat in. Ez dixwazim çap bikim.

Apê hêja Reşîdê Evdilmecîd, mala te ava ji bo vê sohbeta te ya xweş û hêja…

Mala te avatir…

salihkevirbiri@hotmail.com

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev