Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Wefata Selahedîn û hinek ji exlaq û xûyên wî

Wefata Selahedîn û hinek ji exlaq û xûyên wî

Emîn Narozî, lêkolîner

Di meha seferê/sibatê ya vê salê (589/1193) de Xwediyê Misr, Şam, Cizîr û hinek diyarên din Selahedîn Yûsuf îbn Eyyûb îbn Şazî/Şadî li Bajarê Şamê wefat kir. Ew li bajarekî  [nêzîkî Bexdayê] li Tikrîtê hatibû dinyayê;  ji xwe min li pêş di behsa sala 564/1168an de sedemê barkirina wan ji wir û sedemê çûna wî ya  Misrê gotibû.

Sedemê nexweşiya wî çûna pêşiya heciyan bû, roja ku çû pêşwazîya wan û  zivirî malê ew bi nexweşîneke xedar ket, heşt rojan nexweş ma û piştre wefat kir, rehma Xwedê lê be.

Berî nexweşiya xwe bangî kurê xwe Efdel Elî û birayê xwe Melik Adil Ebûbekir kiribû û ji bo pêşerojê/dahtuyê/rojênbê bi wan şêwirîbû; wî ji wan re gotibû: ”Em ji frengan filitîn û êdî di vî welatî de kesî ku me bilepikîne nema; încar em berê xwe bidin kuderê?” Birayê wî Melik Adil behsa Xelatê (Exlatê) kiribû û bibîra wî anîbû ku pê re soz dabû dê ew piştî vegirtina wê, wê bide wî. Kurê wî Efdel jî welatê Rûmê yê bindestê zaroyên Qiliçaslan destnîşan kiribû û gotibû: ”Ew welatê herî mezin/xilbe, têrleşker, têrmal û yê ku girtina wî herî hêsayî ye jî, hem ew riya frengan ya bejê ye jî, dema em wê derê vegirin em riya wan jî dibirrin”.

Selahedîn li wan zivirîbû û gotibû: ”Hûn herdu jî pêşerojê/rojênbê nabînin û kêmhimet in; ez bi xwe welatê Rûmê dixwazim”. Piştre ji birayê xwe re weha domandibû: ”Tu bi çend zaroyên min ve rahîjin hinek leşker û berê xwe bidin Xelatê; dema ez ji welatê Rûmê vale bûm ez dê bi ser we ve werim; Em dê ji wir jî herin Azerbaycanê û xwe bighînin welatê Eceman, ma kî heye ku nehêle?

Piştre destûra birayê xwe Adil dabû ku vegere bajarê xwe Kerakê û jê re gotibû: “Xwe ji bo çuyînê pêkbîne/amade bike”. Çewa ku wî berê xwe dabû mal, Selahedîn jî nexweş ketibû û hê berî vegera wî wefat kiribû.

Ew (r. X. lê be) pir qenc, camêr, milahîm, xûyxweş û nefspiçûk bû, ji bo tiştê pênexweş jî dîsa bihnfireh bû. Wî kêmasiyên hevalên xwe zû jibîrdikir û dema tiştekî nebaş ji wan bibihîsta jî bi wan nedida zanîn û ji wan nedixeyîdî.

Min bihîst ku carekê çend xizmetkaran li civata wî sola avîtin hev, solên wan şaş çûn nêzîkî Selahedîn ketin, lê wî qet li eynê xwe dananî, berê xwe dagerand û bi yê kêleka xwe re peyivî, weke ku qet haya wî jê tinebe. Carekê jî wî di civatê de av xwest lê kesî jê re neanî, wî pênc carên din jî xwest dîsa av jê re nehat heya ku got: ”Gelî hevalan bi Xwedê ez ji tîna mirim”; hê jê re av hat, wî ava xwe vexwar lê qet ji bo derengmayina wê dengê xwe dernexist.

Carekê jî ew bi nexweşiyeke pir xedar ketibû ku her kes ji tirsa mirinê li ber dirihilî, piştre gava ew ji êşa xwe hebekî baş bû rabû çû serşokê da xwe bişo, lê av pir germ bû û wî ava sar xwest. Dema xulamê ber destê wî jê re av anî hinek jê pê ve rijiya ji ber nexweşînê ew ji ber êşiya; di pey de careke din ava sar xwest vê neqlê jî tas kete erdê û av giş pê ve rijiya hindik ma bû ku ew bihelike, lê dîsa tenê ji xulamî re got: ”Ger ku tu dixwazî min bikujî ji min re bibêje!” Xulam daxwaza lêborînê kir ew jî rawestiya.

Heçî ji aliyê camêrî û qenciyê ve, bêguman wî pir qencî bi xelkê dikir, tiştekî li ba xwe nedihişt, tev derdixist. Dema mirina wî, ji  dînarekî Sûrî û çel û heft dîrhemên nasirî pê ve, nebûna tiştekî din di gencîneya wî de camêrî û qenciya wî baş bi me dide zanîn. Ji min re hat gotin ku dema ew li Ekayê bû û freng hatinê, wî ji bilî huştiran/deveyan hijde hezar hêstir û hesp derxistin pêşiya wan, ji xwe cil, çek û zêr û zeger nedihatin hejmartin. Her weha dema dewleta Elewiyan li Misrê têkçûbû hingê wî bêhejmar tişt û zêr û zeger ji xezîne û mexzenîkên wan derxistibû û li xelkê belav kiribû.

Ji xwe nefspiçûkiya wî li ber çavan bû ku wî tu carî xwe li ser ti hevalên xwe mezin nedikir û yên ku xwe mezin dikirin jî wî ew fihêtkar dikirin. Feqîr û sofî hemû dihatin cem, wî ji wan re sema û şahiyên muzîkê li dar dixistin û gava yek ji wan ji bo semayê yan jî muzîkê radibû ew jî bi wan re radibû û rûnedinişt, li benda wan dima haya ku semaya xwe diqedand.

Wî kincên bêşerî‘etî qet li xwe nedikir, ew pir zana û çavnas bû, li gotinan guhdarî dikir û dida guhdarîkirin. Bi tevayî, di wê serdemê de yê mîna wî pir kêm bûn. Wî pir qencî û karên baş dikir û li cenga pîroz ya ji bo rizgarîya axa îslamê gelekî miqeyt bû, ji xwe vegirtinên wî jî îzbata vê yekê ye. Wî li pey xwe hivde zaruoyên kurîn hiştibû.[1]

Ji Elî Mihemd Sellabî r. 253 û Qazîesker Behaedîn Ibn Şeddad

Ji bo destpêka Dewleta Eyûbîyan, 3 tarîxên cuda:

Sala 564/1169an ku Selahedîn bûbû wezîrê xelîfeyê fatimîyan Adid

Sala 567/1171ê ku li ser navê xelîfeyê ebasîyan xutbe hat xwendiin û xelîfetîya fatimîyan bi dawî hat

Sala 569/1171ê ku nûredîn mir û xelêfeyê ebasî jî di 570/1175an de ew nas kir.

Elî Mihemd Sellabî jî li ser taybetmendîyên/xesletên wî weha dibêje:

Xûyên Selahedîn: Selahedîn ji hêla exlaqî ve jî şexsîyetekî mezin bû ku bi saya vî xûyê xwe yê hêja yê taybetî gelek amancên xwe anîne cih. Ew bi dilêrî, qencîkarî, camêrî, xweşmêrî, merdî/comerdî, şahsiwarî, wefakarî, misamehekarî/xweşbînî, helîmî/milahîmî, dadmendî/ adilî, bexşendeyî, himetbilindî, têkoşerî, aramî, zanînperwerî, nevspiçûkî û dilnizmîyê navdar bû; herweha wî ji cihadê/tekoşînê pir hez dikir, bergîdana hemî karê xwe ji Xwedê dipa.

Li ser van taybetmendîyan Qazî Behaedîn ibn Şedadê qazîesker û nivîskarê wî jî di kitêba xwe ya ku li ser Selahedîn nivîsîye (Sîret Selahedîn/en Newadir es-Siltanîye fî Mehasin el-Yûsufîye) de weha dibêje:

Bawerîya wî: ew xwedîyê bawerîyeke xurt î qewî bû ku herdem Xwedê bibîr dianî û agahdarîyên xwe yên dînî ji zanayên mezin, rêşînasên/mirşidên serwext û hiqûqnasên /şerîetmedarên şareza yên mîna Qutbedîn Nîsabûrî ku jê re li ser bawerîyê nivîsî bû û bîrewerên weha werdigirt.

Nimêja wî: wî nimêja xwe timî bi cemaet dikir û sinet û şevnimêjên xwe qet kêm nedikir heta di nexweşêya xwe de jî ew dianîn cih.

Zekata wî: Heya wefata xwe jî bi qasî ku zekat lê bikeve mal li cem xwe kom nekir û çi malê ku jê re dihat jî ku gelekî pir bû, hemî li feqîr, zana û rêwîyan belav dikir. Tu kesê ku jê xwestibe û wî ew vale vegerandibe nîne û çi zana û alimên ku lê qesidî bin (ku bi rastî jî gelek bûn çunkî herkesî qesta wî dikir), wî ew bê perû û dîyarî ji cem xwe dernexistine. Digel ewqas malê ku jê re dihat jî gava wefat kirîye di gencîneya wî de ji 47 dirhemên (Nasirî) û çarîkek zêr/dendikek zêr pê ve ne milk, ne mal, ne xanî, ne aqar, ne bostan, ne gund, ne mezra tu tişt jê re nemabû.[2]

Rojî: Ji bilî wextê nexweşîna wî, rojîya wî lê neçûye, vê dewîyê piştî fetha Qudsê bi çespandina Qazî Fazil û dû re jî dema Fazil ne amade bû bi ya Ibn Şedad yên ku lê çûbûn jî qeza dikir û heya dema wefata xwe lê didomand.

Hec: Wî herdem dixwest ku here hecê, bi taybetî jî sala ku tê de wefat kir dest bi amadeyiyan jî kir, lê jê re dereng ma çunkî yên mîna wî diva ku bi hêzeke taybetî û bi dilêndêzeke mezin ve bi rêketa, bexdayê û derûdoran jî hemî pêagahdar bikira. Ji ber vê jî ji bo sala din bi paş ve da, lê mixabin ku wefat kir û negiha sala din.

Xwendina Quranê:

Wî pir ji xwendna Quranê û guhdarîkirina lê hez dikir û dixwest ku quranxwînê ku jê re bixwîne yekî zana yî şarezayê bi xwendin û jiberkirin û manekirina Quranê bûya. Ew yekî dilzîz û xuynerm bû ku gava Quran li cem dihat xwendin ew lê hûr kûr dibû û stêrk ji çavên wî diherikîn.

Guhdarîya Hedîsê:

Wî pir dixwest ku ji Hedîszanekî şareza û serwext li hedîsê guhdarî bike, ger wî navê hedîszanekî baş bibihîsta ew vedixwend cem xwe û bi civat û zaroyên xwe pêkve lê guhdarî dikir û qedrekî baş dida wî kesê hedîsxwên. Herweha wî bi xwe jî gelek caran hedîs dixwendin û ji xwendina hedîsan hez jî dikir.

Bawerî û ewlemendîya/nîyetpakîya wî bi Xwedê

Selahedîn xwedî bawerîyeke xurt bû û ewlemendê bi Xwedê bû, ji ber vê jî çi gava ku di kete tengasîyê hawara xwe digihand Xwedayê xwe û radibû desmêj digirt, nimêj dikir, bi xwedê ve zarî û lava dikir û dikir gazî, digirîya û dû re îstîxare dikir.

Dadmendîya wî:

Selahedîn merivekî pir dadmend bû û bi edaleta xwe navdar bû, ew bi rehm û bi şefqet/mihrîvan û dilovan bû û herdem li dijî xurtan li kêlaka qelsan bû. Wî her heftî du rojan, rojên duşem û pêncşeman bi koma hiqûqnas, qazî û zanayên xwe ve civata dadê datanî û derî ji her dozdarî re çi mezin, çi piçûk, çi pîr, çi can, çi pîrek çi zilam, çi misilman çi ne misilman ji hemî kesî re vedikir û li derdê hemî kesî guhdarî dikir û li gor şerîet û hiqûqê heya jê dihat derdê xelkê çareser dikir û zordarîyê ji holê radikir.

Wî ev civat di dema ceng û rêwîtîyê de û di dema aramî û aştîyê tev de datanî û bi bihnfireyî li gelş û derdên hemî kesî bêcudayî yek bi yek guhdarî dikir. Wî tu carî ji ber kar û şolên pir yên dewlet û cengê yan jî zahfîya karûbarê din kêmasî nedixist guhdarîkirin û çareserkirina derd û pirsên xelkê û herdem giringî dida hemî gelş yan jî hêvî û daxwazîyên hemî kesî û wî  tu dozdarî û tu mihtacî vale venedigerand.

Wî di dadwerîya xwe de tu firq nedixist navbera xwe û yekî feqîr, yan bira, birazî, kur, serdar, malbata xwe û dozdarekî/dawedarekî belengaz yan jî biyanî û li ber dadê bi hemîyan re heman miamele û tevgerê dikir.[3]

Herweha çi dema ku li Misrê hat ser hikim be û çi jî dû re be, wî ji bo debara xelkê hêsatir bike gelek bacan ji misilman û nemisilmanan (mîna qiptiyên Misrê û yên din) rakir, çawa ku geştîvan/seyyah ibn Cibeyr jî dîyar dike gelek bacên ku dewleta Fatimî danîbû ser misrîyan mîna baca kirînûfirotinê, ya ser vexwarina ava çemê Nîlê, ya ku ji bo feqîrên Mekke û Medîneyê ji xelkê dihat sitandi jî hemî rakir.[4]

Camêrî/comerdîya wî

Jixwe merdî û camêrîya wî ji nivîsîn û salixdanê zêdetir e, lê em hinek balê bikêşin ser wê jî. Me li jor behsa mîrata wî kir ku digel ewqas dewlemendî û hatinîya ku jê re ji her hêlê ve dihat, dema wefata wî di xezîneya wî de bi tenê çel û heft dirhemên Nasirî û dendikek/çarîkek mabû, ji van pê ve tu tişt jê re nemabû.

Ji xwe kî çi jê bixwesta na nedikir û didayê weke nimûne:

– Gava ew çû ser Amedê û ew vegirt Ibn Qerearslan ew jê xwest ku bi mîrgehhî bidê wî jî rabû ew dayê.

– Ewqas mal jê re dihat jî lê gelek caran weha dibû ku têra mesrefê delegasyonê jî di xezîneya wî de nedima.

Wî hem di dema tengasîyê û hem jî di ya firehîyê tev de mal dida, qencî dikir û tu xwestekî vale vendigerand. Xeznedarên wî gelek caran mal jê diveşartin ji bo pêwîstîyeke ji nedî ve ku jê re lazim bibuya, çunkî zanibûn ku çi gava bi hebûna mal bi hisiya dê belav bikira.

Wî carê digot: “Lî cem hinekan mal mîna xwelîyê bêqîmet e” ku mebesta wî ew bi xwe bû. Wî herdem ji tibaba ku jê dihat xwstin zêdetir dida û kesekî ku çend caran bihata jî û hercarê zêdetir jî bixwesta wî nedida rûyê wî û ne digot: “Ev çend car in tu dixwazî”, yan jî “Tu çima ewqas zêde dixazî?” Piranîya name û belgeyên xwestin û dana mal min (Ibn Şedad) dinivîsî û gelek caran weha dibû ku min ji ber xwestina wan ya zahf ve şerm dikir.[5]

Îmad el-Katib Îsfehanî jî li ser camêrî û merdîya wî weha dibêje

“Selahedîn hebûna jî û tinebûna jî dida, ger mal tinebûna soz dida û dema mal çêdibû û dihat ji sozê ku dabû zêdetir dida. Wî tu carî tu xwestekî vale venegerandîye û ger ku tunebûya jî bi wan re xweşbêş û henekan dikir mîna ku ji bo deynê ser xwe ji wan muhletê bixwaze û gava mal dihat jî zêdetir dida wan.[6] Wî ji bo hespên ku di cengê de birîndar dibûn yan jî dihatin kuştin jî pere dida xwedîyên wan û yê ku bê hesp bihata jî hesp didayê û ku hazir tunebûya jî soz didayê ku dê bidê. Digel ewqas malê pir ku jê re dihat jî tu carî malê wî têra ku zikat lê bikeve li cem wî kom nedibû, çawa dihat wisa jî diçû, çunkî wî malê xwe hemî dikir xêr û xêrat”.[7]

Mêrxasîya wî

Selahedîn pir mêrxas, xweşmêr, bi heybet, bi sebir, bêtirs, dilêr, berxwedêr û xwedî xuy û karakterekî xurt î qewî bû û ji tu kesî neditirsîya û çavên xwe ji melkemot nediniqand. Wî di destpêka zivistanê de destûr dida sipahê û bi hêzeke hindik li pêşberî leşkerê xaçîyan yên pir radiwestîya. Ew di cengan de ger em nêzîkî dijmin bûna, ew rojê carek yan ducaran derdiket û diçû li dora dijmin digerîya û gava ceng dijwar dibû jî hingê ew di navbera rêzên cengê de digerîya û leşker rast û çep han dida, telpên leşker bi rêkdixist û wan berbipêş ve tam dida yan jî ger pêwîst bûya, radiwestan.

Wî tu carî dijmin li pêşberî xwe pir nedidît û li ber çavên xwe ew mezin nedikirin, lê digel vê jî ew herdem xwedî tevdîr û tertîb bû. Gava misilman di roja cenga mezin ya Merca Ekayê de digel navend û peyadeyên xwe tev de şikestin û bando û ala jî hemî ketin hingê wî bi çend kesên hindik nigê xwe da erdê heya ku giha çîya û gazî leşker kir, nav di wan da, ew dan şermê heya ku hêzên îslamê zivirîn, li hev civîyan û zor dan dijmin ku wê rojê zora neyar birin û nêzîkî hefthezar şerkarên wan kuştin.[8]

Giringîdana wî ya cihadê/têkoşînê

Selahedîn giringîyeke pir dida tekoşîna dijî firengan da pêşî navendên pîroz, welatê kurdan û dû re jî hemî axa welatên îslamê rizgar bike. Ger yek sond bixwe û bibêje ku “Ji roja hatîye ser desthilatê û dest bi cihad û têkoşîna rizgarîya welatên îslamê kirîye, wî jê pê ve li tu tiştên din pere xerc nekirîye” dê rast be. Bi rastî hezkirina têkoşîn û cihadê li cem wî di ser hertiştî re bûye ku herdem cîhad di xewn û xeyalên wî de bû, ewqas ku wî ji bo têkoşîn û cîhadê dest ji malbata xwe, malê xwe, zaroyên xwe, welatê xwe, cihwarê xwe û bajar û deverên xwe yên din berda û hemî jîyana xwe di bin kon û çadirên ku li ber bayê rast û çep li hewa dibûn, derbas kir û jiyaneke bi aramî yî xweş û hêsa di nav malbat û zarokên xwe de nebihurand. Ji bilî xwe wî hem zarok û malbata xwe û hem jî derûdorên xwe hemî herdem teşwîqî ser têkoşîn û cîhadê dikir.[9]

Milahîmî û helîmîya wî

Selahedîn pir milahîm û helîm bû, gelekî bexşende û efûkar bû, xwedî xuyekî xweş û li himber xerabîyan jî bi aram û bi sebir bû, kêmsîyên heval û ogir û derûdorên xwe nedida rûyê wan û nîşan nedida. Carekê xizmetkarên wî solên xwe diavêtin hev ku yek nizîkî wî jî ket, lê ew bi wan re nexeyidî û li eynê xwe dananî û berê xwe neda wan.

Hespê qazî Şehabedîn carekê li Merc ´Uyûnê bi ser yê wî ve çûye û cih lê teng jî kirîye ta ku ew tirsîya ku hespê wî Siltan biêşîne jî lê ew her bişirî ye û weke ku tiştek nebûbe tev gerîyaye. Carekê jî du keseyên zêr ji xezîneyê hatibû dizîn û di cihê wan de du keseyên pera hatibû danîn, wî ji bilî ku fermana anîna zêran li wan kir pê ve tu ceza neda wan.[10]

Di şerê Yafayê de gava hespê neyarê wî yê dijwar Riçardê dilşêr dikeve û ew peya dimîne hingê Selahedîn yan jî bi emrê wî Melik Adil jê re hesp dişîne ku ev yek bûye nimûneya şahsiwarî û xweşmêrîyê li nav temamê firengan û li cem lêkolîner û nivîskarên ewrûpayî. Herweha di heman cengê de gava leşkerê Rîçard hemî çûye ser Qeyserîyê û Selahedîn jî li pey wan çûye ku bibîne ka leşkerê wî di çi halî de ye û dû re dagerîya û dîtiye ku wa Riçard bi hêzeke hindik ve li wê derê ye, lê hêza kurdan ya xurt qet neçûye ser û rawestîyaye lê dinihêre. Gava ew ji wan re vê yekê dibêje hingê serdarekî kurd yê sereke dibêje: “Te mîrgeh û mal daye kê bila ew şer bikin” û xwe qet nalibitînin. Ew aciz dibe û radibe konê xwe ji wê derê radike û dibe li dûrî wan datîne, lê gava mêweyê taze ji wan re tê ew wan vedixwîne ser sifra fêkî. Îcar çendî ku ew bi tirs diçin dibên qey dê wan ceza bike jî lê ew qet ji wan deng nake û wan efû dike.[11]

Herweha di dema dijminîya Rîçard ya herî dijwar û xedarîya wî de ku bi destê wî biketa dê hêzên Selahedîn hofir bikirina û herderî bi serê wan ve bianîna xwarê jî lê digel vê jî gava ew nexweş ketîye Selahedîn şehsiwarî û xweşmêrîya xwe nîşan daye û rabûye jê re bizişkê /hekîmê xwe şandîye û pê re jî berf û şerbeta berfê rêkirîye.

Parastina rûmetê û şerefê û terbîyeya wî

Ibn Şedad diyar dike ku Selahedîn siltanekî pir bi rûmet, qencîxwaz û xwedî terbîyeyeke kêmhempa bû, ew pir bi şerm û bi hurmet bû. Mêvanên xwe û delegasyonên ku dihatin cem, çendî ku dijmin bûna jî xweş pêşwazî dikir, ew ewçend mêvanperwer bû ku tu mêvanên xwe bê xwarin bernedida û li ser daxwazîyên wan sozê ku dida wan jî timî dianî cih. Li Nasirîyeyê dema kontê/mîrê Seydayê hat cem, min dît ku qedrê wî girt, qencî pê re kir, pê re xwarin xwar û paşê ew vexwend ser îslamê.

Çi şêx û zana, şareza û rewşenbîrên ku diçûn û dihatin cem, wî qencî bi wan re dikir û qedrê wan pir digirt, wî herdem em hişyar dikirin da kîja zana û şarezayên ku qesta wî bikin em wan derxin hizûra wî da dîyarî bide wan û qencî bi wan re bike. Îcar carekê mitesewif, zana  û şarezayekî mezin ku çûbû hecê û ji wê derê xwestibû ku were Qudsê jî bibîne, gava hatibû karên qenc ku Selahedîn li Qudsê kiribû, dîtibû xwestibû wî jî bibîne. Min ew bir cem, Siltan pir qedir dayê û xweş ew pêşwazî kir, dû re ew bi şev li ba min ma û serê sibê rabû çû. Çend roj piştre Siltan pirsa wî ji min kir min jî got: “Wî xatir ji min xwest û çû”, bêguman siltan li zora xwe anî ku çawa min hiştîye ew bê xebera wî û bê ku qencîyekê pê re bike, here, ez bêgav mam min rabû nameyek ji Qazîyê Şamê Mihyedîn re şand û dîyar kir ku Siltan  dixwaze wî bibîne. Wî ew careke din zivirand Qudsê cem Siltan ku wî jî ew xweş pêşwazî kir, demekê li cem xwe hişt û dû re cibe û hespekî dayê, ji bo malabat, meriv û cînarên wî gelek kinc jê re dîyarî kirin û tibabek jî dirav danê.[12]

Spêdeyekê jî nebetdar bi jineke ku pir ditirsîya, digirîya û li singa xwe dixist ve derket hizûra Siltan û jê re got: “Dizên misilmanan bi şev hatine bin konê me û qîza min dizîne birine”. Gava vê yekê jê re got dilê wî lê şewitî, gunehê wî pê hat û stêrk ji çavên wî barîyan; di cih de ferman kir ku herin bazara dîlan û keçikê peyda kin. Dema wê tifalê li bazarê dîtin û bi yê ku ew ji dizan kirîbû ve anîn, Siltan rabû perên mêrik danê û keçikê da dîya wê – – .[13]

Sebr û semaxa wî û bergîdana wê ji Xwedê

Siltan Selahedîn merivekî pir bisebir û bisemax bû ku xwe li ber tahlî û tengîyan, li ber tade û ezîyetê, li ber musîbet û bobelatan û ezîyeta ceng û têkoşîna rizgarîya axa welatên îslamê ya pîroz pir di ber xwe dida û xwe li ber her zorî û renc û azaran radigirt.

Carekê li Merca Ekeyê ew ji ber kunêr û pizirkên ku ji navikê û berjêr di canê wî de derketibûn pir nexweş bû û nikaribû li cihê xwe rûnê. Digel vê jî ew ji serê sibê heya êvarê li ser pişta hespê li enîya şer di nav telpên leşker de digerîya û gava Îbn Şedad û yên ku pê dizanibûn lê şaşmayî diman û jê dipirsîn ka ew çawa diqedîne û debar dike, wî digot: “Gava ew siwar dibe êşa wan radiweste heya ku careke din peya dibe”.

Dîsa di wê demê de ku nexweşîya wî giran bûbû û nikaribû ji Xerûbeyê biçûya Tilhecilê û fireng jî bi vê yekê hisîyabûn û fikirîbûn ku ji vê nexweşîya wî fêde werbigirin û êrîşî ser wan kiribûn. Ew çûbûne wan û hilkişîyabûn heya gihabûn bîrên binê gir ku hingê Siltan di cih de fermana amadekarîyên cengê dabû.  Wî ji bo nexweşîya Îmadedîn Zengî destûr dabûyê ku neçe şer, lê ew bi wê êşa xwe ve li hespê siwar bûbû û leşker xistibû pergala cengê. Wî Melik Adil li hêla rastê bi cih kir, Melik Teqyedîn jî li hêla Çepê û Melik Zahir û Melik Efdel jî xistibû navendê û wî bi xwe jî dabû pey wan, ew her carê bi qasî saetekê li dora wan digerîya, diket nav wan ew han didan û gava diwestîya qasekî rûdinişt, bi destmalekê sî li ser xwe çêdikir, xwe hêsa dikir û dîsa radibû dikete nav rêza cengê.

Herweha dema nameya mirina kurê wî yê xame/balix Îsmaîl jî jê re hat wî veşart û ji kesî re negot ta ku Ibn Şeddad û yên din ji hinekî din pê hisîyan, lê wî semax kir û ji bilî ku dema nameyê xwend stêrk ji çavên wî hatin, tu tiştî nîşan neda û axîn û oxîn.[14]

Wefadarî û sozdarîya wî

Selahedîn pir wefadar bû ku tu carî qencîyê jibîr nedikir û miheqeq ewêzîya wê vedigerand çawa ku pir xwedî li sozê xwe jî derdiket û çi sozê ku dabûya hemin dianî cih, çendî ku bi çiqasî li ser mal bibûya jî sozê ku bida nedişikand.

Piştî vegirtina Qudsê di nav yên ku dê ji Qudsê biçûna de keşeyê wê jî hebû ku dema derketinê pê re malekî pir û gelek zêr û zeger û gewherên giranbiha hebûn, wî hemî bi xwe re derxist bir Sûrê.

Gelek mîrek û serdarên wî nexwestin ku bi ewqas mal ve here û vê yekê ji Siltan re îma jî kirin, lê Selahedîn soz dabû wan ku ji fîdya serê wan pê ve tu tiştên din ji wan nestîne û rabû li ser sozê xwe ma ew berda û bi wî û gelekên ku fidyeyên xwe dabûn re jî ji bo ewleyîya wan heya bigihên Sûrê ku ewlegeha wan bû, qerewil/mihafiz şandin da wan saxlem bigihînin cihên wan. Wî bi hezaran kesên ku nikaribûn fidyeya xwe bidana jî bê fidye berda û di bin ewleyîyê de şand Sûrê, yan jî ku dera ku dixwestin herinê[15]

Nefspiçûkî û dilnizmîya wî

Siltan Selahedîn yekî nefspiçûk, xerîbdost, hevpar û hemderdkêşê merivan û dostê dostê xwe bû, dilnizim û ne pozbilind bû ku xwe ne li ser hevalên xwe û ne jî li ser tu kesî mezin nedikir. Kêmasîyên hevalên xwe nedida rûyê wan û zû hêrs nedibû, li pey tu kesî ji wan xeber nedida û paşgotinîya kesî nedikir. Ew yekî devpak û paqij bû ku gotinên xerab ji devê wî dernediketin û çêr, siqêf û xeber nedigotin kesî.

Ew pêşewayekî mezin û ji der û dorên xwe re mînak bû ku gava pêwîtbûya ku karek/tiştek bihata kirin, serê pêşî wî dikir dû re dida kirin; bi herkesî re çi xas çi am xweşbaz û xweşbext bû, li kesî zorê nedikir û karê xwe bi xweşî dida kirin ne bi tirsê ku ji ber vê jî herkesî bazdida ber xizmeta wî. Çi di dema avakirina dîwarê sûra Qudsê de be û çi jî di dema xerakirina sûra Esqelan de be serê pêşî wî dest bi kişandina keviran kir ku di pey de hê fiqihnas, dewlemend, pismam û qelsan jî dest pê kirin.

Ew merivekî xuyxweş, gelberîxweş û pêwendîçêker bû, ew serwextê bi nesebên ereb û bûyer û serpêhatîyên wan bû, ji tevger û rewşa wan û yên din baş agahdar bû, ew şarezayê bi hespan bû bi taybetî jî cisnê yên ereb û yên din û haya wî ji kêmpeyda û niwazişên/xarîqeyên cîhanê baş hebû ku kesên hizûra wî jê fêr dibûn[16]

Hezkirina wî ji Zana û şarezayan

Siltan Selahedîn  pir ji zana û aliman bi taybetî jî yên mezin î dersdar hiz dikir û qîmet dida wan, çawa ku ji her cûre xwendin û zanînê jî hez dikir ku loma li her deverê ku vedigirt ji bilî av avedanîyên weha miqeyt bûn. Mînak: Medreseya Selahî, Medreseya Henîfîyan, Medreseya Hiseynî ya Meşhedê, Medreseya Fazilî, Medreseya Hedîsê ya Kemalî, Medreseya Salihîye. Herweha li Feyyûma Misrê Melik Tiqyeddîn du medrese ava kirin yek ji bo malikîyan û yek jî ji bo şafîyan ku Selahedîn jî li Îskenderiyeyê medreseya şafî´iyan ava kiribû. Ibn cibeyr gava diçe Misrê diyar dike ku Şanazîya vî welatî du tiştin: medrese û tekye/dergah ku bi saya wan zanîn û şarezayî û ilm û irfan belav dibin. Tiştê ku Ibn Cibeyr şaşmayî hiştîye ew bû ku Qerafe hemî mizgeft û medrese û avayî bûn ku rêwingî/biyanî, zana, qenc, feqîr lê diman û mesrefê hemîyan jî Siltan dida û herweha mesrefê medreseyên Misir û Qahîreyê jî tev wî dide.[17]

Bi kurtî Xwedê hemî cûreyên pesnên baş dabû Siltan Selahedîn û wî jî ew bi awyekî zîrek û rind di warên çak de û di rîya wî de bi kar dianî. Ew Siltanekî himetbilind, alîcenab û rûmetdar bû, ew erbabê çareserkirina gelşan bû, bisporê piroje û pilankarîyê bû, hostayê sewq û îdare/birêkxistin, birêvebirn, şopandin û çavdarîya ser kar bû.[18] Herweha ew yekî dûrbîn, cengawer, rêşînas/rêçenas, di tektîk û sitratejîya cengê de pirşareza bû ku ji bilî têkçûna Remleyê (Mont Gisardê), Eka û Yafayê di hemî cengên xwe yên girîng de serkeftî bû. Dî têkçûna wî ya di van de jî sedemê sereke dudilîya sipaha wî bû û neşikandina dilê serdarên xwe yên ji cengê westîyayî bû ku ji fikr û biryara wan re ya rawestanadina cenga Ekayê di zivistana dijwar de, erê kirbû.

[1] Ibn el Esîr El-Kamil fi t-Tarîx, c.12 r. 95, sal 589/1193

[2] Behaedîn ibn Şedad, Sîret Selahedîn Eyûbî, Dar el-Qelem el-Erebî, Sûrîye/Heleb, 2001, r. 14-10; Elî Mihemed Sellabî,Selahedin Eyyübi ve Kudsün Yeniden Fethi, Ravza Yayınları, Istanbol, 2010, wergera tirkî Şerafettin şahaslan, r. 254-256.

[3] Ji bo nimûneyên van yekan çi li ser wî bi xwe be mîna mehkemeya navbera wî û Emer Xelatî û çi jî li ser birazîyê wî be mîna doza navbera Ibn Zuheyr û Teqyedîn, û yên din be bnr. Ibn Şedad, berhema navdayî (b. n), r.20-22; Sellabî, b. n., r. 260-261.

[4] Sellabî, b. n. r. 261-262.

[5] Ibn Şeddad, b. n., r. 24-25; Sellabî, b. n., r. 264

[6] Sellabî ji Feth el-Qissîya Îmad el-Katib, r. 265,

[7] Sellabî b. n., r. 265

[8] Ibn Şeddad, b. n., 26-27; Sellabî, b. n., 262-263

[9] Ibn Şeddad, b. n., r. 28-29; Sellabî, b. n., r. 266-267

[10] Sellabî, b. n., r. 269

[11] Ibn Şeddad, b. n., r. 37; Sallabî, b. n., 270-271

[12] Ibn Şeddad, b. n., r. 38-39; Sellabî, b. n., 272-273

[13] Ibn Şeddad, b. n., r. 40-41

[14] Ibn Şedad, b. n., r. 30-32; Sellabî, b. n., 276-277

[15] Sellabî, b. n., r.279; Ibn Wasil, Miferec el-Kirûb fî Exbarî Benî Eyûb, Metbe´e Emîrîye, Qahîre, 1957, 2/211.

[16] Ibn Şeddad, b. n., r. 42-43; Sallabî, b. n., 280-281.

[17] Sellabî, b. n., r. 283-289

[18] Sallabî, b. n., r. 281

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev