Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bîranînên min

Bîranînên min

Firîda Hecî Cewarî

ji bo nasîna serpêhatî û dîroka kurdên Sovêtiyê û ji bo nasîna malbeta Heciyê Cindi.

(bi şirovekirinan, îzbatiyên arşîvan, nêrînan, fotoyan va)

Salên 20-î yên sedsala 20-î

Bavê min – Hecîyê Cindî, sala 1908-a li gundê Emençayîra qeza

Qersê, lê dayîka min –Zeyneva Îvo li gundê Êngûkê dîsa qeza Qersê

da, sala 1914a hatibûne dinê.

Salên şerê cîhanê yê yekemîn, ewana dê, bav, kalik, pîrik unda dikin

û êtîmxanan da mezin dibin.

Salên rev û bezê kalikê min Îvo (bavê dayîka min) dimire. Gundiyê

Êngûkê mihacir dibin, têne Ermenîstanê, diçine bajarê Êcmîazînê. Li

wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê kurde êtîm Aştarakê da

êtîmxane vebûye. Pîrka min -Şaka Ereb, tevî 3-4 kûlfeta, tevî zara bi

zor-cefakî têne Aştarakê, diçine wê êtîmxanê.

Seroka êtîmxana Aştarakê keçeke kurde xwendî, egin – Nûra Egît axa

Polatova bûye, xûşka şorişvanê Sîbîryayê pirr eyan Fêrîk Polatbêkov

(derheqa wîda ezê gilîkim.F.H.) Nûrê Zeno û Bondo êtîmxanêda

qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîşana biçûk qebûl nake.

Pîrka min 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe. Û wê

şûnda, diya min pê dihese, wekî diya wê û

Perîşana xûşk ji birçîbûnê û nexweşiyê mirine, lê

Zevo apana dane mêr.

Wê êtîmxanêda tevî Nûra Êgît Elîxanê Serdar

Şahînov, kîjanî sêmînariya Yêrêvanêye rûsî xilaz

kiribû, kar dikir. Nûra xanim paşwextiyê bû

kevaniya nivîskarê kurdî naskirî Wezîrê Nadirî.

(Sala 1955-a dîsa axavtinên radîoya Yêrêvanê bi

zimanê kurdî destpê bûn.Hema ji wê salê-2-3 sala

sipîkêra (dîktora) radyoya kurdî Nûra Polatova

bû).

***

Payîza sala 1921-ê bajarê Êcmîazînêda Êlîfba

kurmancî bi herfên ermenkî çap dibe, û xudanê wê

elîfbayê, emekdarê çanda gelê kurd Lazo (Hakob

Xazaryan) tê wê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Şems”

zarê kurda hînî xwendinê dike. Diya min gilî dikir,

digo:

-Apê Lazo yekî zef heyf bû, mera digo “berxikê

min”. Ewî zaru dora xwe dida rûniştandinê,

pirtûkên “Şems” dida destê me û em hînî

xwendinê dikirin. Me hevra dixwend: “…yekşam,

duşam, sêşam”.. (bi herfên armenkî evan xebera

usa têne nivîsarê û xwendinê.- F.H. )

Wê êtîmxanêda heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wanin: nivîskar,

rêdaktorê rojnama “Rya teze” Cerdoyê Gênco, xûşka wî –Tezo, birê wîŞiko,

zimanzan, doktor Çerkez Bakayêv, kurapê wî – serokê

Xwendinxana kurdaye pêdagogiyê Biroyê Memo, pîreka Casimê Celîl-

Xanima Rizgo, pîreka Biroyê Mamo – dersdara baxçê zara Hisreta Mîrze,

sipîkêra radîoyê bi zimanê kurdî salên 30-î, pîreka H. Cindî – Zeyneva

Îvo, birê wê Bondoyê Îvo, mamostê dibistana gundê Şamîramê Ûsivê Elî

û yên din.

Dayîka min heta sala 1926-a Aştarakêda dimîne, paşê wana divine

Celaloxliyê (niha Stêpanavan), paşê Îcêvanê û pey kutakirina dibistana

hevtsaliyêra, sala 1930-î, keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxanada

karkin. Nava wanada sê keçên kurd jî hebûn: Zano –Zeyneva Îvo,

Xanima Rizgo û Hisreta Mîrze .

Nivîskar Cerdoyê Gênco wê demê tevî Zerîka bermaliya xwe

Yêrêvanêda dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wane

Aştarakê anînê bajêr, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. Mala

Cerdoyê Gêncoda bû, wekî Hecîyê Cindî rastî Zeyneva Îvo tê.

Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî

Têxnîkûma (Xwendinxana) kurda ya Pişkavkazêye pêdagogiyêda

berga pirtuka „Şems“

*****

Bavê min – Hecîyê Cindî, li êtîmxana Emêrîkê ya li Qersê, paşê ya

Gumriyê mezin dibe.

Pey kutakirina Xwendinxana Gumriyê, hema

havîna sala 1929-a, ew kûrsên kurt yên

hazirkirina mamosta kuta dike, kîjan wezareta

Ermenîstanêye ronkayê amade kiribûn. Ew kûrs

hatibûne amadekirinê, ji ber ku dibistan derbasî

elîfba kurdaye teze dibûn. Dersbêjê wan kûrsa

sazkirekî wê elîfbayê – dostê gelê me Îsahak

Maragûlovê mexîn (asorî) bû. Hema wê salê bû,

wekî bi wê elîfbayê (bi tîpen latînî) kitêba

zimanê kurda “Xu xu hînbûna xandina nivîsara

kurmancî” ronkayî dît. Ew Îsahak Maragûlov û

  1. Ş. (yanê: Erebê Şemo-F.H.)amade kiribûn.

Pey wan kûrsara, çawa mamostê zimanê kurdî

bavê min dişînin dibistana gundê Qundexsazê

(niha Rya teze). Wê yekêra tevayî ewî li dibistana

gundê Camûşvana mezinda (niha Elegez) dersê zimîn kolxozvanê

ciwanra bi cî danîn.

Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo, s. 1931
Salên 30-î

Hecîyê Cindî sala 1930-î tê Yêrêvanê û Zaningehêda, beşa fîlolojiyê

da tê qebûl kirinê.

Salên 30-î bi biryara Moskvayê – peytextê Yekîtiya sovêtê, komara

Ermenîstanêda ocaxên kurdaye candê, xwendinê vedibin.

Ji 25-ê adara sala 1930-i da rojnama “Rya teze” çap dibe. Hecîyê Cindî

hema wê salê jî çawa serwêrê para wê rojnamêyî çandê û edebyetê tê

kivş kirin.

Sala 1930-î da bi xemxurya Hecîyê Cindî sêksya (beşa) nivîskarên

kurd rex Asosîasiya nivîskarên Ermenîstanê tê amade kirinê û bi xwe

dibe serokê wê parê.

Hecîyê Cindî (rûniştî, ji çepê yê sisya)

tevî xwendkarên xwe (kolxozvanên ciwan),

gundê Elegezêda, sala 1929-a.

Vê dokûmanê da tê gotinê,

wekî H.Cindî ji sala 1930-î heta

sala1968-a serokê beşa

nivîskarên kurd, lê sala 1933 ew

Endemê Komîtêya amadakirina

Yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê

bûye, piştira (salên 1934-1968)

endemê Serwêrtiya Yekîtiya

nivîskarên Ermenîstanê bû ( Ew

kurdê pêşin û paşin bû, wekî

bûbû endemê Serwêrtiya

Yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê.

F.H) .

******

“Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê

kurmancî…” – eva cumla hê payîza sala 1930-î cara yekemîn bi lutvê

dê û bavê min: Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo bi radîoya Yêrêvanê

belayî cîhanê dibe

Dayîka min gilî dikir, wekî ewana heta

sala 1932-a herro pênc deqa radîoya

kurda da diaxivîn, paşê, heta sala

1937-a, zeman zêde kirin –hetanî15

deqa, tevî deng û besên nû usa jî

berhemên biçûk yên nivîskarên kurd û

ermenî ( bi wergera kurdî) dixwendin.

Meha çille sala 1931-ê

Yêrêvanêda Xwendinxana (têxnîkûma)

kurdîye Pişkavkazêye pêdagojiyê

(dersdarhazirkirinê) vedibe. Pex

Xwendinxanê kûrsên dersdaraye

yeksale jî vedibin.

Hecîyê Cindî hema ji wê salê heta meha adarêye sala 1938-a (heta girtina

xwe) wê Xwendinxanêda dibe mamostê zimanê kurdî.

Zeyneva Îvo sala 1931-ê bi

radîyoyaYêrêvanê deng û besê

teze ji rojnama „Rya teze“

dixûne.

Xwendinxana kurdî ya

Pişkavkazêda û dibistananên

gundên kurdada ders bi zimanê

kurdî dihatine derbas kirinê, zilam

û zarokên kurd bi zimanê xwe

dersê zimanê kurdî, hesaba

(matêmatîkayê), tebiyetzanîne,

dîrokê, fîzîkayê, kîmyayê,

dinyazanînê û dersên din fêr dibûn. Bona derbaskirina wan dersa

kedkarên çanda kurda Rûbên Drampyan, Îsahak Maragûlov, Asatûr

Xaçatryan, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Nûrî, Fetiyê Îvo, Vardan

Pêtoyan, Tîtal Mûradov û yên din pirtûkên wan dersa ji zimanê

ermenkî werdigerînin ser zimanê kurdî. Dibistanada u xwendinxana

(texnîkûma) kurdîda bi wan pirtûka ders dane. Dêmek,

Ermenîstanêda salên 30-î gundên kurdada dibistanên kurdî hebûne.

Wan sala weke 70 pirtîkên dersa têne weşandinê. Hecîyê Cindî, ku

pirtûkên Elîfba û yen Zimanê dê didane weşandinê, ewî usa ji pirtuka

Matêmatîkayê bona dersxana 1-ê ji zimanê ermenkî wergerandibû ser

zimanê kurdî.

Vê dokûmanê da tê gotinê, wekî H. Cindî ji sala 1932-a (dema hela xwendikarê

Zanîngehê bû – F.H.) Înstîtûta Dîroka çandê da kar kirye).

Ji vê dakûmanê tê kifşê, wekî “ji 25-ê ilona sala 1932-a Hecîyê Cindî tê

kivşkirinê wek serokê beşa xwendinê ya têxnîkûma kurdî da”.

Li vir tê gotinê, wekî H. Cindî

sala 1933-a Weşanxana dewletêda wek

korêktorê (temizkirê têksta) pirtûkên

kurda kar kirye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev