KURDISTAN DI DEWRANA ZEVTKIRINÊN EREBAN Û TIRK-MONXOLAN DA (sedsalên VII-XI)

KURDISTAN DI DEWRANA ZEVTKIRINÊN EREBAN Û TIRK-MONXOLAN DA (sedsalên VII-XI)

KURDISTAN DI DEWRANA ZEVTKIRINÊN

EREBAN Û TIRK-MONXOLAN DA (sedsalên VII-XI)

Neh sedsalên dîroka kurda, ji sedsala VIIa destpêkirî hetanî sedsala XVa, bi bûyerên sîyasî û serketina va tijene. Pêla êrîşa, ku her tişt ber xwe dibir, ser welatê kurda da barî; bajar, kela, gund kavil û wêran bûn, eşîr dihatine zêrandinê. Zevtkara hewl dida Kurdistanê bikine bin destê xwe, kurda jî bi mêranî ber xwe dan, çand û erf-edetên xwe parastin.

Serkanîyên sereke

Lêkolîna evê dewranê ji bo wê yekê zehmet e, ku çavkanî hindik in, bawerîya me hineka ji wana nayê. Wek mînak, dîroka kurda ya berî sedsala VIIa ya dewrana me, bi xumamê va nixamtî ye, kêm îzbatî bin destê me da hene, lê em zanin, ku qedera kurda bi wan bûyera va kîp girêdayîye, ku li Mesopotamîyayê dibûn û ew war ocaxeke medeniyeta cihanê ye.

Piranîya çavkanîyan bi erebî û farisî (bi kurdî gelekî hindik in) hatine nivîsarê. Bawerbikî (hema bêje) hemû nivîsên di navbera sedsalên VII û XIa da (xudanên wan ji miletên cuda-cuda bûne), bi erebî ne.

Malûmatîyên here kevin derheqa dîroka kurda û Kurdistanê da (ew jî tek-tûk hene) yên sedsala IXa nin. Di nav wan da berhemên gêografî hene, wek yên: Ubeydulleh Îbn Hurdedbey (“Kîtab el-meselik va-l-mamelik”, sala 864/47a), Ahmed el-Yaqûbî (“Kîtab el-bûldan”), Îbn Rusteh (“El-E’la k ûn-nafîse”).

Efrandinên gêografzanên erebîaxêv yên sedsala Xa diha kardar û kêrhatî ne. Derheqa kurda, mentîqe û bajarên kurda da malûmatîyên giranbuha hene di nivîsên Ebû-l-Hesen Elî el-Mesûdî (“Muruc el-zehab ve maedîn el-davahîn”, sal 943; “Kîtab el-teîbih ve-l-îşraf”), kesên faris – Ebû Îsheq Îbrahîm el-Îstahrî (“Kîtab meselîk el-mamelik”, sal 951), Ebû-l-Qasim Îbn Heykel (“Kîtab el-meselik ve-l-mamelik”, sal 978) û Ebû Ebdallah Muhemmed el-Muqedesî (“Ahsan et-teqesîm fi-marîfet elakalîm”, sal 985). Înformasiyona here tam derheqa war û mentîqeyên kurda da, yên bi şirovekirina va, ku derheqa 33 eşîretên kurda yên koçer da nin, em cara pêşin di nivîsên Îbn Heykel û Muqeddesî da rast pê tên.

“Pirtûka rêwîtîyê” ya Nesir-î Xusrew, ku rêwîyekî bi nav û deng bû (sedsala XIa), ji erfandinên bi zimanê farisî yeke here kevnare ye. Di wê da înformasiyonên giranbuha hene derheqa Dîyarbekirê da, li ku di wan dema da Mîrîtîya kurda ya Merwanîya hukum dikir, ku statuya wê hema bêje ya serbixwe hebû. Derheqa cî û warên kurda li Farsê di dema zevtkirinên ereba da, derheqa eşîreta da, ku eskerên here baş ji wan derdiketin, di berhema gêografî ya bi zimanê farisî ya Îbn el-Belxî “Fars-Namê” da (“Pirtûka derhqa Farsê da”, sal 1107) tê şirovekirinê. Ji wan dîroknivîsa, ku berhemên wan da malûmatîyên derheqa dîroka kurda da hene, ev in: Ebû Bekir Ahmed el-Belezûrî (di sala 892 a da mirîye), ku xudanê pirtûka “Kîtab futuh el-bûldan” e; faris Cefer Muhemmed et-Tebarî (838-923), ku “Dîroka pêxembera û padişa” nivîsîye û bûyerên wî derheqa demên hetanî salên 912/13an da nin; Ebû Nasir Mehemmed el-Utbî (961-1036), ku xudanê pirtûka “Kîtab el-yemînî” ye û ew pirtûk derheqa dîroka hukumdarîya Mehmûd Xeznewî da ne (998-1030). Di vê berhemê da derheqa tevbûna kurda di şerê Bûîdîya bi Zîyarîda ra û şerê Mehmûd Xeznewî bi Qerexanîyan ra tê gilîkirinê. Înformasiyona derheqa kurdên Azirbêcanê, derheqa eşîretên kurda yên bi nav û deng celalî û hezbanî da di xebata şeşcilde ya “Kîtab tacarîb el-umam” ya bi esilê xwe va faris Ebû Elî Ahmed Îbn Mîskaweyh da hene (di sala 1030î mirîye).

Çevkanîya here bi qîmet derheqa dîroka gelê kurd da ya dewrana ku em li ser disekinin, – pirtûka “Malûmatîyên tam derheqa dîrokê da” (“El-kamîl fî-t-tarîx”) e, ya Îzzedîn Elî Îbn el-Esîr (1160-1234), ku metran û dîrokzan bû û ji Mêsopotamîya Jorin bû û, wek xuya ye, ew kurd e. Malûmatîyên di pirtûka Îbn el-Esîr da sal bi sal hatine rêzkirinê û bi sala 1231ê va kuta dibe. Xudanê pirtûkê gelek xebatên pêşîyên xwe bi kar anîye, di nav wan da kronîka lokal jî.

Derheqa bûyerên dîroka kurda ya sedsala XIIIa da di pirtûka giranbuha “Berevoka salnivîsarnasîyan” (“Cemîat-tavarîh”), ya dîrokzanê faris yê sedsalên navîn da pir bi nav û deng, Reşîdaddîn Fezlallah Hemedanî da (1247-1318) hene. Di wê pirtûkê da xwesma balkêş e nivîsa derheqa ji alîyê monxola da zevtkirina Kêrmanşahê û Şahrîzûrê.

Yek ji çavkanîyên hewaskar derheqa dîroka kurda da ya sedsalên XII-XIVa da ew pirtûka gêografî û dîrokî ya Hemdallah Mustawfî Qazvînîyê faris e (di sala 1281ê ji diya xwe bûye) ya bi sernavê “Nuzhet el-kulub” (sala 1340) û di wê da derheqa wilayetekê da tê gilîkirinê, ku ji sedsala XIIa destpêkirî navê wê bi resmî Kurdistan e.

Nivîsên derheqa eşîretên kurda da di xebata Şîhabeddîn el-Umerîyê ereb da hene (sala 1348a mirîye), ya bi sernavê “Meselîk el-ebser”. Çavkanîyên ji bo vê pirtûkê ewî ji dokumentên dîwanxana sultanên Misirê hildane, yên ku planên surî amade dikirin himberî îlxanên monxol û wek ku xuya ye, ji bo serketina wan plana kurd roleke mezin dilîstin. Teqîaddîn îbn Nezîr el-Cayş ku di dema el-Umerî da jîye, di pirtûka xwe ya “El-Teskîf” da, ku di sala 1347a nivîsîye, navê 25 serekeşîrên kurda derbaz dibin û dîwanxana Misirê bi wan ra di nav pêwendîyan da bû.

Derheqa hukumdarên Kurdistanê yên ji dawîya sedsala XIVa heta destpêka sedsala XVa da di rûpelên “Pirtûka serketina” (“Zefer-Name”) ya Şerefeddîn Elî Yazdîyê faris da tê gotinê. Di wê da malûmatî hene derheqa wê yekê da, ku hukumdarê Hekarîyê Îzzedîn Şîr di salên 1385/86a da çawa himberî hukumdar Tîmur ber xwe daye.

Di xebata dîrokî ya Kemaleddîn Ebdirezaq Smerkendî (1413-1483) ya bi sernavê “Metla as-sa’ adeyn ve mecme el-bahreyn” da nivîsên giring hene derheqa hukumdarên Bîtlîsê, Hekarîyê, Hesenkeyfê, Xîzanê û mentîqên mayîn da, ku kurd bûne. Eva berhema malûmatîyên nû dide me derheqa pêwendîyên mîrên kurda bi malbeta turkmena ya Qere-Koyunlu ra, ew xebat ji me ra dibe bingeh, ku em derheqa statûya serbixwe ya hukumdarê Bîtlîsê Mîr Şemseddîn îbn Zîyaeddîn da, ku di sedsala XVa da hukum kirîye, xeberdin.

Nivîsên derheqa kurda da herweha di nav xebatên van xudanan da hene: Îbn el-Fatih (sedsala IXa), Abû Dûlaw (sala 943a mirîye), el-Wisame (1095-1188), kronîstên sedsala XIIa ji Cizîrê Îbn el-Ezrak el-Fariqî, Îbn Hellîkan (1211-1282). Lê dîsa jî çavkanîya here sereke derheqa dîroka kurda da ya heta dawîya sedsala XVIa xebata bingehvanê dîroknivîsîya kurda “Şeref-Namê”ya Şeref-xanê Bîtlîsî ye (1543-1604). Qîmetê çavkanîyên “Şeref-Namê”yê ew e, ku ew ne tenê derheqa bûyerên sedsalên XV û XVIa da nin. Şeref-xan Bîtlîsî ku merivekî zane û sîyasetmedarekî aqilmend bû, nonerê torinên (arîstokrat) kurda yên sedsala XVIa bû, pirs danîbû ber xwe, ku cara pêşin derheqa dîroka kurda da berhemeke zanyarî binivîse û ewî malûmatîyên derheqa wê yekê da bi zehmetîke mezin daye hev û nivîsîye. Lê pirsdanîna wî awayî mezin ne karê mirovekî tenê bû, ji ber wê jî piştî çend sedsala dîrokzanê kurd yê bi nav û deng Muhemmed Emîn Zekî (1880-1948) ew karê destpêkirî pêşda bir.

Kurdistan: ax û binecî di sedsalên VII-XVa da

Kurdistan (ango, “welatê kurda”) – bi dîrokî wetenê gelê kurd – hîç cara xwedî koordînatên gêografî yên rasteqîn nîbûye. Şerên bê hejmar, dagîrkirin, mihacirbûna gel gelek cara rewş guhartine. Navê Kurdistan tenê bi êtnîkî ye û tê maneya wê yekê, ku ser wê axê kurd an binecîyên sereke ne, an jî ew li ser wê axê piranî ne.

Navê Kurdistan dereng xuliqîye, di sedsala XIIa da, di dema sultanê sêlcûk Sincar da (1118-1157), û di dema hukumdarîya wî da Kurdistan ew wilayetek bû bi navbenda Behar va, ku dikete bakûr-rohilata Hemedanê. Ew axa di navbera Azirbêcanê û Lûrîstanê bû, Hemedan, Dînewar, Kêrmanşah û Sennê jî di nav da, rohilata zincîra çiyayên Zagros û Şahrîzûr, Hûfîtyan ku dikete bakûrê Zagrosê. Di edebîyatê da ew nav di pirtûka “Cewaî et-Tamrîh”a Reşîdaddîn Fezlellah Hemedanî da tê bîranînê, ku di salên 1310-1311 da xilaz kirîye, yek jî di “Nuzbet el-qulub” da(1), ya Hemdellah Mustewfî Qazvînî da•. (•Di pirtûka Marko Poloyê ji Venesîyayê, ku ewî sala 1298a da nivîsîye, û ew bi xwe di salên 1271-1295a da bi seredan çûye Asîyayê, navê “Kurdistan” an jî “Kardîstan”(2) diha berê, di nav heyşt dewletên Farizistanê da tê bîranînê). Wek xuya ye, navê “Kurdistan” berî sultan Sincar da jî hatîye bikaranînê, lê îzbatîya wê yekê hela bi dest me neketîye.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku navê Kurdistan wek navekî resmî tenê wek perçekî herêma kurda ya êtnîkîyê dihate dîtin, lê ne ku tevaya axa kurda••. (••Li Îranê ji sedsala XVIa destpêkirî, navê Kurdistan tenê hindava herêma Erdelanê, ku paytextê wê Senendec {Sene} bû, dihate bikaranînê. Di sedsala XVIIa da serokatîya Împêratorîya Osmanîyê sê mentîqe kirine nava eyaleta Kurdistanê da: Dêrsim, Mûş û Dîyarbekir. Piştî sê sedsala Îran ma welatê tek-tenê, li ku herêmeke (ostan) bi navê Kurdistan heye). Ew yek gorî berjewandîyên sîyasî yên wan dewleta bûn, ku sal bi sal welatê kurda par-parî kirine. Bin wê perçekirinê da feşkirina navê welatê kurda, bedbextîya dîroka gelê kurd veşartîye.

Di xebatên avtorên ereb da kêm-zêde malûmatî hene derheqa wê yekê da, ku kurd di Xalîfatê da li ku mane. Ereb gava di nivîsên xweda behsa kurda dikin, gotinên Az-Zewzan (ji gotina kurdî -“zozan”) û Cebel el-Ekrad (bi erebî “Çiyayên kurda”) bi kar tînin û qesta wan kurd in. Gotina pêşin di hindava Kurdistana Navbendî da hatîye bikaranînê, lê hinek avtor ew yek ne wek hev fêm dikin.Wek mînak, Muqeddesî Zevzan dihesibîne wek herêmeke Cizîre-îbn-Omerê, Îbn el-Esîr dinivîse, ku ew war ji Mûsilê rîya du sehetan e, û diçe dighîje heta sînorên Hîlatê (Ehlatê), lê di alîyê Azirbêcanê da digihîşte heta Salmasê. Yaqût derheqa Zevzanê da wa dinivîse: “Herêmeke pir mezine di navbera çîyayên Ermenîstanê, Hîlatê, Azirbêcanê, Dîyar Bekirê û Mûsilê da”.

Sînorên mentîqa ku dihate binavkirinê “El-Cebal el-Ekrad”, ewqas tevlihev bûn, çiqas ku yên Zevzanê. El-Umerî “welatê çiya”, ku kurd lê diman, ew war dihesibîne, ku dikeve di navbera Hemedanê û Kîlîkîyayê da. Ji wan navên jorgotî tu yek ne dikete di nav wan herêma da, ku kurd lê piranî bûn. Lê dîsa jî, sînorê, ku herêma welatê kurda jê destpê dibe, di edebîyata erebî ya dîrokî û gêografî da, yên di dewrana Xelîfatê da, zelal xuya dikin. Bingeha îzbatîya wê yekê, ku ew ax ya êtnosa kurda ne, nisba El-Kurdî ye û ew yek di rûpelên wan nivîsan da jî hene, li ku navên kurdên bi nav û deng derbaz dibin. Hinek ji wana ev in: bingehvanê Mîrîtîya Merwanîya Bed el-Kurdî, serleşkerê Hesenweyha – Hesenweyh îbn el-Kurdî, serekeşîrê êla hezbanîya Seqwîya el-Kurdî, serekbajarê Merendê Îsme el-Kurdî, hukumdarê Îsfahanê Ebdillah îbn Îbrahîm el-Kurdî, merivê di sedsala Xa da gelekî meşûr Deysam îbn Îbrahîm el-Kurdî, ku diravên bi navê wî hebûn.

Di dewrana Xelîfatê da usa anîne serê axa Kurdistanê ya êtno-kulturîyê, çawa ku di dema Împêratorîya Sasanî da anîbûne sêrî. Perçên axa kurda yên roavayê û bakur ketine di nav axa Cizîrê da (Mêsopotamîya Jorîn), Ermenîstanê û Azirbêcanê, perçên başûr û rohilatê ketine di nav axa Îraqê (Îraqa Erebîyê) û Cîbalê da.

Cîbal, ku çîyayên wê diçûn digihîştine hetanî bestên Mêsopotamîya Jêrin, lê ji rohilatê da jî digihîştine hetanî sînorên Berîstana Mezin, di pirtûka el-Yaqûbî da hatîye binavkirinê wek “mala kurda”(3), û ev yek gelekî balkêş e. Di rastîyê da, nîvê “mala kurda” dikete di nav sînorên Cîbalê da, ew jî ew herêm bûn, ku piştî sedsala XIIa ketine bin bandûra Mîrîtîya Benî Erdelanê û navê wê axê bû Kurdistana Erdelanê, an jî Kurdistana Başûr-Rohilatê, lê dîsa jî ew war bû navbendeke here giring bona pêşketin û hevgirtina êtnosa kurda(4). Sultan Sencar li sedsala XIIa ji bo birazîyê xwe ji Cîbalê perçê roavayê qut kir, Bahar kire paytextê wî perçeyî û ew war pişt ra hate binavkirinê wek Kurdistan.

Ji demên here kevnare, warê ku binecîyên wî xurû kurd bûne – ew Şahrîzûr e (herêma deştî ya berbi başûr-roava çîyayên Hewremanê). Di pirtûka Îbn Hewqal da navê bajarê Şahrîzûrê derbaz dibe, ku dor-derê wî sûrkirî bûye. Binecîyên bajêr kurd bûne û Îbn Hewqal navê eşîrên wan dide rêzê û eynî eşîr di wê herêma mezin da jî hebûne. Bi gotina Yaqût, binecîyên Şahrîzûrê bi mêrxasî û mêlkêşîya berbi serhildana va berbiçav diketin û di salên 40î yên sedsala VIIa da ereb rastî berxwedaneke xurt hatin. Malûmatîyên çavkanîyan îzinê didine me em bêne ser wê bawerîyê, ku binecîyên Şahrîzûrê ne ketine bin hukumê Xalîfatê û teslîm nebûne.

Îbn Muhelhel di sedsala Xa da qala gelek gund û bajarên Şahrîzûrê dike(5). Binecîyên herêmê di dewrana Îbn Muhelhel da 60 hezar kes bûne, lê bajarê Şahrîzûrê hetanî sedsala XVIa gulvedayî bû û binecîyên wî kurd bûn. Derheqa vê yekê da Hemdallah Mustewfî Qazwînî dinivîse. Di pirtûka V.Kînê ya fûndamêntal da Şahrîzûr hatîye binavkirinê wek paytextê Kurdistanê(6).

Gorî malûmatîyên Qazwînî, piranîya binecîyên Nehawandê kurd bûne, ku bajarekî herêma Cîbalê yê herî mezin bû û di dema xwe da navbenda Mîdîya kevnare bûye.

Di navbera Dînawerê û Meharê da, ku sî çiyayên bilind tu dibêjî qey ew rapêçane, bajarê Sîsar (“Sî gir”) bû, ku derheqa wî da gêografê ereb bi bîr tîne(7). Bi bawerîya Le Strenc, dewsa wî bajarî di sedsala XVIIa da paytextê Mîrîtîya Erdelanê – Senne an jî Senendec hatîye çêkirinê. Binecîyên wê herêmê, wek ku Şahrîzûra cînar, hema bêje nûnerên miletekî bûne. Bajarê Sîsar di dema hukumdarîya xelîf Mehdî da (775-785) hatibû çêkirinê, ji bo ku bikaribin li wir eskera xwedî bikin seba bi binecîyên herêmê yên kurd ra bikevine nava pêwendîyan.

Bi gotina El-Yaqûbî, kurd di dema hukumdarîya xelîf Omer îbn el-Hettab da (634-644) di du bajarên Cîbalê yên sereke – li Hulwanê û Karmesînê (Kêrmanşahê) da- piranî bûn. Hulwan di sala 637a da himberî derbên eskerên ereb bi xurtî ber xwe da, û piştî çend sala sitar da padşayê Sasanîya yê dawî, li wî xwedî derket. Bi bawerîya A.P.Poladyan, di mentîqa Hulwanê da di navbera ereba û kurda da pevçûnên pêşin qewimîn. Kurdên Hulwanê, wek ku yên Şahrîzûrê, bi mêranîya xweva berbiçav diketin û gelek cara serhildan tevrakirine. Dema ku di salên 685/86a da Saad îbn Huseyn el-Yeman kirine hukumdarê Hulwanê, soz dabûnê, ku wê her sal bona wê yekê hezar derhemî bidine wî, eger ew bikaribe gema kurda bikişîne, ew di bin bandûra xwe da xwey bike. Di sedsala IXa da Hulwanê da îdî ereb, faris, kurd diman, lê piştî çar sedsala bi hinek malûmatîyan ew bajar bûbû kelefe, bi hinek malûmatîyên mayîn, ew bajar ji binecîyan xalî bûbû. Qedera Karmesînê-Kêrmanşahê lap teherekî mayîn bû. Wek xuya ye, ew bûbû navbenda herêmê û di dema Sêlcûkîya da navê wê Kurdistan bû.

Di bakur-rohilata Karmesînê-Kêrmanşahê da bajarê Dînawerê bû, ku paşdemê da bû peytextê Mîrîtîya kurda ya Hesenweyda, ku hela di sedsala XIVa da gulvedayî bû, lê piştî êrîşkirinên Tîmûr ew kavil û wêran bû.

Di perçê bakur yê mentîqa Cîbalê, ku dikete roava Qazwînê û bakurê Hemedanê û ew war dervayî sînorên Kurdistanê bûn, du bajarên kurda hebûn – Suhreward û Ebher. Suhrewarda ku bi sûra hatibû dorgirtinê, bi gotina Îbn Xewkal, wek Şahrîzûrê, bajarekî mezin bû. Di dema Hemdallah Mustewvî Qazwînî da kemala wî bajarî mezin bû, lê paşdemê da ew jî kavil û wêran bû û bû kelefe. Gorî serkanîyê, der-dorê Ebharê hemû erdê ekindar û bereket bûn û piranî jî zevîyên nên bûn.

Navbend û bakur-roava “nîvmeha kurda”• (•Axa Kurdistanê, ku ji bakur-roavayê destpê dibû û diçû digihîşte hetanî başûr-rohilatê, himberî hîva nîvmehê dikirin) di mentîqa Cizîrê (tê maneya “girav” an jî “ade”), di Mêsopotamîya Jorîn da bû. Ji bo wê giravê di navbera Xalîfatê û Vîzantîyê da timê şer derdiket, gelek cara ji destekî derbazî destekî mayîn dibû(8), ji ber wê jî binecîyên wî pirmilet bûn. Li Dîyarbekirê (Ameda berê) zimanê erebî, farisî, ermenî, tirkî û kurdî dihatine bihîstinê, lê di dawîya sedsala XVa da piranîya binecîyên musulman kurd bûn. Dîyarbekir herêmeke rêj û dewlemend bû, besta ku dikeve rohilata Meyafarqînê hetanî niha jî tê hesibandinê wek dilê Tirkîyê(9).

Di dawîya sedsala XVa riya tranzîtê ya ji bona firotana hevirmiş, ku ji mentîqên Rexkaspîyê dianîn û dibirine bazarên navnetewî yên Helebê, ji Dîyarbekirê derbaz dibû. Ji ber wê faktora giring bû, ku li wê herêmê rewşa aborî xweş bû. Eger em cîyê wî yê stratêgîyê jî bidne ber çeva, emê hêja fêm bikin, ku ji bo çi eşîrên kurd û ne kurd xwe li Dîyarbekirê digirtin û hewl didan li wir bijîn. Hukumdarên Kurdistanê yên pêşin, ku bi gotina Şeref-xan Bîtlîsî “dîrokzan ji wan ra dibêjin padişa”, di pirtûka “Şeref-Namê” da têne binavkirinê Mîrên Dîyarbekirê û Cizîrê, an jî yên Merwanîya.

Navbendeke kurda ya here giring – ew Cizîr bû, an jî Cizîra Botan, ku perçekî mentîqa Xalîfatê bû û navê wê jî eynî bû. Cizîra Botan ji alîyê kurdan da wek welatê eşîra botan, wek “Paşalixîya Botanîya ya kevnare”(10) dihate qebûlkirinê; di xerîtên kevnare da: IMPERIUM BOHTANORUM.

Bohtî – ew navê eşîreke kurda ya kevnare ye, ku ji destpêka êtnosa kurda da hebûye. Ew nav di navê Mîrîtîya Bohtan (bi kurdî – Botan) da heye, di navê çemê Bohtan-sû da heye, ku perçekî Diclê ye. Bi bawerîya V.P.Nîkîtîn(11), hema li vir – li ber kenarê Tavra Başûr û herêmên ku dikevine ser milê Dicleyê yê çepê, gerekê li ocaxa kurd ya esasî bigerin û ev yek di pirtûka “Şeref-Namê” da jî derbaz dibe. Bi gotina gotîya, hemû eşîrên kurda ji Boht û Becanê birayên hev xuliqîne, ku ew jî serekeşîrên bohtîya û becnewîya bûne. Bi gotina Şeref-xan Bîtlîsî, Boht û bohtî li Cizîrê man û bingeh girtin, lê becn û becnewî çûne berbi bakur-roavayê, berbi Dicleyê, û li wir kela Hîsn Keyf (Hesenkeyf) çêkirin.

Li başûr-rohilata Bohtanê, li bakur û bakur-rohilata besta Mûsilê – Behdînan bû, axa Malbeta Behdînan, an jî Mîrîtîya Amadîyê: ji sala 1200î heta nîveka sedsala XIXa ew mîrîtî ji alîyê Amadîyê dihate serkarîkirinê(12). Li başûr-rohilata Amadîyê û rohilata Mûsilê kurdên soran diman, û mentîqa Erbîl bû navbenda mîrîtîya Soran. Di dîroka Kurdistanê da Hekarî jî xwedî roleke berbiçav e, ku li ser axa wê ya çiyayî eşîra hekarîya ya bi nav û deng dijît. Derheqa wê yekê da di xebata Reşîdaddîn ya “Welatê Hekar” da tê bîranînê.

Rêzkirina navên van herêman, bêy Mûsilê û navçeyên wê, wê nîvcî bûye, ji ber ku bi gotina Îbn Hewqal, piranîya binecîyên Mûsilê kurd bûn. Hema ji destpêka testîqbûna dîwana Xalîfatê, mentîqa Mûsilê bû dîreka berxwedana kurda, bû cîyê li hev berevbûna hemû hêz û quwetên sîyasî yên cihê-cihê, bona bi tevayî derkevine dijî hukumeta navbendî.

Kurd herweha li qezayên Azirbêcanê û mentîqên Somay û Ûşnûyê da jî diman. Gorî malûmatîyên Şeref-xan Bîtlîsî(13), serekê eşîra biradost ji destpêka sedsala XIa wek melik bû xwedîyê mentîqên ku girêdayî Ûrmîyê bûn. Di nîveka pêşin ya sedsala VIIa da kurd derbazî Arranê (Albanîya Kavkazê), li bajarê Berdaayê (Pertav) bûn û li wir hêwirîn, li ku, bi malûmatîyên Îbn el-Esîr, ereba nikaribû di şerê bi kurda ra ber xwe bidana. Dema serleşkerê ereb gazî eşîra vira kir, ku bibine îslam, wana bi şer bersîva wî dan.

Gorî serkanîyan, kurd li Farsê, Ahwazê û Xûzîstanê(14) derketine dijî êrîşkarîyên ereba. Li Cebil Cîlûyayê, ku navçeke çiyayî ye li Farsê, pênc eşîrên kurdan diman, û li wir zozanên wan bûn û wana ji xwera kelayek çê kiribû bona himberî ereba bikaribin ber xwe bidin. Kurd herweha li Kûhîstanê, ku perçekî Xorasanê ye, nêzîkî Mekranê, li başûrê Qûmistana Mezin, di hevt navçeyên wan da diman, ku her yek ji wana ji alîyê hukumdarekî xwe va dihate serkarîkirinê. Di ser mentîqên jorgotî da em dikarin Ehlata (Hîlat) li Ermenîstanê, Hums û Tersûsa li Sûrîyê jî zêde bikin.

Axa kurda ya êtnîkîyê bi vî awayî ye, wek ku Şeref-xan Bîtlîsî di “Şerefnamê”ya xwe da ronî kirîye. Di destpêkê da awayê wê cûrekî mayîn bû. Bûyerên sîyasî yên gumreh, ku bi dirêjaya neh dehsala dibûn, hetanî dem û dewrana Şeref-xan, pêla koçberîya êtnîkîyê xuliqandin. Koçberîya kurda hema wî çaxî destpê bû, gava ereba Mûsil, Cîbal û mentîqên mayîn zevt kirin.

Rûyê dagîrkirina mentîqa Mûsilê ji alîyê ereba da, eşîrên kurda bi destî zorê sirgûnî der-dorê Dicle û Feratê û Azirbêcanê(15) kirin.

Koçbarkirin ne her cara bi destî zorê bû. Carna şert û zirûf mecbûr dikirin meriv ji cî û warê xwe bişihite, berê xwe bide cî û wargên dûrî-derez, bona jîyaneke xweştir derbaz bike. Wek mînak, ew yek hate serê eşîra desinîya. Lê dîsa jî, koçbarkirin piranî ji dest guhartinên sîyasî dibûn. Di sedsalên XI-XIVa êrîşkirinên turka-monxola li Rohilata Navbendî da tevlihevîyek mezin çê kirin û ji wê yekê kurd jî ziyan û zirarê ketin. Dawîya wê ew bû, ku Împêratorîyên Osmana û Sêfêvîda li van dera bingeh girtin.

Bi bawerîya V.F.Mînorskî, piştî sala 1185a tirka piranîya kurdên Kîlîkîyayê û Sûrîyê ji cî û warên wan şihitandin. Di destpêka sedsala XIIIa da Zengîya kurdên hekarî ji Amedîyê raqetandin û berê wan dane berbi bakur. Hema di wê sedsalê da, piştî ku monxola Bexdad zevt kirin û Şahrîzûr wêran kirin, perçekî kurdên Şahrîzûrê cîguhastî Sûrîyê û Misrê bûn. Di sedsala XIVa da eşîrên gîlalî, û herweha kus û mabir ji Şahrîzûrê koçbarî Sûrîyê û Misrê kirin, lê eşîretên kurda – lawen û babîn ji dest zordestîyê heylo çûn li Cezayîrê hêwirîn. Bi tevayî, bin hukumê êrîşkirinên turk-monxola da di sedsalên XI-XIVa da kurd berbi bakur û roava çûn, ketine Ermenîstanê, di sedsala XIIa da jî mihacirî Bîtlîsê bûn(16). Şeref-xan Bîtlîsî îzbat dike, ku ew yek hîn zûtir qewimîye, di sedsala IXa da.

Koçbarkirina binecîyên kurd di sedsalên XIV-XVa da jî bûne. Ji bo nimûne, bi bawerîya V.F.Mînorskî, wê demê kurdên mukrî mentîqên başûrê çemê Ûrmîyê zevt kirin(17). Ji koçbarkirinên ji demên sedsala VIIa hetanî sedsala XVa me tenê perçek anî ber çava, lê bi rastîyê, ew pirtir bûne. Lê bi van koçbarkirinên mecbûrî, bi destî zorê û rezadilî, dîsa jî Kurdistan wek axeke kurda ya êtno-kûltûrîyê ma, xwe parast, hetanî niha jî reng û rewşa xwe unda nekirîye. Hela ser da jî, îdî di sedsala XVa da ew ax di hêla sîyasî da jî kamil bû û bû axeke êtno-sîyasî.

Bin hukumê Xelîfatê da (sedsalên VII-XIa)

Ji çarêk sedsalekê jî kêmtir e, ku Xelîfat wek împêrîya musulmanîyê xuliqî û di hêla sîyasî da xurt bû. Hevgirtina Erebistanê bin ala îslamê sala 630î qedîya, lê di sala 651ê ereb bi belabûna dînê xweyî teze, ku Mehemed pêxember xuliqandibû, ruhdar bûn û hatin gihîştine heta Amû-Deryayê. Dewleta Sasanîya ya xurt hilweşîya, ji ber ku Xelîfatê ew daqurtand, û axa kurda jî bû perçekî wê.

Di dema berxwedana Sasanîya ya himberî xelîfa, ku gelek berk bû û demkurt bû, şer û pevçûn warguhêzî bajar û mentîqên Kurdistanê bûn. Şerê herî mezin sala 642a li der-dorên Nehawandê bû. Di şerê ji bo zevtkirina Hîlwanê, Tîkrîtê, Dînewarê, Mûsilê û Cizîrê da kurda bi mêrxasî ber xwe dan. Sala 643a, piştî şerê giran, ereba Şahrîzûr tam zevt kirin. V.P.Nîkîtîn şerê kurda himberî ereba bi nav kir wek bûyera here navdar di dîroka kurda ya ji demên sedsala VIa heta sedsala XVa da(18).

Şerê bi kurda ra li Farsê jî qewimî, di dema berxwedana li Fasê û Derebcirdê. Bona hincirandina kurda çend cara cerdên cezakar (qetilkar) şandine Ahwazê. Çavkanî navê kurda bi navê wan gela ra bi bîr tînin, yên ku li Xûzîstanê, Azirbêcanê, Ermenîstana Başûr derketine dijî ereba. Kurda xwesma di şerê li Cizîrê, Hîlwanê, Şahrîzûrê û Mûsilê da bi mêranî ber xwe dan, û ew berxwedan paşdemê da jî bûne. Piştî emelên cezakirinê, dû çend sedsala ra Şahrîzûr û Hîlwan bûne kelefe.

Li Kurdistanê wekîlên xelîf ne tenê li bajara, lê herweha li kelayên sûrkirî da jî tirse-tirs diman. Di nav mentîqe, qeza û wargên jîyînê, ku peymana wan bi ereba ra hebû, navên Hîlwanê, Dînewarê, Şahrîzûrê û Abherê têne bîranînê(19). Lê heta wekîlê xelîf jî, ku Hîlwan, Dînawer û Nehawand bin hukumê wî da bû, nikaribûye bi kurda ra li hev bê, an jî nerazîbûnan safî bike. Di sala 685a, gava hukumdarê Hîlwanê yê nû kivş kirin, pirsa here sereke ji bo wî ew bû, ku bikaribe kurda razî bike.

Di navbera sedsalên VIIa hetanî XVa gelek serhildanên kurda bûne. Ew jî wan dema, gava xelîfên mîrîtîya Omeya (661-750), Ebbasîya (750-1258), malbeta Bûîdîya ji Deylemê (935-1055) ser hukum bûn, û di wan dema da hukumê xelîf ser kurda ne pir bû. Bi saya mêranîya kurda bû, ku serokatîya Xelîfatê ketibû di nav xaxê giran (tengasîyên mezin). Di dema xelîftîya Osman (644-656) li Hîlwanê û Dînawerê kurda çend cara tevrabûn kirin. Di salên 649/650î da destbi serhildana kurda bû. Û hukumdarê Besrayê mecbûr bû bi destî elamkirina cîhadê zora kurda bibe. Sala 653a kurdên Dînewarê serî hildan, sala 685a destbi serhildana Hîlwanê bû. Sala 702a kurdên Sabûrê li Farsê rabûne şerê dijî zordesta. Di navbera salên 764-767an serhildanên kurda belayî li Mûsilê û Hemedanê bûn, sala 774a û herweha di dawîya sedsala VIIIa-destpêka sedsala IXa kurdên Mûsilê û Cizîrê serî hildan.

Serhildana kurda ya here xurt di dema hukumdarîya Xelîfatê da ew şerê kurda bû li Mûsilê di dawîya salên 30î yên sedsala IXa, ku wekîlekî malbeta kurda ya bi nav û deng Cefer îbn Ferecis serokatî lê dikir. Şervanên kurd piranîya axa di navbera Mûsilê, Azirbêcanê û Ermenîstanê zevt kirin û di çiyayên Dasinî da zora eskerên xelîf birin. Di sala 840î alaya turka şandine wira bona ji heq-hesabê kurda bêne der. Piştî pênc sala eskerên serleşkerê tirk Wesîf serhildana kurda di navçeyên Îsfahanê, Cîbelê û Farsê hincirandin.

Kurda di salên 897a û 902a jî serî hildan. Şerê dawî li Şahrîzûrê bû. Nonerê malbeta şahrîzûrîya yê bi nav û deng Îbn Ebû ar-Rebî el-Kurdî jî tevî wê serhildanê bû. Piştî sê sala, sala 905a li Mûsilê şerekî nû û mezin destpê kir, ku piştî serhildana bi serokatîya Cefer îbn Ferecîs bi hêzbûna xwe va ya duda bû. Vê carê Muhemmed îbn Bîlal serokatî li tevgerê dikir, ku nonerekî kurdên navdar bû. Xelîf bi xwe tevî karê hincirandina tevgerê bû, lê dîsa jî nikaribû kurda bîne rayê. Şervan berê xwe dane çiya û li wir man bona piştî du sala dîsa serî hildin û çend navçeyên Mûsilê zevt bikin.

Sala 906a eşîreta kurda ya pir bi hêz hezbanî bi alîkarîya celalîya navçeya Nînewîyê kaf-kûn kir. Em ji çavkanîya pê dihesin, ku sala 913a hezbanîya dîsa serî hildane. Sala 906a eskera kurdên ji eşîreta humeydî û yên mentîqa Cebil Dasin li hev anîn. Sala 908a hukumdarê Îsfahanê Ebdallah îbn Îbrahîmê kurd serî hilda, lê sala 921ê di qezayeke Mûsilê da eşîra kurda – merenî rabûne qal û cengê.

Sala 979a, di dema hukumdarîya Bûîdîya, pêşî êrîşeke xurt birine ser kurdên Şahrîzûrê, paşê jî ser eşîra hekarîya.

Di serhildanên jorgotî da (jimara wan, hilbet, ne tam e) pêşdestî (însîyatîv) timê ya kurda bûye, wana destbi şêr kirîye. Tiştekî balkêş e, ku kurda piştgirîya hemû tevgerên mezin yên dijî merkezê kirine; ew yek wana berbi hevketinên eskerî-sîyasî birîye.

Di dema hukumdarîya Omeya û Ebbasîya da tevgerên bi hêz Xelîfatê kiribûne di nav rewşeke teng da. Gelo ew tevger (wek mînak, tevgerên hurrîya, herîcîya, hurremîya, mazdekîya, karmeta) bi îdêologî ser çi derecê bûne, kurd guh ne didane wê yekê. Ji bo kurda tevbûna di nav tevgerê ew firsendek bû, ku nerazîbûna xwe hindava merkezê da dîyar bikin. Lê kurda di hêlekê va jî piştgirîya gotinên herîcîya dikirin, ku hemû musulman di hêla olî da xwedî mafên weke hev in.

Kurd bi mêranî tevî serhildana herîcîya bûne, ku di salên 700/701ê li Şahpûrê destpê bûbû û pênc sala kişand. Sala 866a, dema Misawirê ji eşîra herîcîya Mûsil zevt kir, kurdên vira piştgirîya wî kirin. Sala 876/77a li Mûsilê herîcîya destbi serhildaneke nû kirin, şervanên wê jî piranî kurd û ereb bûn û serokekî serhildanê jî kurdekî ji Şahrîzûrê Muhemmed îbn Xurzed bû. Serhildana herîcîya li Mûsilê ya sala 886a belayî li ser axa Hulwanê jî bû, û gorî Îbn el-Esîr, eşîra kurda ya el-yaqûbî jî tevî ewê serhildanê bû(20). Lê ewana tevî hincirandina bêlûkên (taxbûr) herîcîya jî bûn li Hulwanê(21).

Serhildaneke olî-sîyasî ya mayîn ya dijî Xelîfatê, ku kurd jî tevî wê bûn, bin ala huremîya destpê bû û ew serhildan dewa wekehevtîya civakî dikir. Bingeha îdêologîya huremîya ulmê mazdekîya(22) bû û, bi bawerîya A.P.Poladyan, ji bo tevgera dijî ereba ew wek şîrme (perde) dihate bikaranînê. Navbendeke huremîzmê mentîqa Cîbal bû.

Babek, ku di salên 816-837a serokatî li serhildana huremîya li Azirbêcanê û Arranê dikir, ku paşê ew tevger belayî li ser Îrana Roavayê jî bû, bi eşîreta kurda el-yaqûbî ra peyman girêdabû bona piştgirîya wan bike. Di nav hevalbendên wî da navê hukumdarê bajarê Marendê Îsma el-Kurdî jî derbaz dibe, ku ji bo piştgirîya şervana ew kuştin.

Serhildana zincîya jî derbeke xedar gîhande hukumê Ebbasîya (869-883) (ji qûlên reş ra digotin zinc, lê zêdetir gundî tevî wê serhildanê bûn). Şervana perçekî Îraqê zevt kirin, berê xwe dane Xûzîstanê û Ahwez jî xistine bin destê xwe. Gelek kurd û hukumdarê Xûzîstanê Muhemmed îbn Ubeydellah el-Kurdî tevî ewê serhildanê bûn. Di destpêka sedsala Xa hukumdarekî mentîqeke Sûrîyê Cefer îbn Hemîd el-Kurdî piştgirîya tevgera karmeta kir, ku li ser axa navçeyên Sûrîyê û Îraqê şer dikirin. Kurd tevî gelek tevgerên mayîn jî bûne, ku dijî hukumê Xelîfatê bû.

Ev yek îzbatîyeke, ku kurd hîç cara bi dil û can neketine bin hukumê xelîfa. Dema peydabûna ereba, ku îdî ala îslamê bilind kiribûn, kurd wek êtnos qal bûbûn û xwedî tradîsyonên miletîyê bûn. Wan dema kurda bi xwe pirsên xwe yên civakî-aborî hel dikirin, bêy ku xwe bi navbendê va girêdin. Kurdên koçer tam serbixwe bûn, lê eşîrên mayîn di hêla civakî-aborî da xwe dispartine wan kesan, yên ku xwe ji navbendê dûr dixistin, him di dema Xelîfatê, him jî sedsalên mayîn da.

Zevtkarên ereb, turkên sêlcûk, an jî monxol dikaribûn bi kurda ra bikevine di nav qal û cengê, zora wana bibin (ew jî ne her cara), gund û bajara bişewitînin û kavil bikin, lê hîç cara nikaribûne kurdên koçer û eşîrên serbilind bînine rayê.

Belakirina îslamê di nav kurda da bi dijwarîyên mezin va girêdayî bûn. Miletek, ku xwedî xusûsîyetên miletîyê yên usa ne, ku tenê hinkûfî wî ne, zehmet bû, ku bi destî zorê îslamê li situyê wan va bialînin. Kurd, ku di hindava dînê xwe yê eslî – êzdîtîyê – amin bûn, ne mumkun bû, ku bi carekê va welgerine ser dînekî mayîn. Ew pêvajo bere-bere bû û îro piranîya kurda dînê îslamê qebûl kirîye. Û ew tiştekî text-bext (tesedûf) nîne, ji ber ku wek hemû olên di cihanê da bi hêz û navdar, îslam jî xwedî quwateke berbi xwe kişandinê bû. Dînê îslamîyê zor li qanûnên eşîretê ne dikir, hukumî li ser tradîsyon û taybetîyên miletîyê ne dikir.Û di ser da jî, qebûlkirina wî dînî, ku wê demê hukumê wî gelek bû, rê ber mileta vedikir, ku di hêla civakî-sîyasî da pêş kevin û gelek dereca da weke hev bin.

Demên belakirina îslamê li Kurdistanê ji hev cudane. Hinek lêkolîner dibêjin, ku ew pêvajo di destpêka sedsala VIIIa xilas bûye, lê hinek jî ew dem dighînine heta sedsalên IXa û XIa(23). Çi jî hebe, musulmanbûna kurda îro îzbatîyeke, ku tesîra xwe li ser temamîya dîroka gelê kurd kirîye.

Gotinên derheqa erebkirina kurda da tiştekî pûç û dûrî aqilan e. Eger em aspêkta ziman hildin, mêla kurda ser zimanên mayîn gelek heye û ew zû fêrî zimanên cînar dibin. Qulixkirina di eskerîyê da, pêwendîyên di dema koçbarkirinê û h.w.d. bûne sebeb, ku kurd bi mecbûrî du, an jî zêde zimana zanibin. Lê zimanê xwe – kurdî, ser hemû zimana ra girtine û ji hemû zimana baştir parastine.

Di dem û dewrana ku em li ser disekinin da, taybetîyeke kurda ew bûye, ku ewana teslîmî hukumê navbendî ne bûne. Lê di hêleke mayîn da jî kurd di dema hemû împêratorîya û hukumdara da bi mêrxasî û canfîdaya xwe berbiçav ketine û alî serketina wana kirine.

Di dema Sasanîya da piranîya zaneyên ordîya Farsê kurd bûne. Ewana ji sedsala pêşin ya belabûna îslamê û dû wê ra timê jî şervanên bi nav û deng bûne. Dema zeyîfbûna hukumê xelîfa da, herdu malbet-eşîrên xelîfa yên mezin zoraya (hêza) kurda ya eskerîyê bi kar anîne. Di nîveka sedsala VIIIa kurda alî Omeya kirine di şerê wanî himberî Ebbasîya da; di sedsala XIIa da xelîfên Ebbasîya hewara xwe li eşîra kurda ya humeydî daxistin, bona xwe ji destdirêjayên atabegên tirka xilas bikin(24). Kurd bi taxbûra (kom, bêlûk, deste) diketine nava ordîya xelîfa, di sedsalên IX-XIa da di nav eskerên mîrîtîyên serbixwe û nîvserbest da gelek kurd hebûn.

Dora sala 875a xelîf desteyên kurda şandin bona berbendkirina serhildana bingehvanê malbeta Sefferîya Yaqûb es-Seffer. Sala 960î, dema li Azirbêcanê şerê bona hukum geş bûbû, kurd jî tevî wî şerî bûn û alîkarîya herdu alîyên dijî hev dikirin. Eşîra hezbenîya piştgirîya alîyekî dikir, eşîrên kurda yên mayîn jî piştgirîya alîyê mayîn dikirin. Bi gotina Îbn Mîskaweyh, di nîveka sedsala Xa da li Berdaayê di ordîya Salarîya da 500 deylemî, 1500 kurd û du hezar eskerên rezadil hebûn. Kurd di ordîyên Buîdîya, Semanîya da jî hebûn, tevî şerê Buîdîya bi Zeyarîya ra bûne. Di ordîya Ebû-ş-Şewq da, ku ji malbeta Benu Ennaz bû û ewî serekeşîrê paşin yê malbeta kurda-Hesenweyhîya anîbû rayê, gelek kurd û deylemî hebûn. Statûya serleşkera navê gelek malbeta bilind dikir û ew ruhdar dikirin. Ew dibû sebeb, ku gelek serokên kurda dibûne xwedî statuya nîvserbest, an jî serbixwe.

Xunedarên (zane, giregir) kurda gelekî qedirê Omeya û Ebbasîya zanibûn. Ji wan giregira yê herî bi nav û deng mîrê eşîra sulêmanîya Merwanê IIa bû (744-750), ku xelîfê dawî yê malbeta Omeya bû. Sedsalên dû wê ra di femdarîya kurda da navê Ebbasîya dane bilindkirinê. Îzbatîya wê yekê ew e, ku di nav hîmdanîna sê malbetên Kurdistanê yên bi nav û deng da – mîrîtîyên Hekarî, Behdînan û Çêmişgezik da(•) (tiştekî femdarî ye, ku li Rohilatê ji bo kesên navdar kubarî bû, ku xwe ji malbet an jî eşîrên bi nav û deng bihesibînin) navê Ebbasîya derbaz dibe. Di dawîya sedsala XVIa da Şeref-xan Bîtlîsî êrîşên ereba yên bin ala îslamê ne dihesiband wek zevtkirina Kurdistanê. Bi gotinên wî “yên pêşin, ku di demên buhurî da êrîşî li ser wilayetên Kurdistanê kirine, ew sêlcûkên Azirbêcanê bûne”(25). Şeref-xan Bîdlîsî şerên di sedsala VIIa da qewimî yên di goveka îslamê da, tiştekî pozîtîv hesibandîye.

Bi kurtî, gelê kurd ne di sedsala VIIa, ne jî sedsalên dû wê ra nehatiye rayê. Êtnosa kurda ew serbilindîya xwe bi sedsala parastîye, ew jî wê demê, ku kurd ne bûne xwedî statuya dewletê.

Pêvajoya bi sîyasî sistbûn û hilweşandina Xelîfatê di sedsala Xa da xilas bû, dema ku malbeta deylemîya ya mîrîtîya Buîdîya hate ser hukum. Buîdîya Bexdad zevt kirin û tenê hukumê ruhanîyê ji xelîf ra hîştin. Axa Xelîfatê, ku îdî hukumê xwe unda kiribû, destpê kir bi lez hilweşîya û warguhêzî ser çend malbeta bû. Di mentîqên Kurdistanê da malbeta ereba ya Hemdenîya (Mûsil, Cizîr, Nisêbîn, Sincar, Meyaferqîn), eşîra deylemîya ya malbeta Zîyarîya (Cîbal) bingeh girtin, lê di nav demeke kurt da hukumdarên kurd ji malbetên Hesenweyha û Merwanîya û herweha yên mayîn jî, ku di nav malbetên kurda da ne gelekî navdar bûn û di nav çend sedsala da ji alîyê turk-sêlcûka da hatine qirê û navê wan li ser rûbarê dinyayê hate hilanînê, zora wan birin. Hukumê li ser van hemû dewletên lokal di destê Buîdîya da bû, ku li her dera rastî serhildan û berxwedanên bi hêz dibûn.

  1. {Nuzhat-al-Qulub}. The Geographical part of the Nuzhat-al-Qulub composed by Hamdallah Mustawfi of Qazwin in 740 (1340) ed. by G. Le Strange. “E.F.Gibb Memorial” series, vol. XXIII. Leyden – L., p.102-103.
  2. Marko Polo. Pûtêşêstvîyê. (Rêwîtî). Wergera ji fransîya kevin: Î.P.Mînaêva. L., 1940, rûpelê 29.
  3. {G.R.Driver}. The Dispersion of the Kurds in Ancient Times. By G.R.Driver, Magdalen College, Oxf.-Journal of the Royal Asiatic Society (JRAS). L., 1921. p.567, 571.
  4. Y.Î.Vasîlyêva. Yûgo-vostoçnîy Kûrdîstan v XVII – naçalê XIX vv. Oçêrkî îstorîî êmîratov Ardêlan i Baban. Kurdistana Başûr-Rohilatê di sedsalên XVII – destpêka sedsala XIXa da. Nivîsên derheqa dîroka Mîrîtîyên Erdelanê û Baban da. M., 1991, rûpel 23.
  5. Dîsa li wir: {J.B.Fraser} Travels in Koordistan, Mesopotamia. Including an Account of Parts of those Countries Hitherto Invisited by Europeans. With Sketches of the Character and Manners of the Koordish and Arab Tribes. By J.B.Fraser. Vol. I-II. L., 1840, vol. I, p.155, 156, 188.
  6. {Cuinet V.}. La Turquie d’Asie. Geographie, administrative, statistique descriptive et raisonnee de chaque provinse de L’Asie. Minewre par V.Cuinet. T. II. P., 1892, p.871-872.
  7. V.Minorsky. Sisar. – The Encyclopedia of islam. 2 nd ed. (El 2), vol. IV, p.465-466.
  8. G.Le Strange. The Lands of the Eastern Caliphate. Mesopotamia, Persia and Central Asia from the Moslem conquest to the time of Timur. Cambridge, 1905, p.4, 186, 189, 190-191, 197, 221, 223.
  9. Evliya Celebi in Diyarbekir. The Relevant on the Seyahatname. Ed with Transl., Communt and Introduction by M. van Bruinessen and H.Boeschoten. Vol. I. Leyden – New York – Kbenhavn -Köln, 1988, p.32.
  10. Journal d’un voyage dans la Turquie d’Asie et la Perse, fait en 1807 et 1808. P. 1809, p.99.
  11. V.Nîkîtin Kurd. Wergera rûsî ya ji fransî. M., 1964, rûpel 89, 92.
  12. D.N. Mackenzie. Bahdinan. – El 2, vol. 1, p.920.
  13. Şaraf-xan îbn Şamsaddîn Bîdlîsî. Şaraf-namê. Wergera rûsî, serkanî û serdazêdekirin yên Y.Î.Vasîlyêvayê. Cild 1. M., 1967, rûpel 215, 345.
  14. A.P.Poladyan. Kûrdî v VII-X vêkax po arabskîm îstoçnîkam. (Kurd di sedsalên VII-X da anegorî serkanîyên erebî).Yêrêvan, 1987, rûpel 17, 18, 21, 23, 75-76, 81-88.
  15. G.Le Strange. The Lands of the Eastern Caliphate…, p.88, 266, 317, 352.
  16. M.M. van Bruinssen. Agha, Shaikh and State. On the Social and Political Organization of Kurdistan. Utrecht, 1978, p.161, 196.
  17. V.Minorski. Kurds, Kurdistan. III. History. – El 2, vol. V, p.451-456.
  18. V.Nîkîtîn. Kurd, rûpel 271.
  19. A.Î.Kolêsnîkov. Zavoêvanîe Îrana arabamî. (Zevtkirina Îranê bi destî ereba). (Îran di dema xelîfatê da). M., 1982, rûpel 156.
  20. V.Minorski. Kurds, Kurdistan, p.451-452.
  21. A.P.Poladyan. Kûrdî v VII-X vêkax po arabskîm îstoçnîkam. (Kurd di sedsalên VII-X da anegorî serkanîyên erebî), rûpel 25, 26, 28-32, 36-38, 48, 49, 51-55.
  22. N.V.Pîgûlêvskaya, A.Y.Yakûbovskî, Î.P.Pêtrûşêvskî, L.V.Stroev, A.M.Bêlênîskî. Îstorîya Îrana v drêvnêyşîx vremen do konsa XVIII vêka. (Dîroka Îranê ji demên buhurî hetanî dawîya sedsala XVIII). L., 1958, rûpel 107-108, 130.
  23. V.Nîkîtîn. Kurd, rûpel 14, 273; A.P.Poladyan. Kûrdî v VII-X vêkax po arabskîm îstoçnîkam. (Kurd di sedsalên VII-X da anegorî serkanîyên erebî), rûpel 42, 46, 63, 68, 73; Raşîd Sabrî Raşîd. Sovrêmênnaya êtnokonfêssîonalnaya sîtûasîya û kûrdov. Dîsertasyona doktoriyê. L., 1988, rûpel 32.
  24. V.Minorski. Kurds, Kurdistan, p.454.
  25. Şaraf-xan îbn Şamsaddîn Bîdlîsî. Şaraf-namê. Cilde 1, rûpel 409.

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev